1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Brahîm Mehmûd
  4. Zimanê min naaxive û ne tu diaxivînî
Zimanê min naaxive û ne tu diaxivînî,zimanê,min,naaxive,û,ne,tu,diaxivînî

Zimanê min naaxive û ne tu diaxivînî

A+ A-

EbdulFettah Kîlît

Werger ji Erebî: Brahîm Mehmûd

 

EbdulFettah Kîlîto, Peyger û rexnevanekî mexribî ye, navdar e, di warê nûjeniyê de dinivîse. Bi fransî tête nasîn bêtir ji erebî, çimkî ew î praniyê berhemên xwe bi fransî weşandine. Hirmonotîkiye, dêkonstrîksiyoniye di têkstên xwe de( ji hev vexitin), û dinase jihevvegerîn e jî ( Tawîlî), an weke tête gotin( Intirprêtasion), gelek babetin wî hene, yê deng dane di navbera nivîskarên ereb de, awirên nû di derbirîna wî de peyde dibin, min di hin gotarin xwe de yên bi erebî , li ser xalikin wî rexnên xwe diyar kirine, nemaze, di pirtûka min ya li ber çabê bi navê ( Rexn û daxwaz di bêjeya felsefî a mexribî ya îro de). Ji berhemên wî: Wêje û biyanî, nivîs û jiber girtin, çîrok û vekolîn, meqamat, çav û derzî, ziman ê Adem..Hwd, û pirtûka ku min ev beşê han jê derandiye( zimanê min naxive), di riya danasiyeke kurtî de.
Di danberheva zimanan de, tiştin pêwîst û giring dibin, ji rexê dîrokî ve, çimkî her ziman bi çandeyek, dîrokek, sînceyek, ta bi tuxmeke xwe diyare, û her zimanek berxwedana wî bi şêweyekî xuyaye, wey li wî yê karibe dostaniyekê di navbera zimanan peyde bike, ew jî li ser têgihiştiya nivîskar, wergêr dimîne, çimkî, dijmenayetî di navbera zimanan de tune ye, lê ew di navbera kesên ku ziman ji xwe re dikin rim û mertal. Her wiha, ziman mirovan beşdarî mirovantiya wan dikin, îca mebesta min ji vê hewldanê jî eve, ku ez têkistinan helbijêrim, asoya mirvantiya ji çi kesê ku xwe dibîne bi xwe bi bilî xwe bi hev re, fireh û dolmend bikim.
Ya ku divabe li vir bi nav bibe, çimkî pêwîste, ew e ku ziman ( Luxe), nêre, û di erebî de mêye, û gotar li ser ziman( luxe) ye, ne li ser alavê axiftinê(lisan) ye.
-Di sala " 2015 an " de, pirtokek min li ser berhemên vî mirovî hate çapkirin bi navê " Pirsên Hirminotika ", Laziqiyê, 234 rûpel.







Têkst
Ne di bîra min de ye, bê kê gotiye (û min çiqasî dixwest ku ez xwediyê gotinê bim), ku em: Mêvanên ziman in 1,û ew derbirîneke bedewe, nîşan dide ku em li cem dimînin, û xenêbûna bi çakiyên bi tof yên ku bi ser me de dibarîne, em pê bi nav dibin. Bi merdbûn.Herwiha em di firehiya wî de ne, di şûnwariya me de, ta em sax bin, bi sinciyên ku divê mêvan rêz bike çaxê dijî di hundirê sînorê mazûban de. Lê carna ji min re dixuyaye ku yê diaxive ew mazûbane, û ziman mêvane, mêvaneke bê cir, ser hişk, xwe dike mêvanê wî bê destûr, wî dispêre xwe û dikeve hunav de ne bi dilê wi ye. Em cihmayîne bi ziman, bi wateya dilberî ji peyvê re, û ev nîgarkirin ji min re diçesipe dema ku ez kesanan bibînim dipeyivin bi zimanekî biyanî ez li ber nakevim. Di wê kêlîkê de matmayî û behitî dibim, û dikim bawer bikim ku ew windayîne di zimanê xwe de, û nikarin xwe jê azad bikin, û tu kes nikare wan azad bike ji bindestê wî, û hêviya tenduristiy ji wan re nîne 2.

