Sefera Hindistanê - 5
Ji balafirxaneyê, em hatin otêlê. Otêl li gorî standardên bajêr paqij bû. Piştê bêhnvedan û şîvê, rêberê me ji me ra çar tuktuk kirê kirin. Em du û du lê siwar bûn û di nava wê qerebalixa bajêr û tirafîkê da em li navenda bajêr peya bûn. Ew şev festîvaleke hindî hebû. Nêzîkê dused hezar mirov, hin peya, hin li ser fîl û qamyonên xemilandî, hin jî bi bisiqlêt û motosiklêtan, dimeşîyan.
Kortêja meşê û kolan ewqas qerebalix bûn, ku santim bi santim dimeşîyan. Di wê hengameyê da bêhn li min çikîya bû. Min texmîn nedikir, ku ez ê karibim xwe bigihînim qeraxê Ganjê. Paragamî, ji bo ku em ji hev veneqetin û winda nebin, baloneke mor bilind kiribû. Me jî wê balonê dişopand û em diçûn. Enwayê çeşîd reng, deng û muzîk tevlihev bibûn. Mîna parçeyeke mozayîk ji Hindistanê. Kesên li ser erebeyan hin ji wan bi mask, hin ji wan bi rûyên boyaxkirî, gul û gulavan li ser xelkê direşandin. Çêlek, mirov, erebe, tuktuk, motorsiqlêt, pê li guhên hev dikirin. Ha we dît meymûnekê/î ji ser banekê, yan jî ji têlekê va xwe diavêt nava çopên li ser kolanê. Ev ajalên sempatîk, car jî ji fêkîyên li ser tableyan hebekî direvandin û dîsa xwe kil dikirin jorê. Ev dîmen bandoreke gelek xweşik li ser min çêdikirin.
Kolana ku biqasê kîlomêtroyekê bû, me ew di du saetan da temam kir. Ew êvar cejineke ayînî hebû li qeraxê Ganjê. Bi sedhezaran kes rûhên xwe teslîmê Ganjê kiribûn. Bi medîtasyoneke girseyî duayan dikirin. Qerebalixa nav bajêr li vir vegerîyabû aramîyeke abadîn. Ewqas meriv û bêdengî? Mirov, tenê bi derûnîya xwe ra dipeyivîn. Li pilatformeke bilind a qeraxê çêm, sofîyên hindî bi enstûrmanên hindî sitranên ayînî disitrîyan. Ez di nava baxçeya rengan da winda bibûm.
Dema ez bi pêlikan daketim ber qeraxê çemê, jineke gulfiroş gulek da min û deqeke sor li nivî enîya min da. Êdî ez jî bibûm „hecîyekî hindî.“ Bi deh hezaran mirov di nava kelekên bêjimar ên li ser Ganjê rûniştibûn. Wisa ku heta nivîke çêm, av nedixuya ji kelekan. Findên di nava qutîkan da li ser pêlên qirêj, lê nazik ên Ganjê li ba dibûn. Agirê findan ên biqasê hejmara mirovan ronahîyeke pîrozwer dabû rûyê Ganjê. Av, agir û mirov hemû bi hev ra di nav medîtasyonê da bûn. Dem rawestîya bû.
Ev dîyaloga derûnî, hesinî jî nerm dikir. Sadu(sofî) û feqîrên hindî nîveke tazî, li her du kêlekên rêya ku diçû ber Ganjê, bêdeng mîna peykeran rûniştibûn. Bi hev ra jî nedipeyîn, adeta katibûne transê. Sadu ji bo parsê lava nakin, mîna li welatên din. Li ber her yekî ji wan tasikekê, tê da findek vêxistî heye. Kesê ku di ber wan ra derbas bibe, wek peywireke ayînî pere davê wan tasikan, yan jî xwarin û vexwarinekê datîne pêşîya wan, daku ew merivên çerm û hestî ji birçîna nemirin.
Westîyam. Min li ser pêlikan ji xwe ra cîyek dît û ez rûniştim. Meriv heta ber Ganjê here, nekeve medîtasyonê nabe helbet! Min çavên xwe girtin û noqê derûnîya xwe bûm. Çiqas dem borî nizanim. Bi dengê zarokekî 6-7 salî verqilîm.
„Baba baba rûpî!“ Zarokekî di nava kiresekî diryayî da, qemer mîna qelînek, di nava toz û xubarê da, bi ling û lêvên terikî, destê xwe yê biçûçik vekirîye pere dixweze. Bi keneke mîna rojê biriqî û bi wan awirên çavên xwe yên reşik û xweşik, kûrayîya bîbikin min dihelîne. Dibe erdhejek medîtasyona min dihejîne. Penc ewro dixim nava destên wî û di binê wan tilîkên wî yên biçûçik da vedişêrim, daku winda meke pereyê xwe.
