1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. Qoser û Don Kîşotekî Modern, Hunermend Şerif Kîno
Qoser û Don Kîşotekî Modern, Hunermend Şerif Kîno,qoser,û,don,kîşotekî,modern,hunermend,şerif,kîno

Qoser û Don Kîşotekî Modern, Hunermend Şerif Kîno

A+ A-

Huner, bi qasî dîroka mirovatîyê kevnar e. Mirovan, di dîrokê de, li ser taht, kevir, Li ser dîwarên şikevtan, li ser bircên avahîya bi fîgurên xwe re dest bi huner kirine. Fîgurekî piçûk, bi çend xetan û bi pêkerekî kevir, ji herîyê xwe îfade kirine. Bi rêka hunera xwe, xwe û jîyana xwe gîhandine jîyana şareza.

Li ser vê dîrokê huner geş bûye: Pêkersazî, wênekarî, roman, helbest, awazek hatîye ber destê hunerkaran û tîp derxistine ber me. Bûne tîpên qencî û xerabîyê. Carnan bûye „ezîzek“ û sînga xwe daye bayê, carnan bûye „Kawayê hesinkar“ û li henber zilma „Dehaq“ serî hildaye. Carnan jî bûye „Don Kîşot“ û bi aşê bayê re şer kirine.
Carnan wek „Reşkê şevê“ bûye cîhê metirsîdar û di şevên reş û bêewle de, bûne xof û ketine sînga mirovan.

Carnan bûne „Xocayê Xizir“ û bûne sembola hêvîyê ji mirovên bêçare re. Rîh Spîyekî li ser hespê boz, ku wek bayê bezê bêt di hewara wan de û wan ji tengasîyan rizgar bike.
Carnan bûye „Don Kîşot“ û li henber xerabîyê, nebaşîyê serî rakirîye. Bi hêza ji quweta mirovan mezintir re şer kirîye, ku mirov nebin êsîrê hêzê.

Carnan di romanan de bûye giranbûhaya evînek bêpa û li „Beko Hawan“ rast hatîye. Ji evînek şêrîn birc hatine avakirin û bi destê „Beko Hawan“an, ew evîna şêrîn di zîndanên van bircan de hatine zîndan kirin û kujtin.
Ev huner e. Bal û tên, hêz û zanîna dîrokî ye. Bi stranekê, bi firçe û rengan, bi pênûsek honankar, bi çakuçekî di destê Pêykersaz de, bi herîyek di nav tilîyên hunermend da, dibe fîgurek, dibe raman û awazek, dibe cîhana rengan û derdikeve ber me. Huner dibe ez, tu, ew û li me vedigere. Em di nava rengan de hinbêzkirî, lê reng ji me dûr in û ji me re dibin ecêba huner.

Hunermend Şerîf Kîno yek ji wan e. Carnan raser dibe „Don Kîşot“ û bi ramanên „Don Kîşot“ re derdikeve ber me. Carnan dibe Şervanekî wek Salahatîn -î Eyûbî li çola Ereban, Carnan dibe „Don Kîşot“ekî siwarê hespê û dest bi rim li bajarên modern me şaş dike. Carnan jî bi hînkirinek Metaforî derdikeve ber me û jîyanek rasteqîn pêşewazî me dike.

Hunermend Şerîf Kîno, bi rengan ji xwe re cîhanekê ava dike û di nav xewn û xeyalên xwe de avakirina jîyanek rasteqîn derdixîne ber me.
Hunermendê me ji Mêrdîn e û rengên xweza Mêrdîn, kevnarîya Mêrdîn, avahîyên Mêrdîn bi rengê pastel di xewn û xeyalên me de cîh ji xwe re çêdike. Sîya mirovan, tebayan, hesp û çivîkan, şopa mirovatîyê di van fîguran de veşartî û her guhertî derdikeve ber me û me ecêbmayî dihêle.
Ev Don Kîşotîyek modern e ku ji bircên Mêrdîn dadikeve berbi deşta Mêrdîn de û carek din li paş xwe vedigere û rengên xwe û rengê Mêrdîn dide berhev. Di vir de di navbera başî û xerabîyê de şer dest pê dike. Fîgurên wî mîna Don Kîşatekî modern beşdarî vî şerî dibin. Fîgurên hunermend, hin bi aheng û lihevhatî û hin jî wek ku hemen wê di navbera wan de şer destpê bike derdikevin ber me. Ev jî serkevtinek bêpa dide hunermend.

Hunermend Şerîf Kîno, boyaxa pastel, di rengên bihar û payîza Deşta Mêrdîn de, wek suwarekî bilez di nava hecacoka toza vê deştê de, dike bêndera pêkerîya huner û fîgurên wî di nav rengan de pêşewazî me dibin.
Hunera xwe di van serkevtinên xwe de wek dînamîzmek jîyanê derdixe holê.
Hunermend Şerîf Kîno, di vê serkevtinê de dibe hunermendê „Don Kîşot“ û serî radike. Wek ku hesabê her cûre zilm û zordarîya li ser vê axa qedîm ji her kirêkaran bipirse, wek kela Mêrdîn dibe şahê hunerê.

Di vir de, hunermend û ramanên ber firça wî, bi tayên dîrokê re li ser vê axa pîroz, carek din biruh dibe, lê bi şîveyek modern û dadikeve qada hesap pirsînê. Dibe şervanekî li henber her cûre xerabî û neheqîyê.
Carnan dibe Leyleg û hêlîna xwe li ser çekên şer, wek zirpoşan çêdike û dibe dengê dijî êrîşên ser welatê xwe.

Hunermend, di hunera xwe de, her rêya bipaşde vegerê ji bo welatê xwe, ji xwe re hiştîye. Don Kîşotbûna wî jî ev bi xwe ye. Rêya serhildanê di hunera wî de ev bi xwe ye. Ji ber wê di hunera xwe de hin rêwîyê vegerê û hin jî temaşevanê rêwî bi xwe ye. Hêvîya wî di virê de têt çandin û bi vegera qahremanê wî re carek din li ser axa xwe zînde dibe. Belkî ev jî armanca hunermend bi xwe derdixe ber me..

Hunermend Şerîf Kîno li Qoser (Qiziltepe) dijî. Di sala 1992 an de li Universîta Marmara, Fakulteya Perwerdeyê, Beşa wênekarî kuta kirîye. Perwerdekarê hunerî ye li Qoserê û bipiranî jî berhemên xwe li vir çêdike. Ji Mêrdîn heta Stenbol û Swêdê beşdarî 37 çalakîyên hunerî bûye. Niha jî heta 25ê Kewçêrîna Pêşîn 2019, li Muzeya mêrdîn, beşa huner, çalakîya hunermend berdewame.

20.11.2019