Poetîkaya Cihî di “Hawara Dîcleyê” de
Destpêk
Bêjeya “poetîka”yê di teorîya wêjeyê de, bi maneya huner û şî’rîyetê tê bikaranîn. Ev bêje cara ewil ji alîyê Aristo ve wek navê berhemek hatîye bikaranîn. Hunera cihî di wêjeyê de bi awayê cuda cuda hatîye bikaranîn. Wek mînak li ser cihî, di rêze kitêba 7an a bi navê “teorî”de, dosyeke balkêş heye. Di destpêka vê dosyeyê de, bi dehan pirsên cihî, yên ku Bernard Tschumi di berhema xwe ya bi navê “Architecture and Disjunction (The MIT Press, 1994)” de pêşkêşêkiriye, hene. Ev pirs ji çar beşan pêk tên.
Beşa yekema ku ji 23 pirsan pêk tê bi vê pirsê dest pê dike:
Gelo cih, tiştekî madî î wisa ye ku hemû tiştên madî di navê de bêne bicihkirin?
Beşa duyema ku ji 18 pirsan pêk tê jî bi vê pirsê dest pê dike:
Gelo têgihîştina cihî li cem her kesî ‘eynî ye?
Beşa sêyema ku ji 14 pirsan pêk tê bi vê pirsê dest pê dike:
Gelo zimanekî cihî heye?
Beşa çarema ku ji 10 pirsan pêk tê jî bi vê pirsê dest pê dike:
Gelo cih, berhema dema dîrokî ye?
Bi van pirsan, di beşa yekem de li ser pêwendîyên cihî û mîmamrîyê tê rawestin, di beşa duyem de li ser pêwendîyên cihî û têgihîştina merivan an bîra merivan tê rawestin, di beşa sêyem de li ser pêwendîyên cihî û ziman û wêjeyê tê rawestin, di beşa çarem de jî li ser pêwendîyên cihî û dem û dîrokê tê rawestin.
Mebesta min ji rawestina li ser van pirsan ew e ku cih, di warên cuda de bi maneyên cuda tê bikaranîn. Ez dê hewl bidim ku di gotara xwe de li ser cihê hunerî î di romanê de, bi taybetî jî di romana dîrokî “Hawara Dîcleyê” ya Mehmed Uzunî de, rawestim. Berî her tiştî ez dixwazim li ser têgeha cihê wêjeyî rawestim ku kitêba Maurice Blanchotî bi vê têgehê hatîye binavkirin. Nivîskar wiha dibêje: “Wêje, hewl dide ku bûyeran li bin taveke xweş bicihke; helbestkar mecbûr e wan li qeysertîya realîzm, safîtî û demê berz bike.” Dîsa di vê berhemê de li ser hewldanên hunermendan Gothe wiha dibêje: “Hunermend, bi bazdana li pey negengazîyê, her tiştê gengaz bidest dixe.” Yanî nivîskar M.Uzun bi tevî ku di pêşîya romana xwe de vê nexşeya fizîkîya li jêr bicih kirîye jî, dema ku vebêjer wek dengbêj Biro hildibijêre, êdî cih dibe deng, dibe hişê Biro bi xwe û hunera cihî li vir xwe dide der.
Di serî de wiha dinivîse: “Dengek, tiştê ku li pey wî/wê maye, aha ev e, dengek…” Di destpêka romanê de bi vê mebestê beşek wek pêşgotin lê bêyî navê pêşgotinê lêbike, dinivîse û daxuyanîyên wiha dide: “Rêza yekemîn a vê romanê 28ê Adara 1985’an, li Sûriyê, bajarê biçûk û şîrîn ê Derya Spî Baniyasê hate nivîsîn. (…) Belê, rêza yekemîn a vê romanê li wir hate nivîsîn, ji devê Mîr Bedirxan, bi nefesa wî.” Di vê beşê de, li ser pêwendîya cihî û deng, dengê Biro, jî wiha dinivîse: “Havîna 1994’an, roja 17’ê tebaxê, pismamê min Yılmaz Uzun li dora çiyayê Cûdî hate kuştin. (…) Li ber destê sibê, gava çirûskên dawîn ên stêrên şeva ronî jî çûn ava, min li ser kaxizekê navek nivîsî; Biro. (…) Biro kî ye? Dengê Yılmaz ku di nav dewr û dewranan de, mîna bayê hûnikê keleberbangan, digere û do bi îro, îro bi do digihîne?” Beşê wiha bi dawî dike: “Hawara Dîcleyê bi dengê Biro ve hatiye pê…”
Di beşa piştî pêşgotina bênav a Mehmed Uzinî de, bi navê “qendîl” kurteya çîroka romanê, cih, dem û lehengên dîrokî tête pêşkêşkirin. Cihê destpêka çîrokê Cizîra Botan e, dawîya dawî Biro tê dîsa li Cizîra Botan, bi rêze şevbuhêrkan, “ŞEVBUHÊRK YEK asiman, ŞEVBUHÊRK DUDO heyv, ŞEVBUHÊRK SISÊ ro, ŞEVBUHÊRK ÇAR ax, ŞEVBUHÊRK PÊNC stêr, ŞEVBUHÊRK ŞEŞ bihuşt, ŞEVBUHÊRK HEFT dojeh ” ji serî ve dest pê dike û ta bi derzîyê ve dike.
PAŞXANEYA CIHÎ DI ROMANÊ DE
Roman, cureyek wêjeyî ye ku angaşt dike wek cureyek vegotina demên modern hemû jîyanê digire nava xwe. Têgihîştineke ku hemû hestên meriv xwedî ye dihundirîne û bi demê re çîroka takekesîyê bi gelek awayan diderbirîne. Dixwazî rasteqîn be an aşopî be, bo hebûna meriv an tiştekî pêdivî bi cihekî heye. Bi pêkhatina nirxên merivatîyê û lêhaybûna wan re, tê dîtin ku “cih” di hişê meriv de bûye xwedî mane. Têgiha cihî jî li gor pêvajoya pêşketina romanê ciheke girîng digire. Wek hêmanek bingehînê romanê cih, alîkarîya romanê dike ku li ser çîroka bûyerê lewaz nebe û di mijara qada jîyanê de alîyê takekesî û civakî bêne keşifkirin. Nêzîkahîya di navbera hebûna cihî û jîyana merivan de, di romanê de bi awayên cuda xwe dide der. Li hinek cihan wek şahidek romanê bideng e, wek şevbuhêrkên “Hawara Dîcleyê”; li hinek cihan jî wek aktorek e ku sînorên fizîkî û gîyanî î karekterê romanê derdixe holê.
