1. Tekst

  2. Ger

  3. Ewdil Ararat
  4. Sefera Hindistanê - 11 (dawî)
Sefera Hindistanê - 11 (dawî),sefera,hindistanê,11,dawî

Sefera Hindistanê - 11 (dawî)

A+ A-

Teyrê tawis li ser banê xanîyan, li bin sîya daran, mîna baweşîna keybanûyan perên xwe yên rengîn vekiribûn, nazenîn nazenîn digerîyan. Kurdên êzdî çiqas payeya pîrozwerîyê bidin vî teyrê, ewqas mafdar in.
Çimkî gelek delal û kubar e tawis. Hela rêveçûna wê ya nazenîn.. Ez neçûme Laleşê. Nizanim ji van teyran li wir hene? Tinebin, bila Êzdîyên me herin Mandawayê çend heb bistînin, bibin Laleşê.
Min li şûna teyrê tawis, wek dîyarîya vî bajarî mînyaturek wî ya rengîn a ji kirîstal kirî. Soz, rojekê rêya min bi Laleşê bikeve, ez ê vê tawisê dîyarîyê wir bikim.
Nîvro divê em ji Mandawayê herin Delhîyê. Çimkî balafira me sibe wê bifire Munîhê.

Veger: Saet 14 ê nîvroyê em ji Mandawayê derketin. Germayîya çolê û ya Hindistanê bi hev ra dikelijîn. Mîna tendûr Mandawayê dişewitandin. Min kirasê xwe şil kiribû li serê xwe pêça bû. Di nava çend deqeyan da kiras zuwa dibû, dîsa jî herareta min danediket. Şansê me hebû, ku kilîmaya otobosê baş dixebitî. Hewa nedilivî. Min carinan devê xwe dida ber klîmayê ji wir nefesê digirt. Almanan jî li min nihêrîn û wisa kirin. Ji bilî Hansî. Tewr ne xema wî bû, te digot qey li çolê ji dê bûye.
Nîvê rê xirabe bû, ji nû va dihate çêkirin. 2 saet em di vê rêya xirabe da çûn. Li cîyekî rê, yek ji tabelayên trafîkê ya jorê, ji bayê şikestibû. Hin karker ew rast dikirin. Karker hêdî dixebitîn. Ne germ û ne jî rêwîyên di nava wesayîtan da ku mîna di hemamê da xwê didan, xema wan bû. Hewar û gidîya me feyde nedikirin. Ev temîr saetekê ajot.
Wesayît 4-5 km li pey hev sekinîbûn. Karkeran paşê maşîne û aletên xwe ji ser rê kişandin, rê dan û em derbas bûn.
Her yek ji me nîvxeriqî bû. Hew me dît otobos xwe gîhandîye ser otobana Delhîyê. Em şa bûn, me got îcar em ê zû herin. Ji Delhîyê ra 100 km. mabû.
Delhîya ku biqasê welatekî mezin e û deryaya meriv û wesayîtan e. Heta perên bajêr em zû hatin. Qîyamet jî ji wir şûn da dest pêkir. Ji perê bajêr heta otela nêzîkê balafirxaneyê, ku em ê ew şêv lê bimînin 45 km. ye.
Dema em hatin ser otobana Delhîyê trafîk giştî xitimî bû. Wesayît li pey hev sê- çar kîlomêtro dirêj dibûn. Gelek otoban, ji der û dora Delhîyê diçin nava bajêr. Li ser hemûyan jî trafîk karesat bû. Nemaze di saetên sibe û êvarê da. Wesayît santim bi santim pêşva diçûn. Divê esabê meriv zexim û sebra meriv pir fireh be, di wan rêyan da. Yan na meriv dê serî biçeliqîne, yan jî rast li qeyrana dil bê. Li Hindîyên di wesaîtên derdorê xwe da dinihêrim, ne xema wan bû. Diranên wan, spî dibiriqî ji kenê. Êdî ji sebrê ye, ji dînbûnê ye, nizanim.
Di ser da belkî di wesayîtên wan da kilîma jî nîne. Hela ji xwe qerebalixa trafîka nav bajêr, meriv nikare vebêje. Tuktuk, otomobîl, otobos, qamyon heta tu bêjî tije mirov in. Erebeyên ku barê kamyonekê lê kirine jî di ser da. Peyayên ku li ser û pişta wan bi kîloyan bar, mîna gerîneka avê li hev ba dibûn, di wan rêyan da. Balkêş e, li gorî wê qerebalixê, qeza kêm çêdibin! Hindî êdî bûne profesyonelê wan rêyan. Herhal ji ber vê ye, ku hukumat guh nade pirsgirêka trafîkê.

