Çend başî û şaşiyên Rêbera Rastnivîsînê Komxebata Kurmancîyê
Ev çend sal in ku Weqfa Mezopotamyayê li bajarê Amedê hatiye damezrandin. Di nav xebat û projeyên weqfê de Rêbera Rastnivîsînê Komxebata Kurmanciyê jî hebû. Ji mêj ve ye ku endamên koma xebatê li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Kurmancî dixebitîn. Çend hefte berî niha bi navê “Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê” berhemeke hêja hat weşandin. Nivîskar û zimanzanên ku di vê Komxebatê de cî girtine ev in:
Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, Dîlawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmîsanij, Mehmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mehemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mikaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî, Zulkuf Ergun
Ev berhem encama xebateke kolektîv e. Komcivînê di vê berhemê de gelek xalên rastnivîsînîyên ku heta îro aloz û tevlîhev pêk dianî, yek bi yek destnîşan û zelal kirine. Ji bo xebateke weha girîng û pîroz ez bixwe destxweşî û pîrozbayê li birêveberî û xebatkarên Weqfa Mezopotamyayê û koma nivîskaran dikim. Min ji bergê pêşî heta bergê paşî bi baldarî berhemê xwend û li ser hizirîm. Bi rastî min ji xebateke weha hez kir û eciband, lê li gorî dîtina min gelek şaşî û kêmasî wê jî hene. Heke em bikaribin di medyaya kurdî de, di nav nivîskar, xwendekar û xwendevanên kurdî de, li ser başî, kêmasî û şaşiyên vê berhemê, gengeşî û analîzên xurt û berfireh bikin, dê ji bo rastnivîsa kurmancî sûd û kelkeke mezin bigehe me hemû nivîskar, xwedekar û xwendevanên kurmancî. Min li gorî zanîn û têgehiştina xwe van kêmasî û şaşiyên jêrîn di vê xebatê de dîtin.
• Mirov nikare nivîsên ku li ser bergê pêşîn yên vê berhemê hatine nivîsîn baş bibîne û bixwîne. Tonê zemînê berg û rengê nivîsînê hevdu nagirin û nivîs gelek hûr hatine nivîsîn. Min bi zor û zehmetî navê nivîskaran xwend. Herweha rewşa bergê paşîn jî wek yê pêşîn e.
• Navê zimanan tewandine û li dawîya navan gireka “ê/yê” bi wan ve kirine. Weke nimûne: zimanê kurmancî bûye “zimanê kurmancîyê”, zimanê tirkî bûye “zimanê tirkîyê”, zimanê almanî bûye “zimanê almanîyê,” zimanê erebî bûye “zimanê erebîyê,” zimanê farisî bûye “zimanê farisîyê”, zimanê çînî bûye “zimanê çînîyê”…. Rast e di zimanê kurmancî de tewang heye, lê di demeke dûr û dirêj de, di hinek forman de tewang rabûye. Ziman jîndar e û her dem xwe nû dike. Xelk li hêsabûna ziman digere, ziman kurt û nû dike. Ev prensip ji bo her zimanî derbas dibe. Carnan ziman weha tê guhertin ku mirov nizane ka orîjînala wê bêjeyê çi ye û ji ku hatiye. Ango formên kevn dimirin û yên nû xwe ava dikin. Çerxa dîyalektîkê tim bi pêş ve diçe, bi paş ve nazivire. Mirov nikare miriyan ji gorê rake û bi paş ve bibe mala wan. Bi sed salan in ku kurd ji zimanê xwe re kurmancî, ji yê tirkan re tirkî, ji yê farisan re farisî, ji yê ereban re erebî gotine û hîn îro jî rojane dibêjin. De rabe di rojekê de di şûna “kurmancî” de bêje “kurmaciyê.” Fonekîka kurdî jî xerab dibe.
Li gorî vê tewangê, di nav van nivîskarên Komxebatê de, ji derî Behrûz Sûcaî, Mehmûd Lewendî, Mehemed Teqewî, Newzad Hirorî û Zana Farqînî navên nivîskarên din şaş in. Ji vir bi şûn ve pêwîst e ku her yek ji wan “î”yek bi paşnavê xwe ve bike ku paşnavê wan li gorî rastnivîsa tewangê be.
• Di rûpela 27an di beşa navên bajar û bajarokên Kurdistanê de, du şaşiyên tewangî hene. Hem ji aliyê tewangê û hem jî ji aliyê polîtîk û erdnîgariyê ve şaşiyên mezin in. Yek ji wan şaşiyan gotina “bakurî” ye. Ev gotin ji berê ve di nav gel de “bakur” e, ne “bakurî” ye. Gotina gel e û di nav milyonan de weha tê gotin. Gelo mafê mirov heye ku ji bo tewanga herêmeke biçûk “bakur” bibe “bakurî?” Bi tenê li herêma Hekariyê dikare “bakurî” were gotin. Dema ez dibêjim herêma Hekariyê Dihok û derdorê jî dikevin nava vê herêmê. Şaşiya duyem jî terma siyasî û erdnîgariyê ye. Navlêkirina “Kurdistana Bakurî, Kurdistana Başûrî, Kurdistana Rojhilatî û Kurdistana Başûrê Rojavayî” ne rast e.