Xwezayê roleke mezin di dîyarkirina kultura merivan de lîstîye. Wek mînak merivan bo parastina xwe û domandina jîyana xwe pêşî li nêzîk cihên avî (Çemên Dîcle û Firatê) şikeftên xwe di zinar û çîyayan (Zagros û Cûdî) de çêkirine. Meriv, bi vê cih çêkirina xwe, wek aferîdeyek xwedî kultur xwe bi pêş dixe. Ev pêşketina merivan di cih û war de jî xwe dide der. Yanî ji şikeftan gund ava dibin. Bi demê re kelehên zexim tên çêkirin. Bi saya kelehan avahî û bajarên nû çêdibin. Çêbûna bajaran, di jîyana merivan de guherînên bingehîn pêk tîne. Tiştê ku gundan û bajaran ji hev cuda dike tenê ne nifûsa pir e. Li bajaran jîyan bêtir bi rêk û pêk e. Desthilatdarîyek li bajaran ji sazîyên fermî û nefermî pêk tê. Ev desthilatdarî ji cotkarîyê bêtir xwe dispêre pêwendîyên aborî, tîcarî sinaî û sektorên xizmetê. Di vê mijarê de Zülküf ERGÜN wiha dinivîse: “Li bajaran peydabûna edebiyata nivîskî girêdayê hin taybetmendî û derfetên jîngeha bajaran û hewcedarê hin bingehên madî û manewî yên civakî û mirovî ye. Li gorî bîrokeya ontolojiya nû çar astên hebûnê hene ku ji asta madî, asta civakî, asta derûnî û asta giyanî-eqlî pêk tên. Ji van astên hebûnê her yek li ser asta berî xwe ava
dibe û bi hêza asta pêştir berê xwe dide asteke pêşketîtir a hebûnê. Ji bo peydabûna van
astên hebûnê jî pêdivî bi zemîneke guncaw heye ku ew jî bi dîtina me jîngeha bajaran e.
Lewra bajar cihê kombûna şiyan û bîr û baweriya mirovên ciyawaz e û qada rêkxistina
qabiliyetên wan ên madî û manewî ye. Li ser vê zemînê, çerxa jiyana bajarî, hemû
hêzên madî û manewî yên mirovên bajarî di nava dîsîplînekê de ber bi armanceke
diyarîkirî ve areste dike û di encama vê de bi destê mirovê bajarî di asta giyanî-eqlî ya
hebûnê de nirxên mirovî yên mîna zanist, huner û edebiyatê tîne holê.” Meriv aferîdeyeke ku bi cihê lê dijî rûmet digire. Reng û rûçikê cihî li merivan jî bandor dike. Pêwendîya meriv û cihî berpirsîyarîyek dide ser milê kesan. Guherîna ku di cihî de rû dide, di heman demê de derbirîna guherîna civakî ye jî.
BEŞ BI BEŞ HAWARA DÎCLEYÊ Û HUNERA CIHÎ
Dema em li berhema “Hewara Dîcleyê” dinerin, dibînin ku romaneke li ser lehengên dîrokî hatîye afirandin. Yanî jîyana Mîr Bedirxan û niştecihên Cizîra Botan bi awakî aşopî tête vegotin. Ez çima ji vê vegotinê re dibêjim aşopî, jiber ku nivîskar li ser bandora kuştina pismamê xwe Yılmaz Uzun a li çîyayê Cûdî bi berfirehî radiweste û hemû (pêncî şêst rûpel) nivîsa xwe ya berî bûyerê dide alîkî û rê dide Biroyê dengbêj ku bi kalikê xwe û kalikê pismamê xwe wek dengbêj dişibîne. Tiştekî nû diafirîne. Hunera cihî li vir dest pê dike. Êdî cih, ne tenê Cizîra Botan e, ne tenê Kurdistan e, ne tenê Mezopotamya ye, ne tenê Rojhilata Navîn û Ewropaya, ne tenê reşayîya cîhanê ye belbî esman e, heyv e, ro ye, ax e, stêr e, bihuşt e, dojeh e. Li vir tê dîtin ku cih bêsînor e. Loma ez dibêjim bi tevî ku “Hawara Dîcleyê” bûyereke dîrokî vedibêje jî êdî bi hunera nivîskar, bi xeyalên nivîskar vegotineke aşopî, dewlemend tête pêşkêşkirin. Wek ku Ehmedê XANÎ di berhema xwe ya bi nav û deng “Mem û Zîn”ê de dinivîse:
Şerha xemê dil bikim fesane/Zînê û Memê bikim behane
mebesta wî hunera vegotinê ye ku li ser evîna Mem û Zînê sepandîye; nivîskarê “Hawara Dîcleyê” jî bi hunera vegotinê cih û warê bûyera dîrokî bêsînor kiriye.
