Navenda Beşîkcî bo Lêkolînên Mirovayetîyê
Em di rojên 22-27ê Nîsana 2017an da, li Başûrê Kurdistanê, li Duhoka Herêma Kurdistanê bûn. Em beşdarê vekirina ‘Navenda Beşîkcî bo Lêkolînên Mirovayetîyê’ ku li Zanîngeha Duhokê hatîye avakirin, bûn. Serokê WÎBê Îbrahîm Gurbuz, endamê Lijneya rêveber Îsak Tepe, Damezrîner û endamê Lijneya şêwirmend Necip Yeşil û nûnerê me yê Amedê Ahmed Kanî di vekirinê de amade bûn. Ji Wanê Xalid Sadînî jî beşdar bû. Wergera kurdî-tirkî, tirkî-kurdî, Xalid Sadînî û Ahmed Kanî kirin…
‘Navenda Beşîkcî bo Lêkolînên Mirovayetîyê’ ku li Zanîngeha Duhokê ava bûye, roja 23ê Nîsana 2017an vebû. Vekirin, bi destê Rektorê Zanîngeha Duhokê Prof. Dr. Muslih Duhokî û Îsmaîl Beşîkcî pêk hat. Di vekirinê da, berpirsiyarê pêwendîyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî, Parêzgerê Duhokê Ferhad Etrûşî, Fermandarê Giştî yê Iraqê yê kevin (2003-2014) Babekir Zebarî, mamosteyên zankoyê, karmend, nûnerên saziyên civaka sivîl, xwendekar amade bûn.
Berî vekirinê, li pêşangehek li ser jiyan û berhemên Beşîkcîyî jî hat gerîn. Vîdeoyek bi vê mijarê ra eleqedar jî hat nîşandan.
Di avakirina ‘Navenda Beşîkcî bo Lêkolînên Mirovayetîyê’ li Zankoya Duhokê, hewildanek pir mezin a Rektor, Prof.Dr. Muslih Duhokî hebû. Di vê mijarê da Zankoya Duhokê, bi Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ya li Stenbolê ra bi hevkarîyek mezin vê pêvajoyê pêk anî. Serokê ‘Navenda Beşîkcî bo Lêkolînên Mirovayetîyê’ Prof.Dr. Neşwan Şukrî ye. Dr. Mizgîn Muhammed Hesen, Dr. Xelîl Mistefa Osman jî akademîsyenên li navendê wezîfedar in. ‘Nevanda Beşîkcî bo Lêkolînên Mirovayetîyê’ li ser qadek pir fireh e. Tebeqa jorê ya pirtûkxaneya giştî ya zankoya Duhokê, bo vê navendê hatîye terxankirin. Qad pir fireh e. Refên pirtûkan û mase têne amadekirin.
‘Navenda Beşîkcî bo Lêkolînên Mirovayetîyê’ dê bi Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ra di nava pêwendîyên mezin da projeyan pêk bîne. Wergera pirtûk û nivîsên Beşîkcî bo Kurmancî û Soranî dê karek girîng be.
Piştî vê vekirinê konferansa zanistî ya navdewletî bi mijara ‘Kurdistan piştî DAIŞê: Pirsîyara Nasname û Sînoran’ dest pê kir. Konferansê du roj ajot. Ev konferansek navnetewî bû. Ji xeyrê akademîsyenên kurd, nivîskar û akademîsyenên Ewropî, DYAyî, rojhilata navînî jî li konferansê teblîx pêşkêş kirin. Li ser van teblîxan nîqaş jî hatin kirin. Zankoya Duhokê, mêvana li Duhokê, li otêla Jiyanê bi cih kir.
Roja 23ê Nîsanê, piştî bernameya konferansê, em bi seyareya Xalid Sadînî çûn gundê dostê me Tehsîn ku nêzîkê bendava Duhokê ye. Cihê gund pir bilind e lê dîsa jî li qontara çiyê ye. Surişt pir rengîn e. Her alî kulîlk, çirçirk…
Roja 24ê Nîsanê, berî konferansê, min û Rektor, Prof.Dr. Muslih Duhokî bi hev re pirsê televizyonan bersivand. Di bersivan da hat gotin ku di dema avakirina ‘Navenda Beşîkcî bo Lêkolînên Mirovayetîyê’ li Zankoya Duhokê, bi WÎBa li Stenbolê ra pêwendî hatine danîn.