Rojek ji rojan, ji min re diyar bû ku ez hiznakim yên biyanî bi zimanê min biaxivin3. Ev çilo çêbû? Min hizir dikir ku ez yekim vekirî, nerim, çakiyê ji biyaniyan re dixwaze, weke ji xwediyên xwe re, û di ser re min hizir dikir ku ji divayetiya min ez kar bikim, li gorî hêzên xwe, lê bi benda ku ji zimanê min re (Tîrêj ) hebe, û yên pê biaxivin pir bibin....Hwd.
Lê ev encama berz biliya, roja têgihişt bûm ku ez bêzav bûm ku yên biyanî bi zimanê min biaxivin.
Ev bêzaviya han,her wiha diyar bû, lê ez ne têgihijtî bûm jê re,min ceger nedikir ku ez wê bi nav bikim ji xwe re, û a bêtirîn ji bilî xwe, û di vir de, xuyaye ku wêje me gelekî diparêse ji tenayetiyê, wateya wê ku ew me diparêse ji helwestên me yên ku gendin û şermin, û ya duristir, ku dihêle em çavvekiriyên wê bin, û tê de biramin. Hinek sawêr dixuyane ji me re
Kirêt û felîtin, nabe navnîşan bibin, lê em ji nişkêve dibînin nivîsî li ba vî nivîskarî an yê din, û nema dimînin nemazeyî û eziyetî, û dibin awirin pêwendî li cem gelek kesan4.
Bi zimanê min biaxiv, an bê deng be: Ev pirr rewşek rojane ye. Ev çima tu naaxivî weke ez diaxivim? Ev çima zimanê te cuda ye ji zimanê min? Di kêlîkên westandinê û jihevketinê de, dibe ku ez best bibim bi tengajiyek û ingiriyekê, û ez yekî bibînim zimanê min nas nake, û dibe ku ev yeka han bi min re bighê serî, hizir bikim ku guneh gunehê wî ye, û ew bêgûman ji qazîve, birûşûştiyekê dipeyive, bi zimanekî din, daku qelfê xwe bi min bike û min bisincirî ne5...
Û a herî dijwartir ev tengijiya han ku berz bibe dema ku beşdarî min dibe di ziman bi xwe yê ku ez pê diaxivim6: wê xuyabe ji min re, ku ez ava wî girik bibînim, kêlîka hevokin helbestiyanî an felsefî bi kar bîne û ez li ber wan nekevim, û îca gotina wî nayê daqurtandin, û lê nehêja ye ku hema hema yek bide xwe daku li ber keve, û bişopîne, ku binî jê re hebe. û di vê derbariyê de, hevokekê tînim bîra xwe, binav bûye, di Meqamek Herîrî de7: Ebû Zêd ê Sirûcî û kurê xwe ber bi dadwerekî dibin, û bi zimanekî lihevketî pê re diaxivin, û wî ji wan re got: (Yan hûn ê diyar kin, an bar kin), yan hûn ê xweşik biaxivin an ez we li vir nebînim.
Di romaneke polîsî de, ji ya amrîkî Dona Liyon, ew bûyerên wê dibin li bajarê Bundiqiyê, piştlîvanê cendirme Bronîtî (bi bîr dibe hemberî Migrî, lehengê gelek romanên Corc Sîmnon), kar dike di warê peygeriyê de li ser kuştinekê, berê xwe dide yeke stranvan Elsîniyora Flafiya Bitrîlî, wê dibîne bi jinek ciwan re, guftûgoyek spehî di navbera wan çêdibe;
(Dixwazim bi te re bipeyivim li ser mirina mayistro Wîlawir.Awirek berda pîreka din, û berdewam kir: (û bi te re jî)..)
