QOLINC,qolinc

QOLINC

A+ A-

Hêdî hêdî dimeşîya û hûr hûr li derdora xwe mêze dikir.
Wek şervanekî ku di ênîya şer de hemû hevalên xwe wenda kiribe û bi tena serê xwe li termên hevalên xwe mêze bike, li kuçe û tarên bajêr mêze dikir:
Bajar kevnar bû. Dîwar ji derbên topan hilweşiyayî, tije qulên gule û bazoqan. Dora derî û pacan ji agir reşkirî bûn.
Wêneyên şerê duyemîn yê cîhanê hat bîra wî. Wek ku li wan wêneyan mêze bike, li kuçe û taxên bajêr dinêrî.
Kuçe derbas kir û dît ku du kalemêr, li ber dîwarekî derbxwarî, li ser keviran rûniştine û kurepista wane, bi hev re dipeyivin.

Ev herdû kalemêr, bajarê ku lê rûniştî, kuçên hilweşiyayî, kevir li ser kevir nema bûn. Wek bavekî ku li ser laşê kurê xwe bisekine û bi dilekî şewitî li bedena wî mêzeke; li dîwar û kuçeyên taxa xwe mêze dikirin, dimeşîyan û bi hev re dipeyivîn ev herdû kalemêr!
Serpêhatîyên wan, bi her dîtina diwarekî hilweşandî, bi her camek şikestî û malek şewitî re, wek birûskan di hest û mejûyên wan de vedida. Keserên kûr kûr dikişandin û diketin nava ramanan. Bahozên ku di serî û dilên wan de radibûn, di rûkên wan de reng bi reng xuya dikirin, kezeba wan dişewitand!
Gihîştin ber dîwarekî ku bi tayekî li ser ling mabû, ew dîwarê wek pêkerê şer, meydan ji şer re dixwest û sekinîn.
Ev herdu kalemêr, her yek li ser kevirekî ku ji bombebarîna tirkan hilweşîyaye, rûniştin û di ber xwe de dest bi peyvê kirin.
Pişta xwe dabûn dîwêr û darkên wan di destên wan de axa ber xwe tev didan. Di serê wan de kî dizane bê çend pirsgirêk û kul hebûn û her çixêzên ku davêtin ser axê, wek ku pirsgirêkekê işaret bikin, di ber xwe de bêdeng, dipeyivîn. Di rewşek raman kûr û dil bixem de bûn.
Yê rîhspî û bi temen, zîvirî ser yê kêleka xwe û got:
“heta ku ev dewlet li welatê me dagirker be û bi hêz liser lingan be, wê halê me ev hal be. Em ê berhev bikin, çêbikin, avabikin û zarokên xwe mezin bikin; ew ê werin û xaniyên me bi serserên me de hilweşînin û zarokên me bigirin, bavêjin zîndanan, ji xwe re bikin cangorî. Ti çare tuneye, divê ev dewlet hilweşe û bibe qada hesabpirsînek mezin. Ev şer ji ber derîyê me here û têkeve pêsîra dijminê me! Em bi van tirkan re nikarin jiyanê parvekin!”
Bê ku li benda axivtina kalemêrê kêleka xwe be, an jî bersîva wî be, dîsa darikê xwe dirêjî nav axê kir û xetek din kişand...
Kî zane bê çend, zarok, keç, xort bi destê xwe şuştîye û birîye ser mezel û bi çavên xwe veşartiye..
Mala çend kesên wêrankirî dîtiye, di çilê zivistana kambax de, bê ar û ardû di nav berf û bahozê de, bê av û nan!
Qermîçokên rûwê wî, pişta xûz, yek bi yek tayên rîha wî yên wek berfê spî û nerînên dijwar û xemgîn, wek şahidîya dîrokê, şahidîya zilm û zordarîya dewleta tirkan dikir, bi înad û xemgîn li ser lingan bû.
Yê kêleka wî lê vegerand û got:
“heyra taqet di me de nema. Kî tê û ji me dixwaze: Malên me xwestin, me dan wan. Keç û xortên me xwestin, me dan wan. Piştgirî xwestin, me dan wan. Niha xanîyên me jî bi ser serên me de hildiweşin in. Em bê ewlehî, di bin lingên dijmin de mane. Em bi şev û roj bi mirîyên xwe re radizên û li benda mirîyên nû ne. Divê derîyek ji me re vebe. Bi vî haweyî nabe”.
Kalemêrê rîh spî çend xetên din kişand ser axa ber xwe û wek ku di serê xwe de ramanên xwe zelal kiribe, li yê kêleka xwe nerî û got:
“Ev sedsale bi vê metodê em li ber xwe didin. Doz digihêje cîhekî bi hêvî û gotin tê guhertin. Peyva ku ji devê dijminan derdikeve, dibe peyva pêşkêş, serok û siyasetmedarên me(!) Ev jî pişta me û qudûmên me dişkîne. Dibe sebebên ku dijmin hêvîya me bişkîne! Divê gav û gotin yek be. Em bizanibin bê ji bona çi em vê xirametê didin! Wek ku min got; tenê bila şer ne li ber derîyê me be! Divê em şer bibin ber derîyê dijminên xwe. Ku ew jî xirameta şer bidin. Divê welatê wan jî wek yê me hilweşe bi serserên wan de. Divê zarok, keç û xortên wan jî wek yên me bêhêvî û bê pêşeroj bimînin. Ma qey dibe ku, em di nava agirê cehennemê de bişewitin û ew kêfa xwe bikin?
Kesên ku êşê nebînin, nikarin bandora êşê di dilê xwe de hîs bikin û ji dil li hember zilmê derkevin. Ew piştgirê dewleta xwe ne. Berjewendîyên xwe di virde dibîn in. Lê ku gulokek agir têkeve mala wan, wê qêrîn ji wan jî were .!
Derîyê dewletbûnê ji me re jî vedibe.”


Gotinên miftehî :