Sefera Hindistanê - 8
Bi hatina nava bajêr ra, peykerên kesên navdar, avahîyên hukumatê, ku piranîya
wan di dema kolonyalîzmê da hatine çêkirin, bîhna desthilatdarîyê li pozê meriv
dixist. Yanî 100 km li bakûrê rojavayê bajarê Gwaliorê ye. Gwalior jî paytexta
eyaleta Madiyah Pradeşê ye. Piştê ku em gera xwe ya vî bajarî temam bikin, em
dê derbasê Gwaliorê bibin. Wê derê bibînin û ji wir jî herin Agrayê.
Piranîya xelkê Yansîyê bi zimanê hindî û urdûyî dipeyivin. Ev der Mîna hemû Hindistanê pirrengîya xwe parastîye. Hema bêjin hemû mabedên bawerîyan li vî bajarî hene. Li ba olên hindî, budist, musilman, kiristîyan, yainisî ra ola sîxî û mabedên wê jî lê hene.
Bajar ji salên 1206 heta 1526 di bin desthilatdarîya kolefiroşên îslam a sultanat Delhîyê da û ji salên 1526 heta 1705 di bin dagirkerîya Moxulan da meye.
Ev bajar herhal ji ber ku ewqas rastê dagirkerîyê hatîye, li dijê dagirkerîya Brîtanyayê yekem serhildan jî ji vî bajarî dest pê kirîye di sala 1857 an
da, di pêşengîya Ranîyê Yansîyî da.
Piştê ku me gera xwe ya nava bajêr temam kir, em çûne kelaya bajêr a ku di
dema xanedanîya Chandelasê da hatîye avakirin. Mîna hemû koşk û kelayên
bakûrê Hindistanê, kelaya Yansîyê jî bi kevirên sor ava bûye. Di avahîyên
hundurê kelayê da kevirên reş jî hatine bikaranîn. Di van kelayan da ên ku herî
meriv xemgîn dikirin, harem û zindanên wan bûn, ku di dema sultan û xanên
musilmanan da hatibûn çêkirin. Di yekê da carîyeyên benîyên seksê, di ya din
da kole û leşkerên benîyên şer, dihatin zindankirin.
Piştê gera kelayê, Paragamî em kom kirin û me berê xwe da stasyona trênê ya bi navê Railway. Ez gelekî bi heyecan bûm.
Ez ê yekemîn car li trênên Hindistanê siwar bim, ku heta banên wan jî ji qerebalixê tije meriv in. Em nêzîkê stasyonê bûn, xeberek ji Paragamî ra hat, ku trên 4 saet texîr bûye. Em jî çûn otêleke nêzîkê stasyonê û me li wir bêhnek veda, fotoyan kişand, heta dema hatina trênê. Piştê 3,5 bêhndanê em hatin stasyonê.
Li gorî bajarê Yansîyê, stasyon bi 15 xetên xwe va gelek mezin bû. Derûdor,
hundurê wê bi hezeran meriv tije bûn. Ji ber ku ev stasyon girêdanê bi her alîyên Hindistanê ra çêdike, pir qerebalix bû.
Trênên kevn diçûn û dihatin. Em gihîştin perona xwe. Tansîyona min jî piçek bilind bubû ji heyecan û qerebalixê. Cî tinebû ku meriv rûnişta. Min jî hema li zemînê stasyonê cîyekî ji xwe ra peyda kir, çenteya xwe da bin milê xwe û xwe dirêj kir. Hansî mîna ku li erdê zêrekî dîtibe şeq ha şeq fotoyên min dikişand. Em li benda trênê ne, ku were. Tawilê trên hat em lê siwar bûn. Korîdor, kompartimanên wê hemû tije bûn. Baş bû ku Paragamî di vagonekê da cîyê me rezerve kiribû. Yan na em dê li banê trênê biçûna. Tabî me yê nikaribûya xwe li banê bigirta. Bayê dê her yek ji me bi alîyekî da bifiranda. De îcar bihata kêfa xweş! Qareqara firoşkeran bû, xwarin, vexwarinên xwe difirotin tê da. Ev dîmen hinekî trênên salên 60 an ên Kurdistanê anîn bîra min. Ew jî bû nostaljîyekê xweş ji bo min.
Gwalior
Piştê saet û nîv rê, me xwe gîhand bajarê Gwaliorê. Niştecîyên Gwaliorê mîlyon
û sed hezar in, bi tevê gelek mabed û kelayên xwe va Gwalior paytexta herêma
Madîhya Paradeşê ye. Dema trêna me li stasyonê rawestîya, ji ber ku em pir
westî bûn, me yekser berê xwe da otêlê. Odeyên me gelek fireh û hewadar bûn.
