Qolinc –IV
Roja duyemîn bû ku di çiyê de ye…
Bi roj xwe vedişart û radiza û bi şev jî diket rê û berê xwe dida oxira xwe…
Birçî bû, tî bû û xemgîn û westiyayî bû.
Di şevtariyê de li guherekê, li birrek hesp û qantiran rast hat. Xwest ku yekî ji wan bigre û lê siwarê, hinek rê here. Kir û nekir nekarî bigre.
Di nava sorçiloyên darê berû de li berûyan geriya…
Ji xwe bi xwe re got;
-“dibe ku ez çend berûyan bibînim û bixwim..Hinek ber dilê min digire. Di şevreşê de destê xwe pelikand, piştî çend saniyan berûyek ket destê wî. Pir kêfa wî hat. Hema gezkir û navka wê jê derxist, avêt devê xwe. Jê re wek kinek guwîz bû…
Gera xwe domkir… Çend hebên din dît… Yek din xwar û yên din xistin bêrîka xwe...
Jê re lazim bûn.
Ket rê û meşiya. Lingê wî li tenekakê qelibî. Rahişt tenekê ku di binê wê de bîrek heye. Rahişt zixurekî û avêt bîrê. Çirpîniya avê hatê…
Qayişa pişta xwe, kefiya xwe û pişta xwe vekir, bi ser hev de girêdan. Dirêjî bîrê kir… Bipaşde kişand kefî şil bibû. Di devê xwe de givaşt û carek din dirêjî bîrê kir…
Tîna wî jî şikesti bû.
Bêhnek din bi rê de çû.
Car caran kevir ji ber lingên wî diherikîn û deng derdixist. Di ber xwe de;
- “divê ez dîqat bikim”!
Şeveqê lêxistibû. Ji xwe re li cîhekî talde geriya. Di nava deviyek tov de ji xwe re cîh çêkir. Ket nava deviyê û xilmaş bû…
Bi dengê çoh çoha zelamekî re şiyar bû.
Mêze kir ku zilamek û ker û qantirek di ber de, berbi wî de tên. Dengê xwe nekir. Li dora xwe mêze kir ku li ser riya êzingvanan cîh ji xwe re çêkiriye…
Mêrik nêzîkayî lê kir û rahişt du keviran, li ber teqilî û got
- “kuro tu kîye min te kuşt“
Tu şens nema bû rabû ser xwe û li mêrik vegerend;
-“çi te ji mine, tu bi riya xwe de here… û nebî nebî tu qala dîtina min ji kesekî re bike.“
Mêrik lê vegeran
- “Me şevê dî cenazê xwe rakir. Yek ji wanên li ber hudût hatiye kuştin gundiyê me bû. Eskerên tirkan mala me xerakirin. Jin û mêr di bin lêdanê de perîşan kirin. Wîcdan bi wan re tuneye. Ma hun çi ji me dixwazin, vê xezebê bi ser me de tînin?“
Ji êzingvan re got;
- “Oxira te a xêrê be… Wek ku min got, te min nedîtiye!”
***
Piştî ku êzingvan ji wir bidûr ket, Cîhê xwe guhert. Cîhekî baş û asê ji xwe re dît… Heta êvarê di wirde ma…
Roj çû ava, hinek tarîtî ketibû erdê, kerîyek pez ket berwarê û berbi guhera ku têde ye dihat…
Şivan nêzîkayî li cîhê ku wî û êzingvan hevûdû dîtibû kir û dest bi stranê kir…
“Menale Berxê Diya Xwe Menale
Birîndarê mino Menale“
û di nav starana xwe jî “kuro tu li ku ye, min ji te re nan anî“… Ez zanim tu li vanderan î… Ez dostim… Were min ji te re nan û bastêq aniye“
Hinek sekinî û dîsa li şivan gohdarî kir… Şivan hin stran û di nav re jî gaziya xwe domand…
Hêdîka rabû û destê xwe ji şivan re bilind kir. Şivan bi kêf hat balê. Şivanekî parîkî kulek bû…
Silav lêkir û got;
-“bi rastî tu birîndar î?“
-“Na na ez ne birîndarim…”
Şivan jê re, ta di derziyê re vekir… Di derheqa gundên derdorê de agahî dayê û jê re got;
-“Esker ber bi Midyadê de çûn, li cîhên pir asê li te digerin. Başe ku tu li ber vî qelaçî maye û tu neket operasyonê. Ya na, tu xelas nedibû.
