1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Amed TİGRİS
  4. Sedemên belavbûna eşîrên kurdan
Sedemên belavbûna eşîrên kurdan,sedemên,belavbûna,eşîrên,kurdan

Sedemên belavbûna eşîrên kurdan

A+ A-

Çend sedemên sereke û bingehîn hene ku her eşîr û êleke kurdan wusa li ser cografiyeke berfireh û mezin hatine jihevxistin, koçkirin û belavkirin. Wek ku mirov di vê nivîsara Bermekîyan de jî dibîne, ji wan sedeman yek jê olî ye. Ji dema ola yezdanî, zerdeştî, misilmantî ve kurdan olên serdestan zû bî zû û bi hêsanî qebûl nekirine û li ber xwe dane. Hêzên desthilatdarên demê ew neçar kirine ku ew ji ser ax, war û welatê bav û kalên xwe bar bikin û herin welatên dereke û biyanî. Di dema barkirin û koçkirinê de hemû eşîr, qabîle û bavik bi hev re neçûne. Hinek ji wan jî neçar mane ku li ciyê xwe bimînin. Wek nimûne Zerdeşt dema ji Medyayê, ji bajarê Urmiyê koçê bajarê Belxê dike, hinek eşîr, êl û malbat bi wî re diçin, lê hinek ji wan li ciyê xwe dimînin. Dîsa di navbera salên 367-375an de, di navbera Bizans û Persan de peymana pevguhertinê (taqas) tê îmzakirin. Bîzansî xiristiyanên herêma Nisêbînê tînin li Amedê ku di bin desthilatdariya Bizansiyên xiristiyan de ye, bi cî dikin. Herwusa Yezdaniyên derdora Amedê jî dibin li şûna wan xiristiyanên ku ji Nisêbî anîne bi cî dikin. Ev pevguhertin bi peyman hatiye qebûlkirin.(1) 

Di dema ola îslamê de jî gelek êl û eşîr ji ber artêşa îslamê ji başûr ber bi bakur û Rojhilatê Kurdistan, Îran û Anatoliyê ve koç dikin. Harûnê Reşîd eşîrên kurdan tar û mar dike.
Sedemeke din jî, şertên şer û siyasî ne. Kurdistan ji berî mîladî ve ji ber axa xwe ya bi ber, ava xwe ya bi jiyandar û cografyaya xwe ya stratejîk, heyînên xwe yên giranbiha yên ser û bin erdê bûye qad û meydana şerê çavbirçî û zikbirçiyên zordest, dagîrker û împeryalan. Bi taybetî di serdemên çar împaratoriyên mezin de ku di zemanê cuda de, bi salan Kurdistanê dagîr û talan kirine, eşîr, êl û malbatên kurdan jendine û ji hevdu belav kirine. Împaratoriya Persan/Sasanî, împaratoriya Roma/ Bizansan, împaratoriya Ereban a Îslamî û împaratoriya Osmaniyan Kurdistanê talan û wêran kirine. Van împaratoriyên dagîrker, di dema desthilatdariyên xwe de hinek êşîrên kurd jixwe re kirine esker, hinek ji xwe re kirine mertal û yên ku bi gotina wan nekirine û li hember wan rabûne ew ji hevdu belawela kirine. Hema hema her eşîrî perçe perçe û koçberê welatekî dereke û dûr kirine ku carek din nikaribin bigehîne hev.

Harûnê Reşîd eşîrên Ebû Muslîm û Bermekî heta sînorê Bizans, Rusya, Moxol û Hindistanê dane koçkirin. Osmaniyan, Birukiyên Qerecdaxî yê Amedê û Siwêregê heta Rûsya, Xorasan, Qazakistanê surgûn kirine. Herwusa Îzolî heta Filîstîn û Misirê hatine derbeder û tengezar kirin. Hinek eşîrên din koçberê Yemenê kirine. Hîn îro jî ew li Yemen û li Sûdanê li wîlayeta Kurdo Fanî dijîn. Kurdên Sûdanê 800 sal berî niha di dema Selhedînê Eyûbî de, li wir bi cî bûne.(2) Wek me li jor jî behs kiribû Xelikî ji Xorasanê heta Başur û Anatoliya Navîn hatine belavkirin.(3) Piştî şerê Otlukbeyliyê (1473) Hesenê Dirêj paytexta xwe ji Amedê bar kir Tebrîzê. Wî bi tenê paytextê bar nekir, herwusa wî bi xwe re gelek malbat, êl û eşîrên kurdan bi taybetî eşîra Dimbiliyan birine li Rojhilatê Kurdistan û li Tebrîzê bi cî kirine.
Di dema Osmaniyan de, di sala 1691ê de, ji bo ku pêşî li êrîşên ereban bigirin, eşîrên kurdan koçî bajarên Reqa, Hema, Humûs û Munbîcê kirine. Dîsa 700 kesî bi geştiyan birine Qibrisê.(4) 
Sedemeke din jî dewletên dagîrker ji hêz û yekîtiya eşîrên kurdan guman kirine, pelikandine, tirsane loma yekîtiya civak û hêzên wan ji hev xistine û bêhêz kirine. Eşîrên kurdan ji ber ku jiyaneke koçerî jiyane, dewletên dagîrker bi taybetî di serdema Osmaniyan de nikaribûne kurdan kontrol bikin, mêr û xortên wan bigirin eskeriyê û bacê ji wan bistînin. Eşîrên kurdan ên koçer neçar kirine ku ew li gundan bi cî bikin û adresên wan diyar bin.

Di dema Komara Tirkiyê de (1934) jî bi derxistina Qanûna Îskanê re li Bakur gelek êl û eşîrên kurdan hatine sirgûnkirin.(5) 

Sedemên perçebûna eşîr û êlên kurdan yek jê jî, şerên eşîrtiyê yê navxweyî ye. Doza mêrkuştin û xwînî ye. Şerên giran û mezin di nav gelek eşîrên kurdan de çêbûne. Hinek ji wan neçar mane ku ji herêma xwe koç bikin.

Ez di nav tarîtî, alozî û tevlîheviya serpêhatî, dîrok û çîroka eşîra Bermagî, di şax û êlên wê yên ciyê de bêtaqet ketim. Ez dixwazim bi bavik û malbatên me dawî li vê mijara bi guman, xumam û şelû bînim.

(1)Şevket Beysanoğlu, Diyarbakır Tarihi cilt 1, s. 116

(2)Özgür Gündem, Sudan’daki Kürtler, 09 Nisan 2015

(3)Malpera Çandname, 27.12. 2016

(4)Dr- Mustarfa Gökpınar & Ali Can Geliş, LEK KÜRTLERİ Çukurova Lekvanikileri, Haymana Lek Şahbazanları, Bingöl Bermeki Lekleri, s. 184, 186, Do Yaınları-2016

(5)İsmail Beşikçi, Kürtlerin Mecburi İskânı, Bilim yöntemi, s. 134

Nîşe: Ev nivîs ji Pirtûka Amed Tîgrîs a bi navê “ Eşîr êl bav û kalen me BERMEKİ"yan hatiye wergirtin.