ŞEVBUHÊRK YEK
Asiman (esman)
Nivîskar, hemû romanê li ser bêjeya deng avakirîye ku vebêjerê xwe wek kesê yekem û dengbêj hilbijartîye. Wiha dest pê dike: “Dengê min yanî dengê Biro ku hûn ê îşev bibihîzin, dengê însanekî jibîrbûyî ye ku di wextê xwe de dengê însanên jibîrbûyî bû.” Bi vegotina dengan derdora xwe, cih û warên bav û kalan dişayisîne. Bi guhdarên xwe re diaxive û Wiha dibêje: “Heke we dil bi vê yekê heye, hingê bidin pey gotina min ku dê bide pey dewrên bihurî. Heke we dil bi qayideyê dengbêj û guhdaran heye, hingê ne bi tenê guhê xwe, dil û mejiyê xwe jî bidin ser gotina Biroyê dengbêj ku…” Binavkirina vê beşê bi bêjeya “asiman/esman”î jî ji mijara beşê tê ku tê de behsa derketina Mîr Bedirxan a ser postê mîrîtîyê dihête kirin. Yanî di vê beşê de bilindbûnek heye loma navê beşê jî esman e. Kesên derdora xwe jî wiha pêşkêş dike: “Dengê Apê Xelef li gora wext û heyaman, li gora pêwendî û tevgerên wî diguherî.” Gelek taybetiyên wî dinivîse wek “Xelefê şivan, Xelefê zimanşêrîn, Xelefê ehmeq, Xelefê doxînsist, pêşî êzîdî, paşê misilman, bilûrvan…” Di sibeha ku dê Mîr Bedirxan derkeve ser textê mîrektîyê de ku di heman demê de roja Newrozê ye, vê strana bajarê Cizîrê di ber xwe de dinihwirîne:
Çûme Cizîrê, Cizîra Botan
Şalûl û bilbil hev bûne cotan
Wele wê rindê dilê min sotan
Wele wê kewê dilê min sotan
Gotina evînê hev re digotan
Xizim winda bûn, lê, lê, lê
Ez derime cem mîrê Botan…” Ev stran di vi beşê de wek helbest didome. Di vê beşê de çemê Dîcleyê ku romanê navê xwe jê girtîye wiha tê pêşkêş kirin: “Dengê Çemê Dîcleyê herî xweş ji mala Mam Sefo dihate bihîstin, bêguman heke em Birca Belek nehesibînin. Mala Mam Sefo ku ji xanîyekî bêtir bi qesrekê dişibiya, li ber devê çêm bû…” Şayesandina cihî bi vî awayî didome. Paşê Dengê strana Dîcleyê wiha olan dide:
“Dîcle me ez,
Dengê Dîcleyê,
Nêrîna tarîxê, dilê însaniyetê,
Destpêk im ez, zayin, hebûn,
Çemê cenetê, destebirayê Aras, Zap û Firatê,
Tewrat, Încîl, Quran,
Adem im ez, Birahîm, Nûh. (…)” Li ser dengê însên wiha dinivîse: “Dengê însanan, ruhê wan e, ji dengê wan hûn dikarin nexşeya dilê wan, daxwaza dilê wan keşf bikin û bîr bi fikr û gumanên wan bikin.” Di dawîya vê beşê de Mîr dengê Biro yê zarok keşf dike û wî dişîne Medresa Sor.
ŞEVBUHÊRK DUDO
heyv
Di vê beşê de jî Biro bi vegotina kesê yekem, bi vê hevokê. “Dengê min yanî dengê Biroyê dengbêj ku hûn ê îşev jî bibihîzin, dengê xewnên dewr û dewranên bihûrî û xem û xeyalên kevn e.” dest bi şayesandina derdora xwe dike. Di vê şayesandinê de, ro û şevên li pey hev tên rêz dike û dest bi şayesandina stêrkên esman dike wek stêrknasekî serkeftî ye: “Tav dere, stêr tên, bêhejmar, bêpayan boş. Asiman duqilipe ser bixêriyekê ku tê de pêtên êgir, bêrawest, diçirûsîn. Stêr, mîna rêberên şevê, rê liber heyvê, banûya şevan, evîndara keserkûr a royê û hukimdara reşahiya şevê, vedikin û heyv bi tevgerên aram, giran, nazenîn tê û cihê xwe yê giranbiha di qata asimên de werdigire. Ronahiyeke din ku bi ronahiya tavê naşibe, li hember dinya û heyatê radibin govendê; Komika Sêwiyan ku mîna siwarên şevê ji rojhilatê hiltên, Termê Mexîlan, ev heft stêrên xweşik ku bi hev re neqşeke zêrîn di singa asimên de dihûnin, Leyl û Mecnûn ku her tim yek li rojhilatê, ya din li rojavayê diçirûsin, Çerx û Felek ku di gewriya asimên de rêzeke gewher tînin pê, Dûpişk ku bi dûpişkan dişibe û her tim li rojhilatê ye, Pîr û Mizên ku mîna tavê ji rojhilatê serî hildidin û li rojavayê dihelin, Kerwankuj ku piştî nîvê şevan dixurice û Qurux ku di destê sibehan de li rojhilatê diyar dibe, ev stêr hemû, ji bervajiyê tavê ku hukimdara tekane ya rojê ye, bi hev re, bi hevkariyeke têkûz a qayideyên tebiyetê, serkêşiya govenda şevê dikin.” Ev şayesandina nivîskar bi ahengeke helbestî didome. Di vê beşê de dengê girîng ev e:
“Dengê Medresa Sor ji dengên têkel hatibû pê; dengê seydayên xwedî îlm û îrfan, dengê feqehên ku li ser êya îlm û îrfanê bûn, dengê şagirtên ku hê haya wan ne ji îlm û îrfanê hebû ne ji çerxa felekê, dengê bangvanê mizgeftê ku rojê pênc caran hemû taxa Medresê tijî dikir, dengê pêşnimêj ku bi rêz û rêzdarî, rêberî li ehlê ku dihatin mizgeftê dikir, dengê qutabiyên ku diketin hicreyên Medresê û tê de li Xwedayê alemîn difikirîn û dersên xwe jiber dikirin, dengê kahniya hewşa Medresê ku hertim bi xuşexuş diherikî, dengê ayet, hedîs û dersên ku ji mezelên bêhejmar ên Medresê bilind dibû, dengê xwendina dersan ku ji dersxanan derdiçû û dengê fatiheyên ku hertim ji gora Melayê Cizîrî vediguhezî Medresê…”
Piştî demekî Biro naçe Medresa Sor, bala wî li ser dengan e û wiha didomîne: “Dengê gotina nivîskî û dengê gotina devkî ji hevûdu gelekî cudane. Di dengê gotina nivîskî de ku li ser kaxizên bêruh û bêcan ên spî û zer in, gotin heye, deng nîn e, di dengê gotina devkî de ku bi tenê di bîr û hişê însên de ye, deng heye gotin nîn e.” Li virê nivîskar girîngiya folklorê di wêjeya kurdî de derdixe pêş û hiş û bîra dengbêjan wek çavkanîyên girîng ên cihî raçav dike. Di dawîya vê beşê de jî Dengê Strana Dîcleyê olan dide: “Dîcle me ez, Dengê Dîcleyê, (…) Cizîra Botan, mercana jorîn a Mezopotamyayê./Tê de hestên xurt, hestên kûr veşartî,/Gotinên delal, kelamên zelal, ji do ber bi îro./Veguhastî, mîna lehî.