Ya stranvan daxuyanî: (Brît Lênş, heval û nivîskara min bû), ji pîrekê pirsî... (Ma ev ne naveke emrîkî ye?).
Elsîniyora Flafiya Bîtrîlî bersiv da, ji dêvla wê: ( Belê).
Pirsî û ew ji xwe bihêvî, bi wê hesaniya ku ji zimanekî derbas bû yekî din: (Ma ne çêtire, di vê rewşê de, ku em bi inglîzî biaxivin bi hev re?).
Ya emrîkî got ê: (Ya hesanî ku em bi îtalî bi hev re biaxivin), ev gotinên wê yên yekem bûn, û îtaliya wê rastekî rast bû. Bronîtî matemayî ma, û her du pîrekan, lepta wî ya bêvînî dîtin.Ya emrîkî, axift bi zaravê herêmî, bi şêweyekî pir hevdû girtî: (Dibe tu bêtir dixwaze ku em bi zaravê Bundiqiyê biaxivin, lê di vir de,dibe ku Flafiya giraniyekê bibîne di têgihştiya me de), ev hemî got bêyî ku bibeşişe bi carekê, û Bronîtî jê re diyar bû ku careke din, nêzîk,nema xwe qure bike bi ingilîziye xwe.
Got: (Dê em bi îtalî biaxivin naxwe).
Ne bi dilê Bronîtî bû, ku ya biyanî bi zimanê wî biaxive, ew lihevket û kete hevde, û bi bêhêviyekê dema daxuyanî bû jê re ku ew bi îtalî diaxive bi serbestî weke wî, lê ne îtalî tenê jî, ta zaravê Bundiqiyê bi xwe. Ne li bendeya ku ew biaxive bi zimanê min! Ev matemaya han dibe bedekirin: Ew çima bi zimanê min diaxive? û dibe ku ev yeka han bibe peyt û tirsandin: Mine tu bi zimanê min neaxive! Ev baraveke pir kême, û dibe ku çewt û şaşmûş be. Bûyera ku binav bû bi Bronîtî re, dimîne di warê divekiriyê de, diyar dibe bi sîmeyekî ji devxweşiyê, pêşwaziya wê kir di hêla zimanê (langage) îtalî de, eger bi hêlî be jî. Ne ket bala wî de, û ew di wê aloziya ku ew girt ji nişkê ve, ku bihêle biaxive bi ingilîzî, hîç ne ditanî ber çavê xwe, û em tucar wî nayin ber çavên xwe ku pêkanîna zimanê îtalî lê qedexe bike. Qedexekirinek wiha ne xoş dibe û pêk tê. Ez ê çawa yekî biyanî dûrî pêkanîna zimanê xwe bikim8? Lê tiştê ku têgeha wê girane û nayê ber çav, bûbû rojeke ji rojan, dema ku em bawer bikin, ev yeka han, ji rexê nivîskarê elmanî Shold:
(Di destpêka şêstî de (di sed saleya buhirî de), û berî ku Sîn têkiliyên xwe bi Soviyêt re bibire, Bîtir û Marî Mayir, û herdû ji London bûn, mamostiya inglîzî dikirin li bajarekî sînî biçûk mezin, wateya wê ku li wirê melyon an du melyon kes dijîn. Li wirê ji biyaniya ji bilî du enduziyarên rûsî ti kes nema, û her demekê, carana bi wan re diaxivîn, di pêşwaziyan û derfetin din yên fermî. Rojekê, hatin xwestin yên inglîzî, ji rexê saloxgêran, û ketin bin lêpirsînê, wan nas nekir sedem û encamên vê lêpirsînê ta dawî, rastî ji wan re diyar bû (her cara ku hûn diaxivin bi yên rûsî re li derek giştî , bi sînî hûn diaxivin. Gelo, bi vê yeka han, hûn tiştekî vedşêrin?). Mayir û jina wî bêgunehiya xwe çesipandin, û dane xuyayî ji cendirmên saloxgêran yên pêşbaz ku yên rûsî nehînî inglîzî bûne, û ew jî nehînî rûsî bûne, îca sînî tenê wana dighîne hev. Lê serkeft nebûn bi sînîyan re, ji wan bêbawer bûn, û nexwestin bêne xapandin bi gotina wan (hûn biyanî ne, weke rûsan, û hûn, bi vê yekê,dikarin biaxivin bi wan re bi zimanekî biyanî, û çimkî hûn wiha nakin, wê ev buyer tarî be, û kî dizane bê çi bi dûv de ye)9.
