Werin pera, herin pera
Mirovekî ji ber kedera
Gotiye min wa xweş bira
Bo xatirê pêxembera
Tu dizanî bi egera
Diyarî bike ji wan dira
Çend gotina li ser pera
Min ji ber daye keram bera
Ez hejiyam ji xwe û me ra
Ez keniyam û di bera
Pûnijî mam lê bi awira
Min gotiyê bira bira
Tevî ev cih li sengera
Min xwe berda nav kesera
Min gotiyê de binera
Daxwaza te ser bivira
Diyar nabe bi sed deftera
Li min gotî de ha ji te ra
Vê gotina bi bawera
Werin pera herin pera
Çi li vira çi li wira
Bêjin pera bankin pera
bixun pera vexun pera
Razên pera rabin pera
Bigrin pera dagrin pera
Di ser te ra di bin te ra
Li ser rêya li ser pira
Li ser avê li ser gira
Li kunjika li ser bêndera
Li dervî mala li hundira
Li her demê li her dera
Ketî mejî wek agira
Ji her rexî li te dizîvira
Bê hedane bê oxira
Ew ne dûrî ji kensera
Li piraniyê van beşera
Yê bi pere bextewera
Di giyan de bûye xura
Ma wek pera heye bira?
Şêrîntirîn ji sed bira
Ji bav û dê û yên di bera
Diniya hemîi lê digera
Şêr bi pera dibe kera
Min bal kişand bi xebera:
Hovê mirov bû qeysera
Wek pilinga devdigera
Hevirmêşê dike çekura
Çi yê bi rûmet pê diafira
Ma bê pera didebira?
Pere ji welat şêrîntira
Pere ji can bi nirxtira
Eger tu bêjî ev çi vira
Fermo bike bide bera
Li ser mere û binya mera
bê çi bi pera dibhira
Bê kî bi pera ni le ser sera?
Pera pera sed wax pera
Bi hêza pera dem ji tera
Ger ziqûm be ew şekira
Ker û lal be ew dibira
Dibêjinê bijî ji te ra
Bi deng û deng û sîbera
Gotinên te zêrê zera
Ji hingivîn şîrîntira
Ji goştê pezz pir xweş tira
Ji tariyê re roniya çira
Lê yê zane ew ji çira
Xwedê daye ji bo şera
Bê bergale û bê cira
Bi gazine bi qirqira
Ziman xira giyan xira
Miriovekî pir qeşmera
Erzantir e û erzantira
Û erzantir e ji qundera
Dibêjinê ev çi zira?
Xwe bê deng ke ji ter çêtira
Ji xwediyê pera ne hembera
ew zanayê di ser xwera
lê tu dikevî li ser zixira
Em naxwazin van quncira
An bide xwe ji vir hera
An dê bidin ber kevira
Derxîn pera û berde ttira
Tu kes nabêje ji vir hera
Bajo pera banke pera
ji hemî tişta saxlemtira
Ew guleye ew kembera
Ew yaseya bi hêztira
Wey kurdino xuşk û bira
Ev çi rêyên dijî mera
De binêrin li van dera
Bi koletiya qeflê pera
Em nagihên tu jêdera
Duhok
Têbîn : ev nivîsîn bi navê helbestê ye, ku hatiye weşandin li ser xwesteka dostekî nêzîkî min, ku jê re dibêjin “birayetiyan" bi erebî “uxwanîyat", li gorî civaka meyî ber fireh.