Sefera Hindistanê 3
Min çavên xwe girtin û ramîyam. Xwezî cûdahî û çînayetî tineba. Her kes bikarîya li her derê rûnişta û rêwîtîyê bikira. Wisa jî min xwezîya xwe bi trênên Hindistanê anî, ku heta dev tije ne û heta ser banên wan jî. Qeza çêdibin, lê xem nake! Qenebe cûdayî tineye li ser banên trênên Hindistanê.
Nîv saet şûnda tişta jê ditirsîyam hat. Tansîyona min bilind bû, her çû derket jor. Xwîn ji pêçî heta serî dikele. Bîhn li min diçike. Min bangê hostesê kir. Rewşa xwe jê ra got û jê aleta tansîyonpîverê û qeşayê xwest. Wê li rûyê min nihêrî, nexweşîya min fêm kir û çû xwestekên min hema anîn. Min tansîyonê pîva, 185 lêdixe. Bi alîkarîya hostesê min qeşayê xist nav destmalekê danî ser enîya xwe, cenîkên xwe, ku zutirîn dem sar bin û tansîyon bikeve.
Şerê min ê bi tansîyonê ra di hemû rêya Delhîyê da berdawam kir. Her wisa li Hindistanê jî. Min careke din tansîyonê pîva vêca 198 lê dixe. Ji xeta sor jî derbas kirîye. Zor dide mejî, dil û çavan. Çavên min şîlo dibin. Gelo mirin çawa ye li hewayê? Her hal mirina herî sivik û xweş li ser ewran e. Zûbizû bi dest nakeve.
Îcar du hostes bi hev ra hatin. Ser, dest û milên min bi qeşayê miz dan. Digel ewqas êş jî moralê min li cî bû. Heke meriv delalîyekê bi mirinê bide, ew jî ken e. Rewşa min wêrekîyê dida hostesan jî. Yek ji wan got, „li qata jorê doktorekî heye. Em dê te bibin ba wî. Ji bussînesê li Delhîyê tu dê zûtir peya bî û herî revîra balafirxaneyê.“
Wan bi saxî ez nehîştim derêm qata jor. Ew dê îcar herhal mirîyên min ji wir derxin. „Bi vê tansîyonê hun dê min çawa derxin? Heke hinek daket paşê.“ Dibêjim wan. Min hebeke din a tansîyonê daqurtand. Lîmonê ku min ji wan xwestibû givaşt avê vexwar, rêwîyê kêleka min bi destê xwe qeşaya serê min girtîye. Nivsaet şûnda min hîs kir, ku mîratê tansîyonê dadikeve. Careke din pîvam 168 e. Bi vê dikarim derêm jor. Hostesan çente û dermanên min girtin, ketin bin milên min ez anîm qata jor. Wan ez li ser palkursîyeke mîna nivîn dirêj kirim. Doktorî zenda min girt lêdana xwînê kontrol kir. Wî dermanên min, çîroka nexweşîyê pirs kirin. Min jêra vegot. Ji xeynê raporkirina mirina min, bi xwe tiştekî ku bikira tinebû. Qeşayên helîyayî nû dikim li ser û destên xwe. Doktorî vî şerê min ê bi tansîyonê ra dît, kenîya û got, tu dê qezenc bikî!“ Nîvsaet maye ku teyrehut li balafirxaneya Delhîyê dayîne. Ji ber nexweşîyê mixabin nikarim pêvajoyê bişopînim. Bi lêdana çepikên rêwîyan ra, me li balafirxaneyê danî.
Delhîya Nû
Hostesan berê hemûyan ez ji zikê hutê derxistim. Çawa derî vebû ketim hundurê balafirxaneyê hewayeke germ a giran li rûyê min da. Mîna mahşer qerebalix bû. Du memûrên tendurustîyê bi tevê lek û pekên min, ez hildam birim revîra balafirxaneyê. Li wir qederê sê çarêk dirêjkirî mam. Careke din pîvan, kambax îcar bibû 152. Tomografîya dil kişandin. Doktorî kontrol kir û got; „hêdî hêdî tu dikarî herî.“ Min jî hîs kir, ku dikarim bimeşim. Dema ji derîyê kontrolê derketim. Çi bibînim? Bi sedan fîrmayên turîstîk, bi hezeran kes li ber şaltêran li benda rêwîyên xwe ne.
