Sê Kurd
Prof. Dr. Kadrî Yildirim, di Heftenameya Basê ya 1-8 Çile 2017 hejmara 1ê de, nivîsek bi navê “Şêx Evdilselam Barzanîyê II.” weşand. Kadrî Xoce, di heman heftenameya 9-15 Çile 2017 hejmara 2yan de, beşa duyem a vê nivîsê pêşkêşî xwendevanan kir. Dema ku mijar perwerdeha bi zimanê dayîkê, statu, îtîfaq bin, Şêx Evdilselam Barzanî wek kesayetîyek pir girîng der tê holê.
Yek ji sê kurdên ku dê di vê nivîsê de behsa wan bê kirin Şêx Evdilselam Barzanîyê (1868-1914) II. e. Kesê duyem Silêman Nazifê(1870-1927) parêzgerê Mûsilê yê ku Şêx Evdilselam Barzanî ji ber daxwazên netewî û tekoşîna wî ya netewî li Mûsilê ‘îdam kiriye. Kesê sêyem jî Sofî Evdila ye ku Şêx Evdilselam Barzanîyê ji Başûrê Kurdistanê ji ber zilmûzora dijmin reviyaye Rojhilatê Kurdistanê li mala xwe kiriye mêvan, dema pê hesiyaye ku kesê îxbara Barzanî bike, bide girtin dê bê xelat kirinê; wî îxbar dike û dide girtin. Ez ê hewil bidim ku di vê nivîsê de van pêwendîyan diyar bikim, şîrove bikim.
Şêx Evdilselam Barzanî kesek welatparêz e. Ew dizane ku mafê kurdan, yê ku ji kurdbûna wan tê û mafê wan ê netewî hatîye xesbkirin. Evdilselam Barzanî li hember milkîyeta xusûsîya ku li ser kesek, li ser malbatek kombibe ye. Di çarçoveya vê têgihîştinê de, parvekirina zevîyên li herêma Barzan di navbera cotkaran de pêk anî. Girtina qelen, zewicandina keçan ya bi zorê qedexe kir. Ji her gundî re mizgeftek da çêkirin, bikar anîna mizgeftan him wek cihê îbadet him wek meclîsa şêwrê pêk anî. Derfeta bikaranîna meclîsên şêwrê wek amûrên xwe birêvebirinê da gel.
Di dema Evdilselam Barzanî de, Xristiyanan, mafên xwe yên Xristiyanîyê, Cihûyan mafên xwe yên Mûsewîtîyê bi azadî bikar anîn. Evdilselam Barzanî her dem li hember fişara eşîrê kurdan li ser Suryanî, cihûyan, bû asteng. Polîtîkayek parêzvanê Aşûrî-Suryanî, Cihûyan şopand. Li bajarên kurdan ên wek Amêdîye, Akra, Duhok, Zaxo, Şengalê hewil da ku polîtîkayek ku ‘edaleta civakî li ber çavan digire bisepîne.
Evdilselam Barzanî, bo di nava kurdan de îtîfaqê saz bike û bi pêş bixe, xebatên pir mezin kir. Bo ku hemû eşîretê kurdan beşdariya artêşa kurd bikin pir xebitî.
Bo bi destxistina mafê kurdan di nava eşîran de, xebat da destpêkirin. Di encama van xebatan de, di sala 1907an de, daxwaznameyek ku mafê kurdan dixwest bo Babê ‘Alî şand. Ev daxwaznameya ku gelek eşîran îmze kiribû, li Duhokê, li mala Şêx Nûr Mihemedê Birîfkanî hat amadekirin. Ji vê hêlê ve ji vê daxwaznameyê re Wesîqeya Duhokê tê gotin. Ev daxwaznameya 7 madeyî wiha ye:
