Rojnivîskên Koronayê-1
(Gerîneka Guernîcayê- Yıldız Çakar)
“Li pey meriv namînin tiştên nîvco mayî, li pey namînin birînên nepêçayî.”
Elizabeth Bowen
Amed, 1986, payîz…
Roman bi wan 3 peyvan destpêdike lê gava xilas dibe jî meriv fem nake gihîştîye kuderê û di kîjan dem û demsalê da ye. Lê nivîskar ji bo em wunda nebin bi destê me digre û me tîne li mala karakterê xwe û em li ber televîzyona ku çavê wê her tim li ser me û li ser Abîdê ye (carîna jî bêhna xwînê lê tê) dikevin bin efsûna gerînekekê lê ev gerînek ‘’Gerîneka Guernîcayê’’ ye. Kaosa romanê di mekânekî teng da dest pê dike û di derûniya bin çav da dewam dike. Dengê TVyê heta dawîyê hevbeşîya cî, dem, derûnî û kaosa romanê geş digre lê nivîskar weke amûreke taybet ku xwende ecîzbike bi kar anî ye.
Edebîyata Kurdan jî wekî edebîyata gelên din ketiye nav hewildana nivîsandina xwe û çîroka xwe. Metnên edebî gelek caran ji nivîskarên xwe zêdetir tiştan dibêjin ji me ra, xwendin derfeta femkirina maneyên li ser hev barkirî dide me. Clarissa P. Estês di kitêba xwe da dibêje ‘’di derheqê kaosa jîyanê da şîretên ku xwe di çîrokan da vedişêrin hene, ev çîrok hewcedarîya derxistina arketipên wundabûyî û rêbaza wî dide me’’ Çîrokên ku C. P. Estês qal dike çîrokên kevnare yên gelerî ne. Îro edebîyata nû wan çîroka ji nû va didoşe û bi hişê sedsala xwe va dimeyîne. Nivîskar wek şêweyekî di her du romanê xwe da jî çîrokên gelerî belavî nav romanên xwe dike. Tim Abîde ji dayîka xwe çîroka Xezal Xatûnê dipirse ‘’Dayê, Xezal Xatûn çewa ket bîrê?’’ ji ber ku Abîde jî ketîye bîreki, xilasîya Xezal Xatûnê dibe ku bibe hewcedarî û bersiva pirsa jîyana Abîdeyê jî.
Tu metnek, romanek bes bi xwendinekê va nagîhêje armanca xwe; tu nirxandinek bi tena serê xwe romanekê terîf nake lê ez dikarim bibêjim ev xalên jêrê, nirxandinên min yên vê romanê ne.
Taybetiyên Teknîka vê romanê:
1-Bûyer: Di nav bûyerên romanê da rêzkirineka rêkûpêk tune ye, di metnê da jî ji ber wê jî gelek caran em nizanin kîjan bûyer sedem e, kîjan encam e. Lê ev ne kemasîyek e, taybetiya romanên postmodern a ewil em dikarin bibêjin ev flubûna bûyer û rêzkirina wan e ku azadîyê dide fikrên nivîskar û xwende.
2-Vebêj: Vebêjê romanê ji serî heta dawiyê Abîde ye, em ji devê wê metnê dixwînin lê em nikarin ji sedî sed metna xwe bawer bikin, ji ber ku nezelal e ev bûyer di bin ronahîya rasteqîn-jîyanê da ye, yan di tarîya xewn û xeyalan da ye. Dibe ku nêta nivîskar ji xwe ev tevlihevî be.
