Rewşkerî û bîrkorî
Rewş û bîr
Du têgehên girîng ên gir.
Lê kî dikare bibe hilgir?
Divê mirov him bîrdar be him jî rewşzan.
Ev yek jî têrê nakin ji bo kurdan.
Divê mirov kurdîzan be,
hay ji dînên serdest û bawerîyên xweser ên herêmê hebe.
Divê mirov hay ji sîyasetê, ji koledarî/dagirkerîyê hebe;
ji her awa têkoşîna li hember mêtinkarîyê hebe.
Ya herî girîng jî divê mirov hay ji xwe hebe.
Rewşenbîrî/ronakbîrî
Şertên pênaseya rewşenbîrîyê gerdûnî ye.
Ger rewşenbîr li dora xwe ronî neke, dikare civaka xwe jî ronî bike?
Bandora xurtîya rojevê, sistîya rewşenbîrîyê
Ji ber rûdanên girîng ên rojeva sîyasetê, li şûna ku rewşenbîr rojeva xwe dîyar bikin,
mixabin di bin xurtîya sîyaseta partî û dewletan de difetisin/tên fetisandin.
Ger rewşenbîr ji ber bandora bûyerên rojane wek reaksîyon dest bi liv û tevgerê bikin,
hingê ew dikarin ji ber sistbûna bûyerên rojane dest jê bikşînin jî.
Rewşenbîrî pêdivîyeke civakî û dîrokî ye.
Divê rewşenbîr her hebin; bêhna rewşenbîrî fireh û demdirêj be.
Çend xetên rewşenbîrên heyî:
Xeta A: Çima hin rewşenbîrên kurd rêxistin-partîyan rexne dikin?
Gelo çima rexne nekin ku?
Ger ew jî rêxistin, pirsgirêkên civakî û bîrdozîyê rexne nekin, gelo wê kî rexne bike?
Xeta B: Çima hin rewşenbîrên kurd rêxistin-partîyan rexne nakin?
Ger rewş wiha be, rewşkorî bûye nexweşîyeke têger.
Lê rêxistin-partî çi guh didin xeta A çi jî xeta Byê.
Mixabin xeta rewşenbîrîya serbixwe ya kurdan sist e.
Mixabin ronakbîrên kurd bêhemd yan bi zanistî dibin propagandîst.
Partî jî rewşenbîrên herdu xet jî nikarin xwe ji rexne û dîrokê rizgar bikin.
Çawa ku bi serê xwe kurdbûn ne hêsan e, rewşenbîrîya Kurdistanê bavê dijwar e.
Civak û rewşenbîr
Rêxistinên civakekê herçiqas xurt bibin jî, ger xwe li ser civakê û rewşenbîran ferz kiribin, hingê rewşkerî civak kirîye bîrkor.
Rewşenkarî
Heta ku kurdî nebe zimanê fermî, gelo bi tirkî/erebî/farsî kurd dikarin bibin rewşenbîrê/a gelê xwe?
Rewşenkarîya bi zimanê serdestan min qebûl e, ku mixabin perwerdehî ne bi kurdî ye.
Lê heta kengê?
Nivîskar, berhem û rewşenbîr
Helwest û jîyana nivîskar, herwiha berhema wî/wê girîng e.
Kesayetîya nivîskar dikare ji bo te baş yan xirab be, hingê tiştên ku divê bên nirxandin berhem in.
Jixwe piranîya rewşenbîrên kurd nivîskar in.
Hewiza ku tê de ajne dikin yek e. Hejmara wan jî jixwe ne zêde ye.
Ji ber ku hewiza wan yek û piçûk e, ew ê tim rastî hev bên heman avê vexwin û bi hev re ajne bikin.
Ger ew li bin sîwana bîrdozî û rêxistinan zimandirêjîya hev bikin, hingê ava wan şêlû û ziwa be, jixwe dagirker jî vê yekê dixwazin.
Nûser û rewşenbîrno!
Rêxistin mîna hesp e.
Bala xwe bide ku nebe hespê rêxistinan!