
Wek Mar û Bûkemar

Sal, 1978 bû û demsal jî havîn bû. Mamoste Îsmaîl Beşîkçî hatibû Erxenî, li qehwexaneya Reşît Hosta di civata keç û xortên welatparêz de axaftin dikir. Di nav civatê de bi navê (navlêk) Dev-Genç Remo xortek hebû. Remo xwendevanekî dilawer, xortekî dilşêr bû. Lê jê re digotin hindikekî saf û kêm aqil e.
Dev- Genç Remo, çendekî ev gengeşîya guhdarî kir û paşve destê xwe bilind kir û ji Mamoste Beşîkçî pirsî:
“Birêz Bêşîkçî, ez lêborîna xwe dixwazim. Min di tevgera te de tiştekî şaşî dît û ez dixwazim bînim ziman. Tu bi eslê xwe Tirk î û ji bajarê Çorimê navçeya Îskilîpê yî. Lê ji bo Kurdan lêkolîn dikî û ji bo azadî û rizgarîya wan têkoşîn didî, gelo ma ev ne şaşî ye?”
Mamoste Beşîkçî piçek bişirî û bersiva Remo da û wiha got:
“Na xorto na, ne wek te ye. Ya min ne şaşî ye. Tu şaş difikirî. Tu jî ji navçeya Erxenî yî û xortekî Kurd î. Dê û bavê te Tirkî nizanin. Şaşî ev e ku tu bi vê Kurdîya xwe alîgirê nîjadperest û zordestan î û te li ba wan cîh girtîye. Ev wek çi ye tu dizanî? Wek di têkoşîna mar û bûkemaran de, bûkemareke din li cem mar cîh bigire û bûkemarê bifetisîne.”
Resul SERGEWRE 08.05.2017