1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. Xemxur, Qijalk Press û Fewzî Bîlge!
Xemxur, Qijalk Press û Fewzî Bîlge!,xemxur,qijalk,press,û,fewzî,bîlge

Xemxur, Qijalk Press û Fewzî Bîlge!

A+ A-

Ev demek dirêje ku deng, qêrîn û awaza şêwekar, pêkersaz û hunermendên Kurd digihînim we û wan bi we didim naskirin. Huner, estetîka (xweşikîya) civatê ye. Civat bê xemil û xeyalan xweşik nabe. Hunermend dengê xemil, xem û xeyalên civatê ye. Nabe ku em Kurd jî ji vî deng û rengî mahrûm bimînin.

Ji ber boranên siyasî, huner, di nav kurdan da, di nav Kurdistanîyan da bi giranîya xwe, cîhê xwe negirtîye. Ev kêmasêyek mezin e. Di kar û xebatên çand û huner û çapemenîyê da hêla herî jibîrkirî huner e.

Miletê Kurd, miletekî bindest, Kurdistan welatekî dagirkirî, dabeşkirî û di nav gola xwînê da liber xwe dide.

Divêtîya miletê Kurd, divêtîya Kurdistanê bi her cure piştegirîya kar û xebatên siyasî, hunerî, danasîna têkilîyên dîplomatîk heye.
Di vî warî da beşek jî dikeve para hunermendên, şîwekarên û pêkersazên Kurd.
Siyaseta hişk, ji estetîk û afirînerîyê dûr serkevtî nabe. Ji ber wê jî dewsa çakûçê pêkersaz, nirxên ku ji ber firça wênesaz, ku bi derya rengan derdikeve ber me, girîng e.
Mixabin kurdan girîngî nedaye vê beşa afirîner û di warê estetîkê da, nekirîye referans ji xwe re. Hunermendên xwe tenê, sêwî û jibîrkirî hiştine.

Min di 13.07.2019an da danasîna Hêja Fewzî Bîlge bi we xwendevanên hêja re parvekir. Min di wê danasînê da li ser hêja Fewzî Bilge ev çend xet anîbûn ziman:
„Fewzî Bilge kesayetîyek ji fîgurên jiyana qirnê me yê Kolanên Qosera Mêrdînê ye. Evîndarê çand û azadîya welatê xwe ye. Wek ku ew dibêje, Fewzî Bîlge; “ew nexweşê çanda Kurdî‘ ye.“

Ev demeke Fewzî Bîlge, di rûpela xwe ya Facebookê da fîgurekî bi navê „Xemxur“ bi me ra parve dike.
„Xemxur“, bi hunerê Fewzî Bîlge, ji çanda Kurdî ya resen, bi şîweyek demsala me xemilandî û modern derket ber me. „Xemxur“, bi xemên xwe, bi girîyê xwe, bi êşa xwe û bi xetên hunermend Fewzî Bîlge ra; di „Qijalk Press“ da dibe parêzerê çand, ziman û fîgurê hestên kurdewarî. Gund bi gund, dever bi dever derdixe ber me û dibe qêrîna hewara miletekî ya metirsîya wendakirina çanda Kurdî, zimanê Kurdî.
Di vî warî da hunermend Fewzî Bîlge, bi neştera hunermendan dadikeve qadê û birîna miletê Kurd eşkere dike û dibêje:
Ne zanyarî, ne teknolojî, ne sîyaset, ne çand, ne ziman û ne jî tiştekî din, ger referansê xwe ji huner, hunermend û berhemên hunerî negire, şansa wan tune ye ne dikare pêş ve bikeve ne jî dikare xwe bi hêla jîyanê ve bigire û biparêze.”

Fewzî Bîlge, di dema nivîsandina danasîna cenabê wî da ji min re gotibû;
“belkî rojekê ez wêneyekî bîwênim ku hemû dinya Kurda bi wî wêneyî nasbikin û hesbikin.“
Min jî wê wextê hêvî kiribû ku; hunermend û nivîskarê çanda Kurdî, Fewzî Bîlge rojekê bigîhê vê xwezîya xwe.
Bi bawerîya min; Fewzî Bîlge, bi fîgurê „Xemxur“ û dengê „Qijalk Press“ ew dîwarê li pêşberî xwe û hunerê xwe, bi pêhnek kurdewarî hilweşand û derket qada navnetewî. Bû Xemxurê Kurd û ji me re, ji cîhanê re dîyar dike;
„Xwezî tenê Zeus mîna Sîsîfos em ceza bikirina. Wiha xuya ye ku hemû Yezdan û mirovên nebaş li hevdu kirine û wan barekî pir giran danîne ser qorika pişta me... Belkî jî dawî bi xêr bigere, ma kî dizane?“
Belê Hunermendê hêja „ma kî dizane?“

03.01.2022