1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. ÇÎROKÊN ZAROKAN/ZÎREK
ÇÎROKÊN ZAROKAN/ZÎREK,çîrokên,zarokan,zîrek

ÇÎROKÊN ZAROKAN/ZÎREK

A+ A-

Zîrek, serê sibê rabû serxwe. Dayîka wî taştê danî ber. Taştîya xwe xwar.
Rahişt çetelê xwe yê çivîkan û ji mal derket. Di kuçê de li Misto rast hat.
-Roj baş Misto
-Roj baş Zîrek
-Tu diçe kuderê?
-Ez dixwazim herim nav daristanê, nêçîra çivîkan!
-Ez jî dixwazim bi te re werim.
-Baş e, Ka em herin cem Rindo jî. Dibe ku ew jî bi me re were!
Zîrek û Misto dan kêleka hev, çûn ber deriyê mala Rindo.
Li deriyê wan xistin. Rindo hat ber derî, derî vekir. Dît ku hevalên wî Zîrek û Misto li ber derî ne.
-Roj baş Rindo
-Roj baş Zîrek
-Roj baş Misto
Ez û Misto em dixwazin herin daristanê, ji bona nêçîra çivîkan. Tu jî dixwaze bi me re were, an na?
Dilê Rindo jî hebû ku bi hevalên xwe re here daristanê.
-Ka çend xuleqan rawestin, ez destûrê ji dîya xwe bixwazim, ku bihêle ez jî bi we re têm.
Rindo destûr ji dayîka xwe xwest. Dîya Rindo destûr dayê.. Her sê hevalan mil dan hev û berê xwe dan daristanê.
Ketin nav daristanê. Li çivîk û hêlînên çivîkan digeriyan. Çivîk çav li wan diketin, difiriyan û baskê xwe lihev dixistin. Xwe li ser guliyên daran datanîn.
Zîrek rahişt zixurekî û xist hundirê kefa çetelê xwe û nîşan girt. Bi destê rastê kefkanîk girt û bi destê çepê jî çetel girt, kişand û berda. Bû vizîniya kevir û çivîk firiyan.
Kevroşkek ji ber wan rabû û bi lez bezîya. Zîrek bazda çû ser mexelê kevroşkê. mêzekir ku kevroşkek pir piçûk xwe di mexel de melîsandiye. Çilika kevroşkê bû.
Kevroşka piçûk bitirs li Zîrek mêze kir.
Zîrek destê xwe dirêjî vê kevroşka piçûk kir.
Kevroşk veciniqî û hêz da xwe. Çend gavan bazda û dîsa sekinî.
Misto û Rindo jî bazdan ku bên cem Zîrek. Belê Zîrek, berî ku Misto û Rindo bigîhên cem wî, xwe gîhand cem kevroşka piçûk û rahiştê. Kevroşkê di nav destên Zîrek de xwe perpitand û li berxwe da ku bireve. Belê bêçar bû. Hatibû girtin.
Misto û Rindo jî gîhaştin cem Zîrek. Mêzekirin ku kevroşkek pir piçûk di destê Zîrek de ye. Pir kêfa wan hat. Hersê heval bi hev re li ser tahtek şahîk rûniştin. Gîha çinîn û dan kevroşkê. Belê kevroşkê gîha ji destê wan nexwar.
Rindo Got:
-Ma ji destê me naxwe. Tenê ji destê dayika xwe xwarinê digre û dixwe.
Misto got:
-Ew me nasnake. Ji me ditirse. Ji ber vê yekê ji destê me xwarinê naxwe.
Zîrek got:
-Ew hîn pir piçûk e. Gîha naxwe. Hew tenê şîrê dayika xwe dimije. Ezê wê bibim malê cem dayika xwe. Wê dayika min şîr bide min. Ezê şîr bidim wê û li malê wê mezin bikim.
Rindo got:
-Zîrek wê berde. Bila here cem dayika xwe û bila li cem dayika xwe mezin bibe. Her ku em bên nav daristanê, emê wê bibînin.
Zîrek got:
-Na, min ew ji xwe re dîtiye. Ezê wê ji xwe re bibim malê û pêbilîzim.
Qijakek hat nêzî wan û li ser guliyê darê danî. Bû qije qija wê.
Pepûk ê xwe li ser guliyê darek din danî û got:
-Pepûk, Pepûk, Pepûk..
Kundek hat xwe li ser gêrek keviran danî û got:
-Kuku, kuku, kuku...
Hersê hevalan li dora xwe mêzekirin. Ji daristanê tirsiyan.