Bi pêkanîna wê zimanê sînî, herdûwê inglîzî bûne cihê dilxerabiyê.
Eger (bi biyanî biaxiviyana), eger herdûwê rûsî bi inglîzî an bi rûsî biaxiviyana, wateya wê, ji bilî sînî, tu bêbawerî gur nedikirin. Lê anha bûne cihê bêbaweriyê, hew çimkî bi zimanê welat axivîn. Daxuyaniya gişti, xuyaniya bi carekê ve, axiftina bi çi zimanê ku li dora wan dijî, ev dibe nexuyaniyek bi serê xwe, û girêka xilboqî10. Zimanê çêdibû ku pêkanîna xwe dapêş bike, weke nîşaneke li ser hogiriyê û lihevkirinê, hate guhertin darê jihevketin û jihevkirinê , û wekû mebesta wan ziyanî kirin jixwe bû, û tiştekî perdekirî dijwar bênav dikin, û pêkanîna wan ji sîsî re, ne dûrî kînêkê ye, îca yan hûnê eşkere bikin, an xwe bi rêkin.
Ev baraveya herî giran, tevku ew ji bûyerên kêm dibin, û karîkatoriye, ji min re xwedî nîşane (sîmantîke). Ew ber bi daxwaza parastina ziman ji destdrêjiya biyaniyan li serê dice. Gelo ev baraveyeke yek ta ye?
Ev yeka han tête ber çav di cih de. Dê bi rastî, ma em dilşad nabin kêlîka ku biyaniyek bi zimanê me diaxive? Ma em pişwaziya xebata wî nakin, bi hevneyaz û rêzdarî,xebata ku dike derbarî axiftina me, û derbirîna xwestina? Ma em nav tê nadin li ser biryarder û biryeser berdewamya xebata wî? Bi rastî, barav girêdaye bi karkirin, bi cankêşeyê, û ev yeka han, tête dîtin û denkirin, çaxê diaxive. Gotina wî ne rast e, peyvên wî lihevrastkirinî ne, û hevokên wî bê rê ne (Barokî ne)11. Di nav gotina xwe re, vê nameya han ji me re bi rê dike: Ez biyanî me, Ez yekî ne we me. Ew devê xwe vedike daku vê nameyê derbaske. Ew, bi kurtî, dil bi xwe dişewitîne, û daxwazek çakî û pakî bi me re der dike, daku pişgiriya wî bibe, û bê ragirtin di riyeke rast re.

Lê wê çi bibe, dema ku evê biyanî biaxive bigiştî weke em diaxivin, dema ku diyar dike bêkêmanî weke me? Wê gavê, her tişt tête guhertin, ew nazikî û nazdarî namîne, hestek bi dilxerabiyekê dinime. Ev kesê han, yê ku ji dereke herî dûr hatiye, bedgûmaniyê radike, neku hesta me bi berz û meziniyê dirawistîne, û hew, lê ew di ser re, ji nişkêve , me ji zimanê me talan dike, zimanê me ji me distîne, û pêkanînên hebûna me, û çi tiştê ku pê bigûman in, ku ew nasnameya me li dar dixe, talaniya kesayetî û warê me dike12. Lewra Bronîtî lihevket, dema ku ya emrîkî bi îtaliyeke bedew pê re axift. Hest kir ji nişkê ve ku yeke biyanî ziman û heyîna wî jê revand, ew ji cudabûn û tiştê wî bi nav dike qut kir. Wê xwe berda zimanê wî, tu dibêje qey mala wê ye, Hêlîn û kulîna wî bin destî xwe kir, û ev hesteke, bi xapandinek û bizdandinekê xwe dertîne, yan weke bi navê: matmaya kulder dibe.
