Sefera Hindistanê - 4
Sefera Hindistanê - 4
Tuktuk her carê li ser wan kort û çalên rê kildibû û dadiket, dil û hinavên me dianîn xarê. Em peya biçûna, sed car ji wê siwarîyê çêtir bû.
Hans di destan da maşîne şeqûşeq fotoyan dikişîne. Min jî hewl da çend heban bikişînim, lê ji tengayî û qerebalixê nedikarîm bizivirim. Heta em ji wê çarşîyê derketin, du saet derbas bûn, ku bi pêyan meriv dikarîya di nîv saetan da temam bike. Piranîya kolanên bajarên mezin ên Hindstanê wiha halê mahşerî ne.
Gandîcî
Piştê ku em ji wê dojeha qerebalixê derketin, min xwest nefesekî kûr bikişînim. Nafîle! Hewaya qirêj a Delhîyê bînê li min çikand. Bikarim vê seferê saxlem temam bikim, lotto ye.
Dema em hatin ber otobosê, rêberê me got: „Em dê niha biçin serdana monumenta Mahatma Gandîyî.“ Heyecanekê bi min girt. Tawilê em dê herin ser tirba bavê Hindistanê, ku tê da bûye xwelî. Bapu Gandîyê ku bi aramî û ramanên xwe yên aştîyane, mîlyarek însan li dijê dagirkerîya Îngilîzan rakir serhildanê û di demeke kin da vê parzemîna mezin gîhande serxwebûnê. Wisa jî bû sembola qencî û azadîyê li hamû cîhanê. Hindî ji hezkirinê jê ra dibêjin bapu (bavo)Gandîcî. Ev mirovê ku ewqas tê hezkirin, mixabin bi destê fanatîkekî Hindî hat kuştin. Ew fanatîkên serêşên mirovahîyê.!
Gandî 2. cotmeh 1869 an li herêma Guyaratê hatîye cîhanê, Di çileya 1948 an da li Delhîyê jîyana xwe ji dest daye. Gandî li Îngilistanê huquq xwendîye. Ji bo gelê xwe ji dagirkerîyê rizgar bike, pêşî hatîye Afrîkaya başûr û ji wir jî çûye Hindistanê. Li wir şoreşa serxwebûna Histanê daye destpêkirin û heta serkeftinê şoreşê temam kirîye. Ew xwedîyê gelek pisporî û taybetmendîyan bû. Mîna şoreşgerîya pasîfîst, ramyar, feylezof, popîlîst, mamostayê sinc û moralê. Monumenta Gandî li Delhîya Nû ye. Delhîya Nû li başûrê Delhîya Kevin di salên 1911an de di dema dagirkerîya Îngilîzan da, bi mîmarîya Ewropayî hatîye avakirin. Koşkên sor, ên mister û missan, ekselansan û sahîb-mahîban felan, baregehên leşkerî, avahîyên walîyên kolonyal, parlamento, ku îro hemû avahîyên dewleta Hinistanê ne, li Delhîya Nû ne. Şênîya Delhîyê bi der û dorên xwe va 26 mîlyon e. Piştê Bombey duyemîn bajarê mezin ê Hindistanê ye. Delhî yek ji metropolên mezin ê cîhanê ye.
Monûmenta Gandî di nava baxceyeke mezin da, tije bi gul û gulustan hatîye çêkirin. Zahf lê hatîye. Ev baxçe di heman demê da mûzexaneya Gandîyî ye. Nivîsên wî, berçavika wî ya ku sembola Hindistanê ye, kopalê wî kiras û derpêyên wî yên spî ûwd. di vê mûzexaneyê da tên parastin.