Siwarên hespên seglavî mîna lehî,/Ewrên bi baranê avis mîna lehî,/Refê qulingan mîna lehî, Kevir û zinarên reş ên Cûdiyê, mîna lehî,/Tovê ku hêşîn tê, mîna lehî,/Simbilên ku serî radikin, mîna lehî,/Gotina ku tevî min diherike, mîna lehî,/Û ez, şopa însaniyetê mîna lehî.
(…) Dengê strana Dîcleyê,/Zimanê bêzimanan, dengê bêdengan…”
ŞEVBUHÊRK SISÊ
Nivîskar bi gotineke dî vebêjer di vê beşê de, ji hemû beşan bêtir xwe bera nav û dilê Dîcleyê dide. Biroyê vebêjer berî ku dest bi vegotinê bike, wiha bala guhdaran dikişîne ser cihê bûyerê, çîrokê: “De werin, hûn hemû bi hev re werin da ku em hemû bi hev re herin. Em herin qiraxên çeman, bin darên wext û dewran, ber lingê sûr û bircên kelehan, gopikên girên hezar salan, kavilê bajaran, kûrahiya keleporên medenîyetan, nik kalemêrên rihspî yên êzîdiyan, eywanên malên keldanan, deverên sazî yên bedewîyan, welatê êzîdiyan, misilmanan, filehan. Em herin geşt û seyrana şevbuhêrka me ya nû û xwe bigihînin van hemû dengan.” Piştî vê balkişandina guhdaran çêla xewneke xwe dike ku ew jî balkêş e: “Xewna min, mirina min bû, min di xewna xwe de mirina xwe dît. Herçiqas min di her gaveke nû ya heyata xwe de mirin dît, hertim ez pêrgî mirinê bûm û min mirina ku jê xelasî ne mimkun e, mîna perçeyekî esasî ya heyata xwe qebûl kir û gelek ezîzên xwe gorî axa reş kir, çu carê ez neketim goreke nû vekolayî ya goristaneke kevnar ku bi darên bî û spîndaran warê aramî û sikûnetê ye. Lê di vê xewna min a nû de ez ketim gorê, goreke nû ku di bin siya dareke qedîm a tûyê de vedayî bû û jê bîhna axa reş a nû kolayî difûriya.” Li virê nivîskar balê dikişîne ser mirinê ku di berhema Maurice Blankot a bi navê “Cihê Wêjeyî” de, beşek seranser bi navê “Berhem û Cihê Mirinê” heye. Di vê beşê de li ser “Mirina Muhtemel” tê rawestin. Ev jî nîşan dide ku nivîskar, di warê poetîka cihî de ji wêjeya cîhanê agahdar e.Vegotina xewna xwe wiha didomîne: “Şev bû, dinya aram, hawîrdor çîksayî, asîman ronî bû. Şewqa heyveroneke gewher û lîstikên ronî yên stêrên hezhezok şevê, kêm zêde, qulipandibû ser rojê. Pêşî bi qasî çendekê ez li aliyê hundirê malê ku ji vê mala belengaz bêtir bi mezeleke qesreke mezin, mîna qesra Mîr dişibiya, li ber pencerê sekinîm û min li lîstikên stêran, kenê heyva ronî, xuşîna ava zelal û pelên darên li kêleka çêm ku yek bi yek hilweşîyan û mîna çirûskeke zer ku di nava reşahiya tenik a şevê de dibiriqîn, hildiweşiyan, nihêrî.” Di vê şayesandina nivîskar de hunerek bi hêz heye ku mirina an hilweşîna pelan bi mirina însanan dişibîne. “ Ma heyat jî ne weha bû? Ez, çavê min li ser govenda pelan, di xewna xwe de fikirîm. Gava xewt tê, heyata însanekî ji dara jîndar a însaniyetê vediqete û diweşe erdê. Heyata pelan kuta dibe, heyata daran dewam dike da ku dîsan, bihareke din a bê, pelan bibişkovîne.” Di dema ku miriye jî hîn difikire û wiha dibêje: “Çem diherikî, avî bêrawest, ji welatên jor ber bi welatên jêr dixuşîya. Ber bi derine, lê ber bi kû? Xuşexuşa avê çi digot, li pey wê xuşexuşê çi deng hebûn? Çêm di zikê xwe de çi celeb deng vedişartin? Beriya min, kî hatibû û li dengê çêm guhdarî kiribû, jê vexwaribû, tê de xwe şuştibû, tê re derbas bûbû? Wê şahidî li çi û kê kiribû? Çiqil û pelên wê ku niha bi bayê sivik diliviyan, beriya min, ji kê re bûbûn dalde, bûbûn starî? Û ba… ew ji kû dihat, bi kû de diçû? Wî çi digot, çi distra, çêla çi dikir? Û pel, pelên ku yek bi yek, bi aheng, bi nazenîn diweşiyan. Remzê çi bûn ew? Umir? Wext? Heyam? Însan? Roj? Hefte, meh? Sal sedsal? Heye ku hemû?” Dema em li wêjeya kurdî ya kilasîk dinêrin dibînin ku gelek li ser avê wek metafor hatiye rawestin, wek mînak Feqîyê Teyran, bi helbesta xwe ya navdar a “Ey av û av”ê helwesteke felsefî nîşan daye. Mehmed Uzun jî hilweşîna pelan bi mirina merivan dişibîne û gelek metaforan bi kartîne. Bi vî awayî têgihîştina mirinê ya Êzîdîyan diyar dike û wiha dinivîse: “Êzîdî mirinê mîna dawiya heyatê nizanin, wan bawerî bi kirasguherînê heye (…)” Wiha diddomîne: “Ez hatim veşartin, lê hê dengê şêx û feqîran dihate gohê min; Rojek