1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Ronahî FARQÎNÎ
  4. Çand, Wêje û Zimanê Suryanîyan
Çand, Wêje û Zimanê Suryanîyan,çand,wêje,û,zimanê,suryanîyan

Çand, Wêje û Zimanê Suryanîyan

A+ A-

Koka suryaniyan digihêje, nebî nûh Sama. Nîjada vê civakê bi piranî li herêma Mezopotamyayê ne. Di dîroka sedsala pêncî de her ciqas navên wan were guhertin jî, wek mîsoger di sedsala bîstan de bi navê suryanîyan tên bangkirin.

Kok û rehên suryanîyan ew qas, di kurahiya dîrokê de hatine cikandin ku, çand û baweriya xwe parastine, li hember hemû astengiyan li ser piyan mane; û hebûna xwe heta roja me ya îro berdewam kirine.

Aramî bavikên suryaniyan, di serdema ( P.Z. 37-43) xaçperestan de ketine bajarê Antakyayê. Di cihana xeçperestîyê de, ji sê kursîyên nunertîyê yekê mezin cara ewili li Antakyayê hate avakirin û li herêmê serdestbûn. Aramî cûr be cûr şijdê pûtan dibûn, lê piraniya wan jî gotinên Nebî Îsa dipejirandin û derbasî ola xaçperestiyê dibûn.
Bi viya ve girêdayî terka navê Aramî kirin. Û dest bi karanîna navê Suryanî kirin, di heman demê de axaftina ku bi Aramî dikirin jî jê re gotin Suryankî. Di wê serdemê de, baweriya xaçperstî û a suryanîyan di herêmê de wekhev bû, di nava gel de jî bi heman wateyê dihat bikaranîn.Di serdema ( P. Z. 34 ) de, kiralê Aramîyan bawerîya ola xaçperestiyê pejirand, û nunerê xwe şand cûr be cûr herêma Mezopotamyayê, gelê herêmê ji ber ku bi zimanê Suryankî ( Aramî ) diaxivî pêvajoyê lezgîntir kiribû.
Zanyarên Suryanîyan, axaftina zimanzanî û hûrbûna li ser ava kirina yekîneyên Filolojîya helbestbûnî ye. Li hember viya yekîneyên Mantiq, Felsefe, zanista Xwezayî, Matamatîk, Astironomî, Jeolojî û bi Tibê re mijûl bûne. Van zanyarên bi qedir, teoriya zanista Olî, Exlaq û di navbera mafên civakê û dêrê de, newqê kûrahîya nav mijaran bûne û xebatek giring dane meşandin.

Demek dirêj li ser dîroka ol û civak, erdnîgarî, muzîk, huner û çîrokên bi devkî di dêrê de anîne ziman. Di dîroka suryanîyan de, di serdema roma, pers, bîzans, ereb, moxil û tirkan de xwedîyê dîrokek û civatek rasteqîn bûne.

Di serdema (P. Z.) de di sedsala 4an de, zanyarên ku bi yûnanî bi nivîs û berhemên xwe dihatin gotin, bi nivîsên dibistana Edessa ( Urfa) van nivîsên bijarte bi wergerandina zimanê suryankî û dest bi dayîna zimanê Yunanî kiribûn jî. Di sedsala pêvajoya 12an de cihê xwe di nav dibistanên navdar de girtibûn. Hinek zanyarên suryaniyan ji alîkî de, pirtûkên zanyarî û felsefî di serî de wergerandin zimanê Suryanî û paşê jî bi hewldanek mazin wergerandin Erebî.
Bi saya vê wergerê, tevgera wêjevanbûnê û bi xebatên hawirdorê, pirtûkên bi zimanên yunanî ên ku li ser xaçperestiyê hatibûn wenda kirin, bi saya wergerandina zimanê suryankî hatibûn parastin. Berhemên ku bi zimanên suryankî hatibûn afirandin, di serdema xwe de wek çavkanî serlêdanek lê dihat kirin. Û bi zimanên cûr be cûr hatibûn wergerandin. Gelê suryanî dewlemendê wirisê canda pênç hezar sal bûn.

