Yezda,yezda

Yezda

A+ A-

DAIŞê, di Hazîrana 2014an de Mosil desteserkir. Bi tevê ku artêşa Iraqê, hêza polîsan ji 50 hezarî zêdetir bû jî li hember DAIŞa ku jimara wê li dora 1500î bû, bêyî ketina ti pevçûnek paş vekişiya. Fermangeha artêşa Iraqê ya duyemîn mezin li Mosilê bû. Her cure amûr alavên çekan, depoyê çekan ketin destê DAIŞê.

DAIŞê di Tebaxa 2014an de, hêrîşê Şengalê kir. Şengal yek ji parçeyên ku ji Kurdistanê hatine hilqetandinê ye. Di binê parastina artêşa Iraqê de bû lê artêşa Iraqê Şengal nediparast. Helwesta artêşa Iraqê, hêzên polîsê wê, ji dabînkirina ewlehîya Şengalê dûr bû. Li hember vê rewşê, di mijara dabînkirina ewlehîyê de pêşmerge kete dewrê lê pêşmerge nexwedîyê çekên pêşketî, teknolojîya dawî bû. Di heman demê de, nexwedî çekên pêwîst jî bû. Ev çek di destê Iraqê de bûn lê bi tevî ku daxwazek mezin a pêşmergeyan hebû jî Iraqê van çekan nedida.

Di rojên pêşîn ên ku DAIŞê bi çekên ku bi teknolojîya herî nû hatine çêkirin, hêrîş bir ser Şengalê de, pêşmerge ket panîkê, mecbûr ma paş vekişîya. Bi tevî her tiştî jî paş vekişîna pêşmergeyan ne rast bû, kêm bin jî divîya bi çekên berdest li hember hêrîşên DAIŞê bi berxwedanê wezîfeya parastina gelê sivîl bidomanda.

Di dema hêrîşa DAIŞê bo Şengalê û piştî hêrîşê jenosaydeke pir mezin a Êzîdîyan pêk hat. “Yezda” romanek e ku vê jenosaydê vedibêje… Romannûs Metin Aktaş, bi devê Yezdaya keça Êzîdî ya ciwan, jenosayda Êzîdîyan di Tebaxa 2014 û piştî wê de, çawa pêk hatîye vedibêje. (Metin Aktaş, Yezda, Weşanxaneya Aram, Mijdar 2016, 178 r. )

Yezda keça pîrek e ku di dînê Êzîdî de, ew çîna bilind, kast pêk tînin. 15 salî ye. Yezda navê diya Şêx Adîyê ku pêxemberê Êzîdîyan tê hesibandinê ye. Navê kekê Yezdayê jî Mûsafîr e. Mûsafîr navê bavê Şêx Adî ye. Mûsafîr, kesek ehlê dîn e ku sulaleya wî digihîje Merwan el Hakemê Xelîfeyê Emewîyan. Navê dê û bavê Şêx Adî li keç û kurê xwe kirina Pîr Casîm, nîşaneya dilsozîya wî bi Şêx Adî ve ye. Şêx Adî di sala 1075 de, li Gelîyê Bakaaya Lubnanê hatiye dinê. Sala 1162yan çûye ser dilovaniya Xweda. Di 15 salîya xwe de ji malê derketiye, dest bi lêgerîna dahatûyek nû ji xwe re kiriye. Li Laleşê wefat kiriye. Gora wî li Laleşê ye. Tê gotin ku Şêx Adî, bawerîyên kurdan ên ku Zerduştîyê jî digire nava xwe, bi faktora Îslamê ve kelijandîye û dînek cuda afirandiye.

Geşedana şerê navxwe yê li Sûrîyê, digihîje bo Iraq, Kurdistan, herêma Şengalê jî. Bi zêdebûna îhtîmala hêrîşa DAIŞê bo Şengalê re, ji bajar û gundên Şengalê xwe avêtina bo Çiyayê Şengalê jî dest pê dike. Yezda û kekê wê Mûsafîr jî hewil didin ku di mijara ji malê derketin û xwe avêtina bo Çiyayê Şengalê de bavê xwe îqna bikin. Lê, bavê wan Pîr Casîm malê terk nake. Dibêje “Ger ez ê bimirim bila li mala xwe bimirim.” Dibêje ku dê Xweda Êzda, Melekê Tawûs, Şêx Adî, me biparêzin. Kesek e ku bi bawerî, kevneşopîyên ku dînê Êzîdî hewil dide belav bike ve, girêdayî ye. Kesek e ku jiyana xwe kiriye goriya Şêx Adî.

