1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. YNK û Hewildanên Grûba Xiyanetê…
YNK û Hewildanên Grûba Xiyanetê…,ynk,û,hewildanên,grûba,xiyanetê

YNK û Hewildanên Grûba Xiyanetê…

A+ A-

Li dinyayê guhertinên gelek mezin hene. Bi gotina gel, “dinya, dinyaya berê nîne.” Mirov dikare bibêje ku “bizmara dinyayê derketiye” û an jî “zemberega dinyayê ber bi jêr diçe”.
Li Dinyayê qiymeta demokrasiyê, maf û azadiyan, mafê çarenivîsiya neteweyan, hiqûqê, Peymanên ku mafên însanan û neteweyan, kêmneteweyan diparêzin, nemaye. Demokrasî, maf û azadiyên însanan, mafên neteweyan û kêmneteweyan binpê dibin.
Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn rewş xirabtir e. Li her welatekî û li her dewletekê tevlihevî, şer, peçiqandina maf û azadiyan, hiqûqê, didomîne. Otorîterîzm, nîjadperestî, faşîzm, totalîterîzm, teokratîzm li ser însanên Rojhilata Navîn bûye belayek mezin û xeteriyek.
Rewşa kurdan xirabtir e.
*Li Rojhelata Kurdistanê her roj xort û ciwanekî kurd tê îdam kirin. Zilmeke gelek mezin heye. Xebata kurdan ya sivîl û pêşmergetî didomîne. Neteweya kurd ji hemû mafên xwe pê par e.
*Li Bakûrê Kurdistanê kurd ji hemû mafên xwe bê par in. Dewleta Tirk dixwaze bi awayekî nû kurdan ji holê rake. Li hemberî kurdan tîfaqe nîjadperest ya xûrt û xeter hatiye ava kirin. Dewleta Tirk li hemberî kurdan ji her demê zêdetir hatiye xezebê. Li Iraqê bi dewleta Iraqê re, li Îranê bi dewleta Îranê re, li Sûriyeyê bi dewleta Sûriyeyê re li hemberî kurdan şer dike. Li Başûrê Kurdistanê di îşgala Kerkûkê de rolekî girîng ya neyînî lêhîst. Li Sûriyeyê dixwaze bajarê kurd Çiyayê Kurd dagir bike. Loma jî 17 roj in ku operasyoneke mezin ya leşkerî didomîne.
*Li Sûriyeyê rewşa kurdan di bin xeteriyeke mezin de ye. Bi taybetî jî siyaseta PKK/PYD kurd xistine bin tehlûkeke mezin. Kurd di nav şerekî tevlihev de dişewitin. Gelek dewlet dixwazin ku li ser kurdan hesap û berjewendiyên xwe xurttir bikin û pêk bînin.
*Li Iraqê di 25ê îlonê de kurdistaniyan bi referandûmê biryar dan ku dewleta xwe ava bikin. Hezar mixabin çar dewlet ji bona ku pêşiya dewletbûna Kurdistanê bigrin dest bi êrişeke mezin kirin. Kerkûk û gelek bajerokên Kurdistanbê hatin îşgal kirin. Ji bona ku sîstema federalî ji holê rabe Hikûmeta Erebên Şî’î xebata xwe ya li dijî Makezagonê didomîne. Kurdistan di bin ambargoya leşkerî, aborî, siyasî de ye.
Di îşgalkirina Kerkûkê de dewletên dinyayê yên ku ji Kurdişstanê re alîkar xuya dikirin jî, xiyanetî li kuırdan kirin. Li hemberî xerabiya çar dewletan li hemberî kurd û Kurdistanê bêdeng man.
Li Başûrê Kurdisranê, di îşgala Kerkûkê de xerabiya mezin ew e ku Grûbeke Xiyanetkar ji nav YNKê derket, ji dewletên kolonyalîst re bû alîkar ku Kerkûk û gelek bajerokên Kurdistanê bên îşgal kirin. Piştî îşgalê jî xebat û xerabiyên Grûba Xiyanetê domand. Ji bona ku Kerkûk û Sileymaniyeyê ji Kurdistanê veqetînin û teslîmî ereban bikin hewil didin.
Di heman demê de ji bona ku di YNKê de desthilatdar bin, dest bi xebatê kirin. Nuha jî xebata wan didomîne. Ew xebata gelek xeter û bi tevayî li dijî berjewendiya Tevgera milî ya Kurdistanê û neteweya kurd e. Loma jî hemû kurdan eleqedar dike. Divê ku hemû kurd li hemû beşên Kurdistanê û bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê îzin nedin ku YNK bikeve bin desthilatdariya Grûba Xiyanetê.
Ji bona ku girîngiya ev hewildana xeter bê diyar kirin, divê biçek YNK ji nêzik ve nas bikin, şirove bikin, tola YNKê diyar bikin.

