SMAÎLÊ DERGÛŞVAN
Dilek ji dilan,
Dil bi axîn û bi keser û bi kovan,
Hiş û hidam, vîn û evîn, merg û gyan
Bê sekn û rawest, sebr û hedan,
Wek bav û bra xwedî w xwedan,
Di çerxa dîrokê de ket ber herk û pêla me Kurdan,
Lêkolîner, rexneker, civaknas:
Rast û xas:
Hat, xwe da hêla me Kurdan:
Jê w pê de serê wî ket xax û paxên gran,
Jî w temenê ciwan,
Sal û zeman... dem û dewran... heps û zîndan...
Xişm û xezeb, îşk û badek, derb û lêdan,
Bê gilî w gazin, bi berxwedan,
Hewl û hêz bi hewara gelê bindest û xizan,
Mîna dayika li ber darê dergûşa mindal û gedan,
Nalorîne, li hişê merivan dixwîne, bi stranên serhedan,
Îsmaîl Bêşîkçî, di ser xwe re bixîret û dilovan,
Bi best û banga zarê Kurdî me gotiye Smaîlê Dergûşvan.
Smaîlê Dergûşvan ê ne ji van roj û van zemana,
Dilgerm û dilaramê ji hevrîşmê rih û dilê canfedana,
Bi koçera re hate deştê, çû zozana,
Bi hişbera re derkete pêş, rexne bir ser heqnezana,
Bi têkoşera re rabû-rûnişt li razana girtîxane w hepisxana,
Li şev û rojan bedilî, hiş û hidam nebetilî,
Li pey pirs û hesabê vê sazûmana xopan a cerdevan û gardiyana.
Terhek e, di dehl û deviyê de bitenê,
Şaxek e, di ser şaxan re li jor e,
Roj û ronî lê dorbidor e,
Pel bi tav e, bi baran û xunav e,
Kulîlkek e, di kevir de şîn hatiye, geş û bitr e,
Wisa hêşîn, terr û xidr e,
Dlopek av, werr zelal e, werr tenik e,
Bayê gizinê lê diherike, diferike,
Bi ken û bişr e,
Ew beşera vekirî,
Pak û paqij, xwîn agirî,
Difûrfûre, lêbelê dilhênik e, rûtenik e.
Rihek e,
Bi hest û xwest e, bi hemd û hêz e, xwe neda paş,
Bi xîret û bi rûmeta rewşenbîrî rastexêz e, xwe neda paş,
Bi qewl û qest e, xwedîdawe, xwedîdoz e, xwe neda paş,
Bi rijd û rik e, li pey a xwe dibeze, xwe neda paş,
Li xewn û li xeyal û li xebatê bi lez e, xwe neda paş,
Li ser axê şipl û çik e.
Li dadgehan rabû piya:
Bi serbestiya zanistiyê,
O li dijberî bêdadiyê,
Bê çerx û çiv, fikr û raman rave dike,
Can û ceger diaxive ji rastiyê.
Wî ti caran, li ti deran, ti deveran,
Li ber raseran,
Çav neneqand,
Gerden neşikand,
Ser netewand,
Perrek da xwe li asîman, her blind...
Bejnek e, di erd û ebrê de bitenê,
Şewt û şewat lê bi xebat, lê bi libat, bi mêlîdan,
Bi xwîn û xwêdan, serfirazî,
Bi xwe bawer, ji xwe razî,
Enî w awir pak û paqij, reng û rû geş, gewherî,
Ser hildaye di nav teht û keviran de, dorhêl kelem, xîp û dirrî,
Li navbera çar dîwarî, li pişt qefl û mift û derî,
Ji xwe re jînek gelek biha kirrî,
Tenê bi serê xwe werr bi hişmet, qeşeng û rind... .
Gulek e, kî gotiye bi gulekê nabe bihar,
Ew bi xwe ji me Kurda re bi mizgîn e, pêşbihar e,
Brûsk û ewr, berf û bager tên dibûrin,
Bîr û bawer kûr û dûr in, derûnî ne, di can û goşt û hestî de,
Di mêjî de reh zirav in, bi ax û av in û bi tav in,
Li rûxalan xet û xêzik berbiçav in, soz û bext û hevalî ne,
Pêl bi pêl û xal bi xal û dost û yar û delalî ne...
Telpeewrên reş û tarî,
Hatin û çûn,
Birq û brûsk, baran barî, lehî rabûn,
Zilm û zora bêsînor a ji kêra kor a leşkerî
Behr û berr, hişk û terr dabû ber xwe diperçiqand,
Xoceyê zer, ji fikra xwe nehat xwarê nezivirî,
Bi zanîn û ramankarî,
Li hemberî wê rêzik û xêzika çewt û çepel,
Wê bîrdoziya fermî, hoveberiya bi red û bi înkarî,
Bi rastiya dilê safî, di erdê de çok çikand,
Bê xem û xof, tirs û paxav,
Gav bi gav û pê bi pê, bê deng û nav,
Meşiya hat, şeva tarî ji hişê me daweşand,
Rast û ji dil, wek çrîsk e,
Bi tîrêj û birq û brîsk e,
Tê, derî li me ronî dike,
Di reşeşeva tarîstanê de diçirise w dişewite: ar û find...
Smaîlê Dergûşvan ê ne ji van roj û van zemana,
Dilgerm û dilaramê ji hevrîşmê rih û dilê canfedana,
Bi koçera re hate deştê çû zozana,
Bi hişbera re derkete pêş, rexne bir ser heqnezana,
Bi têkoşera re rabû-rûnişt li razana girtîxane w hepisxana,
Li şev û rojan bedilî, hiş û hidam nebetilî,
Li pey pirs û hesabê vê sazûmana xopan a cerdevan û gardiyana.
Talat İNANC