Di vê navê de, xwîşka Yezdayê Mayan, evîndarê Raşîdê kurê şêx Eliyê ereb ê li gundê wan bûye. Du ciwan ji hev hezdikin. Lê çi dînê Êzîdî be çi yê Misilmanî be, zewaca bi kesên ji dînê dî re qedexe dikin. Bi tevî vê qedexeya qet’î jî ciwan ji malê direvin û dizewicin. Li ser vê malbata Êzîdî jî malbat Misilman jî bo ciwanan biryara kuştinê digirin. Û ev biryar têne sepandin. Çend roj paşê cesedên her du ciwanan jî li kevîya zevîyekê têne dîtin.

Di dînê Êzîdî de kast hene. Her kast di navbera xwe de dizewicin. Zewaca bi kesên him ji kastên dî re him jî ji dînên dî re sedema kuştinê ye. Bi tevî van hemû fişaran jî di navbera birayê Raşîd ê piçûk Ûsiv û Yezdayê de tovê evînê hêşîn bûye. Evîndarîya her du ciwanan jî roj bi roj zêde dibe. Jina Pîr Casîm, Jiyan jî ji malbateke ku mensûbê kasta bilind e.

Li ser kuştina Mayanê, Yezda, birayê wê yê mezin Mûsafîr û diya wê Jiyan bertek li hember Pîr Casîm nîşan didin. Ji ber van bertekan Pîr Casîm dikeve odeya lavayan û pêwendîyên xwe bi malbatê re qut dike. Pîr Casîm, di salê de, du caran, her carê 40 roj li ser hev rojî dgire. Ji Xweda Êzda, Melekê Tawûs û Şêx Adî re lava dike.

Piştî kuştina Raşîd û Mayanê, Misilmanên Sûnî yên li gund bi gotina “keça we kurê me ji rê derxist”, hêrîşê malbata Êzîdî kirine. Di dema vê hêrîşê de malbata Pîr Casîmî him lêdan xwarîye him jî ji layê madî ve zirar dîtiye.

Aha, dema ku malbata Pîr Casîm di nava şikestineke wiha de ye, hêrîşa DAIŞê ya bo Şengalê dest pê dike. Ûsiv bo ku malbatê bibe Çiyayê Şengalê bi traktora xwe tê ber mala Pîr Casîm. Pîr Casîm îqna nabe. Dibêje “Ku ez ê bimirim bila li mala xwe bimirim”, “keça min û jina min Jiyan dikarin biçin”. Jina wî Jiyan, li ba mêrê xwe Pîr Casîm dimîne. Yezda li traktorê siwar dibe. Di rê de, hevalê Yezdayê Hîndî jî li traktorê siwar dikin. Dawîya traktorê heta ber dev tijî ye. Di rê de, li grûpên Êzîdîyên qerebalix çi bi siware, çi bi traktor, çi peya ku dixwazin xwe bavên Çiyayê Şengalê rast tên.

Aha mijara romanê, ji vê xalê bi şûn de, serborîyên Yezdaya 15 salî ne. Yezda û Hîndî digihîjin Çiyayê Şengalê. Lê leşkerên DAIŞê dest bi dagirkirrina Çiyayê Şengalê jî kirine. Li gundên ku DAIŞê dagirkiriye, jin û zarokan bo alîyek, mêran bo alîyek vediqetîne. Mêrên bêçare gulebaran dike an bi werîsan bi hev ve girê dide bisaxî benzin li wan dike û dişewitîne. Û di dema van operasyonan de, DAIŞî, bi gotina“Ellahû ekber” diqîrîyan. Bo van operasyonên ku DAIŞê li hember kurdên Êzîdî dikir erebên Misilman ên vî gundî piştgirîyek mezin didin. “li gund erebên Misilman kurdên Êzîdî ji hev ra bi qasî Dinya û Rojê dûrbûn." (r. 17)

Li Çiyayê Şengalê, Yezda û hevalê wê Hîndî, bi xwe veşaetina ji DAIŞê hewil didin xwe biparêzin. Birçîtî, tîbûn roj biroj zêde dibe. Di nava Êzîdîyên ku xwe avêtine Çiyayê Şengalê de jî birçîtî û tîbûn kêşeyek pir mezin e. Lê li qadên ku xwe lê veşartine, kirinên DAIŞê jî dişopînin. DAIŞ mêrên Êzîdî gulebaran dike. Di vê deme de Yezdaya ku xwe wenda dike bi gotina “mekin!” dike qîrîn. Piştî vê qîrînê, Yezda cihê xwe dîyar dike. Di demek kurt de dikevin deste DAIŞê.