***
Roja 21ê Nêsanê, balafira ku ji Stenbolê, ji balafirgeha Sebîha Gokçenê saet di 23.15an da rabû, şeva 22ê Nîsanê, saet li dor 02.00an li bafirgeha Hewlêrê danî. Li Balafirgeha Hewlêrê, Haluk Sayinê nevîyê Abdurrahman Efem Dolak û hevalên wî yên wek Serbest Şêrwanî, Serdar Anilir em pêşwazî kirin. Me dizanî ku dê Haluk Sayin me pêşwazî bike. Berê di vê mijarê de pêwendî pêk hatibû. Li Balafirgeha Hewlêrê di nava kesên em pêşwazî kirin da, hevalên ji ‘Navenda Beşîkcî bo Lêkolînên Mirovayetîyê’ jî hebûn. Wan dixwest ku wê gavê me bibin Duhokê. Lê Serok Prof.Dr. Neşwan Sukrî di vê mijarê da agahî nedabû Îbrahîm Gurbuzî. Ji ber vê me nikarî di wê saetê da biçin Duhokê. Em bi Haluk Sayin û hevalên wî re man.
Haluk Sayin karsazek e ku li Hewlêr, Duhok û Tirkiyê kar dike. Li Hewlêr û Duhokê firoşgehên wî yên mobîlya hene. Hewil dide ku li Silêmanîyê jî firoşgehek mobîlya veke… Li Tirkiyê, mobîlyayên ku li Înegol, Samsun, Ankara têne berhênan digre, li Hewlêrê, Duhokê difiroşe. Wekî dî, ji Çînê qumaşê mobîlyayê tîne. Ji Înegol, Samsun, Ankarayê re van qumaşan difiroşe.
Haluk me bir mala xwe ya li Îtalyan City-2yê. Maleke du tebeqî, berojkî, bi bexçe ye. Haluk roja 22ê Nîsanê, me ji Hewlêrê bi siwareya xwe bir Duhokê. Em ber êvarê gihîştin Duhokê. Li Otêla Jiyanê, hevalên Navedê li hêvîya me bûn. Me demek bi wan re sihbet kir. Haluk roja 24ê Nîsanê jî me ji Duhokê bir Hewlêrê.
Abdurrahman Efem Dolak xwedîyê rojnameya ‘İleri Yurt’a ku di sala 1958an da dest bi weşanê kir, bû. Di rojnameya İleri Yurtê da Musa Anter wek nivîskar, Canip Yildirim jî wek Midûrê wê dixebitî. Rojnameya İleri Yurt, ji ber nivîsên xwe yên 1958an bi gelek kêşeyan re rû bi rû mabû. Abdurrahman Efem Dolak yek ji kurdperwerên ku di Doza wek ya 49an dihat zanîn û di 17ê Kanûna 1959an da, bi destesekirînan pêk hatibû, cih digirt. Nivîsên Abdurrarhman Efem Dolak, Musa Anter, Canip Yildirimî, di kovara ‘Barış Dunyasi’ ku di 1962yan da dest bi weşanê kirî û bi rêvebriya Ahmet Hamdi Başarî derdiket, da jî dihatin weşandin. Domandina hest û ramanên welatparêziyê ji kelan heta nevîyan tiştekî pir baş e… Ez li Stenbolê li çend nevîyên din re jî rast hatim. Ez pê hesiyam ku pirtûkxaneya Abdurrahman Efem Dolakî li Amedê ye. Ez hêvî dikim ku baş hatibe parastin.
Em li Hewlêrê, bi Haluk Sayin û hevalên wî parlementerê berê yê kurd li parlamentoya Iraqê, re 25ê Nîsanê, li mala Orhanî ya li Îtalyan City-2yê, bûn mêvanê şîvê. Me li ser şîvê bi karmend û pêşmergeyên ku di asayîş û ewlehîya Hewlêrê da wezîfedar in, re hev nasîn.
Roja 26ê Nîsanê, hevdîtina me ya bi Prof.Dr. Ferhad Pîrbalî re, li aşxaneya Mahsunê karsazê Silîvî pir bi sûd bû. Paşê em çûn nûnertîya WÎBê ya Hewlêrê, piştê wê jî me Weqfa Barzanî ziyaret kir. Li Weqfa Barzanî, me bi Serok Mûsa Ehmed re, li ser problemên nûnertîya WÎBê ya Hewlêrê sihbetek kir. Çîroka mîr û dengbêj ya ku Mûsa Ehmed got balkêş bû. Piştê wê jî me bi hev re buroya endezyarê dostê me Mutluyî ziyaret kir. Balafir ji Hewlêrê bo Stenbolê, roja 26ê Nîsanê saet di 15.35an da firîya.
