Şerê Îqtîdarê û Dewlet!
Başûrê Kurdistanê, ev nêzî sê salane di demek zor û zahmet re derbas bû. Ji hêlekê de Dewleta Federal a Iraq, ji bona pêşî li referandûm û sexwebûna Kurdistanê bigire, xwest ku kurdan bi birçîbûnê terbîye bike. Ev helwesta Iraqê, helwestek neyarî û bêahlaqî bû. Dest danî ser mûçe û dahatên Kurdistanê. Ji hêla aborî de Kurdistan ket bin bandorek neyênî.
Li hember vê helwesta Iraqê; Kurdistan neçar nema û dest danî ser Petrola herêmê. Bi zimanekî zelal got: “hûn nikarin kurdan bi birçîbûnê tehdîd bikin!“ û dest bi firotina petrola xwe kir. Iraq ev helwesta Kurdistanê wek “heswestek ne yasayî“ da nîşandan û di qada navdewletî de xwest ku pêşîya kurdan bigire da ku nikaribin petrola xwe bi destê xwe daxînin bazara navnetewî. Çend mehan tankêrên petrola Kurdistanê li ser bahrê hat rawestandin û ji xeynî Îsrail, pir dewletan cesaret nekirin ku petrola kurdan bikirin.
Vê helwesta Iraqê jî pere nekir û Kurdan bi serkevtî petrola xwe daxist bazara navnetewî. Tam di vê demê de DAÎŞ êrîş anî ser Mûsil û derdorên wê. Artêşa Iraqê li gor daxuyanîya Serokwezîrê Iraq yê wê demê Nûrî El Malikî şer nekir. Çekên xwe, taqemenî û cebilxaneyên xwe, bi milîyaran Dolar di banqên Mûsilê de teslîmî DAİŞê kir û şikest, revîya.
Berê DAÎŞê ber bi Bexdayê de bû. Lê ji nişkêva DAÎŞ êrîş anî ser Kurdistanê. Her ku çiqas Kurd xwedî tedbîr bûn jî ji hêla çekan de pir zeîf bûn û nikarîn bi çekên di dest de li hember êrîşên DAÎŞ xwe bigirin. Çekên giran di destê DAÎŞê de hebûn û DAÎŞ bi helwestek hovane êrîş dikir.
Serokê herêma Kurdistanê daxwiyanîyek da û gazî qada navnetewî, dostên Kurdan kir. Alîkarî xwest. Ev roj rojên dîrokî bûn. Ji hêlekê de DAÎŞê êrîş dikir. Ji hêla din de bi milîyonan însan cîh û warên xwe terk dikirin û direvîyan ber bi Kurdistanê de.
Li gor yasayên navnetewî Kurdistan ne dewletek serbixwe bû, nikarî rasteser çekan bigire. Rewşa Dewleta Federal a Iraqê pêşîya vê digirt. Divê pêşî çek biçûna Bexda û ji Bexda para kurdan ji wan re bihata veqetandin. Di virê de jî Bexdayê him prosedor hêdî dimeşand him jî dest datanî ser çekên para Kurdistanê.
Li ser dirêjahîya 1050 km. Kurdistan ket nav ênîya şer. Hêzên Hevpeymanan jî ji hêlekê de çek gîhandin Kurdistanê û ji hêla din de jî bi hêzên azmanî piştgirî dan hêzên Kurdistanê. Bi serkevtinên mezin êrîşên DAÎŞê li Kurdistanê jikestin xwarin û pêşî lê hat girtin. Vê jî moralekî mezin da şervanên Kurdistanê. Pêşmergên qahreman serkevtin li ser serkevtinan bidest xist û navê xwe di qada navnetewî de bi tîpên zêrin nivîsand.
Di vê dema ku xaka Kurdistan ketibû bin tehdîdek mezin de sê bûyerên dîrokî hene ku em wan têxin bin qeydên dîrokê.
Yek ji vanan Helwesta PKKê bû: PKK di vê dema ku Kurdistan ket bin êrîşên DAÎŞê de, qampanya li Ewrûpayê vekir. Ji bona ku piştgirîya başûrê Kurdistan nekin û çekan nedin başûrê Kurdistan, li ber parlementoyên Ewrûpayê çalakî lidar xistin, daxuyanî dan û ji siyasetmedarên Ewrûpayê re name nivîsîn xwestin ku çekan nedin kurdan, nedin pêşmergan. Digotin “ew ê çekan bifroşin DAÎŞê“(!)
Bûyera duyem jî helwesta Tevgera Goran bû: Başûrê Kurdistan di şer de bû û divêtîya hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi helwestek netewî û berpirsiyarî hebû. Lê Tevgera Goran bi qasî ku şirîkê hikûmetê bû jî û çar kursîyên girîng yên hikûmetê wek Serokê Parlementoyê, Wezareta Pêşmergan, banka Navendî di destê wan de bû; tam di vê demê de gazî gel kir ku gel dakeve kolanan û êrîş bikin baregehên PDKê. Pir baregehên PDKê hatin şewitandin û kuştin çêbûn. Bi van çalakîyan bûn sebeb ku hikûmet bifeşkile.
Ya sêyem jî; bi “qutkirina mûçe û dahatên Kurdistanê" re karmendên dewletê, hêzên Pêşmergeyan û mamosteyên dibistanan bê mûçe man. Hikûmeta herêmê dikarî tenê pir hindik mûçe bida. Di virde jî Tevgera Goran û hinek siyasetmedarên Silêmanî ev jî li hember hikûmetê bikar anîn. Ji dêlva ku dewletek serbixwe a Kurdan bixwazin, daketin kolanan û mûçe xwestin.
Tam di vê demê de Kurdistan; di seranserê 1050 km. Di şer de bû. Bi hezaran cangorî û bi dehhezaran birîndarên xwe re di raperînên mezin de bû.
Dîrokê di van helwestan de tiştek derxist ber me ku dijmin ji bona pêşî li serxwebûna Kurdistanê bigire, her metodî dikare bikar bîne.
Di dema parastina welat de divê hemû hêz, partî û rêxistin li ser esasên netewî bi hev re tevbigerin. Lê li Kurdistanê ev nebû. Di bin navê “şerê îktîdarê“ de ev helwest meşandin.
Di welat de eger xakek azad û li ser vê xakê dewletek hikûmran tune be, şerê îktîdarê jî tune ye. Şerê hikumranîyê bi hebûna hikumranîya dewletê re derdikeve holê.
Kurd ji bona ku şerê îktîdarê bimeşînin û li hember hevûdû rekabetek siyasî bimeşînin, divê pêşî bi biryarek, bi helwestek netewî bibin yek û dewleta xwe ava bikin. Ku ev dernekeve holê, hemû helwestên din provakatîfin û rê ji dijminan re vedikin…
10.04.2017