Qolinc III,qolinc,iii

Qolinc III

A+ A-

Axa dewlemend, gundiyên şilfî tazî û belengaz. Erdên mayînkirî, gilokên têlên bi stirî, kemînên leşkerên dijminan ew dikişand nav mitalan…
Şoperêkên nav erdên mayînkirî, laşen bi mayînan perçekirî û teqîna mayînan ew ji hev perçe perçe dikir.
Deverên asê, stara şikeftên Kurdistan û gundî.
Ew gundiyên ku ketibûn pêşiya leşkerên dijmin û berqef bi berqef, rizde bi rizde, şikeft bi şikeft, guher bi guher lê digeriyan…
Ew yek bi yek anî ber çavên xwe. Kûr kûr li ser wan ponijî û armanca xwe, gelê xwe û doza Kurdistan anî ber çavan…
Dîsa ket nav mitalan…
Çiyayên ku xwe tê de veşartibû, warên Êzdiyan bû. Şivan hatin bîra wî… Ew herdû şivanên Êzdî ku tarî ket erdê û li ber deriyê şikefta wî ji carekê de hazir bûn… Ji tûrikên xwe nan û bastêq derxistin, danê û jê re gotin:
-“Her der tije leşkerên tirkan bûne… Me dizanî tu li vire. Şevê dî şerê ku li ser têlan derket sê kes hatine kujtin. Yek birîndar hatiye girtin. Yekî jî gundîyan girtîye û teslîmî leşkerên tirkan kirîye… Dudo ji wan wundane û ji sibê de li wan digerin.
Gundî dibin daran de kujtin… Pir ezîyetê dikin…
Sibê bi reyandina kûçikan re me dizanî tu li vire. Me xwe veşart û em bi dizîka hatin.”

Gundiyên dabûn pêşiya leşkeran û lê digeriyan, şivanên ku nan û agahdarî danê. Ew gundên êzdiyan û zilma olî ku li ser wan dibû hat bîra wî. Danin ber hev û teqiland...
Keleşa wî hat bîra wî. Barê wî, kovar û belavokên di tûrikê wî de hatin bîra wî…
Li ser mêrên berê, destanên şer; şervanên ku di kozikên xwe de xwe girêdidan û şer dikirin hatin bîra wî û balkêş balkêş sere xwe hejand…
Hevalê wî ket bîra wî. Gundiyên ku hevalê wî girtin, girêdan û teslîmî leşkerên dijmin kirin hatin bîra wî.
-“heta sibê agir kirin û li dora wî û agir govend girtin. Sibê jî leşkerên dijmin hatin ew birin”(!)
Di ber xwe de got; “gel pîroze(!) Na na gel îxanete. Gel hevalbendê xwedî hêzê ye… Kî xurt be gel li pişta wan e. Ma ne ev tal û tirşitî, ev ezab, ev mirin, ev êş û elem… yên ku îxanetê bi me re dikin jî ewin.
-“Kê hevalê min teslîmî leşkerê dijmin kir?


Heft mêrxas bûn. Barên wan li pişta wan. Keleşên wan di destên wan de, nêzîkayî li axa mayînkirî kirin…
Şevek ji şevên payîzê bû. Bi ewr û reşî tarî bû. Peşkên baranê davêt…
Tipe tipa dilê wan bû… Ne dixwestin ku dilê wan jî bavêje. Deng dijminê wan bû.
Rêber dabû pêşiyê û yeko yeko di şoperêkê de bi dû rêber de rêz bibûn…
Bi zorê hevdû didîtin…
Gavek xelet mirin bû. Xete qebûlnedikir.
Gîhan ber têlan. Têl qutkirin. Hinek ji wan têl derbas kirin, hinek ji wan hîn di nav têlan de, bû şîrqîna çekan.
Gule wek pilingên sersotên agir bi ezmanan de firîyan di ser wan re. Ji ezmanan agir dibarîya.
Ji hawêrdor panzer derketin. Xwe avêtin erdê, tilî çûn ser lingên keleşan. Bû xwişîna reşaşan, agir ji devê mîtralyozan belav dibû.

Hevûdû wenda kirin. Barê wî kovara “Yekitî“ bû. Ji taqet ketibû. Barê xwe avêt û ket pişt panzerekê...
Hinek bi panzerê re meşiya û xwe da alî. Berê xwe da çiyê.
Tarên hespan bi dengê çekan û agirê wan re teriqîn. Bû fire fira firkên pozê wan û hîre hîra wan.