Gora wî pir sade ye. Ji mermerê û çargoşe ye. Dema hatim ber monumentê min bejna xwe bi rêzdarî li ber vî merivê hurik û mezin tewand. Kesên ku angaşte kirine û dikin dibêjin: „Em serok û rêberên Kurdistanê ne.“ Hatin bîra min. Çiqas ji hev dûr. Bi dehen „serok“ û „rêber“ derketin, kurdan wan wek „pêxember“ heband, dihebîne. Encam Kurd sedan sal in, hêjî benî, Kurdistan hêjî wêraneyeke bênav e. Gandîyek derket di nava du-sê salan da welatekî deh car mezintir ji Kurdistanê rizgar kir. Niha hun dê bêjin; „Ma Îngiliz û dagirkerên Kurdistanê mîna hev in? Berevacî. Di bin dagirkerîya Îngilizan da heke meriv bikare çend sal bijî, di bin dagirkerîya tirk, ereb û farisan da nikare rojekê bijî!“
Rojbûna Gandî 02. cotmehê, cejna neteweyî ye li Hindistanê. Di vê rojê da bi sedhezaran meriv diherikin baxçeya mûzexaneyê. Hindî ji vê derê ra dibêjin Gandî Smriti. Dema em ji mûzexaneyê vegerîyan, min çîroka belgesel-fîlma Gandîyî ku di sala 1982 an da ji alîyê Richard Attenboroughî va bi serkeftin hatibû kişandin, ji Paragamî ra vegot. Ev fîlm ji alîyê Oskarê va bi heşt xelatan hatîye xelatkirin. Dîsa ev fîlm di dawîya salên 1990 an da bi kurdî hat wergerandin. Dublaja dengê Ganîyî jî min xwendibû di fîlmê da. Çiqas tê bîra min bi vê rola xwe şa dibim. Paragam jî bi min ra kêfxweşbû û rêzdarîyeke mezin nîşanê min da, bi vegotina çîrokê. Ev fîlm di wan salan da di MED TVyê da jî hatibû nîşandan, ku ew têlevîzyon têkilîya wî niha bi kurdî ra nema ye.
Piştê ku me xatirê xwe ji Gandîcî xwest, îcar me berê xwe da navenda bajarê nû. Cîyê ku parlamento, koşka serokdewlet (berê ya walîyê kolonyalîst bû), avahîyên hukumatê felan. Yanê meydana desthilatdarîyê. "Lûtkeya" dewlet, rêveberî, zext û zorê. Ji ber metirsîya hêrîşên terorîst ên rêxistinên îslamê, gera der û dorên avahîyan hatibû qedexekirin. Baş bû, ku em neçûn. Mîna mabedên olên hêrîşkar, ez hez ji avahîyên dewletê jî nakim. Em bi otobosê ji meydanê derbas bûn, hatin ber India Gate.
India Gate, monument e. Di sala 1921 an da, ji bo bîranîna 90.000 leşkerên hindî ku ji bo berjewendîyên Îngilistanê di yekemîn şerê cîhanê da hatibûn kuştin, hatîye çêkirin. Teqlîta Arc de Triomphe ya Parisê ye. I. Gate 42 m. bilind e. Ji kevirên pûk ên sor di nava baxçeyeke mezin da hatîye çêkirin. Bi hezaran xort û zarokan li her du alîyên rê li ser table û erebeyên biçûk, xwarin û vexwarinên hindî difrotin. Artêşeke kermêş jî li ser wan xwarin û vexwarinan danîbû. Ew xwarin her çiqas bala mirov bikişînin jî ji gemarî û qirêjayîyê meriv nikare bikire û bixwe. Yên Delhîyê dîsa hinek îdare dikirin. Xwarin û vexwarinên bajarên din hîn gemartir bûn. Lê Hîndî ne xema wan bûn, dixwarin wan xwarinên seyar. An na mîlyarekî mirov zikê xwe dê çawa têr bike?
Dema ez li ber wan tableyan digerîyam, Hans bi panîk ber bi min da hat, got „Eman! Gisela winda bûye!“ Em çûn ba otobosê. Giselayê malnişîn hîn nehatibû. Humû grub em li benda wê man. Paşê me dît, belqitî kulek û kulek ber bi me va tê. Hansî gotê, „Keçê tu li kuderê mayî?“ Gîselayê, got „di nava vê qerebalêxê da min we û xwe jî winda kiribû, lê digerîyam.“ Ev jî yek ji tîpîk henekên almanî bû, di wê sefera me da. Em kenîyan û bi hev ra em çûn meydana Connaughtê.
