ZIMAN û BÎR
Ziman: zimanê romanê di hinek cihan da herikbar e, di hinek cihan da jî bi zimanek herêmî giranîyek nîşan dide. Lê bi saya biwêjan ev giranî jî meriv naêşîne.
Dem: piraniya dema leheng di rêwîtîyê da derbas bûye, dema di rê de ye dibêje ku dema me wek bayê felekê zû diherikî, ev jî çîrokên bi nav û deng tîne bîra meriv.
Di rêwîtîyê da temaşe û hezkirina xwezayê bi dilekî germîtî tîne dest.
Minak ji pirtûkê gotinên nivîskar:
“Bayê bêbav
Şiîr didotin ji kevirên bewş
Bagerên daristana xeyîdîn
Çemê hê negiştîye deryayê
Bi ezmên ra rûbirû bû
Tuwaleke bi heft firçeyan hatîye mistin
Dengê keviran ê dibihîzî, bi çavên xwe nalîna wan temaşe dikî
Xweza ji dil û can mirov hembêz dike
Kes nikare bi şûran her du çeman ji hevdu veqetîne
Tarî dibin sî li ber sîyan
Mij jî bi deng e, dengê rengekî jê tê, şerman vedişêre, eyban dinixumîne. Gûr ji mijê hezdikin.”
Armanc: Leheng, Arasê evîndarê Sarayê, dixwaze cenazeyê bavê xwe, Elîyê (Lî) evîndarê Aylayê (La), bibe welatê xwe Hezexê. Di wê demê da çûndin û hatina Hezexê ji ber qedexeyan gelek bi zehmet e.
Di rê da bi temaşekirina xwezayê digihîje gundê bavê xwe. Leheng li welat rûmeta bavê xwe hîs dike. Bavê wî mamostekî ye ku di nava gel da tê hezkirinê. Kî ye mamosteyê resen? Berî her tiştî rêveber e. Carînan agahdar, carînan jî seydayê bi rûmet.
Difikire, mirov ne di welatê bavê xwe da be sêwî ye. Dilê wî dixwaze her tim li welatê xwe konê vede.
Li welat ziman nezanîn jan dide dilê wî yê şermî û bêyî nasîna derdora bavê xwe cardin difetile. Bi xwe ra soz dide ew ê zimanê bavê xwe cardin fêr bibe. Di çar salan da bi alîkarîya mamosteyek fêrî ziman dibe û vedigere Hezexê.
Hezkirina welat jî bê ziman qet çênabe. Reng û dengên stran û çîrokan peyam dişînin dilê wî yê balkêş û bi jan.
Çîrok û stran bê ziman deng û rengê xwe yê girîng bi çi rewşê dê bigîyanda erd û ezmên.
Helbestkarekî bê ziman, sulavê bê ziman bike xewê, gotinên watedar in.
Stran amûra heft nota ye ger ku nemeyîya bi çi awayî dê bibîya nemir di nava dilê gelan da.
Ew çîrokên bi bandor di bîran da bi hezar salan e ku veşartîne. Li ser evîndarîyê şax dane, bi alîyê zulmê bi dawî bûne.
Şahmaran û Camsab di bîra kûranî da dengê xwe bilind kiribûn.
Mah û Zend ji ber zulma Tîmûr Leng revîyabûn, dawîyê wan di bîrê da pal veda bûn.
Kurikê Bigulî û Keçika Bikezî jî di bîrê da fena kurdan bidizî mabûn.
Warên çîrokan Girê Elîm nav gel da pîrozmayî bû.
Bi serê Girê Elîm sond xwaribûn. Girê Elîm di nava erd û ezmên da ji efsaneyeka mezin ra mazûvanî kiribû.
Çîrokên ku bi ava qutsîyetê hatinê şûştin di bîran da tu carî vaşartî nemînin.
Her tim ji bo ku di demê da werin bîranîn, pêşîya her tiştî gere werin nivîsandin.
Di pirtûkê da wateyeka balkeş jî ew e ku zarokê Kurdan ji alîyê malbatê ve fêrî ziman nayêne kirin. Sedemekî jê nezanîna dayîka wan a bi ziman be jî sedemê esasî ew ew e ku tu rûmet nedane zimanê xwe. Ewên ku bi zimanê xwe nikaribin biaxivin dê xwendin û nivîsandin di jîyana wan da cihê xwe qet negire û dê bîra wan a neteweyî her lewaz bimîne.
Ji boyî xwendewanan her pirtûk nameyeka cuda ye. Ji bo nameya nivîskar gelek spas dikim û dilê wî yê li ser nivîsê herikî ye gelek sax be. Her tim serkeftin ji berhemên wî yên ku werin weşandin re dixwazim.
Nivîskar:
Nûdem Hezex, di sala 1964an da li navçeya Hezexê ya bi ser bajarê Şirnexê ve girêdayî ye hatîye dinyayê. Heya çûye zanîngaha bajarê Enqereyê ya bi navê Gazîyê li Hezexê jiyîye. Li ser kar û barên mûzîkê xebitîye û çend berhemên wî di çend albuman de cî girtîne.
Û gelek berhemên xwe; stran û helbestên xwe ku carna bi dengê xwe xwendî jî hene. Ji salên 1990an ve hê jî li bajarê Mersînê mamostetîyê dike.
-Berhemên nivîslar Balalûk/roman/Weşanxane Doyê /2014
-îlîstan Helbest/Weşanxane Sinirsiz/2016
-Mahzer/helbest/Weşanxane Sinirsiz/2017
-Bîr/roman/Weşanxana Dara /Îlon 2018