Paşvexistina serxwebûnê bizerar e
Sosyolog Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî yê ku di demên dawî de bi rexneyên xwe yên li ser sîyaseta kurd bû mijara gengeşeyê, bersiva pirsên IMPê yên di mijara rexneyên dijî wî, helwesta PKKê ya kongreya netewî, helwestên serxwebûnê yên li Başûrê Kurdistanê da. Beşîkçî got ku rexneyên ji wî re tênekirin û helwesta hin kesên ku hewildidin van rexneyan asteng bikin, kesên ku rexne dikin jî tawanbar bikin, wî aciz dike. Kirpand ku xwedîyên rexneyan jî dikarin bêne rexnekirin. Li gora Beşîkçî, “divê dev ji parastina azadîya derbirînê, ramana rexneyî û rexneya azad neyê berdan.”
Beşîkcî derbirî ku daxwazkirina kongreya netewî ya PKKê çewt e. Beşîkcî got ku PKK hewil dide ne bi kurdan re, pirtir bi çepên tirkan re hevkarî saz bike. Ne bi rêxistinên kurdan re lê, bi dewletên wek Iraq, Sûriye, Îranê re di nava pêwendîyên germ de ye. Eger di mijarên bingehîn de, di sîyaseta kurd de hevgirtîyek tune be li dar xistina kongreya netewî bêwate ye.
Beşîkcî paşvexistina li ser hev, mijara serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê jî rexnekir û got “bênavber paşvexisitina vê mijarê li gor qen’eta min bizerar e. Dibe ku ne pêkan be hemû mercên bikêr bêne berhev.” Beşîkcîyê ku der birî, di vekirina zûtirîn riya serxwebûnê de sûd heye lê dibe ku ev pêvajo bi xwe re rîsk jî bîne ancax mildana ber vê jî pêwîst e.
Bersivên ku Îsmaîl Beşîkcî da pirsên di mijarên cur be cur de yên IMPNewsê wiha ne:
- Hinek ji rewşenbîrên kurd dîtinên te wek cureyek tûrnesolê dipejirînin. Li pey rexneyên ku li te têne kirin gengeşe dest pê dikin. Gelo ev te aciz dike, ev rewş çima wiha ye?
Divê dev ji parastina azadiya derbirînê, ramana rexneyî, rexneya azad neyê berdan. Divê di her kîjan mijarek de be, meriv bi xwe birame. Divê meriv xwe navêje ber sîya rihetiya bi ramanên kesên dî re bûnê. Bi çavek rexneyî li bûyeran, li ramanan nêrîn girîng e.
Pêwîstîya nivîskarên lêkolîner bi rexneya azad mezin e. Divê mijara ku herî pir lêkolînerên kurd jî pêwîstî pê dibînin rexne be. Ger rexne li min jî bê kirinê û hin kes jî hewil bidin ku vê asteng bikin, da bi vê, rexnegiran tawanbar bikin, ev dê min aciz bike. Helbet rexnegir jî dikarin bêne rexnekirin. Tiştê çewt, tawanbarkirin û hewildana astengkirinê ye.
- Heta demên dawîn rexne bo we ji derdora nêzîkî PKKyê dihatin. Ev jî bi gelemperî bingeha xwe ji fikrên we yên cuda, di mijara‘serxwebûn, dewletbûnê’ de, digirtin. Helwesta we ya ku PKKê di vê mijarê de rexne dikir, bi sîyaseta PKKê ya salêndawîyê re eleqedar bipêşket. Ancax di rexneyên ji vê derdorê bo we de, rawestin, kêmbûnek tê dîtin. Sedemên vê çi ne?
Mercê bingehîn ê zanistê jî, hunerê jî, demokrasîyê jî azadîya derbirînê ye. Divê dev ji azadîya derbirînê bo rexneya azad, jiyana ramanê neyê berdan. Tew bo kurdên ku di binê fişarên emperyal û kolonyalîstan de ne, ziman-kultura wan hatiye qedexekirin, bo Kurdistanê ev mijarek man û nemanê ye. Dîyar e ku fişar, zilmê jiyana ramana kurdan felc kirîye.
- We seranserê jiyana xwe di mijara parastina azadiya fikrê de gelek bedel dan. Çima Îsmaîl Beşîkcî bibe tabûyek, bertekên ku li hember rexneyên bo we tên nişandan gelo we dikin tabû?
Bertekên ku li hember van rexneyan dertên ne yên min in. Tabû nirxandinek çewt e. Ji xwe gelek rexne jî têne kirin. Divê rexne bibe sazîyek ku herî pir pêwîstiya nivîskaran pê heye.
