PIRTÛKA BI NAVÊ RAZÊN ŞÎN
Pirtûka rêzdar Weysî Ulgen a bi navê “RAZÊN ŞÎN” bi temayeke şîn ji xwe re kiriye rênîşandan û li ser wê temayê dest bi sêwirandina nivîsa romana xwe dike. Dar şîn, guher û newal şîn, fistan û laçik şîn, çav û bejin şîn, xemil û xeyal şîn, xwezaya hertim şewitî şîn, zimanê ku bi salane tê bişaftin şîn, çand huner û bajarên tê wêran kirin şîn, kêlik û gorên bê xwedî şîn, çûndin û hatina di navbera dîroka kevirên şewitî de şîn, bê hêviyên di navbera razên şîn û hêvîyên li ser koka dara hêjîrê şînbûyî.
Roman bi van hevokên di pirtûkê de, hatine nivisandin dest pê dike:
“ Şev tarî, biraz, bêxew û bêxeyal diherike. Wek hêjîrên nav zinaran ew jî li kêleka Birca Heft Birayan di nava kevirên reş da asê maye. Germa meha pûşperê hîn cihê xwe nedaye hênkahiya şevê. Ji berê êvarê heta aniha li ser van kevirên şewitî ye. Dibêje qey her dem li wirê bûye û qet ji wirê neçûye. Roj çûbe ava û tariyê dest pê kiribe jî hîna derdor mîna wî dikele. Ji germê şatika wî wek şatika paleyên bêdera genimê deştê peritiye. Ji laşê wî wisa av vekişiye ku xwe wek dûpişkên Sûrê tî his dike. Hundirê wî wek kesên di binê dorpêçê de bê av li ber xwe didan, ziwa bûye. Hêvî dikim ku bayê deştê dereng nekeve, canê wî hînik bike û wî bîne ser xwe. Disa hêvî dike ku hîva çardeşevî li ser bajêr hilê û tarî vekişe”.
Di serî de ez sipasiyên xwe ji nivîskar re pêşkeş dikim. Ji ber ku pirtûkeke din jî li zimanê kurdî zêde kiriye.
Pirtûk ji sî û heşt ser nivîsan ve pêk tê, her sernivîs li gor xwe balê dikşîne ser mijareke dilsoj. Tevahiya pirtûkê du sed û çil rûpele. Pirtûk ji Weşanxaneya J&Jyê ye hatiye weşandin. Pirtûk bi zimanek hêsan hatiye nivîsîn, lê dema mirov pirtûkê dixwîne, ji ber ku bêhnok gelek nêzî hev û din hatine nivîsandin mirov di xwendinê de zahmetîyê dikişîne. Naveroka pirtûkê, an jî rûpel sazî gelek baş e dema mirov dixwîne, qet acis nabe. Di pitûkê de, hema bêje qet gotnên pêşiyan tune bûn. Li gor min di her ser nivîsa rûpelan de, çend gotinên pêşiyan hebûna wê baştir bibûna.
Nivîskar balê kişandiye ser şerê piştî çeperan, lê di navbera şerê notî û di navbera şerê çeperan de, wek flashbackê tê û diçe. Bi sêwirandineke xweş mijarê ji mijareke din veneqetandiye. Lehengên pirtûkê ên sereke Hêlîn û Sîdar in, lê lehengên din jî wek Hêlînê û Sîdar, xwedî mafin yek ne li pêşiya yekê û ne jî li dawiya yekê ye. Navên hemû lehnegan, li gora mîsyona wan li cihê xwe rûniştiye û her leheng li gor navê xwe tevgeriyaye.
Ev jî bi awayek adilane di pirtûkê de cih girtiye, gelek kêfa mirov ji vê şêwaza sêwirandina wekheviya ku di navbera lehengan de pêkhatiye re tê. Mizanpaja li ser rûpela pêşîn (bergê), jî gelek bi watedar e û li gor naveroka pirtûkê gelek lê hatiye. Nivîskar zêde ketiye navbera lehengan, li gor min wî lehengan di warê diyalogê de hinek azad bihişta wê baştirbibana.
Lehengiya Hêlînê, di şexsê jinên Sûrê ên di nav şerên çeperan de û wan kesên ku hêlînên wan, an ji avahiyên wan bi destên dagirkeran ve hatiye hilweşandine. Di şexsê wan de, sêwirandina lehengiya Hêlînê, hem li hember pergala dagirkeriyê û hem jî li hember pergala pênç hezar salî ya baviksalariyê tekoşînê dide. Her çi qas Hêlîn, li derve lehengeke xurt xuya bike jî lê di rastiya xwe de ew keseke lewaz e. Sedem ew e ku hem di nava şerê çeperan de, dayîka xwe wenda kiriye hem jî ji ber şerê di nava malê de, derûniya wê qet nebaş e. Her çiqas jêhatî be jî lê bi tena serê xwe nikare tevbigere. Kesek bêbiryar e û hertim ji rastiyê direve ye. Nivîskar di şexsê Hêlînê de, tevgera jênê jî rexne dike li gor min ev xelet e. Mirov nikare di şexsê kesekê ku di nava şerê çeperan de, an jî zarokeke ku bi şer e mezin bûye, tevgera jinan û wê bike yek. Navê lehengiya Hêlînê jî lê hatiye ji ber ku Hêlîn ji ti kesî re nebûye hêlîn.
Sîdar jî zarokê bermayîyê şerê salên 92- 93yan e, wî jî dayîka xwe di wî şerê qirêj de, bi destê hevkarên xayîn hatiye qetilkirinê. Sîdar an jî siya darê lê mixabin ew jî li tu derê re nebûye sî. Jiyanek bi belawela dijî. Jiyana Hêlînê û Sîdar wek hev e, dîrok çi dibe bila bibe ji serdestên hov re heman e. Sîdar dayîka xwe di şerê 92-93yan de, Hêlînê jî di 2016-2017an de di şerê çeperan de wenda kiriye. Her wiha niviskar balê dikşîne ser ziman û bişaftinê, ew tahribata li ser xwezayê, ew derûniya ku li ser zarokên di şer de mezin bûn e.
Çend rêz ji pirtûkê:
“keça min, ez pêxwasê bajêr bûm. Lingê min her gav di nav rastiya me de bû. Dem dema îxanetê bû, ku ez jî wek aşîtê kişandim nava xwe. Lê te ez jê derxistim. Ez ê gava dawîn bavêjim. Ne ji bo te ji bo xîreta xwe bavêjim.
Düre dayika wê tê ber çavên wê.
Jiyana min serpêhatiyeke bajarê şewitî bû. Carinan sotikê agir bûm, carinan cemeda kevirên şewitî bûm. Jiyana min bi alozî bû, bi pêl bû, bi nexweşîbû. Lê min tu caran li dû xwe nenihêrt, delala min!”