Nebîtiya Nebî Daniyel, di hinek navbera pirtûkên pîroz de, di Înçîl û Metayê de bi zimanê Samî hatîye nivîsandin û ew jî ji zimanek samîyane. Li gorî nêrînên hinek zanyaran, ji zimanên cîhanê ê herî kevnartir e û bênîqaş ê kevn e jî. Delîlên yekem ku dide xuya kirin, kokên xwe dispêrin navbera
( 31. 47 B.Z 1750 ) de bi vî zimanî hatiye nivîsandin. Zimanê suryankî, zanyariya herî kevin jî dikare di nava xwe de bihewîne.
Suryankî li Iraq, Mezopotamya û Cizîrê zimanê zikmakî ên gelên Sûrîyeyê bû. Ev ziman ketibû nava qiraliyeta Persan, û heta cîranên suryaniyan jî bi vî zimanî diaxivîn. Di rojhilata nêzîk de, û gelek salên dirêj wek zimanê fermî dihat bikaranîn. Misir, Asya biçûk, nîv girava Erebîstanê û bi hewildana hinek mirovan ve, heta rojhilata Çînê, Hindîstan û herêma ku kilise lê hene hêjî tê axaftin. Di dawiya sedsala 7an de û di serê sedsala 8an de zimanê Erebî ku wekî lihember derket holê jî zimanê Suryanî gelek bi berfire dihat bikaranîn.
Ev ziman cihê ku herî xweşik lê tê bikaranîn, dibistana Edessa ( Urfa ) Heran, Humus, Apamea û derdorê Sûriyeyê ye. Pûtperestê Heranê, heta dwiya sedsala 9an jî bi vî zimanî nivîsandine. Li gelek heremên Cizîrê û Ermenîstanê jî heta dawiya sedsala 13an jî bi awayek berfire hatîye bikaranîn. Meryema Dayîka, Nebî Îsa û xwendekarên wê jî ev ziman bi kar anîne, li gor bawerîya Suryaniyan ev ziman ji hemû zimanan bilindtir e. Di dêrê de cara yekem bi vî zimanî ayînên olî hatine xwendin. Berhemên yûnankî wergerndine suryankî, ji suryankî jî wergerandine Erebkî. Suryaniyan di vê mijara wergerê de, gelek keda bê hempa dan, û hîn jî îbadetên xwe bi vî zimanî berdewam dikin. Di serê sedsala 6an de erdnîgarîya, ku Suryaniyan bi kar tanîn, di şikil û şemalê de suryankî li Rojhilat û li Rojava jî bû ‘dialekta’ du beşî. Li derdora Sûrî axaftina zimanê Rojava û li Mezopotamya, Irak, û Azarbaycanê jî bi zimanê Rojhilat jî navê ‘dîalektî’ lê hat danîn. Ev berhemên bêhempa ku gîhane berdestên me, Încîl û Tewrat jî li gor vî zimanî hatiye wergerandin.
Ev ziman, ti guhertinek zêde têde nehatiye kirin. Ahtên kevin, û di helbestên Filozof Vafanî de ku ji berhemên berê de mane û zimanê ku îro jî tê bikaranîn. Ev ziman ne giramer û ne jî pirtûkên wanên zanistê hebûn. Ji ber ku Suryankî jî wek zimanê Erebkî xwe bi şeklê xas û xwezayî bikar dianîn, pirtûka giramer a ewil, di sedsala dawîn a 7an de hatiye çêkirin.
Piştî Heranê, Meletî ji bo kesên ku bixwaze fêrî zimanê Suryankî bibin, li dêra mezin perwedehî di hat dayîn. Berhema ku bi navê “Sembe” dihat bîranîn, gelek pisporên navdar ên Filolojîyê ku di qada xwe de, dihatin gihandin yek ji vana di sedsala ( XI-XII) de hatiye jîyîn, yek jê Abdukos e ê ku ji Meletî yê ye. Wî ji bo xwendekarê xwe gelek meteryalên Filolojik amade kiribûn. Û ji bo parastina ziman neyê astengkirin, hinek xal û nîşaneyan bi kar anîye. Van xala û hêmanan, piştî demekî di pirtûka ku li ser navê xwe amade kiribû lê hatin barkirin.