Me li nûnertîya WÎBê ya Hewlêrê, karsazek jin a malnişîn, Azize Turanê nas kir. Bi karsaz Ata û nivîskar Hozan Ehmed Dêrşewîyê ji Rojavayê Kurdistanê ji Qamişloyê, re hatibûn. Azize Turan, bo kurê wê kurdî fêr bibe, bo perwerdeya kurdî bigre ji Amedê hatîye Hewlêrê. Deh sal e li virê dijî. Wê got ku ez karim bi dilxwezî li nûnertîya WÎBê ya Hewlêrê binêrim. Ev bo weqfê şansek mezin e…
Pêşketina Pêvajoya Serxwebûnê
Başûrê Kurdistanê, Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê, ji layê aborî û civakî ve, herêmeke xwedî derfetên pêşketinê ye. Lê ji layê sîyasî ve pêvebendîya wê ya bi Iraqê ve pêşveçûnê asteng dike. Nikarbûna kontrolkirina qada hewayî, alîkarî negirtina ji saziyên nav netewî bi vê pêvebendîyê re eleqedar e. Saznekirina sîstema pere-bankayê, avanekirina sîstema bacê dîsa ji nêz ve bi vê mijarê re eleqedar e. Li herêmê bazirganîyek pir dînamîk heye. Di şertên îroyîn de dibe ku pere li ba hikûmeta kurd kêm be, lê li ber destê dewlemendan dikare behsa pereyek pir bê kirinê. Ev jî dikare bi avabûna sîstema bankavanîyê, bi avabûna Bankaya Merkezê û bi sererastkirina pêwendîyên pereyî pêkan dibe. Ancax bi vî awayî dikare pereyên li ba kesên dewlemend arasteyê hilberînê bê kirin. Ev hemû bi serxwebûnê dikarin bipêş bikevin. Bipêşketina aborî û civakî ya herêmê ji nêzîk ve bi pêvajoya serxwebûnê re eleqedar e. Serxwebûn pêşîya vê kilîtbûnê vedike. Bi qen’eta min, serxwebûn li Rêveberîya Herêmîya Kurdistanê, bûye wek bêgavîtîyek. Pêvebendîya bi Iraqê ve faktorek pir girîng e ku pêşveçûnê asteng dike, li hember pêşketina hêza aborî û civakî astengîyê çêdike.
Dema kêşeyên wiha têne rojevê, beşek ji kurdan behsa astengîyên wek ‘aborîya me pir xerab e, bertîl, gendelî, sextekarî heye…’ dikin. Bi pabendmayîna bi Bexdayê re, geşbûna aborîya Kurdistanê ne pêkan e. Pêvajoyên wek bertîl, gendelî, sextekarî jî li Bexdayê qat qat pirtir in. Ereb bi xwe jî vê dibêjin. Erebên ku 15-20 salên Hewlêr û Duhoka berê dizanin wisa dibêjin. Îro, Hewlêr, Duhok, Silêmanî wek bajarek modern ê Rojavayî ye. Bêguman Silêmanî berê jî bajarek modern bû. Lê Hewlêr, Duhok bi budçeya ku ji % 17î ya rasttir piştî serûguh lê çêkirinê ji % 13î dana Bexdayê, hatine afirandin. Li Kurdistanê sê-çar partîyên sîyasî ku pevçûna berjewendîyên xwe yên hîzbî derdixin pêş, hene. Li Bexdayê jî perçebûna sîyasî pirtir e. Belbî pevçûna heşt-deh grûban zêdetir heye. Pabendmayîna bi Bexdayê re, domandina têgihîştinên wek yekîtîya Iraqê, ti kêşeyek Kurdistanê çareser nake.
Divê bi cidî Pêvajoya Serxwebûnê, Referandûmê bê meşandin.
Lê emareyên ku ev pêvajoya girîng jî pir bi cidîyet nayê meşandin hene. Artêşa partîyan heye lê hê jî artêşek dewletê tune ye. Wek mînak li Enqereyê nûnerên partîyan hene lê nûnerek dewletê tune ye. Cuda cuda xwedîbûna malîyeyê ya partîyên sîyasî helbet cewt e. Hêjî YNKyîtî, PDKyîtî, Goranîtî… di ser her tiştî re ye. Ev di ser her tiştî re girtina berjewendîyên partîyên sîyasî ji nêzîk ve bi ne afirandina hest û ramanên Kurdistanî re eleqedar e. Partî, berjewendîyên xwe yên rêxistinî bi gotina berjewendîyên rastîn ên Kurdistanê ev in, derdixin pêş.