Li Wir saeta rojê bi navê Yantar Mantar heye. Me ew dît. Di nava darên palmeyan da hatîye avakirin. Ji alîyê racayê herêma Yaipurê yê bi navê Yai Singihê II. va, di sala 1725 an da hatîye çêkirin. Ji ber sîya li ser pêlikên vê qaîdeyê, meriv dikare saet û demên rojê tam nas bike. Her wisa tevgerên astrolojîk jî.
Ber bi êvarê me berê xwe da mabeda ola hindî Akshardahm-Guyartîyê. Ev mabed bi mîmarîya kevn û ya nû hatîye avakirin. Mabedeke mezin a bi kompleks e. Avahîyên wê li ser erdekî 360.000 m² ava bûye. 3000 mîmar, endezyar, hosta, 7000 hunermend, bêku heq û pereyekî werbigirin, ji dil tê da kar kirine. Gelek avahîyên hunerê, salonên konferans, sînema û pêşengehan di kompleksê da cî digirin. Akshardahm-Guyartî wek mezintirîn mabeda ola hindî ye li cîhanê. Avahî di sala 2005 an da temam bûye. Mabed, bi van taynetmendîyên xwe va di pirtûka rekor a Guinnessê da jî cîyê xwe girtîye.
Piştê gereke biwest û xweş, em derengîya êvarê vegerîyan otêlê. Ji ber qirêjîya hewaya bajêr, piştê her gerê divê meriv hema here serşokê xwe bişo, berê ku tiştekî din bike. Ji şansê min ra ew şev li otêlê deweteke hindî jî hebû. Min jî îşlikê xwe yê gulgulî mîna yê Hîndîyan li xwe kir û çûm dawetê. Min silavekî hîndî da wan û çûm li ber maseyekê rûniştim. Her çiqas rengê min hinek gewrik bûbe jî, zêde ne xerîb bûm ji wan ra. Gelek qedrê min girtin. Salon adeta deryaya rengan bû. Nemaze cilên xaniman ku awa bi awa dibiriqîyan û ewqas jî li wan hatibû. Hela muzîka hindî, ez mest kirim.
Ew şev ji wan şevên min a nadîre bû. Bêku şîyar bim, heta sibeyê razam. Sibe zû piştê taştêyeke bi têra xwe hindî, me li pey Paragamî berê xwe da balafirxaneya Indira Gandîyê. Ji wir em ê bifirin qeraxê çemê pîroz Ganjê. Em ê biçin Vatîkana Hindî û Budîstan Varanasîyê. Ku dîtina wî ji mêj va xeyala min bû. Pêleke heyecanê ez girtim, heta em siwarê balafirê bûn.
Bajarê "pîroz" û bêban Varanasî
Piştê seatek û nîv şûnda em gihîştin Varanasîyê. Dema balafir li Varanasîyê danî hewa daneser 32 pîle bû, herçiqas meh adar bû jî. Hewa toz û dûman û erd deryaya çopê bû. Varanasî li eyaleta Uttar Pradeşê ye. Mîlyon û nîv mirov dihewîne. Yek ji bajarên herî feqîr ê Hindistanê ye. Ji sedî 70 niştecîyên bajêr bêban in. Yanê li vir pirsgirêka kirêya xênî, heqê av û elektirîkê tine.
Xelq li ser kolanan, li qerexê Ganjê di nav çop û xubarê da dijî. Di binê telîs û çarşefekê da radizên. Pir caran ew jî tine. Ne nexweşxane, ne doktor heye ji bo feqîran. Hezret çêlêk ji wan binirxtir in.
Hindî mirîyên xwe, dibin li qeraxê Ganjê li ser qûçên êzingan dişewitînin û xwelîyên wan davêjin ava Ganjê. Heke tam neşewitin, carinan parçeyên hestîyan jî bi avê ra diherikin.