Nirxandina Pirtûka bi navê Sînemê
Em xwîner an jî wêjehez gelek bi suhûd in ku romaneke bi kurdî li refên pirtûkxaneyan zêdebû. Ev romana hêja ya ku bi destê jineke ziman parazvan ve hatiye nivîsandin, romana Gulîstan Çoban a bi navê “Sînem”ê ye. Ev roman ji pazdeh beşan pêk tê. Di her beşekî de yek ji yekê xurttir hespê pênûsa xwe ajotî ye. Mirov di her beşî de, bêhna biwêj û gotinên pêşîyan jî ji romanê distîne. Bi şêwazek xurt helbestên Feqîyê Teyran, bi awayekî rêk û pêk di her beşekî de bi cih kiriye.
Roman romaneke mesnewîye, nivîskara me di warê mesnewîtiyê de gelek xurt e. Wê di berhema xwe de li gor şert û merçên wê demê, jiyana lehengên xwe baş honandî ye. Kurdistan di wê serdemê jî ji aliyê tesewufê ve gelek xurtbûye, medreseyên wê demê di bin bandora tesewufê de bûne, ji ber vê yekê jî atmosfera romanê bi ramanên tesawufî hatiye xemlandin.
Di vê romana mesnewî de, olên ku li xaka mezopotamyayê belav bûne, tu cudabûnê nexistine navbera olên xwe. Rêzdariya wan a ku ji olên hev û din re hebûne dide nişandan û bi asayî radixist berçavên xwîneran. Bi awayek xurt hemû olan haniye cem hev û sêwirandiye. Serlehengên romamê Sînem xan û Feqîyê Teyran in.
Roman, bi helbesta Feqîyê Teyran a bi navê “ Herê şoxê herê şengê “ dest pê dike. Eladîn û Feqîyê Teyran, birayên hev ên manewî nin. Dayika Feqî Eladîn ji piçûkatî ve xwedî kiriye. Piştî ku dayika Feqî, diçe ser dilovaniya xwe Feqî û Eladîn di bin banê qesrê û di bin baskên mîr de mezin dibin.
Eladîn û Feqî her yek, di warê qabîlyeta xwe de dibin xwedî pîşe. Feqîyê Teyran di, warê îlim de xwe pêşdixe û Eladîn jî di warê leşkerî de xwe pêşdixe. Û her yek di riya xwe de diçe. Eladîn ji navê wî jî dîyare, yekê delodîno ye. Ew yekê gelek nerihet bûye, ji ber vê yekê mîr hertim peywira karê derve dayê. Eladîn bi qandî çend heyvan, wek sîxurê mîr diçe grava westanê a ku keşê lê dimîne. Eladîn dibe feqî û xulamê keşê giravê.
Sînem xan hem dotmama mîr e, hemjî bûka mîr e. Hevserê Sînem xanê, yekê nebaş û xerab bûye. Hertim li cihê kêf, seyran û li seydê bûye, rojekê dîsa diçe seydê û ji zinar de dikeve û dimre. Ji ber ku zarokên wan jî çênebûne, Sînem xan jî êdî xwe, dide îlim û dema xwe bi xwendina pirtûkan re derbas dike.
Hema bêje Sînem xan dema xwe li pirtûkxanê derbas dike. Rojkê dema ku çavên xwe, li pirtûkan digerîne rastî pirtûka Feqî tê. Ew jî vê pirtûka Feqî hildide û ji xwe re dixwîne. Gelek kêfa wê ji helbestên Feqî re tê. Di wê demê de saetên lêgerîna pirtûkxanê a mêr û jinan ji hev cuda bûne. Ji ber wê yekê ne Feqî, Sînemxanê dîtiye û ne jî Sînemxanê wî dîtiye, ji ber vê sedemê Sînemxan Feqî gelek meraq kiriye.
Rojekê Feqîyê Teyran jî Miksê tê Hîzanê, gelê Hîzanê ev agahiya hatina wî dibihîsîn û gelê herêmê hemû diçin dîtina Feqî. Qewraşa Sînemxanê jî ev agahîyê dibihîse û vê agahîyê ji xanima xwe re dibe. Ew xanima xwe jî tevlî gelê Hîzanê dibin û Feqî pêşwazî dikin. Dema Feqî dibûhûre ew Sinemxanê rûqalê hev û din dibin. Sînemxan jî bi quretî tinazî xwe bi Feqî dike û dibje “ma Feqîyê Teyran ev e?” deng diçe Feqî û Feqî lê difetile û dibêje.