Meriv diheyîre ku ew qas sal e, bi tevî ew qaas bedelên giran, wek Enfal, girtîgeha Navenda Ewlehîya Silêmanîyê ku hêjî hest û ramanên Kurdistanî ne afirandîye, hêjî partîyên sîyasî berjewendîyên xwe yên rêxistinî derdixin pêş. Bi tevî Enfalê, bi tevî girtîgehên wek Baregeha Ewleyî ya Navenda Silêmanîyê çawa hêjî têgihîştinek wek ’yekîtîya Iraqê’ tê ser ziman? Bi bîrxistina girtîgehek wek Biryargeha Ewlehî ya Navenda Silêmanîyê, xemgînîyek kûr dide merivan. Di van girtîgehan de odeyên wek ‘Odeyên Pîskirina Şerefa Jinan’ hebûn. Bi vanan jî peydanebûna hestek, ramanek serxwebûnxwez, hêjî hebûna têgihîştinên wek ‘yekîtîya Iraqê’ merivan diheyîrîne. Di van odeyan de rejîma Sedam Husên kê wezîfedar dikir? Divê ev jî di çarçoveya têgihîştinên ‘Biratîya Îslamê’, ‘Biratîya Umetê’ de bêne vekolîn. Hêrîşa Tirkiyê ya roja 25ê Nîsanê, bo Karaçoxa Başûr rojavayê Kurdistanê û Şengala li Başûrê Kurdistanê, ji nêzîk ve bi neafirandina hestên Kurdistanî di nava partîyan de, re eleqedar e. Pêkneanîna yekîtîyê ji hêrîşên bi vî awayî re jî zemîn amade dike.
Bêguman çalak nebûna Parlamentoya Kurdistanê kêmanîyek pir girîng e. Ev hemû, bi cidîyeta pêvajoya serxwebûnê re li hev nakin. Pêwendîya Partîya Demokrat a Kurdistanê, bi kesên ku dibêjin em li Tirkiyê, ‘Partîya Demokrat a Kurdistanê avadikin’ ‘em dewama 1965an ne’ jî ne pêwendîyek tendirust e. Li cem rêveberên li Hewlêrê, eleqe dîtina van kesên ku li Kurdistanê ne xwedîyê ti pêgirtîyan ne, behêtkar e.
Geşedanek dî jî ku ji cidiyetê dûr e daxuyanîyên li ser dîroka refarandûma serxwebûnê ne. Wek ‘dê di îlonê de bê kirin’, ‘Di nava îsal de teqez dê bê kirin…’, ‘dê di payîzê de bê kirin…’, ‘kirina wê di tebaxê de muhtemel e…’ Hâlbukî, divê dirokek bi meh û roja xwe dîyar bibe û li gora wê amadekarî bêne kirin…
PKK/KCK, Şengal…
Şengal xaka Kurdistanê ye. Rejîma Sedam Husên, rêveberîya Baasê, ji serê 1970yan ve, bo guherandina rêjeya nifûsa Kurdistanê dest bi mezaxtina hewldanên mezin kir. Li cihên cuda yên Kurdistanê, kurdan ji cih û warên wan girt bo başûrê Iraqê, bo çolên ereb sirgûn kir. Li cihên ku kurd jê hatin valakirin ereban bi cih kir. Li qadên wek Kerkuk, Xaneqînê, ev polîtîka bi awayek bibiryar hat sepandin. Di vê serdemê de, rêveberîya Baasê, gundê Êzîdîyan hilweşand. Bo kurdên Êzîdî gundên mezintir bi navê bajar-gund ava kir. Êzîdî li van gundan kom kirin. Di vê pêvajoya nû de bicihkirina malbatê ereban jî li nava Êzîdîyan polîtîkayek girîng bû. Dîtina ereban li Şengalê piştî 1975 e. Piştî van polîtîkayên rêveberiya Baasê ne.
