Neynika Dilî
Ev roman ji aliyè xwediyè peyvèn xas yèn Kurdî, Omer Dilsoz ve hatiye nivîsîn roman romana me bi xwe ye.
Neynika dilî Romana nivîskar ya sèyem e. Bi min ji her du berhemèn berè baştir û xweştir û xurtir e.
Piştî nirxandinèn Helbestvanè nemir Arjen Arî, Mamoste Dilawer zeraq û Mamoste Samî Tan nirxandina min dibe kêm bimîne û ew è çiqas cî bigre nizanim.
Helbestvan Arjen Arî dibèje: "Dilsoz, gisnè xwe kûr lê dixe û hûr lê dixe. Bi serde ga jî naêşîne" û dîsa dibêje: “Dilsoz peyvè bi peyvè bask dike"
Zimanzan mamoste Samî Tan jî dibèje: "Ev roman çîroka me vedibèje. Bi zimanekî pehtî û rewan û awèneyekè dide ber rûyè serdemekè"
Çîroknûs û romanûs mamoste Dilawer Zeraq jî dibèje: "Dilsoz bi zimanè xwe yè ferhengfireh, çèjdar, rengîn, lihevkirî ku ji jiyaneke pirhèl pèk hatiye tev li qada nivîskariya Kurdî bûye."
Neynika Dilî Romaneke hez kirinè, bèrîkirinè, wèrekî û tirsonekiyè, ji jiyana rasteqîn a çavdèriya ixanetè ye jî.
Roman romeneke bûyerî psiko sosyolojîk a jiyana rasteqîn e. Bûyerèn ku diqewimin jiyana sosyal a rojane û her wiha bi civakè ve tèkildar in. Karekterèn insèn, li hev bextreşî, bèbextîkirin tirs û sawèn derûniya mirov weke ku zindî bin tèn pèşkèşkirin. Hesûdî, zikreşî, dilreşî û xerabiyèn ku Saloyè Keşkanî pèk tîne, meriv di jiyana xwe ya îroyîn ya civakè de û di qada jiyanè da jî li der û dora xwe dibîne. Çîrokèn ku di hundirè xwe da dihewîne li temamè Kurdistanè xwedî mînak in.
Ev roman çapa yekemîn ji Weşanèn Aramè 240 rûpel e, piştre bi 213 rûpelan ji alîyê Weşanxaneya J&Jyè ve çapa duyem hatiye weşandin.
ZIMAN; Zimanek xas, edebî, helbestkî, herikbar û dewlemend e, bi peyvèn herêmî lè Kurdewarî hatiye nivîsîn. Zimanè lîrîzm, dengbèjî û zèmarî hatiye bikaranîn. Şèwe û hevoksazî pirr xurt e. Hevokèn dirèj hene lè mijaran ji hev naqetîne û herêkbariyè didomîne û pirr xweş hatiye hûnandin.
DEM: Dema çîrokè diyar e, salèn 1990... vedibèje.
MEKÂN: Nivîskar herem û erdnigariya Kurdistanè pirr xweş tînè ber çavèn xwînèr mekân diyar dike û bi tasfîrèn xwe jî xurt dike. Bûyer li gundè Colemèrgè û li Colemèrgè diqewimin lè nivîskar hem hin ciyan (Xanè) diafirîne hem jî bi zanebûna xwe ya coxrafyayè behsa derdora Colemergè dike her wisa çûyîn û hatina Stenbolè ya Mistè agahdarî dide me.
LEHENGÈN ÇÎROKÈ
Mistefa; Roman bi çavè Mistefa hatiye nivîsîn. Yekî newèrek û zeîf e, piştî kemilandina wî hinek fikrèn wî derketine holè. Mistè bûye şahidè tirajediya wè demè. Li ber neynikè hin mijaran ji me ra vedibèje... Ew hezkiriyè Bîşengè lè hevjînè Sosinè ye.
Ehmedè Xanî; yekî zana û zîrek e. Ehmed piştî ku zanîngehè diqedîne bi Dilşayè re dizewice. Ehmed bi germahî û zû dikeve nava siyasetè, piştî demekè diçe çiya û dibe şervanè azadiyè. Piştre di şerekî de tevî duwazdeh hevalèn xwe şehîd dikeve. Artèşa tirk bèhurmetî ji cendekè (meyît) wî re jî nîşan dide û çavèn wî derdixe. Li pişt xwe ajandayekî ku serpèhatiyèn wî tèdane weke şahid û ispatek ji Mistè ra dihèle.
Saloyè Keşkanî; cerdevan, zikreş xayîn yekî Kurd e lè sebebè kuştinèn Kurdan e.