“ Erê şoxê erê şengê
Kemer sistê li nav tengê
Heçî kesê li te rake
Ji te va ew e yê pak e “
Dema sînemxan van gotina bihîst gelek li ber xwe ket. Ji wê rojê û vir de êdî pênûsên wan axivîn. Piştî ku haya Sînemê û Feqî ji hev çêdibe, ne roja wan roj bû û ne jî şeva wan şev bû. Sînemxan her tim bê macal û bê kêf bû, Feqî jî li şikeftê û li ber çem derdê xwe ji avê re rêdikir. Feqî ji Sînemxanê re ji koşka helbestan ava kiribû. Ji ber ku Feqî xwe bi Sînemê bide bexşandin nameyek ji van carîna jê re rêdike
“ Ey dilbera gerdezer î
Way nazika dêmqemer î
Qamet ji mûman fener î
Wêran ez im, malim xirab…”
Romannûsa hêja wiha berdewam dike: “Gulê, qewraşa wê ya kever, li kêleka wê rûnişt û bi saetan li ber dilê mîrbanûya xwe dida. Ew ji serî heta lingan ji hemû nîştecihên qesrê cuda bû. Wek ferîşteyek e ji pembo çê bibe porê wê, birî û bijangên wê sipî bûn. Çermê sûretê wê, dest û lingên wê jî tev çîl bûn. Qanûnî Siltan Suleyman, ev cariye û tevî gelek dîyariyên din ên giranbiha û nadîde ji bo mîrê hevalbendê xwe şandibû…” ji ber sîmaya wê, zarkên qesrê ji Gulê gelek ditirsiyan. Dê û bavê Gulê jî ji ber vê sedemê wê firotibûn tuçaran û tucran jî ew firotibûn qesra osmaniyan. Diyên zarokan jî vê yekê ji mîr re gotin û mîr jî Gulê dan destê keyayên xwe ku bibin sûkê bifroşên. Li ser vê bûyerê dilê Sînemxanê bi Gulê gelek şewitî û wê hilda ba xwe. “ji ber ku Sînem xwarzîya mîr bû, mîr gotina wê li erdê nehişt û wê wekî dîyarî da Sînemê. Ji wê rojê û vir da ew cêrî, bû hevala qeder û kedera Sînemê. Bi aqil û jîr bû. Sînemê ew fêrî kurdî, erebî, û farisî kir. Wê jî Sinemê fêrê zimanê osmanî, û brîtanî kir. Cêriyê digot navê min Galia ye. Lê osmaniya navê wê danîbûn Gulşah. Sînemê jî navê wê danîbû Gulê.”
Nivîskara me wiha behsa Maryo dike ew yekê esmrê cuce yê bejinbihust… bi qasî çar bihistan qama wî hebû. Pişta wî xûz û çavên wî beloqî û şaş bûn… karê wî yê esil qeşmerî bû. Bi qeşmerîya xwe mîr dikenand… dilê gulê pir bi Marîyo dişewitî. Qedera wan wek hev bû. Dîl û xerîb bûn. Bavê wan herdûyan jî ew wek cazû û ûcûbeyan ji malê avêtibûn û firotibûn ticar û bazirganan.
Ji vir û pê de, bila ev pirtûka hêja ku li ser evîna Feqî û Sînemê hatiye honandin bibe meraqa xwînerên hêja.
Gulistan Çoban Emînoglu:
Di sala 1982yê da li navçeya Erxenîyê ya Amedê hatiye cîhanê. Dibistana xwe ya seretayî û Navîn li Erxenîyê xwend. Beşa ziman û Wêjeya Tirkî ya Zanîngeha Eskîşehîr a Anadoluyê qedandîye. Zewicîye û dayîka du zarokan e.
Pirtûkên Wê Yên Ku Hatine Weşandin:
1- Asilerin Dönüşü, ( şiir), 2004.
2- Elma kokusu, (şiir), 2008.
3- İtirafçı, (Roman), 2010.
4- Zembîlfiroş, (Roman), 2011.
5- Bir Kürt Hanedanlığının Hikayesi Selahedin-i Eyubi, (Roman), 2013
6- Evîna Feqîyê Teyran û Sînemê, ( Roman) a bi kurdî, 2019.