- Di rojên borî de, we di mijara damezrandina PDKyek nû de hin hişyarî û rexneyên cur be cur kirin. Serokê PDKTê Emin Kardaşî bersivên tund bo we dan. Ancax hin kesên nêzîkî PDKê jî di mijara ku rexneyên Kardaşî ne di cih de ne berê xwe dan wî. Tu dê ji wê re bêjî çi?
Nivîsa Îsmaîl Beşîkcîyî pir zelal e. Têgihîştina wê pir hêsan e. Nirxandina Mehmet Emin Kardaşî çewt e.
- Bi helwesta heye ya PDKya ku tê payîn bê damezrandin, gelo dibe ku bo bandorkirina li ser girseya Bakur a ku êdî ji sîyasetê dûr dikeve be, ji nû ve germkirina wê be? Helwesta PDKê dikare girseyî bibe?
Partî an sazîyên civaka sivîl, kî dibe bila bibe, jiyana kurdî, jiyandina wê pir girîng e. Bo zarokan fêrkirina kurdî, di vê mijarê de, her malê wek dibistan bikar anîn ne rewşek e ku bê îhmal kirin.
- Li Bakur di atmosfera polîtîk de pêşîgirtinek dixuyê, gel bo sîyasetê bêeleqe ye. Bo ku sîyaseta kurd ji vê tengasîyê rizgar bibe dikare çi bike? Hin kes jî hene ku dibêjin li cihê damezrandin, ji nû ve saxkirina partîyan, wek alternatîf birêxistina civaka sivîl, bêîtaatîyên sivîl berhemdartir in. Di çareserîya kêşeya kurd de ev dikare bibe alternatîfek?
Di çarçoveya têgihîştina jiyîna kurdî û jiyandina wê de, bipêşxistina saziyên civaka sivîl dikare girîng be.
- Di sîyaseta kurd de bi taybetî derdora PKKê, demek e ku di mijara ‘kongreya netewî’ de daxwazek mezin dike. Ancax helwesta PKKê ya di mijara daxwazên netewî û di mijara serxwebûnê de, ‘ji kongreya netewî’ li ser encam girtinê gumanan diafirîne. Gelo şansê sîyaseta kurd a lihevkirinê, a lidarxistina kongreya netewî heye?
Telebkirina kongreya netewî ya PKKê çewt e. Çunku PKK hewil dide ku bi çepên tirkan re hevkarî pêk bîne, ne bi kurdan re. PKK bi dewletên wek Iraq, Sûriye, Îranê re ku kurd/Kurdistanê di binê fişarê de digirin, ji rêxistinên kurdan bêtir di nava pêwendîyên germ de ye. Berjewendîyên wan dewletan ji kurdan, ji Kurdistanê bêtir diparêze.
Daxwazkirina kongreya netewî ya PKK/KCKya ku dibêje ‘Dewlet xerab e’, li hember dewleta kurd a serbixwe ye, bi li ber çavan negirtina Enfal û jenosaydê behsa yekîtîya Iraqê dike, çewt e.
Ji derveyê vê PKK ala kurdan, ala Kurdistanê jî nas nake, qebûl nake. Çiqas ji destê wê tê qedexe dike. Ger di mijarên wiha bingehîn de yekîtîyek tune be lidarxistina kongreya netewî bêwate ye.
Bo Partîya Demokrat a Kurdistanê, bo Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê, bi zimanek piçûkker, nizimker, tawanbarker hêrîş dike. Zimanê rexnegir na, yê tawanbarker, nizimker, piçûkker nikare bê qebûlkirin. Tawanbarkirin, bi qîrîn bangkirin ne rexne ye. Di van mercan de têgihîştina civandina kongreya netewî çewt e. Lê, hemû rêxistin, partîyên sîyasî dikarin li herêmên xwe, di mijarên kêşeyên kurd/Kurdistanê de konferansan li dar bixin, bo wan konferansan, rêxistinên, kesên û hwd. ku dixwazin dawet bikin.
Ne zimanê rexneyê, zimanê nizimker, piçûkker ew ziman e ku dewlet û hin nivîskarên tirkan, li hember kurdan, pê re li hember PKKê bikar tînin. Bikar anîna vî zimanî ji layê PKKê ve li hember PDKê, Mesûd Barzanî şaşker e. Ev nîşan dide ku çawa bi kultura sîyasî ya tirkan re pêwendî danîn, Tirkiyeyî bûn jî bi pêş dikeve. Bikar anîna zimanek wiha li hember PDKê, Mesûd Barzanî, bi kirpandina serxwebûnê re eleqedar e. Kirpandina serxwebûnê jî rewşek e ku dewletên bi hev re Kurdistanê, kurdan kontrol dikin aciz dike. Zelal e ku helwesta anti-kurd di pêvajoya kirpandina serxwebûnê de tê rojevê.