Rastiya van herêman Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Rojavayê Kurdistanê ne. Ji ber ku Kurdistan ne çar Kurdistan in, yek Kurdistan e û çar perçeyên wê hene. Her yek perçeyekê Kurdistanê ye.
• Heke ez şaş nebim cara pêşî Qanadê Kurdo gotina “cînav” bi kar anî bû. Piştre çend kesên rêzimannivîs “cînavê” kirin “cînavk.” Pronav jî ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatibû bikaranîn. Di nav pêvajoyeke nivîsîna 60-70 salan de gotina cînavê ciyê xwe girt. Gotina cî di orîjînala xwe de “cih” e û hatiye kurt kirin. Ji Serhedê heta Amedê weke cî bi lêv dikin. Heremên din jî “cih” dibêjin. Di van çend salên dawî de hinek nivîskaran jî li gorî devoka xwe “cînav” weke “cihnav” bi kar anîn. Ev ne rast e. Yek orîjînala birêz Qanadê Kurdo divê neye xerabkirin. Ya duyem, cînav hem gotineke kurt e û hem jî di nivîsînê de jî hêsantir û xweştir e. Wek min li jor jî destnîşan kiribû ziman her ku diçe kurt dibe, baştir, xweştir û hêsatir dibe.(1)
• Di rûpela 144an di sernivisîna lêkerên sade, di hevoka yekem de gotina “diqedin” dubare bûye. Dîsa di beşa lêkeran, di rûpela 144an de, di şûna lêkera dema niha de gotina kopul bi kar anîne; Kopul çi ye ne zalal e. Gelo paşgir e, lêker e, çi ye? wek nimûne:
Ez kurd im
Tu kurd î
Ew kurd e
Em kurd in
Hûn kurd in
Ew Kurd in
• Di rûpela 156an de, ji jêr ve di rêza pêncan de, “Wê/wî ew bir” bi hev ve hatine nivîsandin. Divê navber were dayîn.
• Di rûpela 157an di rêzên sê û çaran de “Wê/wî tu kuştî” dubare hatine nivîsandin. Gotina “kuştin” jî de di ciyê xwe de ye û divê mirov bi kar neyine.
• Lêkera hatin di formê dihên û a anîn jî di formê înan de hatine pejrandin. “Tê” bûye “dihê,” di şuna lêkera“anîn” de lêkera “înan” bi kar anîne. biînê(2) Li gorê pêşnîyaza Komxebatê ji îro bi şûn ve, “tê xwendin” dê bibe “dihê xwendin”. “Tê gotin” dê bibe “dihê gotin.” “Tê nivîsandin” dê bibe “dihê nivîsandin…” Gelo çi pêwîst dikir ku komxebat biryareke weha bigire?
• Komxebatê bazinedaçekên duyem di rûpela 168an de weha bi sê aweyan rêz kirine:
… da, … ra, … va
… de, … re, … ve
… da, … ra, … ve
Bazinedaçek di rastiya xwe de ne du cure ne. Yên rêza yekem û duyem in. …da, … ra, … va
û … de, … re, … ve ne. Rêza sêyem ango da, … ra, … ve li hinek herêman tên bikaranîn lê ev formeke xerab û tevlîhev e. Ka bala xwe bidinê sîstemeke xwe ya taybet tune. Ya yekem “da, ra û va” ne û ya duyem jî “de, re û ve” ne. Ya sêyem ango … da, … ra, … ve
awayeke dersîstemî ye. Lê bi salan e ku piraniya nivîskarên kurd awayê “… de, … re, … ve” pejirandine û bêjmar berhem dane. Sîstema “… de, … re, … ve” di nivîsa kurmancî de cî girtiye. Bi dîtina min divê awayê sêyem nehatana pêşnîyazkirin.
• Di mijara tewanga reqemên romayî de (bnr “rûpela 193”) ji bo navên kesan ev nimûne hene:
Hesoyê XV-an
EhmoyêXll-an
Cindoyê X-an
Remoyê l-em
Mînakdayîna navnûçikên kurdî, kurdan biçûk dixe. Qerfên xwe bi kurdan dikin. Gelên din navên şah û kesên xwe yên payebilind bi reqemên romayî dinivîsin lê em navnûçikan li kurdan dikin.
• “Di salên 70yî da gelek kes marksîst-lenînîst bûn”, (bnr “rûpela 214”) yanî çi? Niha jî îslamîst in na?
Amed Tîgrîs
23 adar 2019, Amed
(1)Li rûpela 140î bnr.
(2)Li rûpelên 21 û 158an bnr.