Ew ji şabûna dibe kevok difire. Xwîna min xwe ji rehan berdide erdê. Ez li cîyê xwe dibim hişkedarekî. Awirên xwe nikarim jê vegerînim. Çend mêtro bi dûr dikeve, destên xwe vedike lê dinihêre, careke din kulma xwe hişk digire. Ji nişkeva paşva vedigere, bi revê xwe davêje hemêza min. Ramûsanekê datînim ser enîya wî ya bi toz û pîroz. Mîna ku min dûmanekê hemêz kiribe, ji hemêza min hildikişe hêdî hêdî di nava qerebalixê da winda dibe. Kêlîya ku tarî ew daqurtand, hêstirkên min mîna birînekê derbûyî ez rihet kirim.
Derengîya êvarê em dîsa li tuktukan siwar bûn, çûn otêlê. Sibe êvarê em dê ji Varanasîyê ber bi rojavayê welêt da biçin. Hîn rojek me maye li vê bajarê „pîroz“, qirêj û birçî. Ewqas jî rengîn.
Ew şev sîya wî zarokê qemer tim bi min ra bû. Li çar alîyên Hindistanê, li vê parzemînê bi mîlyonan zarokên qelandî, tazî, bircî û li hatina xwe ya dinyayê poşman! Îcar hemû cîhanê bînin berçavên xwe! Nemaze ew welatên şer lê heye, dê hejmareke erjeng derkeve holê.. Bi tevê vir û derewên UNCEFê ra.
Paragamî, beyanî zu saet di 04 an da em ji xewê şîyar kirin, ji bo ku em herin li qeraxê Ganjê li hilbûna rojê temaşe bikin. Em hatin cîyê, ku do êvarê em hatibûnê. Hindî ji wan platatformên bilind ên bi pêlik ra dibêjin; "ghat." 4-5 ghatên mezin hene. Mîna Manikarnîka Ghat, Dachaswamedh Ghat û Tulsî Ghat. Bi tevê avahî û mabedan rêz dibin di navbera bajêr û Ganjê da. Nêzîkê du hezar mabed hene li Varanasîyê. Ji vana ya herî mezin Kacî Vicwanath e û ji bo xwedayê hindî Şiva hatiye çêkirin.
Şîva: Di nava xwedayên hûrûmûr ên hîndî da herî girîng ev e. Şîva yanê peyv û rêçikên dilşayîyê. Başî, dirustî, saxlemî, aramîya derûnî yên di kultura hîndî da, hemû di kesayeta vê xwedayê da hatine tomarkirin. Wek sembola medîtasyonê jî tê pejirandin. Ji „allahê“ musilmanan zêdetir, 1008 navên wî hene. Mîna Stotra-Mahadeva (xwedayê mezin), Nataraya (xwedayê dansê), Bhairava (xwedayê xirabîyê), Nîlakantha (x. qirikşîn; mîtolojîya deryaya şîrê) Pashupatî (zanayê hemû tiştî), Rudra (dirinde), Vishwanatha (xwedayê hemû tiştî) ûwd.. Ev ol di salên 100- 250 p.Î li bakûrê Hindistanê derketîye holê. Di dirêjîya sed salan da gîhaye hezar reng û awayê. Şîva şopînerê feylezofîya brahmanî ye. Peyvên pîroz(ayet) ên brahmanî Vaden in. Navê roja cejna vê olê Shîvaratî ye.
Dema em ji Ghat Manikarnîkayê bi pêlêkan daketin ber Ganjê roj hîn hilnebibû. Bi xortê kelekvan ra em yazdeh kes li kelekê siwar bûn. Xortê kelekvan yekî sempatîk û jar bû. Bi qasê wê jarbûna xwe jî, bi bêrikên destên xwe wê keleka ku bi giranîya me bibû 700 kîlo, bêwestan dikişand. Bû qirçeqirça kelekê bi rê ket. Paragamî aghîyên li ser Ganj û Varanasîyê bi me ra par vedikir. Em di ber çar Ghatayan ra derbas bûn. Roj jî hêdî hêdî li ser Ganjê mîna derxûneke agirî bilind dibû. Avahîyên Varanasîyê yên li qeraxê Ganjê bi rengê porteqalî vemalîbû.
Jin, mêr, zarok xwe di ava „pîroz“ a Ganjê da dişûştin. Hin ji wan bi tena derpê yoga û medîtasyonê dikirin. Hin kes kefenên mirîyan bi ava „pîroz“ dişûştin û li bin tavê radixistin ku ziwa be û mirîyan lê bipêçin, dayînin ser qûçên êzingan û bişewitînin. Hin ji wan êzingan quç dikirin ji bo şewatê. Mirov, çêlek, meymûn, enwayê jîyanwer tev bi hev ra rojê pêşwazî dikirin.