Têgihîştina biratîyê jî ya PKKê çewt e. PKK, ji ereban re, ji tirkan re, ji farisan re, ji tirkmenan re, ji suryanîyan re û hwd. re ‘bira’ dibêje, lê, li hember kurdan, di nava têgihîştinek hegemonîk wek ‘ancax ger hûn di binê kontrola min de bin ez ê we qebûl bikim’ de ye… Ev helwest jî ne helwestek tendirust e…
Helwesteke pir lavakar ya PKKê, di hevdîtinên bi dewletên cur be cur re, de heye. Dibêje jî ‘Hûn birayê me yên mezin in, pêşniyazên we dê rê nîşanê me bidin…’ Lê, di hevdîtinên bi kurdan re, bi taybetî bi PDKê re, de têgihîştinek hegemonîk bi awayê ‘divê hûn bibin pêgirên min’ heye. Di van mercan de kongreya netewî bêwate ye.
Divê di çarçoveya van pêwendîya de, li hebûna PKK/KCKê ya li Şengalê jî bê nêrîn. Şengal qadek e ku ji Kurdistanê hatîye veqetandin. Wekmînak, berî 1975an li Şengalê malbatek ereb tune ye. Sedam Husên bo demografîya Şengalê xera bike gundên kurdê Êzîdî bi şewitandinê hilweşand. Beşek ji wan sirgûnê çola ereban kir. Navçeyên mezintir ku jê re gund-bajar dihat gotin avakir. Kurdan li wirê kom kir. Li van gund-bajaran ereban jî bi cih kir. Xuyakirina malbatên ereb li Şengal piştî 1975an ye… Çi li Iraqê be, çi li Sûriyê be, xerakirina demografîya Kurdistanê xebateke pir girîng a Partîya Baesê ye. Di vê çarçoveyê de kurd bo çolên ereba hatine sirgûn kirin, Ereb, li cihên ku ji kurdan hatine vala kirin têne bicihkirin.
PKK/KCK, angaşt dike ku Şengal jî di nava çarçoveya yekîtîya Iraqê de ye. Ev tê wateya pejirandina zîhnîyeta kolonyalîst a nejatperest a Partîya Baesê. Helbukî, divê rêxistinek kurd vê pêvajoyê nepejirîne, bi awayek bi biryar li hember vê pêvajoyê derkeve. Çi li Iraqê, çi li Sûriyê be, operasyonên Partîyên Baesê yên ku bo xerakirina demografîya Kurdistanê dikin, mijarek e ku divê neyên piştguh kirin. Li hember vê derneketin, behsa yekîtî û bitûnîya Iraqê kirin, zîhnîyetek e ku palpiştiya Iraqê dike. Daxwaza kongreya netewî ya PKK/KCKê ji vê hêlê ve jî çewt e. Têgehên wek yekîtîya Iraqê, yekîtîya Sûriyeyê ew têgeh in ku dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê dipejirînin. Helbukî divê li hember vê pêvajoyê bê derketin. Îran, ciwanên kurd ji ber ku maf û azadîya gelê kurd dixwazin, îdam dike. Pêkan e ku meriv her roj van îdaman bişopîne. Li hember vê helwestê jî derketin girîng e.
- Tê dîtin ku sîyaseta kurdan, li ser xetên Tirkiye û Îranê li kampên cuda dabeşbûne. Gelo mercên li hevkirin, hatina ber hev a xeta PDK ya ku nêzîkî Tirkiyê ye û xeta YNK/Goranê ku nêzîkî Îranê ye hene?
Dabeşkirin, parçekirin, parvekirina Kurdistanê pêvajoyek pir girîng e ku divê li serê bê rawestin. Divê 1920, Cemiyeta Miletan, du hêzên emperyal ên serdemê Brîtanya û Fransa, du dewletên bikok ên Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn, Împaratorîya Osmanî û Komara Tirkiyê ku dewama wê ye, Împaratorîya Îranê û Şahtîya Îranê ku dewama wê ye û hevkarîya ev çar hêzan neyên jibîr kirin.
