ROMANA XEZALÊ
Çendek berê, min pirtûka Gulgeş Deryaspî ya bi navê ''Xezalê'' xwend. Pirtûka bi navê Xezal em dikarin bibêjin pirtûka jinê ye. Xezal keçikekê di nav malbatekê paşvemayî de tê cîhanê. Xwişka Xezalê ya mezin Newal keçikekê xwenda ye lê dîsa jî nikare xwe ji civaka paşvemayî dûr bixe.
Dê û bavê Xezalê dixwazin Xezal jî di riya xwişka xwe Newalê de bi rê ve biçe. Xezal li gorî hemû astengiyan dixwîne û dibe civaknas bi vê pîşeya xwe dibe kesekê zana û tekoşer, tekoşîna Xezalê li hemberî malbatê û civakê ye. Modela Xezalê modelekê jina Kurda xwenas e. Hertim rastiya xwe li hemberî malbatê û civakê diparêze.
Di pirtûkê de pirsgirêkên jinan bi her awayî hatiye nivîsîn. Jina bindest, jina xwenda, jina nezan, jina neçar û jina tekoşer! Di nav pirtûkê de neçariya jinê jî cihê xwe bi karektera Zelalê girtiye. Zelal hevala Xezalê ya dibistana amadehiyê ye. Zelal di temenekê biçûk de dizewice lê mixabin tiştên ku di zewacê de xeyal dike nabe. Zelal li ber neçariya xwe dawî li jiyana xwe û zarokên xwe tîne.
Nivîskar jinên girtigehê jî jibîr nake hevala Xezalê bi navê Şînê dikeve girtîgehê bi nameyek agahî dişîne ji Xezalê re, Xezal gelek caran diçe dîtina Şînê lê pênaseya girtîgehê baş nikare bike wekê ku naçe ber girtiyek wek diçe li ber hevala xwe ya dibistanê.
Di pirtûkê de elbet mêran jî cihên xwe girtine Neçîrvan û Zana. Neçîrvan êvîna Xezalê ya zarokatiyê ye û di dawiyê de dizewicin û dibin xwediyê keçikekê bi navê Lîsa yê. Zana hevalê Xezalê yê liseyê ye piştî çend salan hevdu di konferansek de dibînin Xezal dikeve nav dubendiyan di nav Neçîrvan û Zana de. Di dawiya pirtûkê de bi nameyek tê zanîn ku Zana evîndarê Xezalê bûye.
Ez wek xwendevanek dikarim hinek nêrînên xwe li ser pirtûkê binîvîsim. Karektera sereke ya pirtûkê Xezal zeyif bû. Mînak: Xezal keçikekê xwenda û civaknas e lê vê pîşeya xwe nikare bîne cî. Hevala wê Zelal hertim gazî wê dike û dixwaze ji pirsgirêkên wê re çareserî bibîne lê Xezal tu tiştek nake heta jê aciz dibe û guhdariya wê jî nake. Gava ku Zelal xwe û zarokên xwe dikuje derûniya Xezalê xirab dibe û xwe ji civatê dûr dixe di vir de Xezal nikare wek civaknasek tevbigere.
Nivîskar xwestiye bi her aliyê civatê qala jinan bike lê pirr mijaran tevlîhev kiriye. Di pirtûkê de tîpên mêr baş nehatine nasandin. Neçîrvan di serê pirtûkê de heta dawiya pirtûkê heye lê baş nehatiye bi cî kirin. Di hîn mijaran de zelalî tune bû. Di pirtûkê de çewtiyên mantiqê hene. Mînak: Di rûpela 66an de dibêje di wî kela havînê de, di rûpela 70yan de dibêje hewa sartir bûbû cilekî stur neanîbû. Ev ciyê ku qal dike Amed e kesên ku li Amedê dijîn dizanin di kela havînê de cilekî stur nayê li xwe kirin.
Di pirtûkê de pirsgirêkên redaksiyonê gellek bûn. Dawiya pirtûkê baş hatibû honandin. Ji bo pirtûka Xezalê em dikarin bibêjin pirtûka jinê ye. Jin di nav civakê de bi her awayî dikarin berxwe bidin û li ser lingên xwe bisekinin. Di dawiya pirtûkê de Xezal jî ev yek dike û ji bo xwe û keça xwe Lîsayê jiyanek nû ava dike.
19.05.2018
SEVGUL ŞAŞMAZ