Ziman û Alfabe
Di van deh salên (2009-2019) dawîn de, li Bakurê Kurdistanê gelek xebatên zanistî li ser ziman, edebiyat, dîrok û çanda kurdî hatine kirinê. Ji wan xebatan yek jî teza masterê ya Ronayî Onen a bi navê “ZIMAN Û NETEWESAZÎ/Lêhûrbûnek li ser Kovara Hawarê” ye.
Ronayî Onen, vê xebata xwe bi zimanê Îngilîzî, dema xwendina lîsansa bilind, li Zanîngeha Bîlgîyê di Beşa Lêkolînên Çandî de, kiriye. Şehmuz Kurt jî ev xebata giranbiha wergerandiye kurdî û di nava weşanên Peywend de, sala 2018an der çû. Pirtûk ji Qisim Aya du beşî û Qisim Bya sê beşî pêk hatiye. Li ser hev pênc beş e.
Di du beşên qismê Ayê de li ser çarçoveya teorîk û têgînî û paşxaneya dîrokî rawestiyaye. Beşa yekem bi “Çarçoveya Teorîk û Rêbazî”yê bi nav dike. Di vê beşê de bi giştî li ser rola ziman a di netewesaziyê de radiweste û ji pirtûkên teorîk ên biyaniyan sûd wer digre. Beşa duyem jî bi “Paşxaneya Dîrokî”yê bi nav dike. Ev jî avakirina vegotinî ya di rojname û kovarên berî Hawarê de lêdikole ku ji rojanmeya Kurdistanê (1898-1902) heta kovara Hawarê nêzîkî 35 salan e.
“Di hejmara şazdehan de li ser mijara yekîtiya zimanî gotarek hatiye weşandin û wisa diyar e ku yek ji gotarên herî girîng ên Hawarê ye; (Hawar, h. 16, r. 1-2) ew gotara Hevîndê Sorî ye ku bi soranî hatiye nivîsîn, bi her du zaravayan hatiye weşandin. Ew di serî da gazî li ciwanên kurd dike û dibêje ku sedema jariya kurdan û windakirina serxwebûnê parçebûna wan e.” ( Onen 2018: 147)
Di bersiva vê pirsê de Osman Sebrî dibêje ku yekîtiya kurdan bi yekîtiya zimên pêk tê; yekîtiya zimên jî bi yekîtiya alfabeyê pêk tê. Di navbera vê fikra rast û durist de nêzîkî sed sal derbas bû ye, hêjî ev pirs çareser nebûye. Gelo bo yekîtiya kurdan hê çend sed sal dê bibuhirin?