Yaqûp Bar Taylog, nivîsên girîng ji bo Suryankî di berhema xwe ya bi navê “Guftuguh” a zimanê Suryankî, û herikbar di wê de were guhertin û lêkolînkirin hinek beşên taybet amadekir. Dema tê ferhengê, hinek xebatên Suryanîyên Rojava li ser ziman hatine kirin. Û wan jî bawerî bi Suryaniyên Rojhilat dianîn. Ji ber ku wan jî ferhenga, Dr. Huseyîn Bar Îshaq ( 873), Dr. Yeşû Bar Alî ( 1001) û bi taybetî jî a Alvanoyo Dr. Hasan Bar Behlul bi kar tanîn. Hinek wêjekarên zanyarên ku berya wan jîyan e, sûdê ji hinek berhemên wan û temayên Filolojîya Hesen Bar û Behlul girtine. Hinek hejmarên ferhenga, Behlul ku ji zimanê Suryankî, Ermenîkî û hin jî ji peyvên Erebkî. Niha li muzaxaneya ( ABD) bi navê berhemên Sematîk a Bostinê, bi hejmara (3980) yî wek tomarkirin tê xuyakirin.
Ji alîyê Metropolîtê, Gerger ê Efrem Ankoyo di sala 1659an de hatiye nexşkirin, qet guman tuneye ku Gergerî, vê berhemê ji aliyê nivîskarê Suryanî ve ji Ermenîkî hatiye wergerandin. Ji derveyê ferhenga yekemîn, di roja me ya îro de Suryanî sê ferhengan bi kar tînin. Evana di navbera sala (1887- 1891) ê de ji alîyê Keşe Gabriyel Kardahî Marunî ê Suryanî ve hatiye nivîsîn.

Di sala 1897 an de, ji alîyê Meropolîtê Tuma Odo ve ferhenga qebare a Keldanî û Suyaniyan ve hat nivîsîn, dîsa di 1900î de, ferhenga Suryanîyan ji alîyê Meropolît Yaqûb Avgîn Manena ve tê nivisîn. Ji aliyê Tigrîtî û Antun ve di navbera sala ( 825- 840 )î de amadehiya “îdatho Darhitrutho ( Zanîna Retorikê)” bi navê berhema wî ya hemta “Nedî Nav” berhemên wî yên dawî û ne jî di ê pêş de jî tüneye. Ji van helbestan ên herî mezin, çar jê bi herikbarî û zelalbûna xwecî, bi awayekî vekirî afrîneya nivîskar, dide xuyakirin ku li ser Filolojiyê xebat daye meşandin.
Di helbesta wî ya dawî de jî û di helbestê de berhemên wêje û wêjeyî de mijara pîvanê ye. Bi van berhemên xwe yên xweşik, tijekirina valahiyek, û vekirina rêyek li hember dema bê serkeftinek bi dest xistîye. Li jor jî behsa wê tê kirin, berhema wî ya bi navê “ Dîalog” a li ser xweşbêjiyê jî di mijara lêkolîn û hûrbûnê de, nivîskar Yaqûp Bar Talyo ( 1241) ê di serdema jîyana xwe de jî, rewşa helbest û hewandina helbestê dide xuyakirin. Ji bilî vê berhemê, Arîsto mijara berhema xweya bi navê “Poetica” û a girêdayê bi “ Tragedya” ve debaşiyên xwe wergera bi zimanê Suryankî hewandiye. Vê berhema Aristo ji aliyê Abu Başar ve bo zimanê Erebkî hatiye wergerandin.