YNK KENGÊ Û ÇIMA AVA BÛ?

YNK, di sala 1976an de piştî şerê sala 1974an ku Otonomiya Kurdistanê encama tîfaqa çar dewletên kolonyalîst (Tirk, Îran, Iraq, Sûriye) û helwesta Emerîkayê ku piştgiriya xwe ji Kurdistanê birî, hat ava kirin.
Wek tê zanîn di sala 1966an de di PDKê de cûdabûneke gelek nexweş çêbû. Grûba îbrahîm Ehmed ji PDKê veqetiya. Hezar mixabin piştî ku veqetiya li hemberî Rejîma Baasê şer nekirin. Bi Rejîma Baasê re bûn yek, li dijî Tevgera Milî ya Kurdistanê, PDKê, Serok Berzanî şer kirin.
Lê dema ku neteweya kurd di pêşengiya PDKê û Serok Mele Mistefa Barzanî de zora Rejîma Baasê bir, Hikûmeta Navendî ya Baaasê mecbûr bû ku bi PDKê û Serok Berzanî re peyman çêke, Grûba Ibrahîm Ehmed û Celal Talebanî têk çû. Pişt re mecbûr bûn ku bi PDKê û bi Serok Berzanî re yekîtiyê çê bikin.
Dema ku şerê 1974an dest pê kir Celal Telabanî li Lubnanê bû. Piştî ku kurd dest ji şer berdan, ji bona Başûrê Kurdistanê rewşeke nû ya siyasî hat rojevê; wê demê Celal Telabanî û hevalên wî biryar dan ku YNKê ava bikin.
Du xalên girîng bûn sedem ku YNK ava bibe.

Sedema yekemîn a avakirina YNKê ew bû ku li hemberî Rejîma Faşîst ya Baasê “Şoreşa Milî û Demokratîk” bimeşînin.
Sedema duyemîn a avakirina YNKê jî ew bû: Di sala 1975an de li Kurdistanê şer hatibû reawestandin. Otonomiya Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistanê hatibû hilweşandin. Celal Talebanî û hevalên wî ji vê rewşê dixwastin ku îstifade bikin, li hemberî PDKê û Berzaniyan tevgereke alternatîf ava bikin. Derfet hebe PDKê tasfiye bikin.

YNK LI KÛ AVA BÛ? ÇIMA LI SÛRIYEYÊ AVA BÛ?

YNK li payitexta Sûriyeyê li Şamê (Damascusê) ava bû. Lewra Celal Telabanî dizanî ku dema şerê pêşmergetî bike, hewcedarî bi piştgiriya dewletên cîran heye. Loma jî bi Suriyeyê re pêwendî çêkir û Suriyeyê jî, jê re soza alîkarî da. Wî û hevalên xwe li Suriyeyê YNKê ava kirin.
Pêwendiyên Suriyeyê heta demên dawî bi YNKê re, pêwendiyeke stratejîk bû. Bes di sala 1983yan de dema ku YNK xwest bi Iraqê ve li hev bike, wê demê pêwendiyên wan xirab bûn. Lê piştî demekê pêwendiyên wan jinûve baş bûn. Heta di dema şerê hundir yê Sûriyeyê de jî, pêwendiyên Celal Talebanî û Sûriyeyê gelek baş bûn.
Baş tê zanîn ku partiyên baasê esera teoriya nîjadperest û nasyonalîzma teng ya Mîşel Eflak e. Lê piştî ku li Sûriyeyê û Iraqê partiyên bassê ava bûn û bûn desthilatdar, ew bûn dijminên hevûdu yên dijwar. Herdu baasan dixwest ku hevdu ji holê rakin. An jî li ser hev desthilatdar bin.
Suriyeyê loma avakirina YNKê erê kir û piştgirî kir ku YNK li dijî Partiya Baasê ya Iraqê ya Hesen El Bekr/Seddam Huseyîn şer bike. Lewra muxalifên baasê hêza wan tune bû ku bi serê xwe li hemberî Baasê şer bikin.
Piştî ku YNK ava bû, navbeyna wan mixalîfên Baasê Iraqê her dem baş bû. Heta di navbeyna wan de eniyeke/cepheyeke şiklî jî hebû. Mixalîfên baasê li hemberî YNKê xwediyê gelek maf û îmtiyazan bûn.

YNKê KÊ Û KÎJAN GRÛBAN DAMEZRAND Û XWE ÇEWA BI NAV KIR?