Klîma baş dixebitîn. Heta sibe min xewa xwe baş kir. Sibe piştê taştêyeke
dewlemend a hindî, me berê xwe da gera nava bajêr. Şofêr û mûawênê wî dîsa bi
me ra bûn. Em dê gera xwe ya mayî, bi otobosê temam bikin. Gwalior ji Delhîyê
340 û ji Agrayê 120 kîlomêtro dûr e. Bajar ji sala 1021 dema Mehmûdê Gazneyî
heta sala 1725 an di bin dagirkerîya îslamê da maye. Paşê dagirkerîya Îngilistanê
dest pê kirîye, heta sala 1948 an serxwebûna Hindistanê. Piştê serxwebûnê jî,
bûye paytexta Madiha Pradeşê. Mîna Yansîyê li vir jî her cûre ziman, ol û mabed
hene. Ji sedî 95 hîndî ne. Ên din jî ji olên din in.
Bi ser pêçana xwe ya taybet, endamên ola sîxî jî gelek hebûn li Gwalîorê. Piştê em ji otêlê derketin min jî egalê sîxî da serê xwe. Êgalên wan 5-6 mêtro dirêj in. Egalekî yêdek ê şofêrê me hebû. Şofor û muawên bi hev ra wê egalê li serê min pêçan. Heta Agrayê, rojekê ez bûme "sîx". Hetta yek ji racayê wan. Ji bo rojekê derketim "kasta jorîn".
Ola sîxî piştê Îsa di sedsala 15 an da li bakûrê Hindistanê ji alîyê Guru Nana Dev
hatîye damezirandin. Îro li hemû cîhanê 28 mîlyon bawermendê xwe hene. Ji sedî
95 hindî ne. Bi tekane xwedayîyê bawer dikin. Guru bi wateya „mamosta“, sîx jî
bi wateya „şagirt“ e. Navê sembola wê Khanda ye. Mabeda wan a mezin a zêrîn
li bajarê Amrîstarê ye.
Cîyên herî navdar a Gwaliorê peykerên Yaîn-Tîrthankaras in. Peyker di sedsalên
7. Û 15 an da di nava zinaran da hatine qewirandin û telaştin. Rûyên wan dişibin
ên Budayî. Hin ji van paykeran tazî ne. Peykerê herî mezin yê Fîshaba ye û 18
mêtro bilind e. Yên din jî wisa bi hunerî hatine tiraşkirin. Dema min li ew nihêrîn peykerên fîrewinên Misirê hatin bîra min.
Mixabin ev peyker bi fermana Babûrê xanê Moxûl hatine rûxandin, paşê dîsa ji nû va hatine temîrkirin, mîna orjînalên wan. Di nava bajarî da jî derîyê kelayê, seraya Man-Singh, mabedên hindî Telîka-Mandir û Şaş-Bahû, navdar in û bi resenîya mîmarîya hindî hatine çêkirin. Em yekûyek li hemûyan gerîyan û bi saya agahdarîyên Paragramî me ew ji nêzîk va nas kirin. Her wisa 25 km li derdorên bajêr jî gelek mabed, kela û serayên dîrokî hene. Lê mixabin ji ber nehatibûn programkirin em neçûne wan deran.
Agra
Êvara ku em ji Gwalîorê derdiketin taverojê dar û ber û xwezayê bi rengekî sifirîn boyax kiribû. Li ser rêya Agrayê gelek kanîyên mermerê hene. Ji alîyê kevirê mermerê va dewlemendtirîn cîyê Hindistanê, navbera Gwalior û Agrayê ye. Tac Mahala navdar a li Agrayê jî bi van mermeran çêkirine. Li her du alîyên rê atolyeyên mermerê rêz dibin. Toz û xubara ku ji wan atolyeyan radibe, mîna berfê li ser pelên daran û zevîyan dibare. Wisa jî berhemdarîya wan dixesîne. Heyfa wê xwezaya berhemdar ku di bin toz û xwelîya mermerê da dirize. Baş e, baranên musonê hene, ku zevî û dar dikarin xwe bişon, ji wê qirêjîya xwelîya mermerê.
Geh rêya şose ya bi kortik û teqûreq, geh bi otobanên nûçêkirî, piştê çend saet şûnda me xwe gîhand Agrayê. Otoban jî ji ber ku bi pere ne, wesayît li ber turnîkeyan rêz dibûn. Carina ev rêz pir dirêj dibûn. Wesaît bi saetan radiwestîyan. Di vê rawestandinê da, heke di wesayîtan da klîma tinebe û meriv hînê germê nebe, di demeke kin da meriv diçe bihuşta keran.