DAIŞ her du hevalan ji hev diqetîne. Rojên dîlîtîya Yezdayê yên di destê DAIŞê de dest pê dikin. Di mala mîrên DAIŞê de, piştra li malên di kontrola fermandarên DAIŞê de, wek dîla seksê tê bikar anîn. Paşê li bazarên dîlan tê firotinê. Li Reqqayê jî bazara dîlan hatiye avakirin.

Mîr, fermandarê ku Yezdayê tîne mala xwe, kurdek e. Yezda ji axaftina wî ya bi kurdî di telefonê de têdigihîje ku ew kurd e. Kurdek ji Bakur e… Lê xwe kurd nahesibîne, dibêje ez Misilman im. Kurdbûnê wek heqaret dibîne. Dibêje ku ev kurd ji nesla Îblîs (şeytan) dihên… “Hz. Suleyman bi hezar bakîreyan re di qadên ku îro jê re Kurdistan tê gotin re derbas dibûye, Îblîs rêya wan birîye. Yek bi yek tecawizê bakîreyan kiriye. Kurd, aha ji vê tecawizê çêbûne.” (r. 64)

Yezda, di destê DAIŞîyan de wek dîla seksê tê bikar anîn, paşê jî li bazara dîlan tê firotin. Tê kirpandin ku dînê Îslamê îcazet daye bo bikar anîna kesên ku di şer de dîl hatine girtinê. Di bazara dîlan de Yezdayê, esnafek kal ê bi navê Hecî Cûma distîne. Çavek Hecî Cûma kor e.

Hecî Cûma Reqqayî ye. Bazara dîlan li wirê jî ava bûye. Li malê, Eyşeya jina Hecî Cûma, li hember mêrê xwe û Yezdayê pir bertek nîşan dide. Eyşe, bi Yezdayê re mi’ameleya pir nebaş dike. Porê wê kur dike. Serê wê zilût dike. Helbukî di dînê Êzîdî de, çi jin, çi mêr be por jêkirin qedexe ye. Jêkirina porê wê, zilûtkirina serê wê sembolek e ku nîşan dide ew Êzîdî ye, dê her dem wek kole bê sendin û firotinê. Eyşe piştî ku paqijiya malê pê dida kirin, her dem Yezdayê di odeyek tarî de, di binê kilîtê de digire. Ti carî îzîn nedida ku Hecî Cûma nêzîkê wê bibe. Hecî Cûma, bi gotina "Ez dê Yezdayê bifiroşim yekî dî” jina xwe Eyşeyê disawixîne. Wezîfeyek pir girîng a Eyşeyê ye ku bi dar û terorê hewil bide ku Yezdayê bike Misilman, hînê nimêjkirinê bike, lava pê bide jiberkirin.

Eyşe û Hecî Cûma, ew kes in ku li hember Yezdayê mi’ameleya pir xerab dikin. Lê diya Hecî Cûma ya pîr, jinek pir baş e. Ev jin, binihênî, bo Yezdayê, qebûlnekirina dîlîtîyê, ji malê revê tewsîye dike. Ew ji Yezdayê re dibêje ku kur û bûka wî bi giyanên xwe kole ne, dibêje “tu bi bedenî dîlek î, tu dikarî rizgar bibî, lê ew ji dîlîtîyê rizgar nabin”. “Li vê dinyayê du cure dîlîtî heye keça min, yek dîlkirina bedena merivan e, yek jî dîlkirina giyanê merivan e. Bi demê re şansê azadbûna bedena dîlbûyî heye, lê ti carî şansê azadbûna giyanek ku dîlbûyî be tune ye.” (r. 80)

Yezda bi vê teşwiq û destekê di dawîyê de cesaretê ji malê revê dike û direve. Ferq dike ku pir kêm jin li Reqqayê, li sûkê digerin. Dema ku li sûkê digere, dibîne ku serê merivan li ser singên hesinî xistine. Yezda ya ku nizane çi bike, bi ku ve biçe hema berê xwe dide çoltarê. Li qada çolê, rastê bavek û du keçên ku li zevîyê dixebitin tê. Bi vegotina serboriyên xwe alîkarîya wan dixwaze.

Navê kesê ku lê rast hatiye Mûsa ye. Mûsa, binîyet e ku Yezdayê teslîmê xwedîyê wê yanî Hecî Cûma bike. Lê keçên wî li hember vê nîyeta bavê xwe ne. Êvarê, Yezdayê dibin mala xwe. Jina Mûsayî Fatma jî bo Yezdayê mi’ameleya baş dike. Bo rizgarîya Yezdayê hewil dide. Di vê navê de Hecî Cûma, jina wî Eyşe bi hev re li ser hev bi hinceta ku dizanin dîla wan Yezda li wirê ye davên ser mala Mûsa, dixwazin teslimê wan bê kirinê. Mûsa û malbata wî, bi veşartina Yezdayê di sindoqek de, dibêjin ku dîlek wiha li mala wan nîne. Bi polîsê DAIŞê re li her derê malê dinêrin lê bîrnabin ku li sindoqa cîûnivîn li serê ne binêrin. Bêyî agahîya polîsên DAIŞê li malan veşartina dîlan kirineke ku bi kuştinê tê sezakirin. Kes bi hêsanî nikare cesaretê kirinek wiha bike.