YNK, di bin serokatiya Celal Telabanî de ji aliyê Elî Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Huseynî, Omer Şêxmûs, Kemal Xoşnav, Kemal Fûad, Omer Debabê, Cemal Axa, Resûl Mamed, Şêx Şahab, Rojnamevan Aram ve hat damezrandin.
YNK, bes li ser hiqûqa şaxsan ne, li ser nasnameya sê grûbên siyasî ava bû.
YNK, ji aliyê Grûba Xeta Pan, Komaleya Marksîst Lenînîst ya Kurdistanê, Bizava Sosyalîst a Kurdistanê ve hat damezrandin.
Temsîlkarên Grûba Xeta Pan: Celal Telabanî, Omer Şêxmûs, Kemal Fûad, Omer Debabê, Cemal Axa bû.
Temsîlkarên Bizava Sosyalîst ya Kurdistanê: Elî Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Huseynî, Resûl Mamed bû. Elî Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Huseyîn di karesata Şemzînanê de di şerê YNKê û PDK-Qiyada Muweqqet de hatin kûştin.
Pişt re Bizava Sosyalîst a Kurdistanê ji YNNê veqetiya. Hezar mixabin di navbeyna YNKê û Bizava Sosyalîst a Kurdistanê de şerekî nexweş pêk hat. Gelek berpirsiyarên Bizava Sosyalîst a Kurdistanê ji aliyê YNKê ve hatin kûştin.
Temsîlkarên Komaleyê: Şêx Şahab, Rojnamevan Aram, Salar, Noşîrvan Mistefa, Mamoste Cafer, Ardalan, Mele Beztiyar bûn. Komaleya Marksîst Lenînst ya Kurdistanê, di nav YNKê de rêxistina xûrttir ya damezrîner bû. Komale di sala 1968an de veşartî/nihênî tê ava kirin. Dema ku Otonomiya Kurdistanê ava dibe jî, wek rêxistin rewşa xwe ya nihênî didomîne.
Komaleya Marksîst Lenîst pişt re navê xwe guhart, kir “Komaleya Rencdeberanên Kurdistanê”.
Tevgera Goran bi piranî ji endam û berpirsiyarên Komaleyê pêk tên.
YNK partiyek nebû. Wek partiyekê tevdigeriya. Eniyek jî nebû. YNK, ji eniyekê zêdetir xwediyê disîplîneke xurt û hevbeş bû.
Loma dema berpirsiyarên YNKê xwe terîf dikirin, digotin ku “em nîv enî/cephe nin”.

QEREKTERA DAMEZRANERÊN YNKê ÇI BÛ?

Di Grûba Xeta Pan de Celal Talebanî kevne Sosyalîstê Maoîst bû. Lê xwe di YNKê de wek sosyalîst terîf nedikir. Wek kurdekî milî û nasyonalîst bû. Hevalên wî jî, sosyal demokrat, lîberal, nasyoınalîst bûn.
Komala, rêxistineke sosyalîst a maoîst bû. Lê di nav gel de ev qerektera xwe zêde dernedixist pêş.
Bizava Sosyalîst a Kurdistanê û berpirsiyarên wê, sosyalîstên milî bûn.

ROLA CELAL TALEBANÎ DI YNKê DE ÇI BÛ?

Rola Celal Talebanî di YNKê de gelek girîng bû û di dereca yekemîn de bû. Bi taybetî di qonaxekê de ji derveyî gotinên Celal Talebanî, gotin di nav YNKê de derbas nedibû. Wek mînak Noşîrvan Mistefa wek xebatkarekî wî bû. Bi giraniya Celal Talebanî, Noşîrvan Mistefa di kongreya Komaleyê de li hemberî Mamoste Cafer, Mele Bextiyar, Erdalan, Salar bi serê xwe serkeftî bû û bû sekreterê Komalayê. Heger Celal Talebanî nebûya Noşîrvan nedikarî ji destên otorîteyên Komaleyê sekreterî qezenç bike.
Noşîrvan Mistefa piştî ku bû sekreterê giştî hemû qadirên kevn yên Komaleyê tasfiye kir.
Mam Celal loma di nav Komaleyê de jî xwediyê giraniyekê bû. Heta nerînek xurt heye ku Celal Talenanî serokê nihênî/veşartî yê Komaleyê.
Ew rola Celal Talebanî, di heman demê de rolekî dîrokî bû. Ew di ciwantî, heta zaroktiya xwe de, di nav tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê de cî digre. Di ciwantiya xwe de dibe endamê PDKê. Gelek wext derbas nabe di navendiya PDKê de cî digre.
Di kogreya navneteweyî ya ciwanên dinyayê de li ser navê ciwanên Kurdistanê cî digre.
Xebatkarekî doza miletê kurd yê domdar û bi îstîqrar e.
Nivîskarekî baş. Hiqûqzanekî kevn e.
Hezar mixabin piştî ku Celal Talebanî nexweş ket û ji taqetê de ket, di nav YNKê de guhertinên gelek nexweş hatin rojevê. Jina wî li ser navê wî, kur û biraziyên wî li ser navê wî karên nexweş kirin. Ew xebata xwe gîhandin qonaxa xiyanetê.