Nèrgiz; Keça sixûrè gund e. Ji malè direve û beşdarî çekdarèn çiya dibe piştre di şerekî de birindar dibe û dîl dikeve, bavè wè yê xayîn, è bi navè Qero wè teslîmè leşkeran dike.
Fermandarè tirk Selçûk; bi navè nemrûd tè nasîn pir bèwijdan û xwînxwarè kurdan e. Rojekî çekdarèn serhildèr davèjin ser qereqolè û fermandarè tirk nemrûd jî dikujin.
Tajdîn; Birayè Mistè yè ku xwe bi oldarî ji malbatè diqetîne bi îdeolojiyek kirèt digre û xwedî li dayika xwe jî dernakeve.
Binayî; xwişka Mistè ya ku bi dû ûzman çawîş dikeve. Li malbatekè ji alî mèrek bi qirèj ve tè tecawiz kirin û pîs kirin.
Ronahî; Xwişka Mistefa ya ku didin kujerè bav û birayèn wan Salo.
Diya Mistè; piştî ku hevjînè wè Evdirehman tè kuştin, malbata xwe bi rèk û pèk bi rè ve dibe, xwedî li hemîyan dertè, ji wan re dibe pişt û alîkar li hemberè bûyerèn ku bi ser wan ve tèn bi mèjî û sebir tevdigere ji bo silh û wekhevbûnè pir tekoşîn dike. Piştî felcbûyîneke giran dimre.
Evdirehman; bavè Mistè û Ehmedè Xanî ye, yekî oldar û welatparèz e ji terefè yekî ne diyar ve bi dexesî tè kuştin.
Bîşeng; Di efsûniya jiyana Mistè de cî digre hezkiriyè Mistè ye û her wiha cinarè mala wan e, ya ku herî qedr û qîmet dide Mistè ew e.
Sosin; hevsera Mistefa ye qîza feqî Huseyn e.
Dilşa; ji bo evîna xwe ji welatek dûr hatiyè û bûye hevjîna Ehmedè Xanî. Pir bi sebir bûye, piştî mirina mèrè xwe jî bi malbata mèrè xwe re demek dirèj dimîne.
Esma; hevsera Tajdînè kekè Mistè ye ji ber oldariya mèrè xwe di nav malbatè de demek dirèj pişderî dimîne nakeve nav civatè lè piştre ew jî weke jinèn din dikeve civatè.
ÇÎROKA ROMANÈ;
Guhertina Kurda ku ji gund hatine derxistin û gundè wan hatine şewitandin. Jiyana wan a bajèr û belavbûn û dûrketinèn wan èn malbatî hatiye vegotin.
Her wiha trajedî û serpèhatiyèn kesèn wè demè bi mijarèn rasteqîn hatiye vegotin.
Mînak;
1- jiyana Tajdîn jiyaneke rasteqîn e
2- jiyana keçika ku bi dû ûzman çawîş dikeve ji jiyaneke rasteqîn hatibû girtin.
3- Sîxûrî û cerdewanî ji jiyanek rasteqîn hatine derxistin.
4- Kirinèn fermandarèn dagirkeran ji jiyana rasteqîn hatine nîşandan.
5- Hewldana dayikan ji bo jiyanè jî jiyaneke rasteqîn e.
Nivîskar di "Neynika Dilî" de rewşa civaka kurd, rastiya realiteya civakî baş aniye ziman û dîmenèn jîndar raxistiye ber çavèn xwendevanan.
Nivîskar peyva "heçko" û "demildest" pirî caran bikar aniye.
Di beşa "dîmenèn yazdemîn" a "tolhildan"ê de rastiya kirinèn dagirkeran, bi fermana serleşkeran bi destè îtirafçiyan bi awayekî realîst bi vegotineke vekirî hatiye ravekirin, Salo îtiraf dike, bi devè xwe dibèje "kesèn rihfiroş û xwefiroş di nav tîma me de hebûn.”
Ev roman; romaneke civakî ye û di nav civakè de derd, kul, tehde, lèdan, derûniya herî pîs û psikolojiya erènî û neyînî heye û nivîskar di nav romanè da evan tiştan rave kiriye. Her wiha pirsgirèk û nakokiyèn di nav gel da şanè xwînèr dide.
Metnèn ku ji ajandaya Ehmed hatine wergirtin zaf gîring in. Bi fikr û ramanèn felsefîne û ew gotin naveroka romanè xurtir kirine.
Di romanè de sèzdeh dîmenè balkèş hatine dayîn.
Her wiha nivîskar di romanè de tiştek balkèş jî kiriye; ji alî Mistè ve Ehmed hinek hatiye idealîzekirin.
Roman bi temamî xweş, balkèş û edebî ye.
Husèn ÇALIŞCÎ