Birayê Fatmayê Receb polîsek DAIŞê ye. Fatma û keçên xwe hewil didin ku bi alîkarîya Receb Yezdayê teslîmê malbateke kurd a Misilman ku li Girê spî ye bikin. Receb diçe Girê spî bi vê malbata kurd re pêwendî datîne. Malbata kurd dibêje ku dê Yezdayê qebûl bikin. Lê Receb bi xapandina xwîşka xwe Fatmayê û xwarzîyên xwe, ji Yezdayê re kemînek saz kiriye. Tê famkirin bêyî ku biçe Girê spî, li cihek derdora Reqqayê, Yezdayê firotiye kesek bi navê Osman. Di rê de, çend caran tecawizê Yezdayê dike. Osman kalek Misilman, ereb e ku bi keça xwe Zeynebê re dimîne. Receb, Yezdayê teslîmê Osman dike. Kemîn wê demê tê famkirin. Çend roj paşê, Receb tekrar dihê mala Osman. Di mijara bihayê de li hev nakin. Nelihevkirin pevçûnê derdixe. Di dema şer de Osman û keça wî Zeyneb, Receb dimirin. Yezda bi segê Osman re bi tenê dimîne. Û hema ji wirê dûr dikeve.

Di rê de li qelebalixek mezin rast tê. Ew jî ji DAIŞê direvin. YPG, rêveberîya vê qelebalixê dike. Yezda, bi qelebalixê re, di dergehê Pêşxabûr re derbasê Kurdistanê, Rêveberîya Herêmîya Kurdistanê dibe. Yezda li virê li kampek tê bicihkirin. Şahid bin Car di vê astê de, dibe alîkarê Yezdayê. Yezda li virê, bi jinên dî yên wek Şehrazad ku bi zilma DAIŞê re rû bi rû mane hev dinase. Her kes, serborîyên xwe ji hev re vedibêje.

Şahid bin Carê berpirsiyarê kampê, Yezdayê û bavê wê Pîr Casîm têne ba hev. Li wirê fêr dibe ku Ûsiv çawa Pîr Casîm anîye kampê, diya wê Jiyan ji alîyê DAIŞê ve çawa hatiye kuştin. Lê bavê wê Pîr Casîm, Yezdayê qebûl nake. Pê re naaxive. Bi fikra ku ji layê DAIŞê ve hatiye qirêjkirin, naxwaze keça xwe ya ku ew qasî serebûtik derbas kiriye qebûl bike. Li Laleşê Bavê Şêx, Jin û keçên ku bi zorê ji layê DaIŞê ve hatine girtin bi mêrên Êzîdî re dizewicîne. Bi tevî ku Pîr Casîm vê dizane jî keça xwe qebûl nake, pê re naaxive, destûr nade keça xwe ku wî zîyaret bike. Lê, li ser israra Şahid bin Car, behsa anîna xwe ya ji layê Ûsiv ve bo kampê, jina wî Jiyan çawa hatiye kuştin, dike.

Di dema ku DAIŞê mêrên Êzîdî, yek bi yek gulebaran dikir, wek koman bi hev ve girê dida benzin li ser dikir, dişewitand ku dor tê ser Pîr Casîmî de, şêxek ji erebên Misilman, nêzîkê leşkerên DAIŞê dibe, wiha dibêje. “Ev meriv, gencîneyên pîroz ên Êzîdîyan vedişêre." Li ser vê Pîr Casîm nakujin. Bo nîşandana gencîneya pîroz a Êzîdîyan fişar dikin. Pîr Casîm dibêje ku gencîneya pîroz filan a Êzîdîyan tune ye. Tişkî dî jî nabêje. Bo ku pê bidin gotinê fişarê, zilmê zêde dikin. Pîr Casîmê ku bi zincîran bi darek ve hatî girêdan, porê wî hatîye zilûtkirin vê fişarê, zilmê wiha vedibêje. “Ji leşkerên DAIŞê bêtir kirin, gotinên erebên Sunnî Misilman ên cîranê me li min bandor dikir. Li dor min dicivîyan wek kûçik bangî min dikirin, tû dikirin, mîz dikirin bi ser min de, dar di min re dikirin. Zor didanmin ku ez wek kûçik biewitim, zencîrên min ji darê wedikirin, min li nava gund digerandin." (r.120) Di hemû van astan de bi gotina “Ellahû ekber” diqîriyan.