ROLA YNKê DI TEVGERA KURD DE ÇI YE?

Piştî şerê 1974an, serokê milî Mele Mistefa Berzanî şer da rawestandin. Otonomiya Kurdistanê hate hilweşandin. Lê kurdperweran ji bona ku Tevgera Milî ji ve rakin ser piya û xurt bikin, dest bi xebatê kirin. Encama vê xebatê PDK-Qiyada Muweqqet û YNK ava bûn.
Her du hêzan li dijî Rejîma Baasê, dîsa ji bona li Kurdistanê Otonomî ava bibe û Iraq bibe demokrasî dest bi xebata pêşmergetîyê kirin. Lê pêşketina wan di gelek şertên dijwar re derbas bû.
Hezar mixabin di navbeyna herdu hêzan de dem-dem bûyerên nexweş û şerê hundir çêbûn.
YNKê jî di merheleyekê de çend herêmên Kurdistanê rizgar kir. Li wan herêman desthilatdar bû.
YNKê piştî şerê yekemîn yê Kendavê bi PDKê re yekîtiyek çê kir. Dema ku herêma azad ava bû, bi hev re li wir bûn desthilatdar. Pêşî PDKê û pişt re jî wan biryar da ku Iraq bibe dewleteke federal. Demekê bi pîvan û zihniyeta dewleta federal Kurdistanê birêvebirin û li Iraqê bi wî çavî mêze kirin.
YNKê bi PDKê re biryar da ku Meclîsa Kurdistanê ava bibe û hilbijartina giştî çê bibe, hikûmet ava bibe. Piştî hilbijartinê hikûmeteke mişterek ava bû. Bi dorê serokwezîrî hat diyar kirin.
YNKê di heman demê de bi PDKê ve biryar dan ku serokê Kurdistanê bê hilbijartin. Di encama hibijartinê de Serok Berzanî û Mam Celal hemandeng girtin.
YNK jî damezrênera dewleta Federal ya Iraqê û dewleta federe ya Kurdistanê ye.
YNK demeke dirêj e ku bi PDKê ve li ser berjewendiya milî ya neteweya kurd û Kurdistanê tîfaqeke stratejîk dimeşîne.
YNK bi biryara referandûmê pişitgiriyeke xurt da serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî û PDKê.
Di serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê de rolekî mezin lêhîst.
Hezar mixabin piştî referandûmê di merheleya îşgala Kerkûkê de ji nav YNKê grûbeke xiyanetê çê bû. Zirar da YNKê û tevayî Kurdistanê,

DIVÊ YNK DI BIN DESTHİLATDARIYA KURDPERWERAN DE BE. NEKEVE BIN BANDORA GRÛBA XIYANETÊ…

Grûba Xiyanetê nuha jî hewil dide ku di YNKê de desthilatdar be. Ji bona vê yekê lîstikên siyasî dike û şantajan bi kar tîne û gef dike. Bi piştgiriya Iraqê û Îranê mirovan dikire.
Loma jî dixwazin ku gor şertên wan kongreya YNKê bê li dar xistin. Ew jî bibin desthilatdar.
Divê ku kurdperwer îzin nedin Grûba Xiyanetê. Ji Grûba Kosret Resûl û Necmedîn Kerîmî re yanî ji Grûba Kurdperwer re alîkari bikin.

PIRSA YNKê PIRSA HEMÛ KURDPERWERAN e. DIVÊ HER KURDPERWEREK JI YNKê RE XWEDÎ DERKEVE...

Rewşa YNKê rasterast qedera Kurdistanê eleqeder dike. Loma jî YNK bes rêxistina endamên YNKê nîne. YNK rêxistina hemû kurdan û kurdpereweran e.
Loma divê hemû kurd û kurdperwer ji YNKê re xwedî derkevin ku bila Grûba Xiyanetê nebe desthilatdar.
Dema ku Grûba Xiyanetê di YNKê de desthilatdar be. Li Başurê Kurdistanê gelek guhertin nexweş û xirab dibin û gelek qewimandinên nexweş û xeter tên holê.
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Amed, 16ê Sibata 2018an