Hêdî hêdî ber bi wan da çûm, ku şîlta fîrmaya Pfönixsê bibînim. Hundir bi dûman e, yan çavê min? Tê dernaxim. Kêlîyeke şûnda min di destê xortekî simbêlmûç ê devbiken da şîlta Pfönixê dît û ber pêda çûm. Ev xortê bi navê Paragam rêberê me bû û ew dê hemû seferê bi me ra be. Paragam bêtir bi keneke ji dil ez pêşwazî kirim. Min neweşîya xwe jê ra got.
Wî jî got: "Meraq meke tiştekî acîl çêbe, ez ê hema bangê doktorî bikim." Paşê cîyê chanceyê (pereveguhastinê) nîşanê min da, daku ez rûpîyê hindî bikirim.
Piştê pereveguhastinê careke din hatim ba rêber Paragamî. Ew li benda rêwîyên din bû, ku ji bilî min deh kes bûn. Min nihêrî bendemayîn dê dereng bajo, min jê ra got,“ez ê derkevim derva, hewayeke paqij hilînim, heta hun hatin.“
Bi derketinê ra poşman bûm. Hewaya derva ji nav balafirgehê hîn qirêjtir bû, digel ku beyanîya sibeyê bû jî. Ji ber sedemên ewlehîyê, dema meriv ji balafirxaneyê derketa nema dikaribû paşva vegerîya. Bihezaran kes li ber derîyê beşa-A ku em jê derketin, li benda rêwîyên xwe bûn. Her yek bi zimanekî, qareqar û wîlewîla wan bû. Hema ji vê dîmenê meriv tê derdixist ku Hindistan buhuşta bi sedan zimanan e. Ji ber qirêjîya hewayê gelek kes devên xwe pêçandibûn. Paşê jî ez rast li gelek devên pêçayî hatim di vê seferê da.
Piştê saetekê Paragam li pêşî, neh hevalên guruba me li dû, ku ji curbecur bajarên Almanyayê hatibûn, ji balafirxaneyê derketin. Me tev, da dû xortê rêber û berê xwe da otobosa ku em ê pê biçin otêlê. Hotêl Ibis ku em ê du roj lê bimînin nêzîkê balafirxaneyê bû. Bîst deqe şunda em hatin ber derîyê Otêlê. Xizmetkarên otêlê bi silavên hindî "namaste" em pêşwazî kirin. Bi heman awayê me jî silavê li wan vegerandin. Bawolên me hildan û em birin odeyên me. Min bexşîşa xortê xizmetkar dayê, derî girt û çûm dûşê. Piştê dûşê hinek rehet bûm. Pêncê beyanîyê bû li Delhîyê. Min perdeya pencereyê da alî, dûmanekî qirêj ê gewreşîn mîna ewran bi ser bajêr da girtibû. Bîhn lê çikandibû.
Saet di heştan da ji xewê rabûm. Ji bo taştêyê daketim restorantê. Saet di nehan da jî Paragam dê me ji ber derê otêlê hilde û em ê biçin gera nav bajêr. Me hevalên gurubê li taştêyê hev nas kirin. Piranîya wan mîna min malnişîn bûn. Klaus û xanima wî ji gundekî nêzîkê Munîhê hatibûn. Giselayê ku li nîvê cîhanê gerîyaye û mîna min hemû pereyên xwe li wan geran xerc kirine, ji Frankfurtê hatibû. Hansê ku ji bajarokekî nêzîkê Kolnê hatibû, amator fotokêş bû û hemû barê wî maşîneyên fotoyê, kamera û objektîfên qirase bûn.
Cristinaya xwedîyê sê nevîyan û mêrê wê ji Dortmondê hatibûn. Miriama ku hingî xaribû bûbû 170 kîlo û bi dîrheman dipeyîvî û Fransîzka û hevalê wê Anna ji alîyê Bremenê hatibûn. Ji jinan çar bêmêr bûn. Mêrê Crîstînayê yê henekhez dibû belayê serê min û carê carekê digot: "Yekê ji wan ji xwe ra bistîne!"
Paragam saet tam di nehan da bi otoboseke biçûk hat ber derîyê otêlê. Me têlefon, kamera û şûşeyên avê hildan û em siwarê otobosê bûn. Di hemû seferê da tişta divîya hertim bi me ra ba, şûşeyên avê bûn. Di wê germayîya Hindistanê da rojê herî kêm pêdivî bi çar lîtro avê hebû. Tawilê hej bi otobosa me ket û rabû. Hinek kevin bibû, lê hem klîma tê da hebû, hem jî vantîlatorên baweşînê. Dema klîma têr nekira, me vantîlatoran vedikir, ji bo nefeshildanê. Şofêr û muawênê wî du xortên sîxî bûn. Pir mêwanperwer û hurmetkar bûn. Ew û otobosa wan di hemû dema seferê da xizmeteke baş kirin. Herçiqas otobos di rêyên kortik da mêtroyekê qiloz dibû, dil û hinavên me mîkser dikir jî..