3-Karakter: Hewce nake heb bi heb navê kesên di metnê da derbas dibin bidim, ji xwe nivîskar gelek karakter nexistîye nav romanê, lê dixwazim bes li ser Abîdê û dayîka wê çend tiştan bibêjim. Nêzikatîya metnên postmodern ên li kesayetên karakterên edebîyata vê sedsalê ra ji îdealîzekirinê zêdetir, tespît kirina problemên wan e.Abîde kesayeteka perçebûyî ye, bêhêvî ye, bawerîya xwe ji dadê tune ye. Ji ber xetereyên li ser rê û dirbên xwe tenê ji dayîka xwe Şaxê bawer dike. Dayîka Abîdeyê di romanê da kesayeteka bi hêz e, malbata xwe li hemberî her tiştî diparêze û hewl dide heta ku bi firê bikevin nigê wan li kevirekî nekeve. Nivîskar di her du romanê xwe da jî dayîkên bi hêz afirandî ye, ev afirandin çavkanîya xwe ji civata Kurdistanê digire. Karakterê Abraham dibe ku xeyalê Abîdeyê be, yan jî rastîya Abîdeyê be, lê weke encam em dikarin bibêjin wundakirinên Abîdeyê temsil dike.
4-Mekân-Cî: Roman li Amedê di odeyekî da destpêdike û bi rêwîtîya çend bajarên tirkan va diherike lê cîyê rastî hişê Abîdeyê ye. Ji ber ku kesek nikare îspata bûyerên romanê û rasteqîniya wan bike.
5-Zeman-Dem: Di romanê da dem weke gotina Paul Marie Rosenauyê ye: ‘’ Di edebîyata postmodern da hemû demên bê û yên derbasbûyî, di vê behra bêbinî da ji zûda ye li vir in û perçeperçe bûne û di nava meriv û xeyalan da belav bûne‘’ yanê li wir demeka zelal tune ye. Em nizanin karakterê me di kîjan qetmanê demê da ye. Têkiliya edebîyat û xewn-xeyalan eve ku tiştên perçekî ji bîr û bîranin me ne lê haya me jê nîne bi xwe ra dikişîne roja îro û dixe rojeva me. Di romanê da bîranîn yan jî xewn-xeyal li ser hev da qat dibin û digîhijên dawîyê, meriv wê çaxê fem dike: dibe ku destpêk dawî be, dawî jî destpêk be. Ev, xwendina metnê gelekî zihmet dike û nivîskar vê zihmetiyê di afirandina xwe da jî jîyaye û bi me jî dide jîyandinê û metîn jî ji nû va xwe di xwendina me da diafirîne.
Xwendina metnên edebî hin pirsan çê dike di hişê me da. Em dikarin bibêjin ku berhemên edebîyatê bi qasî dîrokê di derheqê merivatiyê da agahî didin me. Gerîneka Guernîcayê qala, şahîdiya serdemekî, perçek jî bibe derûniya kesên wê serdemê, tekiliyên qirêj yên wê serdemê, nakokîya qencî û xirabiyê, nakokiya dadê bi awayekî edebî, bi awayekî xwende hişyar be-eciz be dike û tîne li ber me dihêle. Ev hevoka Abîde yan jî Lîsayê divê me ecizbike û em bikaribin hin tiştan bipirsin ‘’Şûrê peykerê min î dadî, wek xencera qederê di tîlîka min re çûbû. Weke ku bibêje, ‘Dad tune ye, serê şûr her wext tûj û neheq e’. ”
Nirxandina romana da hêmanên bingeh divê meriv baş zelal bike. Tiştê ku romanekî ji berhemeka din cuda dike û rih dide vê romanê çîrok û şêwaza vegotina berhemê ye. Bûyer, kes û detayên di hemû romanan da rastî merivan tên ji bo nirxandina romanan ne krîter in. Li gorî min heke meriv du romanên Yildiz Çakarê bide ber hev, ev ê çêtir be. Lîstikên di nav metnê da û şopa ku em li pey kevin ev e, yanê divê em pey avşopa-îmza nivîskar kev in. Heke bi hostatî û bi rengê xwe hatibe honandin evê xwe li me nişan bide û xweş bike. Lê heke teqlîd be jî evê piştî wextekî bibe berhemeka mirarî.
Xecê Daşxin
Amed - 2020