1. Pejirandina zimanê kurdî li navçeyên wek Amêdiye, Akra, Duhok, Zaxo, Şengalê wek zimanê fermî.
2. Perwerdekirina bi zimanê kurdî
3. Kesên ku bo qeza, nahîye û midûrîyên dî bêne tayînkirin divê ji nava kurdan û kesên kurdî dizanin bêne hilbijartin,
4. Hevahengîya biryarên têne girtin, hukmên têne dayîn bi ‘edaleta Îslamê re
5. Li ber çavan girtina Şafi’îtiya kurdan
6. Bacên ku ji kurdan dê bêne girtin li gor hiqûqa ku Îslamê te’yîn kiriye bin
7. Bacên ku dê ji kurdan bê komkirin, di serî de li ser çêkirina rêyan û pêwîstiyên pênc navçeyên kurdan bê serfkirin...
Ev daxwaz, Padîşah Evdilhemîdê II., Babê ‘Alî, Îtîhadvanan pir nerihet kirin. Di 1908an de Evdilhemîd ji post hat dûrxistin. Îtîhavanan, dest danî ser serwerîyê. Salek paşê, Îtîhadvanan, ji Evdilselam Barzanî re, ji kurdan re şer vekirin.
Di salên 1909, 1910an de li herêma Barzan, li Başûr, şerên mezin çêbûn. Ev şer di salên peyre de jî dewam kirin. Bi tayînbûna Silêman Nazif bo parêzgerîya Mûsilê, di 1913an de, şer gurtir bû. Parêzger Silêman Nazif, bo desteserkirina Şêx Evdilselam Barzanî û tepeserkirina hereketa netewî derfetên leşkerî zêdekir. Bo girtina Evdilselam Barzanî xelat danî. Xelatên mezin ên madî û manewî bo kesên ku Evdilselam Barzanî bigire û teslîmê dewletê bike we’id kir.
Piştî şerek ku di Adara 1914an de, dest pê kir Evdilselam Barzanî û beşek ji şervanan derbasê Îranê bûn, xwe avêtin cem kurdên Şikakî. Bû mêvanê Sofî Evdila jî. Di vê demê de Sofî Evdila pê hesîya ku kî Evdilselam Barzanî bigire teslîmê dewletê bike dê xelatên pir mezin ên madî bigire. Evdilselam Barzanî û pêşmergeyên ku wî diparastin ji dewletê re îxbar kir. Bi vê îxbarê Evdilselam Barzanî û sê pêşmergeên ku dixewde ne, tên girtin. Evdilselam Barzanî û sê Pêşmerge di ser Wanê re, bi rêya Diyarbekirê, vediguhêzin Mûsilê. Û radestê parêzger Silêman Nazif têne kirin. Di pêvajoya dadgehek sêwrandî de hukmê îdamê bo Evdilselam Barzanî û sê pêşmergeyan hat dayîn. Di demeke kurt de ev çar welatparêzên kurd li Mûsilê hatin îdam kirin. Di wê demê de, birayê wî Şêx Ehmed 18 salî, birayê piçûk Mele Mistefa Barzanî 11 salî bû. Mistefa Barzanî îdama kekê xwe şopandibû.
Veguhaztina Zanînên Civakî: Xwendingeh, malbat, jîngeh…
Pir ji nêzîk ve pêwendîya helwestên pir cuda ya sê kurdan yên li hember kêşeya kurd/Kurdistanê bi perwedeyê re heye. Perwerde xwedî taybetîyek dîyarkere di mijara kurd mayîn, xwe mayîna kurdan de. Divê nirxandina perwerdeyê ne tenê di çarçoveya perwerdeya xwendingehê de be. Helbet perwerdeya xwendingehê pir girîng e lê, malbat, kolan, rayagiştî, çapemenî û hwd. jî di şikilgirtina perwerdeyê de xwedî rol in.
Di nivîsa ‘Pêşmergetî Nirxek Payebilind e’ de behsa Teha Yasîn Remezanê (1938-2007) cîgirê Sedam Husênî hatibû kirin. Hatıbü kırpandın ku Teha Yasîn Remezan jî kurd e, lê di Enfalê û jenosayda kurdan de cîgirek pir girîng ê Sedam Husênî ye. Dema ku fermanberek piçûk e beşdarîya wî ya Partîya Baesê, perwerdeya sîyasî û leşkerî ku di Partîya Baesê de digire, wî dike kesek dijî kurd, dijminê kurdan.
