1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hasîp Yanliç
  4. ŞIVANÊ KURD ( EREBÊ ŞEMO )
ŞIVANÊ KURD ( EREBÊ ŞEMO ),şivanê,kurd,erebê,şemo

ŞIVANÊ KURD ( EREBÊ ŞEMO )

A+ A-

Nerîna me ya li ser romana Erebê Şemo ya Şivanê Kurd



Ev pirtûka Erebê Şemo ku wek romana yekemîn a Kurdî tê nasîn, bi çend aliyên xwe ve mirov dikare binirxîne. Dema civak berhemekê binirxîne yan rexne bike pêşiyê li jiyana nivîskar dinêre. Heta ku ji dest bê divê her berhem bi şert û mercên xwe bêne nirxandin. Erebê Şemo di sala 1897’an de navçeya Qersê li Sûsizê hatiye dinyayê. Ji êla Hesiniyan e. Wê demê ev navçe di desthilatdariya Ûrisan de bû. Erebê Şemo piştî xwendina xwe ya pêşîn diqedîne di 1913’yan de dema ku 16 salî bû dest bi paletiyê dike. Erebê Şemo ji bilî zimanê Kurmancî, bi Ûrisî, Yewnanî, Tirkî, Ermenîkî jî dizanibû. Demeke dirêj jî endamtiya xwe ya Komîteya Navendî ya Partiya Komînîst a Ermenîstanê domandiye. Di sala 1937an de ji aliyê Stalîn ve tê sirgûnkirin û dişînin qerexa Okena Cemidî. Ev heta sala 1956an li wê derê dimîne û piştî mirina Stalîn, Erebê Şemo azad dibe û vedigere Ermenîstanê. Dawiya emrê xwe li navenda Yerîwanê didomîne û di sala 1978an de diçe ser dilovaniya Xwedayî.

Nivîskarê Kurd Erebê Şemo bi nêrînên xwe yê bi zor û zehmetîya jiyana xwe û ya gelê xwe bi awayekî nivîskî nişan kiriye.

Destpekê de divê bêye gotin ku ev berhem ronahiyê dide ser serdemekê. Di nava romanê de xwendevan dibin şahîd qal û cenga wê demê, alozî û berberiyên nav civakê, şerê nava çîn û wê civakê nîşanî me dide. Şerê cihanê ku di sala 1914an dest pê dike û şaxek jê li ser sînorê Rom û Ûrisê diqewime, niviskarê me jî di bin bandora vî şerî de serpêhatiyên xwe didomîne. Nivîskar di berhema xwe de wek otobiyografiya jiyana xwe nivîsîye.

Di romanê de beşekî baş qala kelepor û edetên kurdewarî tê kirin. Ev beş mirov bi xwe re dibe wê demê bi me dide jiyîn. Wek nimûne di çapa weşanxaneya ‘’Lîs‘’ê de (R.97-98) qala çand û folklora Kurdan ên li ser pez û edetên din dike; ’’Qeydê Kurmanca ew bû wekî em dihatne dolga û wexta serê pêz diketê erdê Kurmancekî zadê serê pezê xwe çê dikir. Mirtoxe, kuloç, pez serjê dikirin. Gazî cînara, şivana dikirin nanê serê pêz didan. Malxwe li mala xwe û kulfetên wan dihatin ser mêvana ra disekinîn lava dikirin wekî mêvan şerm nekin nan bixun. Pêy nanxwarinê ra cahilê wan û şivan govend digirtin dilîstin kilam digotin, ji kilama tevî rinttir kilama serê pêz bû. Xorta dor bi dor digot qîza lê vedigerand û dilîstin. Gellek kêf henek laqirdî dikirin hetta dibû êvar. Wexta ew kêf henek laqirdî kutta dibun, teva îzna xwe ji malxwe malê kulfetê malê dixwastin diçûn. Hema îzin xwastin jî tiştekî way meşqûl bû, çimkû min hê neîtibû; mîna dîna xwe sayê û pak tê bîra min. Axê min kulfeta xwe va sekinîbûn xelq diçû û wa digotin:

-Kevanî belkî destê te ji eyarê rûn qe dernekeve. Belkî yeka we bibe hezarî, belkî hûn silametî derbas kin li zozana, mala we silametî ji zozana dagere, bê.’’

Her wekî di R.109an de behsa ‘’beranberdan’’ê jî tê kirin. Wan tiştan rewş û xemlek xweş daye romanê.

Çend zimanê Erebê Şemo jî heke bêne gotin divê em bibêjin ku ev gotinên dubarekirî gelek bi kar aniye. Ev tehmekî xweş daye romanê. Wek mînak (R.71) ‘’Guhên xwe pêl kirin û û şeqa şeqa diranîn wî’’ (r.95) “ Hewarî birne mal bû qalme qalma me.’’