Bajarê Agrayê, li gorî standarên Hindistanê bajarekî paqij û pak e. Bi zêdetirî mîlyon û heftsed hezar niştecîyên xwe va bajarekî mezin ê eyaleta Utar Pradeşa Hindistanê ye. 220 km li alîyê rojavayê başûrê Delhîyê ye. Çemê Yamûna bi çandinîyeke bereket vî bajarî xelat kirîye. Ji ber vê yekê dagirker bûne belayê serê vî bajarî. Kurt û kurmancî, di vê cîhana fêmkor da dewlemendî û delalî belaya serê mirov in.
Piştê ku me li otêlê hinekî bêhn veda, Em derketin gera nava bajêr. Bi mizgeft, kela û serayên xwe va şopên dagirkerîya îslamê, bi her awayî dixuyên li vî bajarî. Olên hindî bi hemû terîqet û mabedên xwe va îro ola herî berfireh a vî bajarî ne.
Derengîya êvarê hewa ku piçek hênik bû, em çûn serdana kelaya sor. Ew di sala 1565 an da di dema sultanê Moxul Akbarî da hatîye çêkirin. Agra di heman demê da, ji sala 1526 heta 1701 an payteta Moxulên musilman bûye. Hukumdarên bi navên, Babûr, Humayûn, Akbar, Cîhangîr, Şah Yahan û Ayuran Gezeb li pey hev bûne sultanên vî paytextê. Akbar kevirên sor ji Racaistanê daye anîn û vê kelayê ji bo xofîya hukumê xwe nîşan bide ava kirîye. Dîwana sultan, haremên carîyeyan, qişleyên leşkeran, li jorê bircên zerevanan, li jêrê zîndanên dîlan, gelek beş û avahî di vê kelayê da cî digirin.
Textê razanê yê Akbarê tirsonek li ser çar lingan û bilind hatîye avakirin. Binê wê vekirî bûye, daku kes xwe tê da veneşêre û bi şev, bi xencerekî jahrîn wî zalimê nekûje. Êh desthilatdarî tirsonek e jî..
Li alîyê pişt di hewşîyekê da, li ser erdê kevirekî glover hebû. Sultan Akbarî, dîl û dijberên xwe li ser vê kevirê dirêj dikir û di binê lingên fîlan da dida perçiqandin. Bi xwe jî bi zewqekî mezin, li dil û hinavên teqyayî û li serên perçiqî mêze dikir.
Li Agrayê bi gelek mabedên hindî ra, mabeda Hanuman, xwedayê meymûn jî heye. Em di ber yek ji wan ra derbas bûn çûn otêlê.
Ji ber ku ew êvar girtîbû em nekarîn biçûna hundurê mabeda Hanuman efendîyî. Ji xwe her roj nevekirî ye, mîna mabedên olên din, ku meriv zirt û pirt herîyê. Bawermendên hanûmanîyê, meymûnê wek ajaleke pîroz dihebînin. Ev Hanûman mîna wersîyonekî Sindra û Îndira sembola jîrî û berhemdarîyê ye, li ba Hîndîyan.
Ziman, kultur, rengên jîyanê ne tê da Ewqas ol û bawerî henê li Hindistanê qet yek jî ji bo paşeroja mirovahîyê pênc pere nekirine, nakin. Ne zanebûn, ne jî xwebawerîyekê dane mirovan. Bi idolojî û ferzên xwe ser û derûnîya însên miçiqandine ev bawerî û oline. Însan çiqas miçiqî û tefîyaye, kîsikên dewlet û dewlemendan jî ewqas di ser ra rijîyaye. Li vir zirara herî mezin jî gihîştîye jin û zarokan. Bi mîlyonan zarokên parsek ên çopxaneyan. Ji wan bi hezeran her sal dimirin ji birçî û nexweşîyê. Zarokên ku nema dikarin xewnan jî dibînin, ji xeynê travma û kabosan.
Hed û hesab êdî nemaye ji jinên, heta keçên biçûk ên ku rastê destdirêjîyê û tecawûzê tên li kolanên Hindistanê. Jin li bajaran newêrin siwarê wesayîtekê bibin ji tirsa tecawûzê. Heta jinan li Delhî û Bambeyê şîrketên texsî û motosiklêtan ku şofêrên wan tenê jin in, damezirandine, ji tirsa tecawûzê.
Hemû tecawûzkar hêza xwe ji ol û desthilatdarîyê digirin. Ol mêrkanî ye.
Tecawûz jî.. Jixwe ne pêwîst e behsa welatên îslam bikim. Jin tine! Mirîye li wan welatan. Tenê sîyeke reş mîna gerînokê digere li şûna wê. Pir vekirî bêjim; nikarim tolerant bim li hember vê ola îslamê, ku bi sedan salane, hemû derûnîya mirovan rûxandîye li welatê min jî. Kirasekî genî û rizyayî li wan kirîye û wan ji dilqê mirovan derxistîye. Lêwma hîn jî benî ne.
Didome