Bi tevî van fişaran Pîr Casîm nediaxivî. Li ser vê dibêjin “eger tu neaxivî, em ê jina te bînin li ber çavên te bişewitînin.” Dema ku deng ji Pîr Casîm dernakeve, Jiyanê li ber çavên Pîr Casîmî, bizindî dişwitînin (r.128).

Yezda, ji layê Şahid bin Car ve, bo Laleş, Bavê Şêxî ve dihê şandin. Bavê Şêx hewil dide ku Yezdayê bi mêrek Êzîdî re bide zewicandin. Yezda zewacê nafikire. Xeyalê reva Ewropayê li ser Tirkiyê dike. Bi keçek Êzîdî ya ku wek wê difikire re planên revê çêdike. Ji Laleşê bi dizî, di riyên çiya re derbasê Türkiyê dibin. Rêhevala wê bi mêrek Êzîdî yê ku di rê de lê rast tê re dizewice. Yezda dîsa bi tenê maye. Li Diyarbekirê di kampek de bicih dibe. Li kampê rastê hevalê xwe Hîndî tê. Bi hev re, planên reva Yûnanistanê çêdikin.

Di rê de, li gerîlayan, li komên ku qaçaxîya merivan dikin rast tên. Kesên qaçaxîya merivan dikin, li pey jinên Êzîdîyan ne ku bi gotina dê wan bişînin Ewropayê, wan dixin kemînan bo ku li malên fihûşê bixebitînin. Gerîla, çend kes ji van qaçaxvanan seza dikin û dolarên ji wan girtine didin jinên Êzîdî bo dabînkirina mesrefa rêya wan.

Yezda û hevalê wê Hîndî digihîjin heta Egeyê. Bo derbasê Yûnanistanê bibin li bota lastîk siwar dibin. Bot heta ber dev tijî ye. Bot der tê deryayê. Tê gotin “Piştî nîv saetî em li Yûnanistanê ne”. Demek paşê, Misilmanek di botê de, gotinên heqaretwarî bo Êzîdîyan serf dike. Mêrên Êzîdî li hember vê bertek nîşan didin. Di botê de şer der tê. Bo rawestandina şer gelek hewildan têne dan lê ev hewildan bi ser nakevin. Di dema vê şerê de, hin kes dikevin deryayê. Di dawî de bot serûbin dibe. Hemû kesên di botê de jê dikevin. Her kes bo nefetisin diperpitin. Yezda jî ketiye, bo nefetise diperpite. Dema heşê wê tê serê wê, xwe li nexweşxaneyek dibîne. Dîsa li Tirkiyê ye. Derbasê Yûnanistanê nebûne. Kesên qaçaxîya merivan dikin carek dî biser ketine.

Ziman, Vegotin

Romannûs Metin Aktaş, bi zimanek herêkbar vana vedibêje. Vegotinek pir bihêz a Metin Aktaşî heye. Hestê merivan pir baş tîne ziman. Pêwendîyên meriv-siruştê bi awayek pir balkêş dişayesîne.

“Dengê Misilmanên Sunnî ku ji halanên kêfê derdixistin, dengê çekan ê wek gurîna ewran bi ser gund de girtibû. Êş û kêf di heman demê de, li heman cihî dihat jiyîn. Jinek pîr a ku li binê darek hinarê ketibû erdê bi rijandina hêsiran lava dikir. Lingên wê pêxwas bûn. Melhefa serê wê ketibû erdê, porê wê yê wek pemû spî, klavîbûyî ketibû ser rûyê wê. Li kêlekê pisîkek û sê têjikê wê hebûn. Têjikên pisîkê bi nawûnawê li dora pîrejinê digerin, pisîka ku li ber dara hinarê ketibû kemînê, li benda kêlîya ku dê hêrîşê çûçikên ku di nava gulîyên dara hinarê de dikirin wîçewîç, bû. Çûçikên ku qijik dîtibûn, wek ku dixwezin pê re bilîzin, ji hulancek difirîn hulancek dî. Bergîrek çolê ku bijîyên xwe rizgar kiribû bi çargehfê di ber me re derbas bû. Hinek paşê, mêrek pêxwas ku li pey wî baz dida hat dîtin…” (r.37)