Ev yeka han bi min re jî peyde bû, roja ku hevalek min yeke mexribî, xwendekareke emrîkî pêşwazî min kir, ew li mexrib dima daku erebiya rojane bixwîne. Ez bi vî zimanî pê re axiftim, bi hêlî û sanayî, û bi rêbazeke perwerdekirî, û derkirina dawiya tîpan, daku piştgiriya wê bibe. Lê dema ku ez bersivandim, û ji hevoka yekem de, min çiqasî barav pêkenok dît, û ez li ber xwe ketim, piştî ez pê re axiftim, weke ew keçikek biçûke, fêrî axaftinê dibe. Erebiya wê ya rojane pir hêjayî bû, bê kêmasî bû, taku ew tîpên bi nav nedibûn li cem biyaniya weke qaf, eyn, haa, û ew diwestandin, pê re derdiketin.Mendehoş mam13, û ev cara yekem e ku ez hest bûm bi zimanê xwe, ku ji destê min diçe û dev ji min diqere, û ya duristtir, ku eva emrîkî erîşek berdaye û ji min bir. Bextiyar bûm, ku ez bi erebiya fermî pê re neaxiftim, ma ku bi wê jî bi peyivya, û ev tiştekî ne dûr e, wê çi ji min re bimaya?
Lê ya ku ez jê bê hay bûm, ew ê, di nav gotina xwe re, hevokeke bikaranî, min tucarî bawer nedikir ku wê bê ser zimanê wê, ew jî gotina (Wellhilla). Di cih de hevala mexribî ji ken xwe ne girt, keneke dengvedayî, û çiqasî min dixwest ku ez qut bikim, vedgerya, çima ev ken? Eger ken divayetiya hewaderiyek û piştgirtiyekê dike, naxwe ez hevbêşê wê bûm, û bêgûman ez jî keniyam. Û dema ku ez hewl didim daku daxuyaniyekê ji vê nişkêvekirna han ya ken derkir biçesibînim, ez bi xwe va herdu hiziran dapêş dikim: Yekem, ew ê ku (wellhilla), gotineke xwerû mexribiye, min hîç deng nekiriye ji yekî erebî bilî yê mexribî, îja wê çawa be, ku pêkhatiye li ser zimanekî ewrupî an emrîkî, hînî erebî bû ye, û pikanîna wê taybetmendiyeke mexribiyan bû, û qedexe bû ji bilî wan. Duyem, ya emrîkî ev gotin bikaranî, ez ê çi bibêjim? Bi bêgunehiyeke xwerû, û bi weke wê saneya ku gotina wê yî din pê nas bûbû. Gelo dizanîbû ku gotina (wellhilla), peyva Xwedê hembêzî xwe dike, û wê bi hesaniyeke ber vekirî da xwe ku derbasî xakeke nerast bibe? Ew ê, bê vîneyeke xuya, çiqas bi wir de bajon, ber bi gûmaniyekê de çû, dixuy, ku gûmana wê be. Ez deriyê pirsê vekirî dihêlim.