ji rojan e/ Werin xelkê arîfî zane/ Ji mirinê bidin beyan e/ Xelkê arîfî zane werin. Mirina ku beyan dibû, mirina min bû. (…) Deng dihatin, min ew dibihîstin, deng û dengbêj ji min bi dûr ketibû(n), lê ez bûbûm guhdarê dengan.” Nivîskar rengê êzîdîyan ê taybet ê çîk î spî yê gewher, bi dengên ava çêm a wek nûra şewqa royê ya tîj dişibîne. Wiha didomîne: “Wext ew bû; mekanekî bêserûber ku bi tenê ji dengan dihate pê.” Min berê jî nivîsîbû ku nivîskar dengan jî wek alavekî cihî bikar anîye. Li virê jî bi zelalî ew hunera xwe dide der. Piştî vê xewa mirina xwe ku êdî xwendina xwe ya li Medreseya Sor jî biribû serî derdekî nû li Biroyê dengbêj peyda dibe ku ew jî hesreta gera li cih û warê bav û kalên xwe yên Êzîdî, yanî çiyayê Şengalê ye. Vî derdê xwe wiha vedibêje:
“Dengê nexşeyên bêzar û bêziman, mîna dengê zelzelê, dengekî têkel e ku ji dûr û kûr tê. Piştî ku min biryara xwe da, dengê war, welat, bajar û deverên nû û kevn, şên û kavil,, di bîr û heşê min de, gav bi gav,, bi cih bû. Min êdî dizanibû ka daxwaza dilê min çi bû; min dengên wan cihên ku kahniya ders û tecrubeyên însanî bûn, diviya.” Piştî derdora xwe bo rêwîtiyek hêja qani’ dike, dengê rêwîtîyê wiha dihone:
“Dengê kelekên çemê Dîcleyê, mîna dengê defê ye, ku ji dûr ve xweş tê. Gava însan dengê defê dibihîse, welê bawer dike ku dîlan e, her tişt xweş û rind e. Lê rewş pirî caran ne mîna dengê dûr e. Herçî keleke, gava meriv lê siwar dibe û wê berdide nav çêm, hingê tavilê her tişt diguhere. Mîna her tiştî, kelek jî qayideyên xwe yên xas hene. Bi serê me de jî welê hat, rêwîtiya me ya çêm û serpêhatiya me û kelekê, ne li gora daxwaza me, lê li gora qayideyên kelekê hate pê.”
Derketina xwe ya rêwîtiyê wiha vedibêje: “Ez dirêj nekim, di keleberbangeke sibeyeke destpêka payîzê, di wextekî ku stêr êdî diheliyan, gupikên çiya êdî hişyar dibûn, kerwan haziriyên xwe yên rêwîtiyê dikirin, diz ji keleporên xwe vedigeriyan, keleş û mêrkuj tifingên xwe tijî barût û gule dikirin, mele û keşeyan ji bo nimêj û niyazên spêdê dest û rûyê xwe dişûştin, lê însanên ku her rojeke nû li umrê xwe zêde dikirin, hê jî di nav xew û xewnan de bûn, yanî di wextekî bêdeng de ku ji bilî dengên tebiyetê çu deng hê nîn bû û bi her awayî li çîrok û serpêhatiyan dihat, li milê jorê çêm, li ber pozê qiraxên Dîcleyê yên Birca Belek a qesra Mîr, Migo, Heme, Xerabêt, Kemaledîn û ez ku her yek ji me xwedî xewneke xas û li pey hedefeke taybetî bû, tevî sindoq, zexîre û barên xwe, em li keleka Apê Yaqûbê simbêlboq ku kurê wî Bedros û segê wî Gurzoyê çikî spî û bi qasî însanekî girs jî tê de bûn, me ji Mam Sefo, Armê, Apê Xelef, Gulîzerê, Têlî û çend heval, dost, xisim û nasên din ku ji bo birêkirinê hatibûn, xatir xwest, berê xwe da wealtên jêr û dest bi rêwîtiya xwe kir.” Hunera şayesandinê li alîkî, hunera vegotina kurdî ya bi hevokên nîv rûpelî balkêş in. Di destpêka rêwîtiyê de çêla dengê Lalişê dihêle û çêla Dîcle û Firatê ku her du jî ji Serhedê dizên û bi hesreta hev geh nêzî hev dibin, geh ji hev dûr dikevin, çemê Dîcleyê li ser xeta Dîyarbekir, Cizîr, Nînova û Mûsil, Nemrûd, Aşûr, Tekrîd, Samara, Bexda û Kut-el Amara; herçî Firat bû, ew jî li ser xeta Gerger, Bîrecûk, El Hama, Raka, Dêrezor, Mecadîn, Ana, Hît, Babîl, Ur û Besrayê, nêzî kendavê digihîjin hev û dibin yek û xwe digihînin deryayê. Şayesandına nava her du çeman, Mezopotamya jêrîn û jorîn, cihê medeniyetên ku dewlemendiyeke nû li tarîxa însaniyetê zêdekiribûn, serkeftî ye. Keleka ku li ser ava Dîcleyê piştî sê rojan ku êdî Cûdî, çiya û dar û tixûbên Cizîra Botanê li pey xwe hiştibû, dana êvarê, ewrên reş esman wergirtin, bayekî gur derket, êvarê jî birûskên ku dikirin çîrqînî, baranek boş barî. Berdestê sibê tiştê ku me hêvî nedikir û tu carê nehesibandibû qewimî, Dîcle har bûbû, pêlên çêm xwe digihandin singa zinarên kêleka milê rastê î çêm ku gelekî bilind bûn, kelek bûbû mîna hêlekanekê û li ser avê dizivirî. Bi pêleke ecêb xurt keleka me hilpekiya bilind bû hewa berevajî bû, em hemû li nav pêlên avê belawela bûn, dibêje Biroyê dengbêj.
