Yar û Mirad I-II
Pirtûka yekem a Welî Sebrî ji 239 rûpelan û ya duyem jî ji 214 rûpelan pêk tên. Romanek li ser serpêhatîyên lehengên berxwedana Agirî û ji du rêzeromanan pêk tê. Rêzeromana yekem, 2021an de li Amedê, di nav “weşanên Roşna”de derketîye pêşberî xwendevanan. Rêzeromana duyem (Yar û Mirad II) jî di 2022an de li Holandayê hatîye çapkirin.
Roman; bi Kurdî, bi zimanekî hêsan, wek ava çemekî Kurdistanê, ji nav rûbar û kanîyên Kurdistanê, bi erdnîgarî û xemla Kurdistanê ve girêdayî, derdikeve ber xwendevanan. Ji dilê nivîskar Welî Sebrî çi derketibe, çi hatibe hîskirin, xwe pekandîye ser kaxizê û ketîye nav xetên Romanê.
Xwendevan, bê ku zahmetîyê bikişîne, bi kelecanek xweş raserî xwendina romanê dibe û naxwaze dev jê ber de. Ji ber ku her berqef, her gom, çem, çîya, gund û zinarên Kurdistanê, nas bike, neke, derdikevin ber û xwe di nav wê xwezayê, di nav wan bûyeran de dibîne. Sohbetên di nav lehengên romanê de mereq dike.
Berî her gotina ku ezê li ser rêzeromanê bêjim, ezê sipasîya xwe ji Welî Sebrî re pêşkêş bikim, ku ev herdû berhemên balkêş û xweş, bi bûyer û navdar û lehengên Kurd, ên dîrokî re pêşkêşî me xwendevanên zimanê Kurdî kir.
“.. li vî warî jîyan xweş e. Lê ez nikarim vê gotinê ji bo rewşa me ya navxweyî bikim û bibêjim. Berjewendîya êl û eşîran, cûdayîya ol û zavan (zaravan) bûyeasteng û nahêle em bi hev ra kar û xebatê bikin û bi miradê xwe şa bibin. Neyarê bav û kalan nabe dostên lawan! Heta em nebin yek, hevdû qebûl nekin û bi hev ra kar û xebatê nekin, em nikarin bi miradê xwe şa bibin û rûyê rehetîyê bibînin. Ev rastî, rastîya me ye û em nikarin ji vê rastîya xwe birevin.” Cilt I.r.17
Zivistanên Kurdistanê çiqa dijwar, zor û zahmet bin jî, biharên Kurdistanê van zahmetîyan dide jibîr kirin.
Biharên çol, deşt û zozanên Kurdistanê, guherên kerîyên pez, yên van çîyayên qedîm û warên bêrivanan pir xweş û şênin. Nivîskar, di berhema xwe de bi nebat, reng û penga vê erdnîgarîya Kurdistanê û kurdên ku li ser dijîn, dibe yek û bi me dide naskirin. Kurdistan, bi newalên kûr û bi kulîlk û gulên xwe, bi bilûra şivanan û bi dengê bêrîvanan re di biharê de zînde dibe, dicoşe. Ev govenda xwezayî li serê van zozanên Kurdistanê, bi reng û şêna xwe derdixe ber xwendevan.
Çîyayên Kurdistanê bi hofin û ji lehenga re qedirzanin.
Nivîskar, qahremanên romanê, di van şertan de derdixe ber xwendevanan:
“..Li vê herêmê, herêma serhedê, şênî nemabûn li rê û dirban nekevin, berê xwe nedin xerîbîyê û nebin mihacir. Ji alîyekî va xela rabibû û ji alîyekî va jî koçberî bû. Roj rojên oxirmê giran bû. Roj rojên xîretê bûn xîreta lawê bavan li vî warî, warê mêrxasan, te nedikarî qala tirsê, tirsa dilê şervanan bikira. Sengeran egît dîtibû, yek ji yekî çêtir û yek ji yekî çalaktir. Li ser vê axê şer û mirin hebû. Ne tenê Kerem Begê Qolaxasî, lê bilî wî jî gelek û gelekî lawên bavan berê xwe dabû qada şer..”Berg I, r.36
Roman, bi sohbet û nerînên qehramanên serpêhatîyê, ku yeko yeko leheng û şervanên naveroka romanê ne, bidawî dibe.
“Mala hemûyan ava û sipasdar im.”