Heman gotin dikarin bo Silêman Nazif jî bêne gotin. Perwedegirtina wî di xwendingehên Osmanî de, nêzîkbûna wî ya Îtîhad û Teraqîyê, xwedî erkbûna wî di nava Îtîhad û Teraqîyê de, bûne hêmanên ku dijîtiya wî ya kurd/Kurdistanê dîyarkirine. Bi tevî ku Silêman Nazif, kurd e, kesek e ku dibêje “ez ji heft bavên xwe de tirk im”.
Kurd mayîna Şêx Evdilselam Barzanî, hişmendîya wî ya ku mafên wî, mafên civata wî hatine xesbkirinê, ji nêzîk ve bi perwerdebûna wî ya li Medreseya Barzan re eleqedar e. Tê zanîn ku medrese xwendingeha kurdan e. Tê kirpandin ku Medereseya Barzan xwendingehek e, ne tekyayek e.
Em darizandina Şêx Seîdî (1865-1925) û rêhevalên wî bînin bîra xwe. Di heyeta dadgehê de, dadgerek bi navê Ali Saip Ursavaş (1885-1939) hebû. Ew jî kurdek bû. Kurdek Rewandizî. Kurdek ku perwerdeya xwe ya leşkerî, li Stenbolê di Akademîya Leşkerîya Osmanî de girtibû. Bêguman, kesek pir nêzîkê Jon Tirkan, Îtîhadvanan, paşê jî yê Kemalîstan bû. Dadgerek ku ji dervayê dadgehê bi çûna girtîgehê di hevdîtinê de ji Şêx Seîd re dibêje, ger tu bibêjî “em bo anîna şerî’etê ketin tevgerê” bi sezayek piçûk rizgarbûna te pêkan e…” bi vî awayî hewil dide ku wî bixapîne. Dadgerek ku dibêje “ger tu wek gotina min tevbigerî, piştî demek kurt em ê li Xinisê berxan bibirêşin…” Li dor 1925an, tê zanîn ku raperîna kurdan bo raya Rojavayî propagandayek bişiklê wek bo şerî’etê, bo raya hundir jî bişiklê bo Kurdistanê ye tê kirin.
Ali Saip Ursavaş jî ji xwe re digot “ez kurd im”. Lê ji bo wî kurdbûn, ji hûrgilîyek folklorîk pê ve netişkî bû.
Dema ku şerên Osmanî-kurd/Kurdistanê bê rojevê, divê medrese cuda cuda bêne nirxandin. Dîyar e ku her kesê li medreseyên Kurdistanê perwede dîtî, ne pêwîst e bibe welatperwer. Belbî, Sofî Evdila jî li medreseyek perwerde dîtibe. Lê perwedeya ku wî dîtîye nikaribiye kurdmayîna wî, wek xwe bûna wî, hişmendîya ku mafên wî hatine xesbkirinê, tekoşînkirina wî ya bo Kurdistanê pêk bîne.
Medreseya Barzan di vê mijarê de xwedî taybetîyek balkêş e. Tekoşîna bo mafê kurdan, tekoşîna netewî bi Evdilselam Barzanîyê duyem dest pê kiriye. Lê, di serdema Mihemmed Barzanîyê (m. 1902) bavê Evdilselam Barzanî û Evdilselam Barzanîyê (m. 1872) yekem ê kalê wî de Barzanî, di mijarên xwe birêvebirina kurdan, bacê de, her dem bi rêveberîya Osmanî re di nava pevçûnê de bûne. Tê dîyarkirin ku Evdilselam Barzanî îcazeta xwe jî ji Mewlana Xalidê (1779-1827) damezrînerê Neqşibendîtîyê li Kurdistanê girtîye. Tekoşîna kurdîtîyê ya ku bi Evdilselam Barzanîyê duyem dest pê kiriye, di serdemên birayên wî yên piçûk Şêx Ehmed (1896-1969) û Mele Mistefa Barzanî (1903-1979) de û di serdemên piştî wan de jî domandîye. Îro jî didomîne.
