1. Tekst

  2. #KURDÎ

  3. Ferat Mehmetoğlu
  4. Şêx Seîd çend car dadileqînin?
Şêx Seîd çend car dadileqînin?,şêx,seîd,çend,car,dadileqînin

Şêx Seîd çend car dadileqînin?

A+ A-

Wek ku win jî dizanin ji rêberên gelê Kurd ê dema bûrî yek jî Şêx Seîd bû. Dîroka wî û rêhevalê wî ji xwe eşkere ye. Ezê li ser dîroka nesekinim lê di van demê dawiyê da bûyerên ku çêdibin mirovan matmayî dihêle!

Ji bo referandûmê li Amedê AKP pankartek wisan balkêş bi kar anî ku mirov êdî dibêje de bese lo! Li gor pankarta AKP wek ku we jî şopand dinivîse “Her dengên erê fatîhayek ji bo Şêx Seîd e” Yanî wek gotina Serokwezîr Bînalî Yildirim hatiye parvekirin. Dema mirov li pêkanînên AKP dinêre ev gotina wan wek kêrek tûj û gemar ku di canê mirov da biçe bandor dike! Bala xwe bidinê ku beriya çend mehan wezîrê AKP ji bo Şêx Seîd çi gotiye? Dûbare bala xwe bidinê ku ji bo guherandina navê Qada Deriyê Çiya ku bi be Qada Şêx Seîd Şaredariya Amedê serdan kiribû lê mixabin Hikûmeta AKP destûr nedabû û astenk kiribû. Ji aliyekî din hê jî goristana Şêx Seîd ne diyar e û mixabin gelê Kurd li ser vê mijarê xemgîn e.

De ka were van bûyera safî bike û bi pêkanînên AKP tûre (aciz) nebe! Bi rastî jî ev bûyer qeşmeriyek mezin e li ser rûmeta Kurdan. Ji ber ku goristana Şêx Seîd ne diyar e, malbat û welatî nikarin biçin li ser goristana wî fatîha bixwînin lê AKP ji bo berjewendiyên xwe Kalê Kurdan ku hate darvekirin bi vê awayê bi kar tîne!

Wek ku gelek kesan rexne û şermezarkirinên xwe anî ziman Komeleya Malbata Şêx Seîd jî ev bûyera ku mirov pê matmayî dimîne şermezar kir û di daxûyaniya xwe da li ser navê malbata Şêx Seîd gotin ku “ne bi tenê em şermezar dikin, em ê di referandûmê da dengên xwe jî nedin hikûmetê” Bi rastî ev daxûyanî her tişt dide ber çavan ku AKP vê pankartê bê kontrol û bê hesab bi kar anî ye.

Ya herî balkêş jî ew e ku Serokê Navenda AKPê ê Amedê dibêje ez neviyê Şêx Seîd im. De başe bi ser çavan. Lê dema wezîrê AKPê Burhan Kuzu li ser navê Kalê te zimandirêjiyê kir û gotinên nexweş anî ziman çima deng ji kozika te der neket? Dema ew pankart hatin bi kar anîn te çima neda pêşiya gelê Kurd û bang nekir? Gelê min werin ez we bibim li ser goristana kalê min Şêx Seîd fatîha bixwînin. Yanî te van tiştan nekiriye û wek ku bûyerek wisan pêk nehatiye bêdeng dimînî! Bi rastî ev bûyer û ev zimandirêjiya ku ji aliyê Hikûmeta AKPê pêk tê wek ku Şêx Seîd piştê 92 salan carek din hatibe darvekirin bandor dike!

Eybe, şerme zilme!