Şervanekî bênav bû.
Hevalên wî ketin bira wî. Dilê wî hat givaştin. Keserek kişand. Di ber xwe de got;
-“gelo kî mir û kî sax ma?”
Zîndan hat bîra wî. Hevalên zîndanan, asaq û tadeyî, zilma dijmin, hucre, tenêtî ew diêşand.
Ket nav ramanan. Ramanan ew gêj dikir.
Hewil da xwe, rabû. Keleşa xwe girt destê xwe. Ji bîr kiribû bê çawa hatiye vir û ji kengî de li vir rûniştîye.
Berê xwe da çiyê û meşiya. Çiya stara wî bû. Çiyan tu caran îxanet pê nekiribû. Pêsîra çiyê, hinbêza dayîkê bû. Çiyan ew wêrek dikir û ceger didayê. Çiya azadîya wî bû…
Keleşê zinaran bû, mêrxasê neqebên teng bû.
Ji qada şer derketibû. Riya xwe guhert û ecele kir.
Tî bibû, av hat bîra wî. Dewê koçeran û zozanên Kurdistan. Xwezîya xwe bi tasek ava kaniyan, bi dewê koçeran anî…
Bêhnek din bi berwarê de hilkişiya. Li ber rizdekê sekinî. Pala xwe da tahtekê û destê xwe avêt çixara xwe. Wek ku sedkes jêre bêje” ma tu dîn bûyî, ne çavê dijmin li te ye.“
Destê xwe kişand ji bêrîka xwe.

Li derdorê xwe mêze kir.
Hîn tarî bû. Li hêla fereca sibê mêze kir, stêrka sibê bejnekê bilind bibû.
Ji xwe re got; “ecele bike, xwe bigihîne cîhên asê, hinbêza çiyê.“

Bi şeveqê re xwe gîhand herêmek asê. Ji xwe re sitarek asê dît. Şikevtek piçûk a şivanan bû. Ket hundir û xwe da kêleka deriyê şikeftê. Gelî di bin lingê wî de xuya dikir. Cîhê xwe eciband. Keleşa xwe da kêlekê û li ser dika aliyê çepê rûnişt. Xwe dirêj kir û raza.
Bi dengên kuçikên şivanan re şiyar bû. Rojê tîrêjên xwe avêtibûn kumka çiyan.
Du keriyên pez di guhera henber wî de diçêriyan û kuçikên wan berbi wî de direyîyan.
Dengê xwe nekir. Keleşa xwe girt hinbêza xwe û di cîh de ma…
Şivanên Kurdistan baş nasdikir. Ew şivanên ku qul bi qulên çiyan dizanîn.

Başûrê Rojavayê Kurdistanê hat bîra wî. Ew Kurdperwerên ku bi filozofiyek Kurdewarî diaxivîn bûn mêvanên wî. Osman Sebrî, Seydayê Tîrêj û mele Şêxmûs..
Sohbeta li mala Apê Osman û ramanên wî yên kûr û balkêş…
-“Gelî xortan ji xwe re bixebitin, xizmetê ji gelê xwe re bikin. Kurdperwerbin. Nebin peyayê xelkê!“

Payîz bû. Refên qulingan û Deşta Mêrdîn hat bîra wî, girê kewke û mala Seydayê Tîrêj. Helbestên wî…
Dema ku diçû ziyareta Seydayê Tîrêj. Seyda digot;
- “Birazê tu çi dixwaze vexwe?“
Digot;
-“ji dengê te helbestên te!“
Ewîndarê helbestên seyda û dengê wî bû.
Ev hatin bîra wî û di ber xwe de vebişirî:
-“Gelo çima sînor, gilokên têlan û axên mayînkirî, kemînên dijminan ji refên qulingan re tune?“
Xwe bi xwe bersîv da:
-“Ma baskên wan hene, ew difirin. Kes kare ji wan re firê qedexe bike!“
Çar xetên helbasta Nemir hat bîra wî…
Kurdperwerî û Kurdistan…

“Ma rûmeta şi’rê çiye, ned’ xizmeta milet debî
Ronahiya şi’rê çiye, pesnê welat ko têd’ nebî
Çibkim ji wê şi’ra rijî, danegire sewda û mejî
Derdê dil û can nakujî, çaxê ko cewher têd’ nebî“
17.05.2017


Gotinên miftehî :