Ji nava sedsala 19. bi şûn de, rêveberîya Osmanî dest bi midaxeleya medreseyên kurdan kiriye. Ev pêvajoyek e ku bi sazbûna îdareya navendî ya rêveberîya Osmanî, bi hilweşîna mîrîtîyên kurdan re bi pêşketîye. Medreseyên kurdan ên di serdema mîrîtîyê de û medreseyên di serdema şêxîtîyê de ji hev pir cuda ne. Bêguman medreseyên serdema mîrîtîyê bêtir kurdî ne. Li medreseyan dersên wek Qur’an, Hedîs, Fiqih, Kelam, Felsefeya Îslamê, Mentiq, Eqaîd, erebî, farisî bêne xwendin jî zimanê perwedeyê kurdî ye. Dersên zimanê kurdî, wêjeya kurdî jî heme. Pirtûka Şakir Epözdemirî, Medreseyên Kurdî (Weşanên Nûbihar, Gulan 2015, 159 r. ) xebateke bi rûmet a vê mijarê ye. Bo xebatek dî ya li ser medreseyan bnr. Dr. Serdar Şengul, Halidi Nakşibendilik ve Medreselerde İlim Anlayışının Dönüşümü, Kıyam ve Kıtal Osmanlı’dan Cumhuriyete Devletin İnşası ve Kolektif Şiddet, içinde amadekar, Ümit Kurt, Güney Çetin, WeşanênTürk Tarih Vakfı, Nîsan 2015 r. 321-360)
Dikare pergala perwerdeya ku li jor derbas bû, di serdema şêxîtîyê de jî bi awayek domandibe. Lê di pêvajoya ku mîrîtî tê hilweşîn û li cihê wê otorîteya navendî li Kurdistanê hêz girt de, şêxan jî dest bi pêwendî danîn bi otorîteya navendî ve kirin. Destpêkirina rolek karîger girtina şêxan di pêkanîna meşrû’îyeta erka sîyasîya dewletê de, piştgirîkirina madî ji şêxên ku bi dewletê re, bi erka sîyasî re hevkarî kirine, bi xwe re lewazkirina taybetîyên kurdî anîye. Di serdema navendîbûnê de, li cem medreseyên saziyên perwerdeya klasîk, vebûna xwendingehên ku saziyên perwerdeya modern in jî di van xwendingehan de bi tirkî bûna perwerdeyê, mecbûrîbûna tirkî, hewildana zêdekirina vanan li Kurdistanê jî ruhê kurdî yê li medreseyan lewaz kiriye.
Hêzgirtina Şêxan, ji nêzîk ve bi kêşeya ermenî re pêwendîdar e. Di 1891an de sazbûna Alayên Hemîdîye jî di serî de bi vê kêşeyê re eleqedar e. Piştî van deman, serokê eşîrê kurdan ên wek Kor Husên Paşa li Patnosê, Mistefa Paşa li Cizîrê, Îbrahîm Paşa li Wêranşarê, Hecî Mûsa Beg li Mûşê rolek mezin di xesbkirina malê ermenîyan de, di kuştina berxwedêran de leyîstine. Ev pêvajoya ku bi Tanzîmatê, bi Fermana Islahatê dest pê kiribû bi Alayên Hamîdîye re xurttir kûrtir bûye. Di vê serdemê de şêxîtî veguherîye sazîyek ku fetwaya talankirina malê ermenîyan dide, dibêje kuştina kesên li ber vê rabin minasibê hiqûqa Îslamê ye. Bi van fetwayan şêxan hewil daye ku van xesban, cînayetan meşrû’ bikin. Bi pargirtina ji van xesban ji hêla aborî ve jî bihêz bûne. Yek ji xebatên ku vê rewşê pir baş vedibêje jî ya Armenouhie Kevonianî ye, Gülizar’ın Kara Düğünü Bir Kürd Beyi tarafından Kaçırılan Ermeni Kızın Gerçek Hikayesi, (Weşangerîya Arasê, Werger Aslı Türker, Ece Erbay, Çapa 2., Stenbol, Aralık 2015) Ev pirtûk bi awayek balkêş rola şêxan a di vê pêvajoya ku çawa ‘edaleta Îslamê li hember nemisilmanan dixebite de tîne ziman. Eşîreta Reşkotan eşîretek kurd e bi ermenîyên li dora xwe re pêwendîyên normal bi pêş xistîye. Tê dîtin ku eşîreta Reşkotan beşdarîya Alayên Hemîdîye nekiriye.