“Êzîdîyan hewil didan ku xwe bavêjin Çiyayê Şengalê. Ser û binê lehîya merivan tune bû. Bi tevî ku serî gihîştibû qontara Çiyayê Şengalê jî dawî nedixuya. Niha Çiyayê Şengalê, wek zevîyek genim ku kulî bi ser de girtî be, tiştên min didîtin sawdar bûn. Bi hezaran meriv direvîn lûtkeya çiyê. Zaro, jin, kal û pîr, ciwan bêyî ku li dû xwe binêrin direvîyan. Kesî nizanibû dê bi ku ve biçe…” (r.41)

“Bo ku xwe ji guleyên topê biparêzin merivan hewil dida ku xwe bavêjin binê zinaran, hin caran jî li ser cih girtinê şer dikirin… Birçîbûn, tîbûn, tirsa mirinê van merivan veguhertibû ajelên hov…” (r. 43)

“… Hema li nêzîkê me li ser cesedê jinekê marek reşê du metre dirêj radiwestîya. Dema mar me dît, li cihê ku bireve, xwe da hev, serê xwe rakir hewa û dest bi tisssînê kir. Qertel, şahîn û sîsarkên ku em dîtin, tirsîn, firiyan, demek li ser cesedan çûn û hatin lê pir neborî hinek ji wan li ser cesedan danîn. Dengên hov ên pir bisaw hebûn. Çeqel nerevî, neçû. Di mesafeyek dûr de rawestibû li me dinêrî. Qertelek ku wek birûskê nizim dibû, çawa mar zeft kir bihewa ket. Li hewa şerê qertel û mar dest pê kir. Çawa biserket jî mar xwe li baskên qertelê lefand. Dema ku qertelê baskên xwe rizgar nekir, bi li dora hev çûnûhatê bi mar re ket erdê. Qertelek dî kete nava şer…” (r. 51)

“Min jinek birîndar a ku xwe ji dûlêr ve avêtibû xwarê, lê hê nemiribû, li binê darek kizwana ku di nava dûlêrê de bû dinalîya. Jinik dijîya lê sê qertelan ew bi zindî dixwar…” (r. 52)

“Her ku derdiket bilindîya çiya, devî û dirîyên ku car car derdiketin pêş me, dest bi pirbûnê kirin. Hîndî wek bizinek birçî, giyayên ku di nava giyayên hişkbûyî de didît, dixwar û bizorê bi min jî dida xwarin. Digot ‘ji bo em bijîn, em mecbûrin bixwin, her giyayên ku bizin dixwin em meriv jî karin bixwin…” (s.57)

Di romana Metin Aktaş a Avesta de jî vegotinên wiha bihêz hene (Avesta, Weşangerîya Fam, Gulan 2015, 348 r.).

YPG, Gerîla

Di gelek cihên romanê de, vegotinên pir erênî li ser YPGê hene. Tê kirpandin ku di rojên qîyametê de bo gelê Êzîdî bûne alîkar. Di roja me de jî PKK/KCK li Şengalê hebûna xwe didomîne. Bi tevî daxwazên qaîmeqamê Şengalê jî ji Şengalê dernakevin. Ez dixwazim hin ramanên xwe yên li ser vê mijarê derbibirînim.

Divê hebûna PKK/KCKê ya li Şengalê, ji dervayê dabînkirina ewlehîya gelê Êzîdî yê kurd, bê ramîn. Wek tê zanîn, Şengal qadeke ku ji Kurdistanê hatiye veqetandin. Wek Kerkûkê, wek Xaneqînê… Bo derbirîna vê rewşê têgehek bi awayê “herêmên bigengeşe” jî dihê bikar anîn. Lê, li gor qen’eta min têgeha “herêmên bigengeşe” çewt e. Têgeha “bigengeşe”, xwedî wateyek e wek ku kêşe bi wî awayî jî, bi vî awayî jî tê famkirin. Helbukî, qadekbûna Şengalê ya ku ji Kurdistanê hatîye veqetandin, nebûna gengeşîyek di vê mijarê de pir zelal e.

Heta serdema Sedam Husên, Şengal bi tevayî bajarek e ku kurdên Êzîdî lê dijîn. Wan deman li Şengalê yek malbatek ereb tune ye. Sedam Husên di 1975an de, bo guhertina demografîya Şengalê dest bi operasyonan kiriye. Gundên Êzîdîyan sotiye hilweşandîye, bo ku Êzîdî venegerin gundên sotî hilweşandî, her astengî kiriye. Wekmînak bîrên avê, kanîyan bi betonê girtîye. Êzîdîyan li cihên ku nû hatine avakirin û li cihên ku jê re gund-bajar dihat gotin civandîye. Ev sepandinek bo ‘ewlehîyê’ ye. Sepandinek ku ne ewlehîya Êzîdîyan, ewlehîya dewletê esas digireye. Li ev qadên ku jê re gund-bajar dihat gotinê malbatên ereban jî bi cih kiriye. Hatina ereban a Şengalê piştî 1975an e. Guhartina demografîya Kurdistanê, bi cih kirina ereban li Kurdistanê, sirgûnkirina kurdan bi bal çolên ereban ve, hewildana herî girîng a Partîya Baesê bû li Iraqê jî li Sûrîyeyê jî.

