1. Tekst

  2. Gotar

  3. İsmail Beşikçi
  4. Xebatên Damezrandina PDKyek Nû
Xebatên Damezrandina PDKyek Nû,xebatên,damezrandina,pdkyek,nû

Xebatên Damezrandina PDKyek Nû

A+ A-

Xebatên damezrandina partîyek nû bi navê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hene. Ev dê bibe partîyek wek Partîya Demokrat a Kurdistanê Tirkiye ku di 1960an de, hatibû damezrandin û Partîya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyeyê. Ev rêxistinên îlegal bûn, bêguman partîya ku dê nû bê damezrandin legal be.

Bi navê Partîya Demokrat a Kurdistanê-Tirkîye (PDK-T), Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-B) du partîyên sîyasî ku di 2000an de hatin damezrandin û îro jî vekirî hene. Partîya sîyasî ya ku dê nû bê damezrandin jî dê wek vana be. Li gor şertên roja me wek ji nû ve ev partî bêne damezrandin. Tê gotin ku partîya nû ya ku tê pêşnumakirin, dê ji alîyê PDKya li Başûrê Kurdistanê ve were piştgirîkirin.

Bi navê Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK) partîyek sîyasî ya dî jî heye. Rewşa vê partîyê, ji partîyên ku navê wan li jorê borî hinek cuda ye. Wekî dî, bi navê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê partîyek dî jî heye. Ev jî ji partiyên ku behsa wan hat kirin cuda ye.

Îbrahîm Guçlu, li ser vê mijarê, di roja 5ê Çileya 2017an û 13ê Çileya 2017an de du nivîs weşand. Îbrahîm Guçlu, di nivîsa xwe ya pêşîn de, behsa hilbijartina ji her partîyek, yanî ji PDK-T, ji PDK-Bakur, ji PWDê (Partîya Welatparêzên Demokrat) hilbijartina 50 kesan bo damezrandina partîyek nû û xebatên li ser vê mijarê dike. Li ser damezrandina partîya nû rexneyên xwe tîne zimên. Dema ku partîya nû hat damezrandin, kete merîyetê, dê yên dî xwe fesix bikin.

Alîgirên Girseyî yên Partîyên Sîyasî

Partîyek sîyasî ya ku tê pêşnumakirin gelo li ser bingeha girseyê bilind dibe? Gelo bo vê partîya ku tê pêşnumakirin girseyek ku dê alîgiran teşkîl bike heye? Hebûn û tunebûna girseyek wiha çawa tê tesbîtkirin? Gelo civînên holan dikare vê tesbît bike?

Li gor qen’eta min hebûn û tunebûna girseyek wiha bi vî awayî tê tesbîtkirin: Gelo hûn dikarin li Diyarbekir, Batman, Wan, Riha, Cizîre, Gever, Wêranşehir, Sêwreg, Bazîd, Ercîş, Patnos, Tetwan, Qoser, Nisêbîn, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mersîn, Almanya, Fransa, Swêdê… Li van hemû qadan, li qadên wek vanan, li cihên vekirî, hûn dikarin bi 15-20 kesî re bicivin û daxuyanîya çapemenîyê bidin? Bi 500-600 kesî, bi 300-400 kesî, li hin qadan, bi 100-150 kesî re, mitîngek, meşek, çalakîyek çêbikin? Ne bi veguhestin/neqilkirina 15-20 kesî an 500-600 kesî, 300-400 kesî, 100-150 kesî ji cihek bi bal cihek dî bi taksîyan, bi otobusan; li van hemû qadan girseyek we, pişgirîyek we ya wiha heye? Eger hebe, ev partîya sîyasîya ku tê pêşnumakirin, bi awayek tendurist dikare bi pêş ke ve. Lê bi civînên holan hebûn û tunebûna girseyek wiha nayê famkirin. Ger girseyek wiha dînamîk tune be, bi civîna li holan gengeşekirina program, rêziknameyan helwestek tendurist çê nabe.

Divê ji van hêlan ve rexneya partîyên sîyasî yên ku heta îro bi navê Kurdistanê hatine damezrandin bête kirin. Carekî ev partî beşdarîya hilbijartinên giştî, herêmî nakin. Dibêjin ku beşdarîya hilbijartinan armanceke me ya bingehîn nîne. Di hin rojên bîranînan de an di rojên pîrozkirinê de, belavkirina danezanan dibin çalakîyên sereke. Dikare bê gotin ku serdemek ev partîyên sîyasî xwedî erkek wek meşrûkirina navê Kurdistanê bûn. Lê êdî ew derazing hat derbas kirin.

