ZEMBÎLFIROŞ
Zembîlfiroş, navê destaneke kurdî ye. Ev destana kurdî ya ku gelek versîyonên wê di nava gel de hene, cara pêşîn ji aliyê Feqîyê Teyran (1549-1631) ve bi awayek helbestî hatiye nivîsîn. Feqîyê Teyran jî vê destanê wek çawa Ehmedê Xanî (1651-1707) destana Memê Alan li gor atmosfera serdema xwe bi hunerek giranbiha ji bo nivîsandina Mem û Zînê bikar anîye; wî jî wisa bikar anîye. Yanî Feqîyê Teyran, Destana Zembîlfiroş li gor felsefeya xwe ya dînî ji nû ve afirandiye(1).
Piştî nivîsîna Feqî, li gor lêkolîner Albert Sosin, şazdeh bendên ku ji çar ristan pêk tên, û li gor nivîskarê kurd Qanadê Kurdo, bîst bend, Melayê Bateyî (1625-1760) li ser destana Zembîlfiroş nivîsîye. Kesê ku piştî Melayê Bateyî çîroka Zembîlfiroşê nivîsandîye, Mûradxanê Bayezîdî (1737-1794) ye. Çîroka herî berfireh û dirêj yanî ji 129 bendan pêk tê, jî ya wî ye. Li gor dîroka ku wî di benda 128an de daye, di sala 1776an de nivîsîye(2). Li gor vê berhema Mûradxanê Bayezîdî Zembîlfiroş bi xwe kurê mîrek bûye. Ji ber fikrên xwe yên dînî xwe kiriye wek dewrêşek û gihîştîye kesên selikçêker. Bi wan re jiyaye. Bi keçek wan re zewiciye. Zembîlfiroşî kiriye. Li Silîva di dema zembîl firotinê de, Gulxatûn evîndarê wî dibe, bi dek wî digre nava malê û deriyan li ser digre. Ew jî xwe ji kelehê de diavêje. Bi emrê Îlahî Cebraîl wî li hewa digre û ji mirinê xelas dike.
Li ser çîroka Zembîlfiroş gelek dengbêjan stran jî gotine. Li gor hin agahîyên ku di nava gel de hene ev çîrok li Silîva, navçeya Dîyarbekirê qewimîye. Niha jî keleha Silîva beşa bi navê Zembîlfiroş li ser piya ye. Ev keleh di 1007an de ji aliyê hikûmdarê Merwaniyan, Ebû Nesr Ehmed Nesîruddewle kurê Merwan ve hatiye nûjenkirin. Li ser serdema çîrokê jî gelek lêkolîn hene. Li gor ku Aziz Samur di teza xwe ya lîsansa bilind de nivîsîye, Zembîlfiroş kurd e, navê wî Seîd e û wekî Mîr Seîdê kurê Mîr Hesen Paşayê Diyarbekirê tê naskirin. Ebdurreqîb Yusûf di kitêba xwe ya bi navê “ed-Dewletud-Dostikiyye” de gotiye serpêhatiya Zembîlfiroş di dema Dewleta Merwanîyan de, di sala 994ê zayînî de qewimiye(3)
Emînê Evdal û Heciyê Cindî, di sala 1936an de pirtûka bi navê Folklora Kurmanca nivîsîne. Tê de çîroka Zembîlfiroş jî cih girtiye. Ev çîrok hem helbestî hem jî pexşankî hatîye pêşkêşkirin. Di 1997an de Remezan Alan jî gotarek bi navê “Yûsif, Bûda û Zembîlfiroş” nivîsîye. Gotar di kovara Warê de hatiye weşandin. Di gotarê de hevpariya van sê çîrokan tîne zimên. Lêkolîner û nivîskar Aram Gernasê Silîvî, çîroka Zembîlfiroş a ku di nava gel de bi devkî belav bûye berhevkiriye. Ew jî di berhevoka xwe de balê dikişîne ser mîrîtîya Zembilfiroş û awayê hîkmetgirtina wî ya ji qaqûtê mirîyek tîne zimên. Dîsa ji Silîva helbestvanê bi nav û deng, Rojen Barnas li ser çîroka Zembîlfiroş lêkolîn kiriye. Lêkolîner Rohat Alakom jî bi gotara xwe ya bi navê “Silîva: Bajarê ku Heft Car Xerab û Heft Car Ava Bûye” beşdarîya lêkolînên li ser çîroka Zembîlfiroş kiriye. Ev lêkolîna wî ya giranbiha di kovara Bîrê jimara yekem de weşiyaye.
Em di dawiya nivîsa xwe de dixwazin balê bikişînin ser teza masterê ya Aziz Samur ku xebateke berfireh e ku tê de li ser her sê versîyonên destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê rawestiye. Di beşa yekem de li ser dem, war, leheng û rastiya destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê rawestiye. Di beşa duyem de li ser belavbûn û tomarkirina destanê rawestîye. Di beşa sêyem de li ser cihgirtina wê ya di edebiyata kurdî de rawestiye. Di beşa çarem de jî li ser guhertoyên destanê yên versîyonan rawestîye. Mebesta me ji van agahîyan ew e ku nîşan bidin êdî xebatên akademîk li ser edebiyata klasîk a kurdî jî hene.
(1)Seîd Dêreşî, Dîwana Feqîyê Teyran, Weşanên LÎS, Dîyarbekir 2011 r. 189
(2)Aziz Samur, Destana Zembîlfiroş û Gulxatûn, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2015 r. 91
(3)h.b. r. 64