Ez dizanim ku ev dîtin ji alîyê hinek kurdan ve bi bertek têne pêşwazîkirin. Divê her dem rexneya azad esas be. Divê xwedîyê rexneyan hewil bidin ku ramanên xwe bi palpiştîya dîyardeyî deynin holê. Kesên ku van bertekan nîşandidin bêyî ku ji van ramanan re ti rexne bînin, bes, dilmayîn û hêrsê dîyarkirina wan, gotina wan a ramanên wiha jî hene, nerast e.
Tekoşînên Rizgarîya Netewî û Dîn
Rawestîna li ser fonksîyon û bikar anîna dînê di tekoşînên rizgarîya netewî de, mijareke girîng e. Wekmînak, di tekoşîna netewî ya Cezayîrê ya 1954-1961an de, dîn xwedî fonksîyonek antî-emperyalîst, anti-kolonyalîst bûye. Bo tekoşîna netewî ya tirk a di nava 1919-1922yan de jî heman tişt dikarin bêne gotin. Di vê tekoşînê de, rizgarkirin, parastina padîşah, xelîfetî, seltenat, dîn, Misilmantîyê bûye dirûşmeyek girîng. Bi kombûna gel li dora van dirûşmeyan, li hember hêzên biyanî hatine birêxistin. Lê di tekoşîna netewî ya kurdan de rewş pir cuda ye. Di vê tekoşînê de, daxwazên netewî yên kurdan, wekmînak daxwazên wan ên li ser zimanê kurdî, her dem hewil hatiye dayîn ku bi bikaranîna dîn, bi bikaranîna Misilmantîyê bêne tepeserkirin. Dîn, di tepeserkirina vê tekoşînê de, rolek karîger leyîstîye. Biratîya Îslamê, biratîya umetê, bo astengkirina sepandina van daxwazan hatine bikaranîn.
Dema dînê dewleta ku zilmûzorê dike û dînê gelê ku bi zilmûzorê re, bi dagirkerîyê re rû bi rû maye cuda be, fonksîyonek wiha erênî ya dîn heye. Lê ku dînê dewleta fişarê dike û yê gelê mezlûm yek be, bikaranîna dîn dikare pir cuda be. Rewşa ku kurd li Îranê, Iraqê, Sûriyeyê, Tirkiyeyê dijîn ev e. Kurd li van hemû beşan di binê fişara dewletên Misilman de ne.
Ji vê hêlê ve, tekoşîna netewî ya gelê Bengalê yê Misilman ku li hember Dewleta Pakistanê ya Misilman daye, dîyardeyek balkêş e. Di vê tekoşînî de, di 1950yan de, li hember pêşkêşa daxwazên netewî yên gelê Bengalê, dewleta Pakistanê, ronakbîrên Pakistanî, bi awayê “em Misilman in, daxwazên we li hember biratîya Îslamê ye, li hember biratîya umetê ye…” bertek nîşan dan. Gelê Bengalê yê Misilman jî bi gotina “em nebira ne, we welatê me dagir kir, zimanê me qedexe kir, biratîya wiha nabe…” bi derketina li hember vê zînîyetê biîsrar, bûne şopînerên daxwazên xwe yên netewî. Li hember Dewleta Pakistanê ya Misilman, vê helwesta gelê Bengalê yê Misilman pir girîng e. Têgehên wek biratîya Îslamê, biratîya umetê, her dem kurdan xapandîye. Lê nikaribîye gelê Bengalê bixapîne.