Ji bo ku meriv bajarekî nas bike divê meriv pêşî here yekemîn cîyê ku lê ava bûye. Cîyê wî yê kevn. Me jî wisa kir û ji Delhîya kevin dest bi gera xwe kir. Avahîyên sade yên bi mîmarîya hîndî, bi tevê gelek mabedên hindî, budîst û çend mizgeftên musilmanan li Delhîya Kevin in. Çarşî û bazara herî kevin a Delhîyê jî li vir e. Bila çarşîyeke bi rêkûpêk neyê bîra we. Dikanên biçûk malên tê da, ku piranîya wan qumaşên rengareng in, hevrîşim û baharat in. Bi hezaran mirov, tuktuk (teqsîyên, sê teker), motosiqlêt, bisiqlêt, otomobîl, dibê qey hemû avêtêne ser hev. Erdhejek lê qewimîye.
Paragamî gurubê hilda çû mizgefta ku li jora bazarê ava kirine. Ew li ser girekî ye, bi pêlikan meriv dikare biçê. Ji bo tendurustîya min bêhtir xirab nebe ez neçûmê. Navê vê mizgeftê bi farisî „Masjîd-i Jahan Numa“ ye. Di dema dagirkerîya îslamê da di navbera salên 1650 û 1656 an da hatîye avakirin. Du minare û sê kumbetên wê hene û hewşîya wê ya nod mêtro dirêj 20 000 kes hiltîne ji bo seromonîyên hîpnozkirina girseyî. Ereb, faris û tirkan mîna cîyên din bi mezgeft û hîpnozê ra îslamê anîne Hindistanê jî. Belkî qisimekê Kurd jî ji wan ra leşkerî kirîye. Eynî rewşa îroyîn. Ji ber meznayî û xurtbûna ol û efsûnên din ên vî welatî, nekarîne hemû Hindistanê daqurtînin.
Lê dîsa jî, di wan salan da parçeyên mezin jê dagirkirine. Mîna Pakistan, Bengaldeşa îroyîn û Racaistana eyaleta Hindistanê.
Heta gurub vegerîya ez li jêrê mam. Bi çend peyivên xwe yên îngilîzî min hewl da bi xelkê ra kontakê dayînim. Ji ber malbata me ya ziman a hindî-ewropî, carinan jî min pere bi kurdî dijimartin „du-sê, deh-bîst.“ Gelek kêfa wan dihat û bêhtir nêzîkê min dibûn. Lê ji deng û qerebalixê meriv nikaribû hev fêm bikira. Çarşî û kolanên wê wisa tije bûn, ku meriv genim bireşanda li erdê nediket. Ewqas tevlihev bûn. Kolan li kuderê diqedin li kuderê dest pê dikin, mirov tê dernedixist. Û bi hezaran têlên elektirîkê li ser dikan û xanîyên çarşîyê daliqandî bûn. Heta ewqas daliqîbûn jêrê, ku metirsî ye, serê meriv li keve. Çend kes, çend ajalên reben li wan têlên elektirîkê ketine û mirine? Ew jî nayê zanîn.
Piştê nîv saetan Paragamî grubê anî jêrê, cîyê ku ez li benda wan bûm. Li vir me pênc tuktuk kirê kirin, daku pê li çarşîyê bigerin. Tuktuk texsîyên orjînal ên Hindistanê ne. Ev tuktukine berê du çerxe bûn. Du-sê kes lê siwar dibûn. Ajovan li şûna hespê diket pêşîya tuktukê û ew dikişand. Niha bûne sê çerxe. Yan bi bisiqlêtên sêçerxe ne, yan jî bi motorsiqlêtên sêçerxe. Ajovan lê siwar dibe, dajo. Jiber Hindî jar in, dikarin heta 7-8 kes li van texsîyan siwar bin. Lê Ewropayî ji ber ku qelew in, tenê 2 kes dikarin tê da bi cî bin. Carinan têra keseke/î qunmezin jî nake.
Ez û Hans di tuktukekî da encax bi cî bûn. 5 tuktukên me dan dû hev û em ketin deryayaya meriv, tuktuk, bisiqlêt, motosiqlêtan. Hemû mîna ku li ser pişta hev bimeşin, kolan ewqas ku teng bûn. Kî mir, çû ji kîsê heft bavê xwe!