Wîsa xuyaye ku Erebê Şemo ji ferhengeke berfireh a zimanan sûd wergirtiye. Ji ber ku wî li gel Kurdî bi Ûrisî Tirkî Ermenî jî dizanibû di berhema xwe cih bi cih ji wan zimanan peyv bi kar anîne. Çend pêyvên wek ‘’Dvornîk (bi Ûrisî), Dirûjîn(Ûrisî), kamavor(Ermenîkî), kaxtegan(Ermenîkî), Duşirmîş(Tirkiya Osmanî), Ekîn(tirkî) bi kar anîne. Li gel vê yekê jî erebê Şemo nikaribiye xwe ji qalibê zimanê axaftinê dûr bixe.

Ligel wan renginiya Erebê Şemo li ser cihokekê tenê nemeşiya ye û zêde qerebalixa bûyeran xistiye ser hev, ev yek roman jî qaliba edebî bêhtir aniye ser panoramayeke jiyana xwe. Mirov dikare bibêje qet qetên jiyana xwe li hev ristine. Xuya ye ku Erebê Şemo ev berhem ji bo mîsyonekê nivîsandiye. Xwestiye êş, jan, bindestî, derbidarî, belengazî û perîşaniya miletê Kurd bîne zimên. Xema wî ji berhemeke edebî zêdetir vegotina êşa miletê xwe bûye. Ev jî di vê hevoka jêr de diyar dibe û niviskar di pirtûkê de dibêje; “bavekî du kurên wî hebû ne. Yek ji wan piştî ku hatiye dinyayê miletekî di dergûşê de ma, piştre meşiya mezin bû û bû zilam. Lê yê din di dergûşê de ma, tu car jê derneket. Em wekî kurê paşîn in ev çend hezar sal in ku em hatine dinê lê em hîn di dergûşê de ne û em bi jîrî ya xelkê dijîn”.

Gelo ev ji bo berhemeke edebî qelsî ye?

Divê di derbare hûnak û tevna romanê de jî çend gotinan bikin. Nivîskar bi piranî tevna xwe li ser du temayan ava dikin. An tasvîr û şayesandineke têrtesel an jî li ser bûyerê diçin û xemilandin zêde ne li ser bala wî ye. Wer xûya ye Erebê Şemo bêhtir xwe daye ser bûyeran. Derdê wî ji çawaniyan behtir neqilkirina bûyeran bûye. Yanê roman li ser hîmeke civakî ava bûye.

Xasma xwedevan dixwaze gava qala gund û war, çiya û baniya dibe bikeve nav atmosferê, şekl, reng dirûv û bêhn û tîhnên wan seh bike. Wekî (R.96) Kurmanc nava çiya da nin, li wan çiya heye çêrê rind. Li wan dera diçêrin û kok dibin kerî-sûrîyê wan. li vê derê şûna tenê rewşa heyî, gund û çiya bi, bêjeyan heke bigota : Ew gundên xweş, bi dar û ber, ku nav çiyayên bilind de rengê wan sor û serê wan biharan bi kulîlkan reng bi reng dixemiliya . Zivistanan wek bûkeke bi berfê dixemilî… Bêguman dê tahmeke xweştir bidaya û roman jî dê pêla çemekî boş biherikiya. Lê nivîskar bi kurtasî vedibêje û derbas dibe. Wek encam ev roman di qada wêjeya kurdî de hatiye pejirandin bi şêwe û teşeya xwe cihê xwe girtiye. Destpêka Romana kurdî de pêşî li gelek nivîskara vekiriye. Em ji ber van xebatên wî yê li ser wêjeya kurdî kiriye bi minetarî wî bi bîr tînin.

Berhemên gor bihuşt;

Nivîskar ne tenê ji bo wêjeya kurdan giring e. Di sala 1936an de nivîsa wî ya bi navê ‘’Pêywendiya Feodalî’’ derket. Di sala 1935an de pirtûka “Şivanê Kurd” tê weşandin. Ev roman bi zimanê Ûrisî, Tirkî, Ermenî, firensî, Azerbaycanî, Gurcikî, Almanî û Erebî hatiye wegerandin. Di sala 1958an de li yerîvanê romana xwe ya ‘’Berbang’’ diweşîne. Salek şunde jî pirtûka bi navê ‘’Jiyana Bextewar’’ diweşîne. Pirtûka wî ya bi navê ‘’Hopo’’ jî berdewama pirtûka‘’Jiyana Bextewara’’ e. Dî sala 1965’an de pirtûka bi navê ‘’Dimdim’’ hatiye weşandin. Xeynî wan pirtûkan ji bo zarokan çîrok jî nivîsîye. Bi senaryoya wî filmekî bi navê Kurdên Ermenîstanê hatiye kişandin. Di sala 1978an de di 81 saliya xwe de diçe ser dilovaniya xwe. Gora wî di goristana Yerîvanê de ye.


Gotinên miftehî :