QOLİNC -V
“-Birazê eşîra me li hidûdê Îranê dijîya. Sal 1943 meha Hezîranê bû. Generalekî tirkan bi nave Mustafa Muğlalı hebû. Rojek ji eşîrê 40 kes da serhev û ew sewqî dadgeha tirkan kirin. Sûcê wan çi bû, çi kiribûn, ne eşkerebû. Kurdbûna wan sûcê wanî herî mezin bû.
Piştî çend rojan 6 kes tewqîf kirin û 34 kes berdan. Pir kêfa me hat, me ber dilê xwe xweşkir û me got, ‘qe nebe 34 kes hatin berdan!’
Lê ev kêfa me di gewriya me de ma!
Yên ku tewqîf bûn, pir li ber xwe diketin û xweziya xwe bi yên ku hatin azadkirin tanîn!
Dîtira rojê 33 kes ji wan dîsa girtin û birin qerekolê. Yek ji wan esker bû ew şandin eskeriyê û 32 kes birin li hidûdê Îranê dan ber gulan û biserhevde qetilkirin. Bê deng û bê sûc 32 Kurd!
Me bi salan daxwaz dan dadgehên tirkan, me name ji meclîsa tirkan re nivîsî û tu netîce nehat ji me re!”
-“Belê apo bi sedan bûyerê wilo hene ku ne hayê kesî ji wan heye û ne jî ketine bin qeydan. Dijminê me, bi hev re kar dikin û li ser kokqelandina me hemtifaqin!”
Ji sifrê vekişiyan.
Li Mîrza Beg nerî û got
-“Ez ê çawa rehet xwe bigihînim Marînê?
-“Pir dûr nîne ji vir. Ez ê rê pêş te bikim. Lê îşev mêvanê min be, bi pismamên min re jî tu ji xwe re hinek sihbet bike. Dîtira rojê em te bi rê dikin.“
-“Na Apo, divê ez qet nesekinim, riya min dûre“
***
Li êlek qereçiyan rast hat. Xwe da alî ku wî nebînin. Lê bêfêde bû. Du xortên wan hatin li pêşiyê sekinîn û pirsîn;
-xalo tu bi kude diçe?
Ez mamostê wî gundê jorim, ji ber mijê min riya xwe şaşkir û di vire derketim. Ez diçim ser rêya tirimpêlan ku siwarim herim navçê.
-Çixara te heye xalo, çixarakê bide me!“
-Na ez ne çixarekêş im.
Di ber xwe de got “niyeta vana xerab xuyaye.“
De keleşa min bi min re ye û va şev jî hêdî hêdî dikeve erdê. Ew Karin çi bikin!”
Xatir ji wan xwest û li gor ku Mîrza Beg jê re tarif kiriye ket rê û meşiya.
Herdû xortan qederekî ji dûr de ew şopandin û tarî ket erdê, nema xuyakirin.
***
Bi dû tofanan de hertim ezman sakîn dibe û ji nû ve jiyan dest pê dike. Tiştên ku li ber bayê ketine, şikestine, wundabûne û hilweşiyane, ew tên berhevkirin. Jiyanek nû tê avakirin û tofan di çîrokan de dimîne.
Dibe “serpêhatî” û beşek ji dema qeydkirî a dîrokê.
Carinan dema mirov wan rojan tîne bîra xwe, xemgînî û xwezî bi hev re rûhê mirovan digire û di ber xwe de dibêje;
- “ew roj, ew tofan neyên serê tu kesan”!
Di jiyana wî de jî ev hebûn. Li ber çavên wî gund hatibûn bombekirin. Pekandina perçê laşen zarokan li azmanan dîtibî.
Qêrîna zarokan, hewara dayîkan kezeba wî dişewitand.
Ew gundîyê ku kuflet di hundirde û leşkerê tirkan agir berda mala wî, dema ku êrîşî nav agir kir, qêrîna ku derxist, hîn di guhê wî de bû. Ne tiştekî hêsan bû.
Car caran rewşa xwe, dema ku ket nav şer û armancên xwe anî ber çavên xwe; Her heyfa wî dihat û di van mitalande xwe wunda dikir. Di ber xwe de digot;
-“me ji bona azadiya welat şer dikir. Evînek mezin di dilê me de cîh girtibû. Me azadiya xwe jî wunda kir. Armanc ser û bin kirin. Evîn hat kujtin û îxanetê di nav me de reh berda. Bira bû dijminê bira ji bona serdestan. Bira devê tivinga xwe dixist sînga bira, berdidayê û dikûşt. Şervan şervanan îxbar dikir. Evîndar didan ber gulan(!) Ruhekî kole di nav me de her ku diçû geş dibû. Ji dêlva ku bi çand û zimanê me, me perwerdebikin, zimanê dijmin ji me re kirin zimanê rojane, zimanê perwerdeyê.
Ji beşên din Kurdên ku ketin nav “şoreş“ê, piştî demekê hemû asîmîle dibûn. Ewan jî êdî piştî demekê, rojane bi tirkî dest bi axavtinê dikirin. Dibûn biyanîyên xwe bi xwe.“(!)
Di bîraninan de pir şareza bû. Dema ku diket nava bîranînan xwe ji bîr dikir. Hişê wî tevlihev dibû.
***
Ketibû nav bîranînên zaroktî. Salên dibistana yekem û mamostê wî dihat bîra wî. Her keser dikişand û diber xwe de pir caran tişt digotin, lê keseki jê fêhm nedikir.
Dema ku dest bi dibistanê kir bi yek peyva tirkî nizanîbû û wek wî sih û şeş zarokên gund jî bi tirkî nizanîbûn.
Mamoste zimanê Kurdî li wan qedexe kiribû û kî bi Kurdî bipeyivîya jî lêxistinek xerab lê dikir.
Pir caran serên tiliyên wan ji daran û şivan diwerimîn.
Mamostê dibistanê, ji zarokan yek kiribû berpirsiyarê “axaftina Kurdî” û vî zarokî navê hevalên xwe dinivîsî û dida mamoste. Mamoste jî gazî wan zaroka dikir û dikişand ber textê reş, bi daran û şivan li wan dixist. Bi saetan berê wan dida textê reş û ew li ser lingekî didan sekinandin.
Rojek zarokekî, diwar ji qorziyê heta qorziya din bi pênûsek reş xêz kiribû. Berpirsiyarê “axaftina Kurdî” dixwest ku vêne ji mamoste re bêje. Lê bi tirkî nikarî bigota.
Ji kursîya xwe rabû ser xwe û tilîya xwe bilind kir;
“mamoste mamoste yekî diwar ji serî heta binî çîzmiş kiriye”!
(...)