Fêrbûna helbestên Suryankî, wek esas di mêjiyên mirovan de wek bawerî bê rûniştandin û pêkhatina wan diayên cihêreng bi awayek meqamî û ahengi dihatin pêşkêşkirin. Azîz Mor Efrem, biawayekî serkeftî helbestên xwe bi dest xistibû, qewmên ku li dû hatin li ser rêça wî pêş ve çûn. Helbestên Suryankî
( Mişuhto ) dibûn du beş Beyt û helbest. Pîvanên sê kîteyên cureyên helbestan hene. Ji aliyê Ezîz Mor Efrem ve pîvana heftan ku tê xuyakirin. Pîvana “ Efremî” ji ber ku bi pîvanê pêncan jî ji aliyê Poleş Epis koposu û Mor Balay ve tê xuyakirin. Pîvana “ Baleyî “ ji dozde pîvanan pêk tên, dide xuyakirin ku meqaleyên Antun Tikrîtî jî berhemên pêncemîn ên helbestî, helbestvanên me di helbestên xwe de nêzî şanzdeh kîteyên pîvanên cuda bi kar anîne. Ji vana yek jî ji alîyê Antun ve hatiye dîtin, lê belê piranî bi serneketina pîvana kîteya heştan xwendine. Ji van helbestan di dema îbadet, û bawerîya gelde bi piranî helbestên dirêj jibona fêrbûna, jiyanek û xûypak ( fazilet ) hatine sazkirin. Bitaybetî Mor Yaqubê Surûçî, helbestên têkildarê afrandin û êşkişandina li ser Mesîhê Rebî ne. Zêdetir sê hezar beytin, bi şeklê gotubêj û nivîsîna pîvanê ji heft kîteyî, bi sererastkirina cureyên tîpên ferhengokên Madraşê “ Sugitho “ (zimanguhertin) e. Mînak ji aliyê Episkopos Gevergî nivîsa ku girtiye dest,
ferîşteh cebraîl dayîka Meryem û Miguşe. ( ji bo rojbûna Mesîh Îsa qiralên Suryanî yên ku ji aliyê Rojhilat ve dihatin). Gotubêjên di navbera Hz. Îbrahîm û berxika wî ya qurbankirî da. Di serê sedsala IXan de Suryaniyan jî wek Ereban di helbestên xwe de dest bi qalibên kafiye kirin. Piştî ku hinek ji wan baş fêrî Erebî bûn, di nivîsandina helbestên xwe de bi yek carî, kafiye di tevahiya helbestên xwe de an jî di çarînên xwe de an jî di duayên xwe de bi kar anîn.

Di dawiya sedsala XIIIan de, hinek helbestkarên Suryanî di wêje û hunera xwe de gelek zayenda Erebî bi kar anîn. Van helbestkaran di xebatên xwe de, di navbera naverok û rêbaza sererastkirina helbestê de gelek giranî dan gotinên tiştên vala û nepixandinê bikaranîn.
Bi vî awayî helbestên wan ketin xeterê, û bi xerakirinê re rû bi rû man, her ku çû jî paş ve man. Di nivîsên Suryanî û Nasturîyan de, helbestên Hamus Bar Kardahî û Abed Yeşu Savboyo, ê di sala ( 1290 – 1318 ) an de wan têk bir. Di navbera sedsala XVan de, hinek nivîskarên me jî di sedsala XVIIIan de bala xwe dan tarzê Savboyo ji vanan keşe Toma û Dawid ên ji Humusê bûn; şop kirina hinek helbestên Savboyo, Patrîk Nûhê Namataloy ji Lubnanê û şopandina pexşanên kafiye ên Metropolîtî Sarkîsê Hal e. Yusuf ê Îbaroyo û Yaqubê Horî kataril e.

Ji aliyek din ve li hember derketina yên kevin û ji aliyek ve jî şopandina rêçên helbestên kevin. Ji aliye Patîk Hedloyo Behnem ve di sala 1454an de û ji aliyê Mefiryon Şemunê Turabdnînî ve di sala 1740an de û ji aliyê Beth Man Episkoposê Yunanî ve di sala 1825-1855an de, Zeytun Metropolîtê Anhê ve dihat şopandin…

Ronahî FARQÎNÎ