Ev dewlet bo kurdan, Kurdistanê di binê fişarê de bihêlin, di pêşîgirtina maf û azadîya kurdan de her dem bi hev re di nava hevkarîyê de bûne. Lê li herêmên xwe, sepandinên ku li ser pêşîgirtina maf û azadîyên kurdan bipêş xistibûn mayînde bûne. Ev sepandinên ku ji sed salan zêdetir e didomin, tecrîd kirina kurdan ji hev jî digire nava xwe. Ev jî bi xwe re kûrbûn û berfirehbûna cêwazîyan anîye. Kêşeyek pir girîng a ku dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê afirandîye dabeşbûn, parvebûna rêxistinan ne jî. Ne tenê erdnîgarîya Kurdistanê hatiye dabeşkirin, parvekirin her wisa eşîret jî malbat jî hatine dabeşkirin, heta birayên di nava malbatekî de jî hatine dabeşkirin.
Vê rewşê li ba kurdan bipêşketina hişmendîya rêxistinê dabîn kiriye. Her rêxistin bi hişmendiya xwe hereket dike, berjewendiyên xwe di ser her tiştî re digire. Ev têgihîştinek e ku berjewendiyên giştî yên Kurdistanê dehf dide, datîne plana duyem.
Pêşîlêgirtina vê rewşê ancax, bi hişmendîyek payebilind a kurd, Kurdistanê pêkan e. Kurd, çima bi tevê ku xwedî nifûsek pir mezin in, bi tevî ku xwedî axeke pir fireh in ku li serê dijîn jî, ne endamek malbata netewên dinyayê ne? Helbukî, endambûna malbata netewên dinyayê, endambûna yekê wekhev ê malbata netewên dinyayê, bo vê nîşandana hewilê pir girîng e. Di sîyaseta dinyayê de, çima kurd/Kurdistan têne defhdan, tehinlêdan? Tekoşîna kurdan a azadîyê çima wek ‘teror’ dihê nirxandin?
Dewletên ku nifûsa wan nagihîje milyonek jî, îro bi gotina ‘Em li hember guherîna sînoran ne, li Rojhilata Navîn’, bi gotina‘Em li hember dewleta Kurd a serbixwe ne’ hewil didin ku dahatûya kurdan, Kurdistanê dîyar bikin. Gelo gotinek kurdan bo vê nîzama navnetewî ya anti-Kurd tune ye?
Divîya ku tekoşîna gerîla li ser van hemû mijaran, hişmendîya zimanê Kurd, hişmendîya netewa Kurd, hişmendîya Kurdistanê biafiranda. Mijara ku tekoşîna gerîla nikaribîye hişmendîyek wiha biafirîne, mijarek e ku divê li serê bê rawestin. Tirkiyeyîbûn, ne wek pêvajoyek ku kêşeyên kurd/Kurdistanê bo tirkan vedibêje, bipêş dikeve. Wek pêvajoyek e ku nirxên dewleta tirk, çanda sîyasîya tirkan vediguhêze bi bal kurdan, Kurdistanê ve. Fêrkirina tirkî bo ciwanên ji Başûrê Kurdistanê, ji Rojhilatê Kurdistanê, ji Başûrrojavayê Kurdistanê beşdariya gerîla dikirin, bûye hewildanek girîng a PKKê. Lê, hewildana PKKê, ji bo fêrkirina kurdî ji kurdên ku bi kurdî nizanin re çênebûye. Ev jî dikare wek xizmetek ji polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê re bê nirxandin.
Ev hemû rewşên neyînî, pêwîstîya geşedan û pêkhatina hişmendiyek payebilin a kurd, Kurdistanê der dixin holê. Kesên ku bibin xwedîyê vê hişmendîyê, ne berjewendîyên rêxistina xwe, berjewendîyên giştî yên kurdan, Kurdistanê der dixin pêş. Ev jî yekîtîya kurdan bi xwe re tîne. Ya girîng ne yekîtîyek razber e, cihgirtina di nava pir alîyê de ye.
- Li hember paşvexistina projeya serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê guman zêde dibin. Kurd li benda çi ne? Gelo pêkan e ku hemû mercên dixwazin werin holê? Lîdertîya Başûr çima rîsk nagire?
Bênavber paşvexistina mijara serxwebûnê li gor qen’eta min bizerar e. Dikare ne pêkan be hatina ber hev a hemû mercên bikêr. Ji vê hêlê ve kêlîyek berê di vekirina rêya serxwebûnê de, sûd heye. Dibe ku ev pêvajo bi xwe re rîsk bîne. Divê milê xwe bidin ber vê rîskê. (A.B)
Werger: Ahmed KANÎ