Wêje û Jin,wêje,û,jin

Wêje û Jin

A+ A-

Di wêjeya nûjen de gelek jinên kurd yên bi berhemên xwe yên giranbuha kedê didin û ji ev zimanê qedîm re xizmetê dikin hene.
Mizgîn Ronak jî yek ji wan jinan e ku bi zimanê xwe ji çand û wêjeya xwe re xizmet kireye û hîn jî dike.
Mizgîn Ronak, di sala 1973yan de li Amedê ji dayîk bûye.
Di Tebaxa 1992yan de, li Amedê hatiye girtin û cezayê muebedê girtiye. Hîn jî di girtîgehê de ye.
Di girtîgehê de, bi zimanê dayîka xwe gelek berhem nivîsandine.
Pirtûkên wê yên ku hatine çapkirin ev in.

1- Sêv jî Me Dikujin, helbest
2- Em bûn Baran, roman
3- Dilavî, helbest
4- Nobedarên Gulên Kobanê, roman
5- Rojhat, roman
6- Gorçiyane Em, çîrok

Ew bi pênûsa xwe û bi fikir û ramanên xwe, bi mejî û dilê xwe yê azad, hestên xwe bi helbestan, bi çîrok û bi romanan bi me re parve dike û di hersê beşên wêjeyê de jî serkeftî ye.
Di helbestên xwe de bi tûrikeke gelekî têr, tije û bi tahm meriv dike nava fikir û ramanan.

Di roman û çîrokên xwe de jî pênûseke herikbar û xurt nişanî meriv dide.
Welatparêziya wê, hestên wê yên kurdewar, hezkirina wê ya hevaltî û rêhevaltiyê di nivîsê wê de li pêş in. Bi kurtasî be jî ez ê hinek nêrînên xwe li ser du romanên nivîskar bi we re parve bikim.

Romana Rojhat û ya Nobedarên Gulên Kobanê. Nivîskar di herdû romanan de jî êşên ku kurd ji bo hebûna xwe dikşînin aniye zimên.
Di herdû romanan de jî, xwestek û berxwedana ji bo azadiyê, wêrekî û lehengiya kurdan, koçberî û zilma ku dikşînin bi hevokên watedar aniyê zimên.
Ez bawer im kesên ku romana Rojhat bixwînin û êşa birînên Rojhat di dilê xwe de hîs nekin, an jî bê çaretiya ku tixtor ji bo birînên Rojhat dikşîne nekşînin dê tune bin.
Ew çavên ku tixtor ji bêçaretiyê ji nexweşê xwe direvand, dê bibe çavê hemû kesên bêçare.
Dema tevî birînên xwe yên xedar jî Rojhat dibêje, ''Baş im tixtor, dibêjim qey min mirin çirand. Nabêjim min kefen çirand, lewre dê kefenê min jî nîn be.''
Pirsa gelo mirin tê çirandin? Di mejiyê meriv de zîz dibe.
Rojhat birîndar e û li ber mirinê ye.
Tixtor jî bê nexweşxane, bê derman û bêçare li dora nexweşê xwe dere û tê...
Tevî hinek pirsgirêkên rastnivîsê jî romaneke herikbar û gelekî xweş e.
Romana Nobedarên Gulên Kobanê, bi devê kesekî dîn hatiye nivîsandin.
Ji serî de ez vê bibêjim, ji ber ku gul, tê wateya zindîbûn û rengîniya jiyanê navê romanê bi min gelekî xweş e.
Nivîskar ev roman jî mîna pirtûkên xwe yên din di şert û mercên giran, ango di girtîgehê de nivîsandiye.
Di vê romanê de nivîskar gelekî giringî daye hevaltî û rêhevaltiyê bi taybetî rola jinên berxwedêr derxistiye pêş.
Bêgûman di berxwedana Kobanê de li dijî çeteyên hov, jina kurd bûye sembola berxwedanê.
Roman, bi devê kesekî dîn hatiye nivîsandin. Dînê ku heta nefesa xwe ya dawîn jî, nobedarî ji Kobanê û gulên Kobanê re kiriye.

Di romanê de dîno birayê şervanekî ye û her daîm çavên wî li rêya birayê wî ye.
Wî bi dildarî û wêrekî ji Kobanê re nobedarî kiriye.
Dîno bûye şahidê gelek bûyeran, dost, heval û hogirên wî ji aliyê çeteyan ve hatine qetilkirin.
Gurmîniya tanq û topên ku xaniyên kurdan bi serê wan de xeradikirin, hemû di mejiyê dîno de bûne teqîn.
Ji ber ku bi devê kesekî dîn hatiye nivîsandin roman hinekî tevlihev xuyaye. Ango beş bi beş neçûye, ku bi sernavan beş bi beş ji hev hatibûna veqetandin, tevliheviya ku hinekî xwendevan diwestand dê kêmtir bûya.
Heger ev roman bi devê jineke şervan an jî dayîkeke ku ji nobedaran re nobedarî kiriye hatiba nivîsandin dê bandorekî hîn bêtir li ser xwendevanan çêbikra.
Wek romana Rojhat, di vê romanê de jî ji aliyê rastnivî de hinek kêmasî hene.
Romana Nobedarên Gulên Kobanê bi pêşgotina hevalekê dest pê dike.
Wek xwendevanekê ez dibêjim di romanê de pêşgotin tunebe dê xweştir be.
Tevî şert û mercên giran ku nivîskar tê de ye jî, di hersê beşên wêjeyê de jî zimanekî têr û tije û bi pênûseke xurt û herikbar nivîsandiye.
Ji ber ku di şertên ewqas giran de ji wêjeya xwe re xizmetê dike û ev berhemên giranbuha bi me re parve dike em nivîskara xwe pîroz dikin. Pênûsa wê mîna Çemê Dîcle û Ferat herikbar be...


Gotinên miftehî :