Rejîma Baasê ya li Sûriyê jî li Rojavayê Kurdistanê polîtîkayên wiha kire merîyetê. Ev polîtîka bi awayek bibiryar di serdemên Nuredîn Attas û Hafiz Esadî de, di 1960an da, di 1970yan da, 80yan da, hatin sepandin. Ji gelek qadên li Hîlâla bibereket, malbatên kurd hatin derxistin bo Başûrê Sûriyê hatin sirgûn kirin. Li van qadên ku kurd jê hatin derxistin malbatê ereban hatin bicihkirin. Guhartina nifûsa Kurdistanê, çi li Iraqê, li Sûriyê be, polîtîkayek pir girîng a partîyên Baasê bû. Kêmkirina nifûsa kurdan li Kurdistanê û zêdekirina nifûsa ereban polîtîkayek pir girîng a partîyên Baasê bû.
Îro Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê tekoşînek pir mezin dide bo ku qadên wek Kerkuk, Xaneqîn, Şengalê ku ji Kurdistanê hatine hilqetandin bigihîne Kurdistanê. Helbet dê Şengal ji ber bawerîya dîn ya cuda, di Kurdistana serbixwe de, xweser be. Ev pir vekirî ye. Hebûna PKK/KCKê li Şengalê, wek hewldana girêdana Şengalê bi Iraqê ve tê nirxandin. PKK/KCK dibêje ku ‘Em dixebitin ji Êzîdîyan re xweserîyê pêk bînin’. Ev jî tê wateya di nava yekîtîya Iraqê de ji kurdên Êzîdî re xweserîyê. Di rewşa ku ji xwe bo kurdên Êzîdî di Kurdistana serbixwe de xweserî tê plankirin, hewldana xweserîya Êzîdîyan di nava têgihîştina yekîtîya Iraqê de polîtîkayek pir çewt e.
Tansu Çillera ku di 1990an da Serokwezîra Tirkîyê bû, dem dem digot ‘em xîçikek jî nadin’. Divê bersiva PKK, kurdan ne ‘ji xwe em naxwazin ku!’ be. Divê PKK/KCK pir tişt bixwazin. Divê li hember serxwebûnxwezên Kurdistanê, li pêş geşedana vê pêvajoyê nebe asteng.
Yên ku li Rojhilatanêzîk, li Rojhiltanavîn dewleta Kurdistana serbixwe naxwazin, di serî da, dewletên wek Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriyê ne. Têgihîştina ’em dewlet naxwazin, ji kurdan re dewlet nepêwîst e. Dewlet xerab e…’, ji berdevkîya van dewletan pê ve ne tiştek din e. PKK/KCKya ku dibêje ji kurdan re dewlet ne pêwîst e, lê piştgirê dewleta serbixwe ya Filistînê ye, bo vê di nava hewldanê de ye, wek mînak ji nêzîk ve tê zanîn ku di programa HDPê da piştgirîdana Filistîna serbixwe heye. Ji nêzîk ve tê zanîn ku dewletên wek Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriyê jî piştgirî didin Filistîna serbixwe, bo vê pir hewil didin.
Tê zanîn PKK/KCKya ku di mayîna li Şengalê de îsrar dike, bi dewletên wek Îran, Iraqê, bi rêxistinên wek Haşdê Şe’bî re di nava pêwendîyê de ye ku ew jî xwedî têgihîştineke li dijî kurd, Kurdistanê ne. Rastîyek vekirî ye ku YBŞya ji alîyê PKK/KCKê ve hatîye damezrandin bi rêxistinên dijminê kurdan ên wek He’şdi Şabî re di nava pêwendîyê de ye.
Cannon Fodder
Di Hejmara 28. a Kovara Dîroka Kurd da,( Çile-Sibat- Adar 2017) Nivîsek Serhat Alan Merwanî ya bi navê ‘Pûşkin di Nava Kurdan da’ heye (r. 4-7) Dema ku Mesut Yegen Xoce, vê hejmara kovarê dide nasandin, bo vê nivîsê dibêje ‘xwezî hinek jî dirêj bûya’. (r. 2) beşdar nebûna vê daxwazê, vê hesta Mesut Xoce ne pêkan e.
Serhat Alan Merwanî, Cannon Fodderê wiha vedibêje: ‘ Cannon Fodder, bi zanîn bikaranîna kêmarek li enîya pêş a şer wek dafik ji alîyê şerkerek ve, yê ku li welatê xwe jê heznake ye.’ Di roja me de ji vê re şerên wekaletê jî tê gotin.
Hevoka dawîn a nivîsa Serhat Alan Merwanîyî jî balkêş e. ‘… Ya kurd? Di sed sala 21.da hêjî cannon fodder bûna kurdan ma trajedîyek mezin nîn e?’
Werger: Ahmed KANÎ