Min ji Paragam ra got: „Binihêr Paragam, wesîyeta min li te, heke ecelê min hat ez li vir mirim, divê tu min neşînî Almanyayê. Min bişewitîne, xwelîya min li Ganjê bireşîne! Meraq meke perê min heye, ji bo heqê şewatê. „Paragamî bi henek li min vegerand: „Nabe! Divê tu pêşî findekî vêxî û daynî ser Ganjê, paşê..“Min jî hema findekî di nav gulê da ji xortê kelekvan kirî, vêxist û danî ser ava Ganjê û şewitandina xwe garantî kir. Em hemû bi vê jesta min dilxweş bûn.
Niha ez bi çavên rojê li Ganjê dinihêrim. Ganj bi 2600 km. dirêjayîya xwe duyemîn rûbarê dirêj ê Hindistanê ye. Di heman demê da navê xwedayeke hindî ye. Ku hindî jê ra dibêjin kanîya jîyanê, dayîka Ganga. Ganja ku ji qontarên Everestê dertê zelalîya xwe winda dike heta digihîje Varanasîyê. Ji vir jî heta bendava Bengalî çiqas çop, ava kanalîzasyon, jehrên fabrîqeyan û qirêjîya hecîyên Hîndîyan hene diherikîne. Rengekî şîlo, bîhneke genî Ganjê herimandîye. Qaşo Hindî li vir xwe paqij dikin. Berevacî di vê avê da hem xwe û hem jî avê qirêj dikin.
Gera me ya „efsûnî“ ya li ser Ganjê saet û nîvekê ajot. Li cîyê ku em li kelekê siwar bibûn, peya bûn û hêdî hêdî hilkişîyan jor nav bajêr. Girên çopan bi tevê rêxên çêlekan kolanan tije kiribûn.
Çêlekên reben hingî van çopan xwaribûn jar û nexweş bibûn. Hezret dema ji alîyekê kolanê derbasê alîyekî din bûbaya, divê hemû wesayît bi hurmet rawestîyana.
Kabloyên hemû elektrîk û têlefonan li derva bûn. Bi hezeran kablo dadiketin jêr. Nayê zanîn ka heta niha çend kes li van kabloyên elektrîkê ketine û mirine. Mirov li ser kolanê li ber derîyan, hin ji wan vekirî, hin ji wan di bin batanîyekê da radizan. Ku nelivîyana, kî ji wan hîn zindî bû, nedihat zanîn. Ên ku şîyar bibûn, bi ava ku ji Ganjê bi kûzikan anîbûn, yan jî li ber kanîyekî ku ava wê zirav mîna ben diherikî xwe dişûştin. Qaşo beyanî bû, bajar dîsa jî pir qerebalix bû. Heta ku me xwe gîhand otobosê bîhn li me çikîya.
Saet di 11 an da em hatin Otêlê. Taştê, xwe şûştin felan, saet bû 13. Piştê vê sefera medîtasyonal a Varanasîyê, em derketin ser rêya bajarê "Allahabadê." Berîya ku em ji Varanasîyê derkevin, li kêleka bajêr em çûn bazara hevrîşîmê. Hevrîşîma sedemê ku Markopoloyî heta Çînê bi rê vekir ji bo bazira Venedîgê.
Li atolyeya bazarê 10-15 kes dixebitîn. Glokên hevrişimê li ser dezgehên tevnê çawa dibûn, qumaş, şal û poşî, me ji nêzîk va temaşe lê kir. Karkeran hem pirsên ku me ji wan dikir, dibersivandin û hem jî destên wan mîna maşîne dixebitîn. Di cm²yê da çendîn hezar helboq girê didan? Hemû kar bi destan çêdibûn. Qumaş û poşîyên hevrişimî yên rengareng ku çavên meriv diqurçimandin, li ser hev di refan da rêz bibûn. Mîna her derê karker kêm qezenc dikirin, bazirgan pir. Ev yasaya bazarê ji bo karkerên li Hindistanê di jêrtirîn radeyê da ye. Ew hevrîşîma ku xewn û xeyalên me nerm dike. Bi keda wan karkeran çêdibe.
Di her helboqê da xeyalekî wan veşartî ye. De îcar hesab bikin di mêtroyek qumaşekî da bi mîlyonan xeyalên fetisî.
Eynî mîna xalîçeçêkerên kurdî, îranî ûwd.. Her yek ji me ji wê bazarê çend şal û îşlik kirîn. Kêfa bazirganê xwedîyê atolyeyê pir hat. Destên xwe mizdida, her dixwest çend hebên din jî bifiroşe. Me xwe reverev jê xilas kir û me tawilê xwe gîhande otobosê.
Didome