1. Tekst

  2. Helbest

  3. Brahîm Mehmûd
  4. Slav bo te kekê Ferhad
Slav bo te kekê Ferhad,slav,bo,te,kekê,ferhad

Slav bo te kekê Ferhad

A+ A-

Ji her qad
Ji Hewlêr, ji Qamişlo, ji Amed û ta Mehabad
Ja warê Hûriya û Mîtan, ji xaka Mad
Slav bo te kekê Ferhad
Ji gorê rabe ser xwe
Weku tu bi navî bid xwe
Bi helbesta xweyî azad
Were vir ve
Bi canê şad
Gavê rad
Belê Ferhad
Tu xweş kur bû
Ku helbesta teyî xweşnav
Xweda nasîn bi navê te
Dibû xweş bav Dibû xaweş yad
Kekê Ferhad kekê Ferhad
Dibêjin ev çiye helbest
Dibînin ku dibe xweş dad
Kekê bi xweş nav
Kekê her gav
Ez im xemgîn
Tu ye dilşad
Belê sed car
Sibê û êvar
Slav bo te bijî Ferhad
** **
Slav bo te ji ber derdan
Ku navê te bi wan dîwan
Ku canê te xwe day kad
Ji hêla rewşekê can da
Ji layê êşêkê banda
Ku derdora teyî bê can
Tigote te bibe binyad
Ez im bê ez dibînim bin welatek tête kolan
Bîyanîne ne xêr lê ew in ku dijminê xwe bi xwe
Ew in ekrad
Ku bext kurd ba tu yê sax ba
Ziman dax in bi navê ku diguhêzin
Belê Ferhad

Kesî gotî ji te re sehke xwe bid alî
Te da ber bêjinê yê ku te kir serrad
Eger gurd bin
Ewe merd bin
Li gel navê xweyî şêrzad
Ni guncir bin
Ne bê cirbin
Ne dûrî milletê dilar
Ne gur bin kurdinê bê zar
Dibînin zad
Bi cavê te dibînim zêwekî jardar
Xwe lê digre bi navê niştiman perwer
Belê ha ji ter
Nerîna min
Li ser tariya şeva kurdan
Kesên ku dilberînin man
De bid xwe hey kekê Ferhad
Gelo kînga bibin serdem
Bibin azad?
Nîşe: "Bo çilrojiya xwedî navê bilind , helbestavanê hêja Ferhad Icmo”
Duhok


Gotinên miftehî :