1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. Taska Zêrîn Çîrokên Zarokan 5 Zelal û Taska zêrîn
Taska Zêrîn Çîrokên Zarokan 5  Zelal û Taska zêrîn,taska,zêrîn,çîrokên,zarokan,5,zelal,û,taska,zêrîn

Taska Zêrîn Çîrokên Zarokan 5 Zelal û Taska zêrîn

A+ A-

Zelal, Keçek pir delal bû. Delaliya ber dilê dayîka xwe bû.
Ji hevalên xwe pir hez dikir. Hevalên Zelalê jî ji wê pir hez dikirin. Loma jî, Zelal dixwest ku hertim bi hevalên xwe re be, bi wan re bilîze û qet ji wan neqete.
Rojekê, dem ji deman wexta ku Zelal ji dibistanê vegeriya û hat malê, dît ku diya wê digirî. Hat cem dayîka xwe. Xwe avêt hinbêza dayîkê û pirsî:

-Dayê tu ji bona çi digirî?
Çavên diya Zelalê ji girî tije hêsir bibûn. Li Zelalê Mêze kir. Destên xwe di ser porê zer û nermik re bir û anî. Kenogirî li keça xwe vegerand û got:
-Keça min, em nema karin li welatê xwe bijîn! Em mecbûrin herin welatekî din. Welatekî biyanî.
Wexta ku diya Zelalê ev tişt jê re got. Mala wan, bexçê wan, gul û beybûnên wan, kûçik û pisîka wê, hevalên wê, dibistana wê hat bîra wê. Ew jî kenogirî bû.
Ji dayîka xwe re got:
-Dayê ez naxwazim herim ji vir. Vir welatê min e. Ez dixwazim li welatê xwe bi hevalên xwe re bijîm. Naxwazim Kûçikê xwe, pisîka xwe, dibistana xwe û mamostê xwe li virê bihêlim.
Diya Zelalê bêçar bû. Hîn Zelal piçûk bû. Sebeba koçbariyê fêm nedikir!
Hew tenê ji Zelalê re got:
-Keça min, delaliya min, piçûka min, em mecbûrin herin...
Dîya Zelalê û bavê Zelalê amadekarîya koça xwe kirin. Bilêtên xwe birîn û hatin malê. Di tasewasek kûr de, bitirs û xemgîn bûn.
Roja bilêta wan hat û Zelal bi dê û bavê xwe re li balafirê suwar bûn, firiyan çûn welatekî dinê.
Zelal ji her tiştên xwe qetiya bû. Wek masiyekî ku tu wê ji nava ava bahrê derxînî, bê av bimîn e. Wilo bêçare bibû. Zimanê wan nizanî bû. Hevalên wê tinebûn. Ji pisîk û kûçikê xwe jî dûr ketibû!
Piştî demekê, diya wê, wê bir li dibistanê nivîsand. Roja destpêka dibitanê, diya Zelalê çentê wê amade kir û bi destê wê girt, bir dibistanê.
Hundurê dersxanê tijê zarokên renga reng bûn. Mamosta Zelalê bi destê wê girt, bir, li ser kursiyekê da rûniştandin. Dema ku mamosta wê dipeyivî, Zelalê tiştek jê fêm nedikir!
Zelal, diljikestî, hevalên xwe û mamostê xwe anî bîra xwe.
Çentê xwe vekir. Taska xwe ji çente xwe derxist, danî ber xwe. Bi zimanê xwe, di ber xwe de got:

-Tasikê taska zêrîn
Alîkarê min be
Ji min hez bike
Min li welatê min vegerîne

Tasikê taska zêrîn
Alîkarê min be
Ji min hez bike
Min li bexçê min vegerîn e

Tasikê taska zêrîn
Alîkarê min be
Ji min hez bike
Min li hevalên min vegerîne

Tasikê taska zêrîn
Alîkarê min be
Ji min hez bike
Pisîk û kûçikê min ji min re bîne

Mamosta Zelalê mêze kir ku Zelal di ber xwe de dipeyive û kûr û dûr çûye!
Hat cem wê. Rahişt taska destê Zelalê û di destê xwe de zîvirand û li kêleka Zelal rûnişt. Zelal hinbêz kir. Rûkê Zelalê maçî kir. Hezkirin û germiya xwe da Zelalê.
Zelal kêfxweş bû. Bi destê mamosta xwe girt û da rûkê xwe.
Taska zêrîn alîkariya Zelalê kir
Zelal û mamosta xwe bûn heval
Zelal hînbûna zimanekî din ji xwe re kir kar
Çîroka me ji we re bû bar

Cotmeh 2001
Şeyhmus Özzengin