1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mihemed Çelkî
  4. Sed car belê bo rîfrandomê
Sed car belê bo rîfrandomê,sed,car,belê,bo,rîfrandomê

Sed car belê bo rîfrandomê

A+ A-

Jin û mêr bibin tifaq, cihek nabit muqabilî
wek rast nebin ban û taq, dê wan herêfin du tilî.
                                                Mela Ehmedê Nalbend

Peydakirina kodengiyê li ser her pirs, kêşeka civakî, nexşe rêyeka siyasî, abûrî, rewşenbîrî û ...htd hîviyeka xirş û mehal e. Vêca ger bigehîte pirsên netewî û bo rewşek ê mîna rewşa netewa Kurd ku bêyî xasteka wî û bi darê zorê li ser çar dewletên ji hev cuda parvekirî, gelek ya sext e û eger nebêjîn xeyal e, çinku li vêre berjewendî û rewşenbîriya veçixandî ya dagîrkerî rolî dibînît.

Li gorî rewşa îro ya herêma Kurdistanê û devera rojhelata navîn têda derbaz dibît û berxorê ji şerê dijî tîrorê dihête şikefê, gelek mîna rewşa berî bi dawî bûna şerê êkê yê cîhanî (1914-1918) ye, ji layê dariştina nexşeyên nû bo dîzayîn kirina deverê. Helbet bi nihênî û dûrî dîblomasiya aşkera anku zilhêzên cîhanê (Rûsya û Emrîka) lê di rastiyê da Emrîka bi tenê bêyî hevrik li ser textê zilhêziyê rûniştiye û biryar û fermanan li ser cîhanê pexşan diket û Rûsya jî bi her pênc tilîyan mohir diket, nexşeyên taze dadrêjît li gorey berjewendiyên bilindên Emrîka.

Nexşeyê saykis-Pîkoy jibilî maliwêranî û serhildana tîrorê û şerên taîfî û paktawiya netewî-regezî bo deverê neînaye ya ji hemûyê giringtir ku bûye sedem Emrîka girîngiyê bi rojhelata navîn bidet neku berjewendiyên abûrî bitenê ne belku asayîşa netewiya Emrîka ye ku tîrorîstên Îslama siyasî li 11.09.2001ê dilê Emrîka û simbola zilhêziya wê kire armanc û borcên New Yorkê herifandin. Ji hingî were Emrîka bi hemû şiyanên xwe dakeftiye korbeqa tijî kêş û bêş a rojhelata navîn û nexşeyên piştî Saykis-Pîkoy bo deverê dîzayîn kirîne û Rûsya jî mîna gelên deverê şinû bi vê dîzayînê zaniye û keftiye keftelefta peleqajiyê da ji wê kêkê bê bar nemînît û kêşa Sûryê û rolê Rûsya vê çendê pişt rast diket.

Ev dîzayîna nepen bo deverê Turkiya û Îran har kirine çinku dizanin çeqoya (Kîsncer-Potîn) dê ji çengên wan girît û qot ketin. Lewma hosa camê xezeba xwe li Hukmeta Herêma Kurdistanê dirêjin û dest bi oyînên dem bi ser ve çûy diken (jêkveke-biserkeve), jibilî gefên wan yên hero û topbaran kirina herêma Kurdistanê bi hêncetên bê binema!!

Helbet Turkiya-Îran baş dizanin ku Hukmeta Herêma Kurdistanê dewletek dîfakto ye ha evro ha sibehî dê danpênanek navnetewî bi destve înît (belku nuke ew danpênan heye û pişkdariya Hukmeta Herêmê wek hêzek mitmane pêkirî di şerê tîrorê da vê çendê pişt rast diket). helbet Hukmeta Herêmê jî ev rewşa nû ya siyaseta zilhêzan bo deverê berçav girtiye û li ber rewşeniya wê biryara rîfrandomê girtiye û bi rijdî bizava serkeftina wê diket û cenabê Serokê Herêma Kurdistanê bi raşkawane dibêjît: li bin çi gefan em destberdarî biryara rîfrandomê nabîn. Eve bi xwe peyameka êkliaker e bo dagîrkerên Kurdistanê û destudarên wan li navxweya Kurdistanê ku bereyek pêk înaye li djî xwesteka xelkê Kurdistanê bi navê: nexêr le êsta da. Ev bereye xwedî dîdeka çewan bît û hincetên wan çend di rewa bin, kal fehmiya wan ya siyasî diyar diket. Herçende wek me li jorê gotî: sext e kodengî peydakirin bo her pirsekê di nav civakî da lê bo netewekê ku berdewam gefên ji holê rakirinê li ser bin û axa wî ya dagîrkirî bît û fersenda şikandina nîrkê dagîrkeriyê berhev bin weku îro bo biryardanê, nebûna kodengiyê fihêtiye çinku eve biryareka netewî ye û ji destdana vê fersendê dê giran li ser serkirdatiya siyasiya Kurdistanê rawestît û bawer nakem li bin çi gefan serkirdatiya siyasî û bi taybet cenabê Serokê Herêmê ji vê biryarê paşgez bibît çinku cenabê wî baş dizanît netewa Kurd li herçar parçên Kurdistanê piştevanên biryara wî ne. Belê bo rîfrandomê û sed car belê.

12.08.2017


Gotinên miftehî :