Şerafetîn Kaya!,şerafetîn,kaya

Şerafetîn Kaya!

A+ A-

Di Tekoşîna Rizgarîya Netewî a Kurdistanê de Şahid, têkoşer, parêzer û girtî yê dozê.

ŞERAFETTÎN KAYA

BEŞEK JI JÎYANA MIN!

Weşanên Rûpel, çapa yekem 2016- bi tirkî, Cild I, 606 Rûpel

Pirtûk, beşek ji jîyana Şerafettîn Kaya, ye.

Şerafettîn Kaya, di pirtûka xwe a “beşek ji jiyana min” de li ser çend xalên dîrokî û girîng radiweste û bi belge doza 80 salî derbasî nav rûpelê dîrokê dike.

Hêja ye ku em li serê rawestin.

Helbet armanca nivîsandina bîranînan yek jê ew e ku kirin û bûyerên di nav jiyanê de bibin tayên dîrokê.

Şerafetîn Kaya vî karî bi metod û çavên têkoşerekî, tekoşîna Rizgarîya Kurdistanê, bi çav û helwesta hiqûqnasî û parêzerî, berpirsiyarî û girtîyekî van xalan yek biyek dixe nav tayên dîroka 80 salî ya Tekoşîna Rizgarîya Kurdistanê.

Şerafetîn Kaya, berî her tiştî Kurdperwer û niştimanperwerekî doza Kurdistanê ye. Têkoşerê doza xwe ye. Vê dozê bi çendîn metod û îmkanan, di her merhela jiyana xwe de, bi îmkan û derfetên didest de, ji quwet û zanistîya xwe bêtir bibalkêş meşandîye.

Helbet pirtûk cîlda 1em e û cilda 2em jî di rê deye.

Şerafetîn Kaya di cilda 1em de çar xalên girîng derdixe ber me. Hin bi metod û hin jî bi belge van xalan, di nav tecrûbên xwe de dike nav tayên dîrokê. Li henber sîxur, Qadî, dozger û dadgehên dijminên doza Kurdistanê, diparêze û belge dike.

Yek ji van hiqûq û dadgehên kolonyalîst ên tirkan e. Di vê xala girîng de bi belge raporên İstîhbarat (MİT) ê, îdeayên Qadî, hiqûqê dadgehê belge dike û bi fêrisî li henber van bi parêzerîya xwe, bi têkoşerîya xwe û bi kurdperwerîya xwe diparêze.

Xebata dadgehên kolonyalîst ên tirkan armanc û karesatên wan di rewşek ne hiqûkî de hatîye meşandin. MİTa Tirkan biberfirehî kurd, siyasetmedar û zanayên kurdan şopandine. Rapor û bi tometên ku avêtine bestkura têkoşerên doza kurdistanê û çawa qadî li angora van tometan-raporan doz vekirine û dadgeh jî ceza dane, yek biyek pêşkêşî me dike. Ji bona ku dadgeh dorpêç û zordarîya ser Kurdan bi rewşek nemirovî bimeşîne, barê giran dikeve ser milê MİTê. Dişopîne, tometan çêdike, dosyan amade dike û dide qadî.

Beşa duyem, Dorpêça çepên tirkan li ser kurdperwer û niştimanperwerên kurdan e.

Bi çepitîya xwe çawa nijadperestîya xwe veşartine û li henber welatparêzên kurdan bi metodên piçûkkirinê, tecrîtkirinê ew dorpêç kirine, ji qîmet xistine. Helbet di vî warî de çepitîya kurdan jî bûye alîkarê van karesatan. Bi parastina çepitîyê, xurtkirina damarên dewleta tirkan di nav kurdan de wek karesatek organîzekirî derdikeve ber me ku Şerafetîn Kaya bi belge di pirtûkê de bi mînakan ispat dike. Îro jî ev bandora çepên tirkan bi eynî armancê di nav kurdan de di munaqeşê de ye.

Beşa Sêem jî sîxurîya MÎTê di nav partî û rêxistinên kurdan de ye.

Vê beşê jî bi minakan dide me û belge dike ku van sîxurên dewleta tirk di van karên xwe de çi kirine armanc. Çawa bandor li ser têkoşîna Rizgarîya Netewî kirine û bi program ev têsîr bûye astengek mezin û her pêşî li geşkirina neteweperwerîya kurdan girtîye. Di nav rêxistinên kurdan de provakasyon, pêşîlêgirtin û di bin bandora dewletê de entegrekirin; serkeftî meşîyaye bi rêya van kadroyên bi destê dewletê tayînkirî.

Beşa Çarem jî şahidî û belgekirina keda têkoşerên doza kurd û Kurdistanê ye.

Ev parêzer û têkoşerên doza kurd di çi şertan de ev doz parastine, Rûbirûyî çi dek û dolaban bûne, çi êş û elem kişandine û çawa emrê xwe bi dilsozîya dozê re, di vê rêyê de wek xwebexşan jiyana xwe bexşî kurd û Kurdistanê kirine. Ev beş jî bi şahidî û parêzerîya Şerafetîn Kaya, bi pênûsa Şerafetîn Kaya, wek deyndarîyekê hatîye tomarkirin û ketîye nav rûpelên dîroka Têkoşîna Netewî a Rizgarîya Kurdistanê.

Pirtûk, xal bi xal hêjaye ku li serê lêkolîn bêt kirin. Nirx derkevin pêş û ders ji van tecrûbên hêja bên girtin.

Spas dikim ji Kek Şerafetîn Kaya re ku ev perçên jiyana xwe, Têkoşerîya beşek ji dîroka doza Kurdistanê; wek bîranînan bi belge, bi kedek hêja û berpirsiyarîyek kurdperwerî, wek dîyarîyek bêhempa ji me re tomar kir.

Berhemek hêja û dîrokî ye. Wê ev berhem bibe belgeyek ji her akademîsyen, hiqûqnas, lêkolîner, siyasetmedar û têkoşerê doza kurd û Kurdistanê re.

18.01.2018


Gotinên miftehî :