ŞEWKET AKALIN
1ê Sibata 2004ê bû. Li HEWLÊRê, roja pîrozbahîya cejna remezanê bû. Serokê PDKê ( Partîya Demokratê Kurdistanê) Samî Abdurrahman li meqerra partîyê bi mêvanên xwe yên ku hatîne cem hev ra cejna remezanê pîroz dikin. Mêvan di rêzê de dimeşin, cejna Samî Abdurrahman pîroz dikin û derdikevin. Her tişt bi dilekî germ, bi dilê pîrozbahîya cejnê, bi dilxweşîya cejnê û pîrozbahîya serokê partîyê Samî Abdurrahman, bi dil geşî dom dike.
Lê...! Dilgeşîya insanê Kurd di nuqtekê de belav dibe û kelecana wan bi qîrrîn deng dide ezmanan.
Dujminê xwînxwar, dujminê bê bext, dujminê insanan, bi xwekujerekî ne insan, di pîrozbahîya wê roja xêrê de xwe diteqîne û qîrrîna insanan bi ezmanan dixe.
100 û 4 insan.
100 û 4 insanê Kurd.
Bi xwekuştina wî insanê deccal jiyana xwe ji dest didin.
Yek ji wan insanan; dostekî bi qîmet, hevalekî hêja, Kurdekî têgihîştî, xwenda û zana; Şewket Akalin bû.
Şewket Akalin ji Şirnexê bû. Jiyana wî bi gellek astengîyan derbas bûbû. Di berdevkîtîya wezareta derve de li beşa ataşeya tîcaretê de xebitî bû. Li Tehran, Paris û Senegalê xebat kiriye û piştî hinek astengîyan vî karê xwe dom nekirîye û xwe teqawîd kiriye. Piştî teqawîdê li Stenbolê dest bi ticaretê kiriye û xebata xwe bi pêşangehan yanî bi fuaran dom kiriye.
Min, ew û wê wextê, bi telefona hevalê Mesut Başturk nas kir. Ji bona xebata pêşangehê hat Amedê. Li vir jî bi gellek astengîyan ra micadele kir. Lê bi serket û ji bona Amedê cihê pêşangehê bi yarmetîya Şaredarîya bajarê mezin, parêzgerîya bajêr bi dest xist û çend pêşangeh jî bi cîh anî.
Di pêşangeha yekem de ji Iraqê, ji dewleta Kurdistana federal serokê 6 odeyên bezîrganîyê û serokê gumrukên Kurdistanê veguhezt.
Di vekirina pêşangehê de Serok Komarê Tirkiyê Suleyman Demirel, Serokwezîr Bulent Ecevit jî amade bûn.
Şewket Akalin, di axaftina xwe de got “ji welatê cîranê me, ji Kusdistanê mêvanê me hene û ez bi zimanê wan, ji wan re dibêjim; hûn bi xêr hatine.”
Temaşevan û gohdaran bi dengekî bilind, li çepikan xistin, mêvanên ji Kurdistana başûr jî li ser linga kêfxweşîya xwe, bi çepikan anîn ziman. Ê bê deng mirovê devletê, mirovên resmî bûn. Demirel û Ecevit li cihê xwe sor bûbûn, nizanibûn wê çi bikin. Ev pêşangeh bi vê bêdengîya serokê devletê vebû û pir bi şahî derbas bû.
Ji bona pêşangehekê Şewket Akalin gellek caran çû Hevlêrê. Çend caran jî em bi hev du ra çûbûn Hewlêrê.
Ev çûyîna wî ya 2004ê, çûyîna dawî bû.
Bi bombeya xwekujerekî jiyana xwe ji dest da û ket nava şehîdên Kurdistanê.
Bi tevahî ruhê wan şad be. Ez li ber şehadeta wan bejna xwe ditewînim.