Lêkolînek pir bi rûmet a Cemal Temelî bi navê Ji Mondrosê ta Lozanê Kurd, 1918-1923, Salên Xapandin û Şaşbûna Kurdan heye. Di vê lêkolînê de, Celal Xoce, ‘erebên wek Şêx Ehmed Sûnûsî (1873-1933) Ûceym Sedûn Paşa (1887-1960), di binê navê parastina xîlafetê, seltenatê, dînê, Misilmantîyê de, çawa beşdarîya tekoşîna netewî ya tirk kirine tê vegotin. Mustafa Kemal bi taybetî pir girîngî daye mijara xebatên li Kurdistanê ya van şêxê ereban. Ev şêxê ereban, bi lidarxistaina gerên li Kurdistanê hewil dane ku di van mijaran de li ser gel bandor çê bikin. Celal Temel, piştî nirxandina bi navê Du Şêêxên Ereb, di binê sernava Du Kurdan de, Bedîuzeman (1878-1960) û Ziya Gokalp (1876-1924) jî lê dikole. Divê Bedîuzeman wek Seîdê berê û Seîdê nû cuda cuda bê nirxandin. Seîdê berê kurd e. Wek Seîdê Kurdî tê bîranîn. Seîdê nû, wek Seîdê Nûrsî tê bîranîn. Nêzîkî dewletê ye. Werçerxa wî, dîroka rizgarbûna wî ya ji dîlîtîya li Rûsyayê vegera Stenbolê ye. Ev li nava sala 1918an rast tê.
Bedîuzeman di dema tekoşîna netewî ya kurdan de, dema ji wî jî alîkarî hatiye xwestin, gotiye “Tirk Misilman in. Ji Misilmanîyê re pir xizmet kirine, em gule bernadin tirkan…”. Seîdê nû her dem li hember jenosayda ku rêveberîya tirk a Misilman li Kurdistanê li ser gelê kurd ê Misilman pêk anîye bêdeng maye.
Seîdê nû, Seîdê Nûrsî, vê helwestê bi gotina “êdî ez bi sîyasetê re meşxûl nabim, min bi tevayî xwe daye dîn” şîrove dike. Di eslê xwe de, ev helwesta meyldarê dewletê jî bi wateyek tam sîyasetek e. Dr. Serdar Şengul, di lêkolîna xwe xwe ya bi rûmet ku li jorê derbas bû de, behsa cudahîyek bi awayê şêxên ku xwe bi tevayî dane dîn bi îlîmê re meşxûl in û şêxên bi sîyasetê re meşxûl in dike. Tê kirpandin ku kesên bi tevayê xwe dane dîn, dev ji kurdîtîya xwe bi tevayî berdane, ji kurdîtîyê direvin, sîyasetek alîkarê dewletê dişopînin. Helbukî ji nêzîk ve tê zanîn ku heman derdor, çawa piştgirîya tekoşîna Misilmanên Filistînî, Misilmanên Bosnayî dikin.
Dîsa tê zanîn ku heman derdor di salên 1970yan de çawa mîna dewletê ku li dijî têkoşîna gelê Bengalê bûne, pişta Dewleta Pakistanê girtine, parêzvanên neteweyî yên Bengal wek bi keleşi û anarşîstiyê sûcdar kirine.
Di lêkolîna Celal Temel de, ji axaftinên cur bi cur ên Wekîlê Bedlîsê Yusuf Ziya (1852-1925), Wekîlê Dêrsimê Hesen Xeyrî (1881-1925) mînak tên dayîn. Di van axaftinan de aşkere ye ku ji pergala perwerdehiyê ya Osmanî-Tirkan û ferasetê îslamê ya Îtîhad Teraqîyê bi bandor bûne.
Di lêkolîna Celal Xoce de behsa rewşa Wekîlê Dêrsimê Diyap Axa (1852-1932) Wekîlê Diyarbekirê Zulfî Tîgrel (1876-1940), Wekîlê Mûşê Hecî Îlyas Samî (1882-1932) jî tê kirin. Behsa axaftinên Muzaffer Demir (1953-2007) ê di salên 1990an de ji Partiya Gelperwer Sosyal Demokrat wekîliya Mûşê dikir jî dike.
Bi qinyata min ev xebata hêja dê di demeke nêz de ji aliye weşanên WÎBê ve were çap kirin û bigihîje ber deste xwendevanan.
