1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ferat Mehmetoğlu
  4. Pêşniyariya Newroza Amedê
Pêşniyariya Newroza Amedê,pêşniyariya,newroza,amedê

Pêşniyariya Newroza Amedê

A+ A-

Ji bo gelê Kurd Newroz rojek gelek girîng e. Li Bakûrê Kurdistanê pîrozkirina Newrozê qedexe bû. Kesên ku di salên qedexekirî da Newrozê pîroz kiriye dizane ku çiqas girîng e ji bo gelê Kurd. 10 kîlometer ji bajêr dûr bû gel çû, baran barî gel çû, binçavkirin û gulebarandin çêbû gel çû, bombegaz û avaşît hebû dîsa gel çû... Herî dawî gotin wê DAIŞ êrîşê xwekujiyê bike dîsan jî gelê Amedê netirsiya û Newroza xwe pîroz kir. Li ser vê esasê hemû cîhan dizane ku Newroza Amedê çiqas girîng e.

Berê, her dem digotin Şivan tê. Bi rastî bi salan gelê Bakur çavarêyê Şivan bû. Piştê ku Newroz êdî bû qada bangawaziyên siyasî êdî kes pirs nake wê îsal kî/kê were.
Li Amedê komîteya Newrozê bernameya xwe û dirûşmeyên xwe bi daxûyaniyek parve kir. Parlamenterê HDP Osman Baydemîr behsa demên bûrî dikir û girîngiya Newroza Amedê bi lêv dikir. Min bi xwe ji Osman Baydemîr pirs kir û got ku; we ji bo Başûrê Kurdistanê bangê partiyên siyasî kiriye. Di salên bûrî da Hevjîna Mam Celal birêz Hêro Xan û gelek kesên navdar ên YNKê hatin. Gelo win dixwazin bangawaziya Birêz Mesûd Barzanî bi taybet bikin? Baydemîr bersiva xwe dûbare kir û got ku hemû hêzên siyasî û civakî hatine wexfendin ji bo Newrozê. Em li çar perçeyê Kurdistanê û hemû cihanê bangawazî dikin ku bi rihê Newrozê yek bin.


Piştê daxûyanîyê, ez çûm ba Osman Baydemîr û Leyla Guven. Min rasterast wisan got; “Pêşniyariyek min heye. Cil û bergên xwe yên Kurdî li xwe bike û Kekê Ahmet Turk jî li gel xwe bibe Başûr û bibin mêvanê Mesûd Barzanî. Win bi hev re birêz Barzanî vexwînin. Bîne bîra xwe dema ku Barzanî hate Amedê û ew dem tu Şaredarê Amedê bûy dema Barzanî serdana te kir te wî bi cil û bergên Kurdî, bi Ala Kurdistanê û Zimanê Kurdî wî pêşwazî kir. Ew dem birêz Barzanî got ku; “Ez heta koşka spî jî çûm û bûm mêvan lê wek vê derê min wek li mala xwe hîs nekir. Ji ber ku her tişt bi Kurdî bû. “Min yek bi yek van gotina ji Osman Baydemîr re got û lê zêdekir ku di vê pêvajoyê da pêwîst e her Kurd ji bo yekitiyê bixebite. Ez wek rojnamevanek û Kurdperwerek vê pêşniyariyê li we dikim. Bawerim ku tu û Kekê Ahmet Turk dikarin birêz Barzanî vexwînin Newroza Amedê û ewê jî bi vê vexwendinê gelek kêfxweş bibe. Ji ber ku pêwîst e Mesûd Barzanî jî rola xwe ya dîrokê bileyîze û ji bo yekitiya Kurdan xizmet bike. Heger yek carek birêz Barzanî were Amedê û coşa Newrozê bibîne, dê wê demê bizanibe ku çiqas pêwistî bi vê bangewaziyê heye.


Heger ev pêşniyara min bi serke ve ez bawerim wê ji bo berjewendiyên Kurdan demek dîrokî be. Ew cûdatiya Kurdan winda bibe û dê Kurd di netewbûna xwe da bibin yek. De bila birêz Barzanî Şivan Perwer jî li gel xwe bîne. Gelê Bakûr dilê xwe vekiriye û dikare Şivan jî hemêz bike. Di demek wisan girîng da pêwîst e ku her kes rola xwe baş bilîze. Dem dema parastina maf û yekîtiya Kurdan e.


Gotinên miftehî :