Şayesandina Laleşê jî hêjayê pesindanê ye. “Laliş ku ji çend avahiyên kevnare hatibû pê, dibinê geliyekî kûr de, li kêleka gewriyekî, bi ser zinêr de paldayî bû.” Bi vî awayî gera xwe ya li warê bavû kalê xwe bi qasî şeş heft mehan didomîne. Li Laleşê êzîdiyekî bi navê Zerdeşt mazûvaniya wî dike, teyrê tawis ku herî pîroz e li cem êzîdîyan, jê re dike diyarî. Bi Mishefa Reş wî dide sondê ku zêdê evîndara xwe nede tu kesî.
Li ser têkiliya deng û cihî radiweste û wiha dinivîse: Dengê Bexda û Babîlê, bêguman ji dengê Lalişê ku yekcar dil û rihê min vegirtibû. Gelekî cihê bû. Herwekî dengê însanan, dengê cih û waran jî xweser in. Her war, welat û dever xwedî dengekî xas e ku tê de hemû serpêhatî, tecrube û tarîxa navçê heye. Welatê êzîdîyan ku xwedî dengekî gelekî taybetî yê kevnare bû, li ser riya terbiyekirina rihê min, bû medreseyeke nû lê belê ji Laliş û dengê Lalişê êdî wexta xatirxwestinê hatibû. Li vir bi tevî taybetmendiyên cihî li ser wateya jîyanê jî rawestîye. Biro ji hevalê xwe Migo dipirse: “Migo, heyat ji heyata ku em pê dizanin kûrtir, firehtir û fetloketir e. Çaxa tu dil bikî wê biqulupînî ser riyeke rasterast, ser kaxizeke spî, ser gotinên basîd î hîç û pûç, tu dê şaşî bikî. Heyat ne bi tenê ev kevirên xirbe, ev dendikên xurmeyan, ev ava Dîcleyê ku em dibînin in, lê ba û dengên ku di nav van kevirên xirbe de digerin, reh û rêçên dara xurmê ku di kûrahîya avê de ne, pêl û tevgerên ku di binê ava Dîcleyê de têne pê û em nabînin, evana hemû jî perçeyê heyatê ne. Çaxa tu perçeyekî bihesibînî û yekî din nehesibînî, çaxa tu çavê min ê sax bibînî û yê ku bi derba şûr kor bûye nebînî, hingê tu dê çewtî bikî.”
ŞEVBUHÊRK ÇAR
ax
Di vê beşê de du bûyerên dîrokî bi hêza bîr û heş têne pêşkêş kirin. Di serî de şerê Dêrgulê ku bi hêza bîr û heş li ser axa welatê kurdan tê bi cih kirin lê bi pîjê osmanîyan tê lidarxistin. Rola osmanîyan wiha pêşkêş dike:”Ya herî balkêş, bêguman, osmanî bûn ku heta hingê ev çend bi xurtî hebûna xwe nîşanî ehlê Cizîra Botanê nekiribûn. Pêşî mela, seyda û aqilmendên dewletê ku bi eslê xwe kurd bûn û qasidê paşayên wîlayetan bûn, li bajêr û li dora qesrê xuyabûn, paşê karbidestên Babiâlî ku bi rîhên xwe yên palik, kincên xwe yên alafrangî û fesên xwe yên sor gelekî bala xelkê dikişandin, hatin û çûn.” Encama şer jî wiha pêşkêş dike: “Dêrgul dişewitî. Min hespê xwe rakir çargaviyê û dewsa ku ez ber bi gundê ku Mîr konê xwe li kêlekê vedabû, min xwe da ser riya kelehê.”
Li ser denbêjên hevalê desthilatdariyê hin rexneyan dike: “Dengê dengbêjên ku hertim dengê methiye û pesnan e, hema çi bigire hertim bi şox û şeng e. Ne agir û tofan xema wan e, ne jî hilweşîn û felaket, ne derd û keserên însên, ne jî bêçaretî û bêgaviya xelkê ketî. Dengbêjên methiye û pesnan, dengê xwediyê xwe ne. Dîn û îmana xwediyan, dîn û îmana wan, gotin, kirin û qewlê xwediyan, yên wan e. Mîna heyva ku li dora dinyê, dinya ku li dora tavê dizivire, ew jî hertim di nav lingên xwediyan de çerx dibin. Wicdan û merhemeta gotina wan bi qasî wicdan û merhemeta şûrê xwediyan e, heke şûr di kalanan de ye, dengê wan nerm e, heke şûr ji kalan kişandiye, dengê wan jî mîna şûr tûj e.”
Piştî mirina Apê Xelef ku mala wî dibe wargehê Biroyê dengbêj, wiha tête şayesandin: “Min mala xirbe hinekî da hev, li ber derî, ew du sê darên bilind ên çamê ku xênî dalde dikirin, birîn, mîna şaneşîna kitabxanê, ji kevirê reş û textê spîndaran şaneşîneke fireh ku dirêjî çêm dikir, da çêkirin, axura teniştê ku êdî bi kêrî tiştekî nedihat, bi paqijiyeke serast, qulipand ser mêvanxaneyekê û çi bilûr, tembûr, saz, erbane û alavên din ên gotin û lêxistinê yên min û yên Apê Xelef hebûn, hemû xistinê, mezelê min û Heme jî kire mezelê razanê, bi kerpîçan bilindahiyek ku bi eywanên malên Mûsilê dişibiyan, da çêkirin û çûlê xwe yê hûnandi yê rengîn û doşega xwe ya hirî li serê raxist. Cihê razanê girîng bû, ji ber ku ez piraniya caran ji bo xewn, xeyal û çêkirina stran û şîiran diketime nav nivînan. Nivîn êdî warê min ê xewn û xeyalên Gulîzer, Armê, keç û jinên têkel ku min li Mûsil û Bexdayê nasîbûn û gotin û stranên ku min niha ji her carê bêtir dixwest li hev bianiya û jê hunereke bedew afiran da, bû.”