De em vegerin li Bronîtî. Ew î gelekî xwe berda di kêfxweşiyê bi ya emrîkî re, takû wî pêşinyar da ku bi inglîzî biaxive pê re (xwe kire mêvan di bin sîka inglîzî de). Ji rexekî din, ew dilxweş bû bi derfeta ku jê re diya bû, daku zanistî û payebûna xwe bi zimanekî biyanî bi pêkanîna wî berz bike14.Ya durist, wî xwe bi gûman kir ku xatûna emrîkî nizane îtalî. Çima ev gûmankirina gurgemêjî bê serî? çima ev (awira akincî), weke Cahiz dibêje? Gelo bibawer bû ku emrîkî xwe mijûlî zimanên biyanî nakin? Ew ê bawer dikir ku têkiliyên hinerê di navbera welatan û zimanan de, weke xwe ne, fêrbûna zimanê îtalî ji emrîkiyan re ne pêwist e, Lê dibe ku îtalî sûde bibin ji fêrbûna zimanê ingilîzî? Ev barav çawa bin, ew xwe pêşwaz dike îtaliyek bi zimanê ingilîzî diaxive, û xwe bi nav dike miroveke bîhnfireh merd, di pêşiniyariya xwe de ku dev ji îtaliya xwe berde qonaxekî, û xuya be bi sîmeke cuda, daku nêzîktir bibe ji ya biyanî.
Lê ev ya dawî pêşwaziya wî bi cih nekir, û xwe jê re berneda di cîhana ziman de, îca ew vegerand bi şêweyeke cihê dilnermiyê ye bi ser îtaliya wî de. Ew ya ku zimanê xwe dide alî, û bi rewşeke nuh ji nişkê ve diyar dibe. Û weke me got, ku ne bi îtalî tenê dizane, û hew, ew dizane ta zarava Bundiqiyê ya ku Bironîtî pê dizane. Di ser re, Ew ê gelekî xwe nazik û keşxe dikir, taku xwe mijûl dikir bi hevala xwe re, ya stranvan Flafiya, ku ev zarav nizanîbû, naxwe nema bi zarava bundiqiyê diaxive, û hew xwe li îtalî bike xwedî, daku Flafiya ji têkiliyê dûr neke, û rê bidêyê ku berdewamiya guftûgoyê bike. Wiha wê malbenda hewedarî û pêştgirtinê bê guhertin: Ya emrîkî wê bibe weke hevbêşekê ji Bironîtî re di riya zaravê Bundiqiyê ya ku stranvan nizane, Lê Bironîtî bibawere ji rexê ku ya stranvan wê hevbêşa wê be, di riya zimanê îtalî re, ya bawer nedikir ku ew a emrîkî pê zane.
Lê ev ne hemî tişt e, ya emrîkî kêlîka biryar da ku bi îtalî biaxive ew baştire, mebesta wê çibû? Dibe ku wiha be: Ji ber ku em li îtaliya ne, dê ka em bi îtalî biaxivin, û bi vê wateyê, ew ê bêşinyara axavtinê bi vî zimanî de, ji rexê rêzdarî û xweşkirinê. Lê ev pêşinyar dibe ku tiştekî din bi xwe re hilîne, weke dixwaze bide xuyayê ji Bironîtî re ku taku bi ingîlîzî dizane, ew hember nayê ji rexê pêkanîna wê ji îtalî re. Hema ku zanibe jî, wê pêkanîna wî ji ingilîzî re ne dirust be, lê ew di îtalî de serkefte. Ji ber wiha, jîrbûna xwe di ser re diçesipîne, ew ya ku ziman hilbijêre, û gotina dawî jê re ye. Naxwe wê ceng xwe berde li ser xaka wî û di gasîna wî de, di herêmekê ku dike ya xwe, ew ber bi malbenda wî çû û rê lê teng kir, û ew xiste aloziyeke pir mezin. Wê ew kêm kir, kêlîka berê wî ji ingilîzî guhert, û zimanê wî birî, û ji xweraziya wî xist, an, nemaze wî dixwest weke dixuyabû ku têkeve çavê wê de, dema pêşinyar da ku axiftin bi ingilîzî be.
