
Şiyar bin gelî nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Kurd!!!

Gelî nivîskar, hunermend, siyasetmedar û hemî zanistiyên welêt yên Kurdan, welat di rewşeke xerab de ye. Mirovên me di metirsiyeke mezin de dijîn û bi vê tirsê mane bêdeng. Loma divê em bi hunera xwe, bi pênûsa xwe, bi deng û awazên xwe, bi siyaset û zanyariyên xwe pîbarî gelê xwe ve rabin da ku yekcar ji qudûm û ji desthilanînê nekevin.
Her gotineke me wê şevreşa niha gel tê de dijîn ronî bike, her nivîseke me wê metirsiya niha gelê me tê de dijî nerm bike an rake. Her hunereke me dê bibe qawet da ku gel li xwe vegere û ji bona bijî çi lazim be wê bike.
Yên xelkê dewletên wan hene û gelê xwe, xelkê xwe him agahdar dikin, him jî bi alkariya wan ve radibin. Lê ê me kurdan ji me pêve tu kesê me tune ye. Ne dewleteke me heye. (Ji billî başûrê kurdistanê) ne jî dewlemendên me bi alkariya gelê xwe ve radibin.
Di rewşeke weha de tenha kar û bar dimîne li ser milên, nivîskar û hemî rewşenbîrên gelê kurd. Dibe ku perên me tunebin ku em bi alîkariya mirovên xwe ve rabin. Dibe ku em ne dewlemend bin, da ku bikaribin pêşî li vê vîrosa niha dinya daye ber xwe bigirin, xwedî li welat û kesên xwe derkevin.
Lê em baş dizanin ku niha di destê gelek nivîskarên me de, qelemeke tûj ku bikaribe başiyê ji bona gelê xwe binivîsîne û şevreşa wî ronî bike heye. Di mejî yê gelek ronakbîrên me de, fikir û ramanên dewlemendiyeke mezin heye ku em wê bidin gelê xwe.
Her dengekekî ozanên me, her nivîsa nivîskarekî me, her gotina siyasetmedarekî me û her weha her nerîn û dîtinên hunermendên me dikara alîkariya gelê xwe bikin.
Loma jî niha weke gelek caran, kar û bar ketiya an di hustiyên wan kesên min bi nav kirine de maye. Divê em ji bîr nekin ku ev erkekî niştîmanî, wazîfeyeke welatparêzî ye ku divê em bînin cih.
Em divê niha bibin pêşevanê gelê xwe, em divê bibin zane û rêberê gelê xwe, em divê niha bibin dayik û bavê welatê xwe ku bikaribin mirovên xwe ji vê belayê, bi qasî ji me bê biparêzin.
Heger em jî weke xelkê xwe, qudûmşikestî bibin, heger em jî xwe bê deng bikin, heger em jî erkê xwe yê niştîmanî neynin cih, em ê di dîrokê de bibin rûreşên mezin.
Bê deng nemînin!!!
Binivîsînin, bistirên, bêjin, bilorînin da ku gel bi temamî ranezê, bi wî dengê xwe, bi wî awaza xwe her di guhê gelê xwe di bistrên. Dewleteke me tuneye ku em jî weke herkesan xwedî nexweşxane, doktor û alavên tenduristiyê bin.
Ji ber vê divê em bi qelem û pênûsa xwe, bi siyaset û nerînên xwe yên guncav gelê xwe şiyar bikin, rêya ku bikaribin xwe ji vê nexweşiya Korona biparêzên rê wan bidin. Niha dagirkerên me bi her rê û olaxê kar dikin ku bi rêya vê koronayê gelê me tune bike.
Niha erkê mezin, berpirsiyariya niştîmanî li ser milê me hemiyan e. Heger em vê neynên cih, gelo em ê çawa bibin nivîskar, hunermend, rewşenbîr û siyasetmedarên gelê xwe. Heger di vê roja reşde pîbarî gelê xwe neyên, ma hebûna me ji bona çiye?
Di her dewr û deman de hin divê bi erkên xwe ve rabin. Loma dibêjim, heger ne ji wan dengbêjên me bana, me yê îro dîroka xwe nizanîbana û em ê ji zimanê xwe ê şêrîn bê par mabana. Him wan dîroka me bi devkî ji bona nivşê nû parastin, him bi wan stranên xwe ne hiştin kurdiya şêrîn bimre.
Lê îro erkê mezin, karê giran ketiye hustiyê me. Em jî xwe bê dengê bikin, nestirên, nenivîsînin û nebêjin, ma em ê çawa gelê xwe ji nava vê tirsa mirina koronayê xilas bikin.
Gel nezanin, nexwenda nin. Li hember rê û rêbazan, li hember tofan û felaketan dê çawa xwe biparêzin, nizanin. Li bendê ne ku hin ji wan re vê rêyê vekin.
Vekirina vê rêyê niha di destê me yên ku min binav kirin de ye. Heger em jî xwe bê dengê bikin. Bi vê bêdengiyê em ê qira gelê xwe bînin.
Divê em niha ji her demê bêtir çalak bin, xwedî huner û gotina xwe ya ji bona gelê xwe bin. Divê di vê rewşa kambax de di her warî de çalak bin.
Ji bona vê dibêjim; gelî nivîskarên me, hunermend, rewşebîr û siyasetmedarên kurd, rabin ser xwe, şiyarbin û rêya azadî û xelasiya ji vê koronayê rê gelê xwe bidin.