Penaber,penaber

Penaber

A+ A-

Bi tiliya xwe gote wer
Tika tika ez çûme ber
Xwe zirzitand û bi lez
Ev tu lalî an tu kerr?
Ev tu çiyî ev tu kiyî
Tu rȇwiye bi kude her?
Ez im kurdim kurdiyo
Tu dizanî ji min biqer
Xwe lerizand bi tundî
Bi peiyva kurdiyȇ qeşmer
De rawest û ne live
Bersiv bide an biner
Tu çi kurdî kurdȇ çiyî
Ez ne valame ji ter
Ji çi ȇlȇ ji çi nihȇlȇ
Çi dayik û bavik di ber?
Ez pûnijîm di cih de
Ez çi bibȇjim ji efser?
Min xwe naskir di cih de
Ez im ez im kotî nefer
Min xwe nedî min xwedî
Bi gotina de ha ji ter
Belȇ belȇ efendimo
Ez kurdekî me penaber
Ez bi hest im lȇ çi bȇjim
Ne mirovekim yekser
Penaber im efendim
Ne bi ser im ne bi ber
Ez bi nav im ni binav
Di ustȇmindiye cuher
Ez bi nav im lȇ çi nav
Ez mirovek xwlî ser
Ez bi nav im lȇ çi nav
Xweziya min yekî teter
Bi zirzirim dixuya ye
Li min negre brayȇ ker
Ne bi rû me ne bi çav
Ne ziman û ne xweser
Bi kurdiyȇ dinasim
Bi vȇ axa zȇrê zer
Bi vȇ ava bihuştȇ
Lȇ ji tîna nakim der
Em birane wax gidî
Biratiya dek û şer
Di devȇ min de va xwezî
Di dilȇ min de ha keser
Beyanîme bi kurdî
Ka hiner û ka huner?
Bi çil melyonî dinasim
Lȇ hemî bûne kenser
Ka dijminȇ ku bi nav
Em dijminȇ herî her
Li min nȇrî ta çefilî
Matmayî gote her

Duhok -29 gulana 2014an


Tȇbînî:
Ev helbest e û ne helbest e, bibȇje helwesteke, bibȇje derbirîneke bȇ oxir e, bibȇje qȇrîneke di kûraya giyan de ye û jê dertê. Li gorî daxwaza mirovekî kurd yê penaber bi serȇ xwe hatiye nivîsîn, hingî rû li ser min daniye. Raste bi navȇ mine û wiha durȇz bûye dakû kula xwe eşkere bike. Tiştekî veşartî nemaye!
B.M


Gotinên miftehî :