Sê prensîbên bingehîn ên Partîya Baesê hebûn. Yekîtî, Sosyalîzm, Serxwebûn. Yekîtî dihat wateya yekkirina welatê ereban ji Kendava Besrayê heta Fasê. Lê di zîhnîyeta Baesê de, Welatê ereban Başûrê Kurdistanê jî digirt nava xwe. Mîşel Eflakê (1912-1989) erebê Ortodoksê Xristiyan, Salah Bitarê (1911-1980) erebê Sunnî Misilman, Zeki Arsuziyê (1899-1968) erebê Elewî û Ekrem Hawraniyê (1912-1996) ereb, ji damezrandina di 1940an de ya Partîya Sosyalîst Baes a Ereb ve, ev prensîpan biawayek bibiryar diparastin. Mele Mistefa Barzanî, Partîya Demokrat a Kurdistanê bi tundî li hember vê zîhnîyeta ‘yekîtî’ya Partîya Baesê der diket. Dikirpand ku Kurdistan welatek cuda ye, Kurdistan, Başûrê Kurdistanê di nava Welatê ereban de nikare bê nirxandin. Sedemek girîng ê nelihevkirinên di navbera Sedam Husên û kurdan de ev bû. Ev mijar li ser hev di navbera kurd û ereban de, dihat rojevê.

.

Li Iraqê, li Sûriyeyê jî dewletan, bi sepandina terora dewletê, midaxeleya demografîya Kurdistanê kir. Li Iraqê di serdema Sedam Husên (1937-2006) de, di 1973 û di pey re ev pir bi pêş ket. Li Sûriyeyê, di serdema Serokkomar Nurettin el Atasi (1929-1992) de, di navbera salên 1966-1970yan de, sepandineke pir berfireh bû. Paşê jî Hafiz Esad (1930-2000) vê sepandinê di 1970 û piştî wê de bi awayek bibiryar domand.

Di 1958an de, Sûriye û Misrê, di mijara pevxistina welatê ereban de, peymanek îmzekirin. Wê demê Serokkomarê Misrê Abdulcemal Nasir (1918-1970), Serokkomarê Sûriyeyê Şukru el Kuweytî(1891-1967) bû. Komara Yekgirtû ya ereb, di navbera 22ê Sibata 1958-29 Îlona 1961an de jiya. Ji ber ku sepandinek neserkeftî bû, hat fesixkirin. Derbasê rewşa berî 1958an bû. Hewildanên yekkirina welatê ereban bêencam ma. Lê, nîşandana Başûrê Kurdistanê di nava welatê ereban de her ajot çû. Ev zîhnîyet, bi tevî bertekên bibiryar ên kurdan jî hîç navber neketê.

PKK/KCKê li Şengalê, rêxistinek bi navê YBŞê damezrandiye. Rêxistineke ku hewil dide ciwanên Êzîdîyan birê bixe. Ev rêxistin Haşdî Şebî re di nava hevkarîyê de ye. Pir dîyare ku Haşdî Şebî rêxistinek dijminê kurdan e. Ji hikûmeta Iraqê mûçe jî digire. Bê gotin ku ev mûçe di demên dawî de hatîye birîn jî ji hêla nîşandana nîyetê ve girîng e.

Ji vê hêlê ve, hewildana PKK/KCKê ya hebûna xwe li wirê domandinê, tê wateya xizmeta ji hikûmeta Iraqê re, ji dewleta Iraqê re. Vêya bi dabînkirina ewlehîya bo gelê kurd ê Êzîdî, bo gelê Şengalê ve şîrovekirin ne rast e. Ev hewildana girêdana axa kurdan, bi hikûmeta Iraqê, dewleta Iraqê ve ye. Nayê qebûlkirin ku rêxistinek kurd bo hikûmeta Iraqê, bi avêtina berjewendîyên rastîn, berjewendîyên giştî yên Kurdistanê li alîyekî, heta bêyî ku bifikire, hewildan nîşan bide. Enternasyonala sekuler, sosyalîst jî enternasyonal umethez jî ti tişt nade kurdan. Her du enternasyonal jî mafê, berjewendîyê dewletên ku bi hev re li hember kurdan fişarê bikar tînin, diparêzin.