Dîsa, Rindo ji Zîrek re got:
-Zîrek vê kevroşka piçûk berde. Bila here cem dayika xwe.
Zîrek li dora xwe mêzekir. Li kevroşka piçûk û melûl mêzekir. Pir jê hezkiri bû. Nedixwest ku berde. Li Rindo vegerand û got:
-Ez wê bernadim. Ezê wê bibim malê û şîr bidêmê û bi wê pêbilîz im.
Hersê heval bi hev re rîya mal girtin û vegeriyan malê.
Dayika Zîrek mêzekir ku çêlikek kevroşkê di hinbêza wî de ye.
Ji Zîrek re got:
-Ev çiye di hinbêza te de Zîrekê min?
-Dayê min jixwe re kevroşkek piçûk li daristanê dît.
Dayîka Zîrek hat cem Zîrek û kevroşka piçûk û bêçar ji destê Zîrek girt. Lê baş mêzekir. Di berxwe de got:
-Çi qa piçûk û melûl e. Kî zane bê niha dayîka wê çiqasî lê digere! Li Zîrek mêzekir û got:
-Kurê min, niha dayîka wê, li herderê lê digere. Te çima ew ji dayîka wê qetand! Ma ev piçûk a hanê, qe bêyî dayîka xwe dikare bijî! Divê tu sibê here û wê dîsa li cîhê wê berde. Bila bigihêje dayîka xwe û li cem dayîka xwe mezin bibe.
Ev gotinên dayika Zîrek li xweşiya Zîrek nehatin. Di ber xwe de got:
-Dayê ez naxwazim wê berdim. Dixwazim bi wê re bilîzim.
Dayîka Zîrek destê xwe di ser porên Zîrek re bir û anî û jê re got:
-Kurê min niha tu çûbû daristanê û hirçekê te bigirta û ji xwe re bibira qula xwe.
Bigota:
-Ez dixwazim bi Zîrek re bilîzim. Naxwazim Wî berdim û tu ji min qut bibû ya. Li cem hirçê bima ya. Wê wextê tu ditirsiya an na?
Wexta ku dayîka Zîrek ev tişt ji Zîrek re got. Zîrek bi dawa dayîka xwe girt û dayîka wî ew hinbêz kir.
-Na dayê, ez naxwazim ji te biqetim. Ezê wê çaxê çawa bêdayîk bijîm.
Dayîka Zîrek lê vegerand û got:
Kurê min tu nikare bêdayîk bijî, ma wê ev kevroşka piçûk çawa bê dayîk bijî?
Zîrek got:
-Dayê ez ê sibê wê bibim daristanê û li cîhê wê berdim. Bila dayîka wê bê cem û bi dayîka xwe re mezin bibe.
-Dayê ka hinek şîr bide min, ezê bidim wê. Niha birçî bûye.
Dayîka Zîrek, hinek şîr xist tasê û li ber kevroşka piçûk danî. Kir nekir kevroşkê nexwar. Çû ji bexçe hinek gîha çinî û anî li ber danî. Gîha jî nexwar.
Hîn şev neketibû erdê. Dayîka Zîrek jê re got:
-Kurê min ka em bi hev re herin û wê li cîhê wê berdin. Heta sibê ew birçî bimîne û dayîka wê lê bigere nabe.
Zîrek rahişt kevroşka piçûk û jê re got:
-Ez û dayê em ê te bibin cem dayîka te, qet netirse.
Zîrek ew xist hinbêza xwe û bi destê dayîka xwe girt, berê xwe dan daristanê. Gihîştin mexelê kevroşkê. Zîrek kevroşka xwe maçî kir û berda.
Kevroşka Piçûk li dora xwe mêze kir û berê xwe da ber hîmekî mezin û bazda.
Li ber hîm sekinî û ji xwe re got:
Ez kevroşka rindik im
Zik belek., anîbeş im
Li nava daristanê
digerim, pir serbest im.

Piçûk a daristanê me
Guhê xwe mic dikim
Li dora xwe mêze dikim
Lez didim xwe

Ku ez mezin bibim
Çavên xwe vedikim
Tehlûka dibînim
Xwe jê disitirînim.
Zîrek û dayîka xwe vegeriyan. Bi rê de Zîrek ji dayîka xwe re got:
-Dayê, niha kevroşka Piçûk dayîka xwe dîtiye û bi dayîka xwe re şadibe.
Dayîka Zîrek got:
-Niha pir kêfa dayîka wê hatiye. wê herdû bi hev re li daristanê azad bigerin.
04.05.2005
Şeyhmus Özzengin


Gotinên miftehî :