Li qusûrê mêze neke, em ketin peyvê, min nanê te ji bîr kir…“
Ji tûrê xwe du nanên tenûrê û hinek bastêq dirêjî wî kir.
Xwarin ji destê şivan girt. Spasiya xwe jê re kir.
Şev ketibû erdê, şivan pezê xwe kişand.
Piştî şivan bi dûr ket ew jî hinek nan û bastêk girt destê xwe û bi rê ket. Şivan çiqa bawerî dabiyê jî, ne ewle bû… Divê zû bi zû ji wê herêmê bi dûr keta.
Teqnekî rê çû, peşkên baranê davêt…
Li ezmên mêze kir, ewr giranbûn. Di ber xwe got;
- “wê baran bibare îro, wilo xuyaye”
Qederê çend xuleqatan bê rawest meşiya bû. Baranê jî zêde kiribû. Êdî şil dibû hêdî hêdî… Li ser tahtikan li avê geriya.
Ji çend hewdikan hinek av jî ji xwe re dît û vexwar.
Mijekê derdor girt, nema dizanîbû wê bi kude here. Baran jî êdî wek kumên avê bi ser de dihat. Ji xwe re li cîhekî talde geriya û dît. Wek qûllekê bû û ketê. Hinek bîna xwe vegirt û xilmaş bû. Bi xwuşîna avê re şiyar bû ku di bin rehîla avê de maye…
Cîhê ku ketibûyê rehîleka avê bû. Ji jorde ava ku digîha hev di cîhê wî re derbas dibû. Bi xwe keniya… Derket derve, dinê hinek ronî bibû, lê mijê hîn domdikir..
Biryar da ku di vê mijê de bimeşe. Heta mij belav nebe wê riya xwe bidomîne…
Di bin baranê de bi rê ket û meşiya…
Çend sikur derbas kir, ket guherekê, li keriyekî mêşinan rast hat. Keriyekî xilbe bû. Du şivan liber bûn. Xwe li wan girt û çû cem wan.
***
Silav li wan kir…
Şivanan jî silava wî girt û li halê wî pirsîn…
jê re gotin;
-“Berê xwe bide wî alî û qederê bîst deqan bimeşe. Wê şikeftên me derkevin pêşiya te. Xwe li şikefta jorî şikeftan bigire û here. Ew mala xwediyê pez e… Jê re bêje şivanan ez şandime(!) Ji te re agir dadidin. Tu xwe zûha dike, hinek nan, av didin te. Tu nava xwe germ dike. Tu bixwaze li cem me bimîne îsev û tu bixwaze jî rê pêş te dikin, tu bi oxira xwe de derî“
Spasiya xwe ji şivanan re kir. Ket rê wek ku şivanan tarif kiribû. Hinek çû, sukur derbas kir û şikeftên ku hatibûn tarîfkirin derketin pêşiyê…
Berê xwe da şikefta herî jor. Çend zarokan ji nav şikeftan bazdan û hatin pêşiyê.
-“Tu diçe mala kê apo?”
-“Ezê herim mala mezinê we… Şikefta herî jor“
-“tu dê herî mala Mîrza beg!“
Zarok ketin pêşiyê û wî birin mala mezinê xwe.
Derbasî hundir bû û silav kir. Mêrekî şaşik girêdayî, pişt li ser şelwar û bi girêdana xerziyan, ji ser kulav rabû û;
-“wey ser seran, ser çavan mêvanê xerîb, tu bi xêr û selamet hat, ka cîh ji mêvanê ezîz re vekin. Hin şile û hin jî birçîye. Kî zane çend roje bi rê de ye!“
Li kêleka xwe cîh jî mêvanê xwe re çêkir. Sobe dada û çixarak pêçe û dirêjî mêvan kir.
-“Dîsa tu di ser çavên min re hatî. Tu ji kude tê û bi kude diçî mêvanê ezîz? Tu ne mecbûrî rastiya xwe ji min re bêjî, ji bona ku peyv peyvê veke min pirsî.
Em koçerin. Ji hêla Xerzan hersal tên vê herêmê. Xwediyê van zivingan dostên me ne. Herkes me nasdike. Bi tedbîr be, lê ji me netirse. Di vê herêmê de rewiyê ku nanê Mîrza Beg nexwaribe tineye. Xwe zuha bike, xwarina xwe bixwe û xwestinên xwe ji apê xwe re bêje.
Mitala neke cîhê te ewleye!“
Ji xwe re ketin sohbetê. Geh siyasî, geh kar û bar, geh zahmetiya koçertîyê…
(…)
29.05.2017