Dîsa di Newrozê de Mîr Biroyê dengbêj vedixwîne cem xwe û pê stranan dide gotin. Lê dilê Biro ne di cihî de ye, ji ber ku hin terîqetên Misilman li pey qetlî’ama Keldanan tovê kîn û nefretê direşînin û di vî warî de bi ser dikevin. Di dawiya cildê yekem de Biro, Estera keça Yaqubê kelekvan bi alîkariya Mam Sefo ji mirinê xelas dike. Cihê ku Esterê lê birîndar bû wiha tête şayesandin: “Gerçî ji wî milî êdî ne hewce bû ku însan ji derî biketa hudir, ji ber ku dîwar hilweşiyabûn, lê dîsa jî, me serê xwe xwar kir û em ji deriyê ku ji kêlekê şewitîbû, ketin hundir. Bi ketina me ya hundir, bihneke ecêb giran ku ez bawer im, ji ritûbet, rewa, bêhewayî, xwîn û gemarê hatibû pê, hema çi bigire nefes li min çikand.”
ŞEVBUHÊRK PÊNC
stêr
Di vê beşê de jî dîsa hêza deng a li ser cihî bibandor dertê hember xwendekar, wiha dest pê dike: “DENGÊ MIN, YANÎ DENGÊ BIROYÊ DENGBÊJ, DENGÊ JIBÎRBÛYIYAN îşev jî bi we re ye…” Piştî dengê Biro dengê keça birîndar a ku navê xwe daye vê beşê, bi nalîn tê: “DENGÊ NALÎNA ESTERÊ ku nerm, tenik û giran bû, hîç çu carê ji ber guhê min naçe…” Bi dengê çîroka Esterê wiha didomîne: “DENGÊ ÇÎROKA ESTERÊ YA TEWRATÊ ku mîna ava Dîcleyê di nav rûpelên kevnare ya kitaba qedîm re diherikî, li mala min a neçar a bêjin û bêzarok, kete dewsa dengê Estera birîndar ku ji bilî nalînê jê deng dernediket.” Piştî ku Esterê haniye welatê xwe, Cizîra Botan, dengê welat wek cihê wî yê herî şênber neyê nabe: “DENGÊ WELATÊ CIZÎRA BOTANÊ, heke em niha hal û hewalê Esterê, ku li ser riya vegera heyatê êdî gihîştibû qonaxeke nû, bi qasî çendekê li cih bihêlin û vegerin ser hal û hewalê welêt û dengê ku jê bilind dibû, ku ez dizanim, hûn lê meraq dikin, hingê bi tenê dengê şer û pevçûnê bû.” Cihên herî girîng û yê zanînê kitêbxaneya Mam Sefo û yê biryardayînê Birca Belek ku di nav dengan de dengê wan tunebin qet çê nabe: “DENGÊ BÛYERÊN BÊ, heye ku hingê ji her carê bêtir, ji kitabxana Mam Sefo û keleha Cizîrê. Birca Belek a qesra Mîr, dihate bihîstin.” Di hunera cihî de gelo bedena însên jî dikare wek cih bê bikaranîn? Ka em guhdarîya Biroyê denbêj bikin: “DENGÊ BEDENA STÊRA BÊDENG li mala min a peregende ku qulipîbû ser warê xewnên bihuştê, weha dest bi strana xwe ya evînê kir.”
Dema ku deng negihîje cihê ku lazime bigihîjê olan dide û zêde dibe û dibe hawa “Hawara Dîcleyê” Ji xwe Biro jî dibêje, ez dengê bêdengan im, ez dengê jibîrbûyîyan im: “DENGÊ BÊDENGIYÊ gelek caran nikare bersiva pirsên weha ku dilê însên diguvişîne, bide û hingê, çaxa pirs bê bersiv û deng bê olan dimîne, dengê bêdengiyê dîsan her derê vedigire û dîsan dest bi strana xwe ya zîz dike. (…) Dengê bêdengiyê hawar e, hawara dil û rih, hawara hiş û mejî. Lê hawar çi ye? Sedayeke êş û azarê?...” Di hunera cihî de zinda cihekî girîng digire. Dema em zîndanê wek cihekî girîng di romanê de dibînin ew jî ji girîngiya girtiyan tê ku lehengên romanan beşeke jiyana xwe di zîndanê de derbas dikin: “DENGÊ GIRTIYAN ku heta hingê min nedinasî, bi girtina min, bû gaveke nû ya heyata min ku tevî bûyerên nû yên welêt, bi lez û bez, ber bi derine nenas çû.” Piştî ku girtî li Cizîra Botan ketiye zîndanê, bêyî qal û behsa Memê Alan nabe: “DENGÊ ZÎNDANA MEMÊ ALAN, bêguman di eynê wextê de dengê tarîxê bû ku di wan rojan de dîsan, bi her awayî, dubare dibû; dengê tarîxa şer û pevçûnan, yê war û welatan û yê hîs û hestan.”
Pirê caran dema hunera cihî ya serkeftî bê lêkolînkirin, dê bête dîtin ku qadên şer di romanan de cihekî girîng digirin: “DENGÊ ŞERÊ MEZIN Ê MÎREKIYA CIZÎRA BOTAN Û DEWLETA OSMANÎ bi gumîna def û zirnê, bi gumîna tiving û topan ku ji zîndanê jî dihate seh kirin, dest pê kir. Lrhî rabûbû û her tişt, mîna lehiya Nuh Nebî, dida ber xwe û dibir. Pêla şer û pevçûnê ku ji Mezopotamyayê û welatê me çu carê bi dûr nediket, dîsan bilind dibû. Heke ez ji zîndanê û kelehê dest bi çêla şerê nû bikim, divê berî her tiştî bibêjim ku hejmara nobedarên çekdar, qendîl û meşaleyên ku li dora kelehê bûn, bi carekî zahf zêde bûn, lê belê hatin û çûyîna xanê ku heta hingê zahf şên bû, yekcar sekinî.”
