Qolinc-II-,qolinc,ii

Qolinc-II-

A+ A-

Zaroktiya wî, hestên wî yek bi yek ji binê bîrên kûr û bêbinî derdiketin ser ruwê erdê û mejîyê wî tevlihev dikirin. Hevalê wî yên zaroktî, lîstika veşartokê ket nav ramanên wî. Fedîkok fedîkok li Rojê mêzekir:
-“Bêşik dixwaze bi min re bilîze. Min dawetî lîstikê dike. Heyecana dilê min, kêf û boranên dilê min fêhm dike. Xwezî min bikariya xwe bigîhanda wê û bi wê re bilîsta. Ji dûr ve ewqes bedewe, gelo ji nêzik ve çawaye?
Axxx axx… xwezî ez li tenişta wê bûma.
Mêzeke mêzeke, waye dîsa ji nav ewrên sipî pozê xwe derxist û awirek da min û wunda bû.
Ev lîstik e, bi min re dilîze.
Binêre, wexta ku dilîze, çiqas bedew e. Çawa di bin ewran re diherike. Ewqes bedewbûn dibe?
Çiqas bedewbûna ku li cîhanê heye, ji xwe re girtiye. Yan jî, ji bona ku di şûşa dilê min de cîh bigre, ez wê wilo dibînim!
Çiqasî germ e. Gelo min bikarîba xwe bigîhanda cem wê û dest bida wê…
Min ew di hestên xwe de, di bedena xwe de, di awirên xwe de bicih bikira. Min û wê li serê vî çiyayî bi destê hev bigirta. Ez û wê li tenişta hev çarmêrkî rûniştana û me li kul û derdên hevûdû guhdarî bikira, ma wê çi bibûna!”
Dîsa ew deng biber guhên wî ket:
-“Dev ji wan hestên zarokî berde. Tu çi ji min dixwaze, wê bêje! Di cîhana we de kesekî ku ji min heznake tuneye. Herkes heyranên min in. Kaînat bi yekser ewîndarên min in. Belê xweza we nefretê jî ji min dike! Ji ber tiştên ku hun ji min dixwazin, ez nikarim bidim we. Wexta ku ez xwestinên we bînim cih, dibe ku mirina we be jî. Ji ber vê yekê ez nadim we.
Ji ber ku ez nadim we, hun dibin dijminên min. Evaya tebietê we ye. Hun kurên benîadem ji dilxwestinê hezdikin, ne ji xwestinên dil. Di cîhana ewînê de hun ji xwe re hestan çêdikin û xwe bi wan hestan dixapînin. Hun ji vê xapandinê hezdikin. Ez bawerim ku, di ruhe benîademde hezkirin pir hindike. Belê dîsa jî bêje…
ji kerema xwe, tu çi ji min dixwaze?”

Wek hîmekî kerr û lal bibû. Xwe ji bîr kiribû. Nizanîbû di navberê re çiqa dem derbasbûye! Bi seatan e li vir rûniştî bû. Serê xwe ji ber xwe derxist û bi dilkî şewat li rojê mêzekir.
Hestên bêhêviyê ketin dilê wî. Dixwest ku tiştên di nav ramanên wî re derbes dibin, bîne ziman.
Ku ew zerzele û boranên ku di nav ramanên wî de, li binguhê hev dikevin, hinekî rawestin…

“Ne wexta vê ye! Ku ez xwestina xwe bêjim jî, ji min fêm nake. Herkesî wek hev dibîne. Herkesî davêje serhev, dixe binê têra xwe û diçe. Halê min nabîne, qet min hîs jî nake!”

Hezkirina wî, kêfa wî guheri, ket tasewasê! Ji rengekî ket rengekî din, keserek kûr ji kezebê kişand, bêhna xwe berda. Li tipe tipa dengê dilê xwe guhdarî kir. Dilê wî bêhêvî davêt, wek xwediyê ewînek ku di binê zîndanek kûr û bêbinî de, birîndar. Ji xwe re li muhabetekê, an li wê ewîna kûr û wundakirî, an li paldakî, yan jî li sitarekê digeriya.
Ne kişf bû, hîn ramanên wî zelal nebibûn. Ferq kiribû ku bi rojhilat re pir tişt wunda kiriye û gelek tiştên nû bidest xistine.
Bi sedan Pirs di serê wî de hebûn û li Benda bersivan bûn! Belê tasewasa dilê wî ew bêtaqet dikir û nizanîbû bê wê çawa bersivên van pirsan bibîne…

Tîrêjên rojê û tasewasa dilê wî, ew westandibû. Xewê avêt ser çavê wî û xwest ku razê.
Raneza û dîsa li roje mêzekir:

-“Ez tiştekî ji te naxwazim, tenê dixwazim li te mêzekim û destê xwe di te de bidim û te di germaya laşê xwe de, di gewriya çavên xwe de hîsbikim. Dixwazim te hinbêz bikim. Dixwazim li vêdekê bi te re sohbetek germ deynim, tenêtîya xwe û sirrên xwe bi te re parve bikim!”

Ricifkê laşe wî girt, rojê ew sersem kiribû. Di nava waswasê de, sergêj bibû, tayek wek Taya mirinê girtibû laşe wî.

Dîsa ew deng:

-“Paş re tê bêje ‘dixwazim tu bibe a min” ne wilo?
Kurê benîadem biaqil nabe!
Ez ne malê ti kesî me. Ti kes nikare bi serê xwe xwedîtiyê li min bike! Bi hezar salan e ez vê dibêjim.
Kurê benîadem ne fêhman e. Bûyerên berçavan nabîne û dersê ji wan nagirin!

Gula berbiro bînin bîra xwe; ewîndarê min e. Bi derketina min re berê xwe dide min. Bi dilgeşî û rûkenî min temaşe dike heta ku ez herim ava. Ku ez nêzîkî rojava bûm, sitû lê xwar dibe, melûl dibe. Xemgîn dibe…
Nizanin ku çiqa nêzîkî min bibin, ewqas nêzîkî mirinê dibin. Nêzîkbûn a min, mirin a wan e. Vê rastîyê qebûl nakin!

Ev hewes û ewîndariya wan, çavên wan kor dike. Ji dûrve ez pir bedew û balkêşim. Hundirê min hêtûn e. Zerdika min ji agir çêbûye. Agirê min dişewitîne û dike pîşo.
Ewîndariya ku di hundurê min de heye, bi ti kesan re tineye! Ku hun tenê bixwazin bi çavên xwe min bibînin, hunê bên xapandin. Çavên we, we dixapînin! Di bedena we de perçê herî ne dilsoz çavên we ne.
Hun nikarin bi çavan hûndirê min bibînin. Ev îmkan ji we re çênebû ye. Hun ji derve de li min dinêrin û tên xapandin. Mesûlê vê nefsa we, çavên we ne!
Yên ku vê nevfsa teng bi we re çêdike, çavên we ne. Ev nefs, kesayetiya we dikuje û hun tên xapandin. Hun dikevin rêkên ku vegera wan tunene.” 10.08.2017


Gotinên miftehî :