Serdema Komarê
Tê diyar kirin ku di serdema Komarê de girtina medreseyên kurdan û şoreşa elfabeyê bi bişavtina kurdan re ji nêz ve eleqedar e. Hem wateya girtina medreseyan hem jî şoreşa elfabeyê tê destnîşan kirin ku ji bo kurd û tirkan pir cihê ye. Di vê prosesê de elfabeyeke nû dane kurdan. Eynî kategori, anku dibistana tirkan, elfabeya tirkan li ser kurdan jî ferz kirine.
Em wiha bifikirin. Bi avabûna Komarê re, kurdî tê qedexe kirin. Medreseyên kurdî yên perwerdehiyê didin, tên qedexe kirin. Tevî van qedexeyan hewl tê dayîn ku arşîvên eleqedarê kurdan tev bên tune kirin. Bo mînak: dest pê dikin kovar û rojnameyên kurdî yên di çaryekê sedsala 20an de hatine weşandin ji pirtûkxaneyên dewletê dineqînin û îmha dikin. Jêbirina şopên di der heqê zimanê kurdan de dibe polîtikayeke sistematîk. Ronakbîrên kurd ên ku bikarin ji nifşên nû yên behsa van, vê rewşê bikin an di pevçûnan de hatine tune kirin, an firar in an jî li derveyê welat in.
Di nêvengeke wiha de, bi şiklê ku kurd bi eslê xwe tirk in, kurdî tune ye dewlet dest bi propagandayê dike. Bi ya min rast e ku mirov bibêje ev propaganda bi du awayî bi pêş ve hatiye birin. Kurd tên înkar kirin û tune hesibandin. Ev tê wê wateyê ku kurd ne ‘ên din’ in jî. Tê gotin ku Berzan jî ‘’hoveber’ e, zimanê ku jê re kurdî tê gotin 30 peyvên wî jî nîn in…’’ Wisa dibêjin û bi vî awayî piçûk kêmî xwe dibinin. Lê di heman wextî de. Tirkîti û zimanê bi tirkî tê pirole kirin, pesnê wan tê dayîn. Di toreke wiha ya pêwendiyan de, guhertina elfabeyê, guhertina dibistanê tê çi wateyê? Di atmosfereke wiha de, em bibêjin di salên 1930î de kurdekî ku dest bi perwerdehiyê dike li dibistanê rastî çi tê, çi hîn dike? Ferqa rewşê ya li malê û dibistanê dê çawa bandorê li zarokên kurd bike? Ji aliye pedagojik ve divê lêkolîn bê kirin.
Li jor hatibû diyar kirin ku Medreseya Berzanan di gihandina kurdên welatperwer de xwedî rolekî girîng e. Di vê çarçoveyê de baş e ku mirov li ser rewşa perwerdehiyê ya Şêx Evdilqadir (1851-1925) Emîn Elî Bedirxan (1851-1926) zarokên wî, Simko, 1857-1930), Şêx Seîd (1865-1925) Şêx Mahmûd Berzencî, (1878-1956) Qazî Mihemed (1900-1947) hûr bibe baş e. Ev lekolîn dê zanyariyên me yên di der heqê kurd û Kurdistanê de zede bike.
Emîn Elî Bedirxan kurdekî welatperwer e. Zarokên xwe jî bi vî awayî mezin kirine. Zarokên xwe ne di dibistanên Osmaniyan de lê hewl daye ku bi perwerdehiya taybet mezin bike. Di 1864an de Hecî Qadirê Koyî (1817-1897) li Koyê hin helbestên ku pê şêxên kurdan rexne dike nivisîne. Ji ber van rexneya şêxan biryarê kuştina Hecî Qadirê Koyî daye. Li ser vê yeke Hecî Qadirê Koyî terka Koyê kiriye û hatiye Stenbolê. Hecî Qadirê Koyî li Stenbolê bi Bedirxaniyan re maye. Heval û hogirê Emîn Elî Bedirxan û Ebdulrezaq Bedirxan e. Mamosteyê taybet ê Sureya Bedirxan (1883-1938) e jî.