Otobosa me rêya 45 kîlomêtroyî encax karî di çar saetan da temam bike. Her yek ji me nîvxeriqî, me xwe bi zorê gîhande otêlê. Dema em hatin otêlê saet nehê êvarê bû. Balafira ku em ê pê bifirin Munîhê wê di 03 yê beyanîyê da rabe. Hîn şeş saet dema me hebû. Serşûştin, şîv, amdekirina bawolan felan, ji xewê ra dem nedima. Yanê em dê ev şev ranezana. Me li şîvê, westîna rê, hinek bi dûr xist. Ew şîva me ya dawî ya bi hev ra bû.
Piştê xwarin, vexwarin û sohbetê, rêberê me Paragamî dema ji me xatir xwest, soz da min, heke ew were Berlînê, ew dê bibe mêvanê min.
Baş bû, ku otêl nêzîkê balafirxaneyê bû, yan na, di wê kaosa trafîkê da em dê negihîştana balafirê. Di saetên şevê da trafîk hinekî diherikî.
Saet yekê şevê em li mînîbosên ku acenteya turîzmê kiri kiribûn, siwar bûn û di nîv saetan da hatin balafirxaneyê.
Li vegerê nexweşîyên min, hinekî xwe ji min dûr kiribûn. Bi çavên beyanîyê û ji ber "pirbûna" demê, vêca min derfetê dît, balafirxaneya Delhîyê çêtir bibînim. Ji ber ku derîyên navneteweyî ne, temaşeya li balefirxaneyan jek ji hobbîyên min e. Navê seroka berê ya Hindistanê Îndira Gandîyê li balafirxaneyê kirine. Ev balafirxane bi sê termînalên xwe yên nûjen û mezin, yek ji mezintirîn balafirxaneyên cîhanê ye. Ev balafirxane, piştê ya Bombayê li Hindistanê duyemîn e. Termînalên 1. û 3. yên navneteweyî ne. Di nava her termînalê da jî bi sedan şartel û gata hene.
Ji gataya A.yê heta ya H..K. yan jî L.yê 3-4 km. ye. Heke dem kin be, meriv encax bi revê dikare xwe bigihîne balafirê. Mîna balafirxaneya Frankfurtê, ji bo kesên kal, pîr û nexweşan, erebeyên biçûk di navbera gatayan da diçin û tên. Ji alîyê dekor û mîmarîya hundurîn va jî taybetîyên Hindistanê dane balafirxaneyê. Wêneyên li dîwaran, peykerên fîl û ajalan, fîgurên kesên ku yogayê dikin, maketên cîyên dîrokî yên Hindistanê, atmosfereke hunerî dide wan her sê termînalan. Kapasîteya wê ya rêwîyan salane 60 mîlyon ye. Ji ber firehbûna nava balafirxaneyê bîhna meriv jî lê fireh dibe, di gel ewqas qerebalixê. Ew roj ez jî yek ji wan mîlyonan bûm.
Her sefer vegerekê xwe heye. Her veger xemgînî û şayîyên xwe. Hefte û rojên seferê debas bûn. Niha saetên dawî yên sefera min a Hindistanê ye.
Dawîya meşê hatim ber gataya ku balafira min jê radibe. Helbet ne "balafira min," ya Lufthansayê ku ez ê pê bifirim Mûnîhê. Hîn saetek maye ji firînê ra.
Ji niha da 400-500 kes li salona gatayê, li benda firînê ne. Teyrehûta ku dê me hemûyan gaveke şûnda daqurtîne li derva li benda me ye.
Min hinekî din jî li dîwarên balafirxaneyê yên mîna galerîya wêneyan temaşe kir. Tawilê derîyê gatayê vebû û em ketin zikê balafira A380 ya duqat. Zûtirîn dem çûm li cîyê xwe rûniştim. Ez li hevalên di gurubê da gerîyam, her yek li derekî balafirê rûniştibû.
Ji bavolên vala û tije bêhtir, di her seferê da meriv ji barên bavolan zeftir bîranîn dibe û tîne. Şopên hin ji wan kûr in. Bi salan ji bîr û hişên meriv dernayên. Hinine mîna pelê ne, meriv bi giranîya wan jî nahese. Bi armanca vê nivîsê min xwest giranîya sefera Hindistanê hinekî sivik bikim.
Bû gurrîn û gujîna teyrehûta me ji erdê rabû. Qirasepozê xwe ber bi ewran da bilind kir. Kêlîyek şûnda em li ser ewran bûn. Ew balafira ezamet, te digot qey dişimite li ser deryaya qeşayê. Roj li ser Asyayê hildibû. Rengekî wisa awiqîner dabû asûmanê. Ne heddê bavê ti wênesazê bû, ku wê wêneyê çêkira. Heke careke din herim Hindistanê misoger ez dê herim Bombayê. Ew bi Booliywoda xwe, bi reng û awazên xwe, bi serê xwe cîhanekê ye. Helbet ez ê herimê lê piştê sefera Çînê.. Bi van xem û xeyalan di xew ra çûm. Dema min çavên xwe vekirin 6 saet derbas bûbûn, em hatibûn ser asûmanê Mûnîhê.

Kêlîyek şûnda A380 bi wê fort û forsa xwe li balafirxaneyê danî. Yanê lê jî dihat, ew fors û fort. Heta min berê xwe da xetên navîn, saetekê derbas bû. Çi demê li balafirên nav Almanyayê siwar bim, mîna li otobos û trênên nav bajêr siwar bim, ewqas bi min hêsan e. Ne heyecan heye, ne panîk.
Min li balafirxaneya Mûnîhê bi qasê vexwarina qehweyekê kêysê dît û li balafirê siwar bûm. Saetek şûnda hatim Frankfurtê û bi lez çûm stasyona bajêr.
Dema ji stasyona trênê ya Spandaûyê derketim, li Berlînê bayê berîya nîvroyê rûyê min alast û bi valsa xwe ez pêşwazî kirim. Ez û ba. Libabûn û aramî.
Ka ev ba, îcar berê min bide kîjan seferê?

Berlîn, 04 avrêl 2018
Ewdilê Gerok
DAWÎ


Gotinên miftehî :