Dibe ku du sedemên girîng ên beşdarnebûna hilbijartinan hebin: Bo ku beşdarîya hilbijartinên giştî bikin, divê bi qasî ku di Qanûna Partîyên Sîyasî de hatiye dîyarkirin li bajaran, li navçeyên wan bajaran xwe bi rêxistin bike. Ev pêk nayê. Partî, li cihek dîyar, wekmînak li Diyarbekirê, bi buroyek ku li yek-du cihan avakirîye dimîne. Wek yê duyem metirsîya wan ji mijara rêjeya dengên ku dê bigirin a dema ku bikevin hilbijartinan, heye.

Pêwendîya partîyên bi vî awayî, bi PDKya li Başûrê Kurdistanê, li Rêveberîya Herêma Kurdistanê re, pêwendîyek tendurist nîne. Berî demek kurt, di Gulana 2016an de, PDK-T û KADEP (Katılımcı, Demokrasi Partisi/Partîya Beşdar, Demokrasî) biryara yekbûnê girtibûn. Ji Başûrê Kurdistanê jî du nûner bo pîrozkirina vê pêvajoyê hatibûn. Helbukî girseyek cidî ya alîgirên van partîyan tunebû. Yekbûnê sînerjî filan neafirand. Wekî dî, di rojên ku pîrozbahîya vê yekbûnê dihat kirin de jî, hin kesên ji her du partîyan jî, daxuyanîya “haya me ji vê yekbûnê tuneye” dan, bertek nîşandan.

Pirsa girîngtir ev e: Yekbûna di nava partîyên sîyasî de, gelo ewa pêk tê? Ev mijar di lijneyên giştî de gelo têne mizakerekirin? Bes bi hatina berhev a rêveberên partîyan yekbûn pêk tê?

Wekî dî, bingehek bihêz a madî ya van partîyan jî tune ye. Ji ber ku partî bi palpiştîya beşên lewaz ên civata kurd vene, beşên navîn vene nikarin bi derfetên wek aîdat, bexişan jî bijîn. Ev partî, bi ewlebûna bi PDKya Başûrê Kurdistanê, bi piştgirîya wan têne damezrandin. Bi demê re tê dîtin ku ev partî wek barek jî pêk tînin. Çunku deynê kirêya buroyan, mûçeyê sekreterlerên ku li buroyan dixebitin û pirîmê wan ên sîgortayê, faturayên telefon, elektirîk, av, gazasiruştî kom dibin, bi demê re yekûnek mezin pêk tînin. Di dema damezrandina partîyê de, bi komkirina 50-60 kesî û serlêdana bo Wezareta Navxweyî, îlankirina damezrandinê mimkun dibe, lê paşê lijneyên giştî filan nikarin bicivin. Lê barên madî, deyn jî bênavber zêde dibin.

Berî demek kurt, li alîyê Tirkiyeyê, partîyên sîyasî ku mixalefeta AKP/PDG û CHP/PKG dikirin hatibûn damezrandin. Van partîyan ji alîyê mebûsên ku ji AKPê û CHPê veqetîyabûn ve, hatibûn damezrandin. Ev partî beşdarîya hilbijartinan jî kirin. Lê di hilbijartinan de, nikaribûn hebûnek cidî nîşan bidin. Mecbûr man ku ev partîyên demek kurt berê avakiribûn, fesix bikin. Dema ku mecbûr man buroyên xwe terk bikin, cihê ku mobîlyayên wan ên li buroyan, dê neqil bikirana jî peyda nekiribûn.

Bo partîyên sîyasî xwedîbûna girseyek alîgiran a dîyar pir girîng e. Mijara hebûn û tunebûna alîgirên wiha, bi civînên holê nayê fam kirin. Ger hûn dibêjin pêwîstî bi girseyek wiha nîne, wê demê, pêwîstî bi partîya sîyasî jî nîne… Bi gelemperî, bi gengeşekirina kesên ku berê jî hev nasdikin, a program û rêziknameyê pêşketinek tendurist pêk nayê.

Dema ku partîyek sîyasî tê damezrandin, dîyare ku dê ji hin dîtinên bingehîn dest pê bê kirinê. Tê xwestin ku civat li dor wan dîtinan bê birêxistin. Bêguman ev dîtin dê binyadek pirjimarhez bihundirînin. Sîstema heyî, pêwendîyên civakî û sîyasî yên vê sîstemê li gora van dîtinan têne rexnekirin, pêdivî li holê têne danîn. Tê kirpandin ku partîya sîyasî ya hatîye pêşnumakirin dê vê pêdivîyê bibersivîne. Di vê çarçoveyê de, bi girseyên gel re, ev pêwendî têne bipêşxistin. Bo pêkanîna girseyek karîger a alîgiran, a ku van dîtinan diecibîne, palpiştîya wan dike, teşwîqa wan dike, hewildana di vê çarçoveyê de girîng e.





Werger: Ahmed KANÎ