Ew di domahiyê de, ji dest xwe çûyî, ji du rexan: Ji rexekî ku nehişt bi zimanê wê axaftin bibe, û ji rexekî din, xwe berda hundirê zimanê wî, êrîş kirê û bindestî xwe kir. Nema xwedî nav, di mala xwe de, û ew bê çare bû ku tu rê nedît daku wê bispêre xwe, ew li berkenarê malê ye, bende qizince kirina tolekê ye gelekî dûre. Ew di daxwaza ku dilgirî xwe bikira, lê wê ew xiste dehfika xwe. Dixwest bi rengekî nuh xuyabe, bi pargêlekî şîk, lê ne weke wî derket bi carekê ve, ew hate guhertin, û xwe ji kirasê xwe kişand. Wî buhişta zimanê xwe nebedî kir, lê ma ew kengî bi navê wî tapo kirî bû?







Şîrovekirin
1- Ji rexê ziman ve, Heydger û Dirrida , gelekî bi nav dibin. Yê yekem, di mijara felsefî de, ku xwest felsefe bi elmanî biaxive, paşî yonanî, û yê din, ku xwest ziman ji navendiyê bixîne, çimkî ew cuhû bû bi gelek wateyan , ne bi wateya oleyî tenê,, weke tête xuyayî di pirtûka wî de (yekbendiya zimanê yê din: Monolinguisme di l,autre), bi fransî.
2- Ew kesê xwe bi zimanê xwe dide nasîn, dibe ku bibe dîlê wî zimanî, her tiştî bi pêkanîna wî jê re diyar be, di vir de helweşandina heyîna mirov dest pê dike.
3- Dema ku yê biyanî bi zimanê min diaxive, dide xuyanî ku zimanê min hêjaye ku bijî, zimanek cih girtiye, û lê guhdar dikim bi dilketineke, çimkî dengê zimanê xwe dikim pê re.
4- Ew jî rast, çi ziman, tiştin nemaze jê re hene, xwediyên wî pê dizanin, û xwe pê dibînin, ji rexê sîman, gotinan, wêneyan van..Hwd.
5- Yê ku ziman ê min nizanibe, dide diyar ku min ji dîrokê derdixîne, an li min dinêre weke li zimanê min dinêre. Ev tiştekî dijware.
6- Bêgûman ev tu kes jê nayê şuştin, tiştekî rojane ye.Dema ku yê biyanî weke min diaxive, tu dibêje qey ew min( radixe), tiştekî ku ez xwe pê bibînim bi zimanê xwe, tiştekî ji min re nahêle.

7- ElHerîrî, yê ku berî 950 salî dijiya,di ser 50 Meqame nivîst, û Kîlîto jî, gelekî li ser rawistiye.
8- Ev di pesindana cudabûnê de ye, ma ku yê biyanî her tiştê ku ez dizanim zanibe, ji rexê ziman ve, wê çi ji min re bihêle ez xwe pê bi nav bikim.
- Shold: Guhestinên renga reng, bi elmanî, r: 77-78. 9
10- Dema ku bi zimanê min biaxive, û zimanê xwe bihêle , dibe ku ew dikeve cengê li ser zimanê min bi xwe jî.
11-Barokîsm: Rêbazek bû, di avaniyê û huneriyê de,diyar bû di sedsaliya 16 de, li îtaliya, tête girêdan bi lihevkirin û xemilandina avanî û gotin û hunerê de.
12- Yê ku bi zimanekî biyanî dizane, herwiha dikeve hundirê ziman de, wateya wê ku ew raserî xwediyê ziman dibe, lewra tişteke mezin heye ji çi kesê ku fêrî zimanekî biyanî, û têgihiştî be, xwedî ziman jê dipelikînin.
13- Mînakeke li ber çav heye, li ser kesê ku nikare tîpin kurdî derîne, dihêle ku yek xwe di serre bigire, bi xwedîtinekê, ku ew di hundirê ziman de ye, û yê din ji derve ye, lewra ( zimanê daykê) , bi nev dibe.
14-Her yek dixwaze xwe bi zimanê xwe bibîne, bi şêweyekî, û dema ku ev nemazeyî nebedî bibe, rêzdariya ziman kêm dibe, dibe weke heval bendekî ji biyanî re, ew jî hesteke bi xwe ye.

16.05.2017