Di der heqê Şêx Seîd de mirov tiştekî wiha bibêje baş e. Pirsgirêka kurdan bi ya ermenan re ji nêz ve eleqedar e. Bi ya min Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên di sala 1925an de hatin daliqandin li dijî zexta li ser ermenan, koçberkirina wan û talan kirina malên ermen-suryaniyan bûne. Lê di dema liberxwedana Şêx Seîd de gava ku mirov li birekî girîng ê şêx, serokên eşîran ên destekê nedane liberxwedanê û hevkariya dewletê kirine dinihêre, mirov dikare bibêje ku ev kes di 1915an de û paşê, tevlî zext û zordariyan li ermenan hatine kirine bûne û di talan kirina malên ermen û suryanan de pareke wan a mezin he ye. Li bal birên cur bi cur ên Kurdistanê, kes û malbatan test kirina vê fikrê baş e. Dê ev yek zanyariyên me zêde bike. Di vê babetê de bergê yekemîn û duyemîn ên xebata İbrahim Sediyani, Bi Aliyên Xwe Tevî Qiyama Şêx Seîd girîng e. (Weşanên Şurayê, Stenbol 2014 748 rûpel.
Îro zarokên kurd, bo nimûne, di saziyên hemdem ên Başûr de, bi teknîka hemdem tên perwerde kirin. Lê, rabirdû bê zanîn û neyê ji bîr kirin baş e.
Mele Evdilah Begik (1897-1992)
Di Hezirana 1971an de, ez sewqê Girtîgeha Eskerî ya Fermandariya Rêveberiya Awarte ya Diyarbekirê hatibûm kirin. Li vir min gelek û kesan hev û du nas kir. Di nav van de ên ku ji Hezoyê jî hatibûn hebûn. Ev heval pir welatperwer bûn. Ev kes mele, mamosta, şagirt û esnaf bûn. Digotin ku wan di medreseya Mele Evdilahê Xerzî (Evdilah Begik) a Timoq/Hezoyê perwerde dîtine. Mele Evdilahê Xerzî di nava kesên ji Doza DDKOyê ya Hezoyê dihat darizandin bû.
Hevalên ku ji Farqîn û Hezoyê hatibûn behsa bûyereke wiha kiribûn. Ocaxên Keleporê yên Şoreşger ên Rojhilat, di 10ê çileyê 1971ê de li Hezoyê hatibû vekirin. Ev DDKOya dawiyê ye. Di 12ê adara 1971an de artêşê muxtira da hikûmetê.
Di dema vekirina DDKOyê ya li Hezoyê (10ê çileyê 1971ê) de Mele Evdilah li Begikê xeberdanek kiriye. Ev xeberdan di biryarê bi boneya (Nimreya Esas 1972/34, Nimreya Biryarê 1972/44) wiha tê dayîn: ‘’Ne bi tirkî xîtabê xelkê kir’’. (Rûpelê 477an) Di dema vê axaftinê de, qeymeqamê ku lê guhdarî dike pir aciz dibe û dike ku şeqamê li Mele Evdilahê Xerzî bixe. Ji wê boneyê qelebalixê bertek daye vê yeke. Him nehiştine şeqamê lê bixe him ji meşiyane qeymeqamiyê…Dostê me yê rehmetî Mahmût Yeşîl, ji salên 1960i pê de him bûyerên ku li Farqinê qewimîne him jî yên ku li Hezoyê geşe dabûn çend caran gotibû.
Ez vî qeymeqamî, ji Fakulteya Zanyariyên Siyasî, ji Mulkiyeyê nas dikim. Hevalê min ê polê bû. (1958-1962)
Mele Evdilahê Xerzî di salên 1980yî de destek da gêrîla jî. Hingê mal û medreseya wî ya li Timoqê hat şewitandin û hilweşandin. Hewldayîna jêbirina şopên kes û saziyên welatperwer dibe helwesteke girîng a dewletê. Mele Evdila terka Timoqê, ya Hezoyê kir, pêş xwe gihand Rojhilat piştre Başûr û ji wir jî gihîşt Geliyê Bekayê yê li Libnanê. Li vir ew û rêberê PKKe Abdullah Ocalan jî hev û du dibinin. Mele Evdilahê Xerzî hem di salên 1960î û hem jî paşê, di roja me ya îroyîn de jî, alîmekî nadir ê dîn bû.