Bi gotina “li Şengalê kurd bi tenê najîn” xwe enternasyonalîst nîşandan xwe înkar kirine. Bi xwe înkarkirinê hewildana xizmeta filan û bêvanan helwestek tendurist nîne.

Biratî…

Ti wateya bi hev re jiyandina kurd û ereban tune ye. Wek mînak, li Şengalê, li gundên Şengalê, kurd û ereb, bi qasê Roj û Hîvê ji hev dûr in. Dema ku Êzîdî tûşê jenosaydê dibûn, herî zêde erebên cîranê Êzîdîyan bo vê jenosaydê ji DAIŞê re piştgirî kirine. Di vê rewşê de “biratî” dibe? Dibe ku di navbera dewletek kurd a serbixwe û dewleta Iraqê de, bi vî awayî di navbera ereb û kurdan de, pêwendîya biratî pêk bê. Lê di rewşa îro de, di rewşa ku kurd bi Iraqê ve girêdayî bimînin de, pêk hatina “biratîyê” ne pêkan e. Mercê bingehîn ê biratîyê ev e: Eger maf, azadîyên ku tu xwedî yî, ez jî xwedî bim dibe bi demê re di nava me de, biratîyek pêk bê. Berevajî vê, ger gihîştina min a maf û azadîyên ku tu xwedî yî, her dem dibinê fişarê de bê girtin, pêkhatina biratîyek wiha nepêkan e.

Pêwendîyê Êzîdî- Partîya Baesê

Ji alîyek cuda ve jî di nêrîna li hêrîşa DAIŞê ya bo Şengalê di Tebaxa 2014an de, li vekişîna hêzên pêşmerge, li reftara dudilî ya hin malbatên Êzîdî di mijara terkkirina bajarê Şengalê û hilkişîna Çiyayê Şengalê de. Sûd heye.

Huseyin Turhalli, di 4ê Çileya 2017an de, di malpera kurdistan-post euyê de, bi sernivîsa “ma Şengal Kurdistan e?” nivîsek weşand. Ev nivîs, dema ku Êzîdî, Partîya Baesê, Şengal, kurd/Kurdistan dihê rojevê, nivîsek pir sûdwer e. Pêkan e sûdên vê nivîsê wiha bêne vegotin: Êzîdî, herî kêm beşek ji Êzîdîyan, di serdema Sedam Husên de, helwestek pir dilxwazê Partîya Baesê dişopînin. Ev helwest, ji kurdan/Kurdistanê gelek dûr e. Wekmînak Êzîdîyan mişawîrîya sîyasî ya Sedam Husên kir.

Tê zanîn ku beşek girîng a DaIŞê, ji hêmanên Mihafiz Alayên Sedam Husên in. Tê gotin ku di serdema Sedam Husên de, Êzîdî bi Partîya Baesê re, di pêwendîyên pir nêzîk de ne. Êzîdî jî bi pêwendîya Êzîdî- Partîya Baesê, Mihafizên Komarê dizanin. Dema ku hêrîşa DAIŞê ya Şengalê tê rojevê, pêkan e ku hinek Êzîd di têgihîştina “dostên me yên Baesî dîsa dihêne Şengalê…” de bin. Bi tevî van hêrîşan jî terk nekirina Şengalê, dikare wiha bê şîrovekirin. Helbet nikare bê gotin ku pêşmerge di zîhnîyeta “em vekişin, bila Êzîdîyan qetil bikin…” de ne.

Niha li Duhokê, sazîyek bi navê Meclîsa Bilind a Navenda Civakî û Çandî ya Êzîdîyan heye. Di vê sazîyê de kitêbxaneyek pir mezin û muzeyek heye. Sazîyek xwedî dahatû… Ev sazî, wek mînak dikare van rewşan, di nava mercên rojîn de gengeşe bike. Ji derveyê vê, di dînê Êzîdîyan de, hin rêbazên pir sext hene. Wekmînak, zewaca di nava kastan de dibe sedemê kuştinê. Zewaca Êzîdîyek bi kesek ji dînek dî sedemê kuştinê ye. Ev rêbaz dikarin bêne nermkirin. Sîstema kastê dikare bê nermkirin. Di hemû van mijaran de, bêguman Navenda Civakî û Çandî ya Êzîdîyan, sazîyek e ku dê karibe xizmetên pir girîng bike.





Bi rêveberên Meclîsa Bilind a Navenda Civakî û Kulturî ya Êzîdîyan re...







Navenda Civakî û Kulturî ya Êzîdîyan, Pirtûkxane...





Werger: Ahmed KANÎ


Gotinên miftehî :