Her beş bi dengê strana/’Hawara Dîcleyê” ku bi piranî wek helbest e, bi dawî dibe. Loma jî navê berhemê bûye “Hawara Dîcleyê”: “DENGÊ STRANA DÎCLEYÊ dikare di rewşeke weha kambax de çawa be? Bibêjin min, ciwanên hêja, rêzên stranê dikare çawa bibe, çawan li hev bê? (…)
Heyveke ronî, stêrên zêrhelî. Ji jêr dengê Dîcle.
Lê ne deng, ne bilûr, ne stran. (…)
Hawar, hawar. Dîcle me ez. Dîn dibim ez. Hwar.
ŞEVBUHÊRK ŞEŞ
bihuşt
Bihuşta ku li virê tê bi nav kirin ne bihuşteke ew qasî şîrîn e. Ji ber ku hê jî Stêr wendaye, şer û ceng didome: “DENGÊ TOP Û TIVINGAN KU ÊDÎ BI XURTÎ LI SER TIXÛBÊN WELATÊ CIZÎRA BOTAN BILIND DIBÛ, heke em niha dîsa vegerin ser serpêhatiya xwe û wê ji nû ve vejînin û pê re herin, bangî min dikir, guhdarno.” Ev beş ji çend dengên têkçûna şerê di navbera Mîrektiyê û Dewleta Osmanî de pêk tê. Lê navê bihuştê belbî ji dîtina Stêrê piştî gelek serpêhatiyan, girtibe.Hunera cihî di strana dawîn a Dîcleyê de wiha ye:
“DENGÊ STRANA DÎCLEYÊ, tê bîra min, hingê, di wê gava nû ya heyata me û Dîcleyê de weha dest pê kir:
Oxir be, Mîrê şikestî, oxir be.
Oxir be, însanên şikestî, oxir be.
Oxir be, welatê şikestî, ehlê şikestî, oxir be.
Oxir be, ji we re, ji me re, ji min re.
Paşê dengê nû yê welatê xerîbîyê û dengê pêlên Derya Reş tên bihîstin. Dengê felaketan û dengê Stenbola kambax bilind dibe. Li dû jî dengê bêdengîyê tê guhê me. Dengê girava Girîtê ji nava deryayê tê. Li virê, li girava Girîtê dengê bextîyarî û mesûdîyê, dengê bihuştê nav li vê beşê dike. Wek min berê gotibû bihuşta Biro û Stêrê bû. Êdî Biro û Stêrê li cem hev in, ew dengên ku li welatê xerîbîyê germahî didin heyatê dengê Biro û Stêrê ne. Di vê beşê de gelek cih û mekanên nû têne dîtin. Lê min nexwest ku ez zêde li ser van cihan rawestim, ji ber ku ‘Hawara Dîcleyê’ êdî ji cih û warê xwe yê eslî bi dûr ketîye.
ŞEVBUHÊRK HEFT
dojeh
Dojeh piştî ku ji girava Girîtê jî bi bal Şamê ve tên mişaxtin dest pê dike: “DENGÊ BAJARÊ ŞAMÊ, heke ez wî dengê bidim ber dengên din ên bajarên mezin ên heyata xwe, dengê ezana meleyan, hedîsê mizgeftan, tekbîrên mewlûdan û fortên meclîsên axa û began bû…”
Dengê muezinên mizgeftên Şamê ku bê navber bû, bi şev û bi roj li pey hev dihat. Lê dengê Bedros, birayê Stêrê û dengê stranên wî yên Keldanî di rojên Biro ên bihnteng de bihna Biro vedide. Dengê tarîxa ku dubare dibe, bi dengê Melekê Tawis re têkel dibe. Dengê Mîrê ku niha kal û nexweş bû, ber bi Selahedînê Eyûbî ve xwe dikişand. Dengê Strana Dîcleyê ku Mîr bi hesreta wî dihelîya ji zûde bû nedihat bihîstin.
Piştî dengê xwînê û ew qasî dengan, êdî hemû deng dengê bêdengîyê bûn, dengê heyata min û stêrê.
qendîl
Di dawîya romanê de jî beşek bi navê qendîl heye ku wek encamê li ser hejmara beşan û taybetîya hejmara heftê tê rawestin.
ENCAM
Wek encam ez dikarim bibêjim ku nivîskar, di romana xwe de poetîkaya cihî bi awakî serkeftî sepandîye.Bûyerên dîrokî ku bi temamî jîyaneke rasteqîn e, bi hunera deng û dengbêjîyê ji nû ve dadihêne. Bi piranî romanên kurdî xwe dispêrin folklora kurdî. Wek mînak: Dimdim a Erebê Şemo, Saturn a Remezan Alan û hwd. Ji xwe nivîskar jî dîyar dike ku wî piştî bûyera Yilmaz Uzunî biryar daye wek vebêjerê romana xwe Biroyê dengbêj hilbijêre.
ÇAVKANÎ
1) Bachelard Gaston,Uzamın Poetikası/Poetîkaya Cihî, Werger: Alp Tümertekin, Weşanên Îthakî, çapa 1. Stenbol, Adar 2008
2) Blanchoti Maurice,YAZINSAL UZAM/CIHÊ WÊJEYÎ, wergêr:( ji fransizî) Söndüz Öztürk Kasar, Weşanên YKB, Stenbol 1993
3) Ergün Zülküf, Teza Masterê ya bi navê “Di Peydabûna Edebiyata Kurdî ya li Cizîra Botan de Karîgeriya Bajarvaniyê” Zanîngeha Artukluyê Mêrdîn, 2012
4) Kuram”/”teorî”, kitêba 7an, Çileya 1995an.
5) Uzun Mehmed, Hawara Dîcleyê, Weşanên Avesta, Stenbol, cild 1 2000, cild 2 2003
6) Xanî Ehmedê, Mem û Zîn, Werger-Analîz: Kadri YILDIRIM, Weşanên Avesta, Stenbol, 2010