Wey,wey

Wey

A+ A-




"Diyarî bo giştpirsiyê"

Wey dîroka bi ser wêva min dîtiye xweş Êva
Xwe bi nav kirye bi xweş navî ez niyas im bi wê va

Min gotiye li ser Êva ez naxwazim ji wê pêva
Hember rokê sed roke xwe lê girtî sed hêva

Ji çavan dertên xweş kanî min jî dil avêtî nêva
Kanî derbû av gurbû ez diçûme li ber wê va

Ji porê rindê daristan li hev pêçan ji berêva
Bîhna devê xwedêyo mestim girtîme pêva

Rûgeşya wê ji mêj ve mezintire ji pesnê va
Ma çi bêjim li ser bejnê ez serxweşê bejnêva

Ji min re gotî ez baxim min dest avêtî sêva
Ji min re gotî hingivim min lêv danî ser lêva

Ji ramîsankê têr nebûm got yek dîtir pêva
Ku hûn bêjin de ka bêj kiye tu mayî pêva?

Ne be hesanî bi nav dibe li ser rokê li ser hêva
La îlahe illa llah sed carî li himber dîtina wêva

Ji mêj ve nave xwe daye xak û ezman ji berêva
Wa gundîno û bajarîno cîhan geşe bi wêva
Hûn bi wêne bi navê wê ne yek bi yek an ji berêva

Navek min dî li dunyayê Kurdistan e li ser lêva
Wey welatê xweş welat çi xweş heye ji te pêva?

Duhok – 24-8-2017







Gotinên miftehî :